Ferheng

Ferheng: Aporetîk (Aporetic)

Ferheng: Aporetîk (Aporetic)

1- Apologîa, Xweparêzî (apologia): Apologîa (fr: apologie, tr: savunma), peyveke yewnanî ye. Di felsefa yewnan ya Serdema Pêşîn de, di wateya xweparêziyê de ye. Şiroveyên merivan yên devkî, yan jî yên nivîsandî ne. Merivên wê demê dema ku hatine tawanbarkirin, bi armanca xweparastinê (xweparazîyê) apologiayan bikaranîne, yan jî wan nivîsandine. Apologiaya Sokratesî, yek ji wan apologiayên herî navdar e. Wekî tê zanîn Sokrates bi tawana ‘jirêderxistina xelkê’ bi mirinê hatibû cezakirin. 

2- Aporetîk (aporetic): Têgiheke yewnanî ye û wateya wê, ji ber hebûna problem (arîşe, pirsgirêk) yan tengasiyekê, rewşa bêencamiya (encamnedayîna) raman yan nîqaşekî ye. Platon navê diyalogên aporetîkli diyalogên xwe yên dema xortaniya xwe kiriye. Têgiha aporetîk, ji aliyê feylesofên Pîronparêz (şikwerên yewnana kevnare) ve jî hatiye bikaranîn û şikberî, dudilî, bêqerarî û herêneyîya, rewşa wan vedibêje. tr: aporetik / fr: aporétique

3- Aporia: Di felsefa yewnana kevnare de, ji bo nakokiya mayende a ku di encama çalakiyeke ramanî yan jî di dema çareserkirina pirsgirêkekê de xwe dide der û nikare were çareserkirin re tê gotin. Çavkaniya nakokiya di vê xalê de, yan  nesne bi xwe an jî têgihên ku têne bikaranîn in.

4- Aqil (reason): Fonksiyon û kapasiteya (behreya) zêhnî a mirovî. Bi saya vê fonksiyonê, meriv ji jiyandarên din cuda dibin. Bi saya aqil meriv nesneyan ji hev cihê dikin, têdigihêjine girêdanî û têkiliyên wan û li ser wan difikirin. Feraseta ku dibe sebebê têgihiştina rastiyên eşkere, nesneyên nedîtbar (razber, abstract), gewherê heyînan û heyînên tevbar (universal, tümel). Behre yan jî hêza ku ji pêşhatiyan (premise, pêşsipar) dide rê û xwe digihîne encaman.  Hêza çêkirina têgehan, behreya fikirîna rast û darizandinê, behreya zanînê ya ku ji sehek, bawerî, vahî, feraset (intuition, sezgi) û ezmûnê cuda ye. Meriv di nav wateyên têgiha aqil de, mîna ‘heywanê biaqil’ hatiye pênasekirin. Li gor vê yekê aqil, ji dûajoyên (içgüdü, instinct) mirovî cuda ye û wekî behreya mirovî ya hilbijartin, nirxandin û xwegihandina encameke nû, tê dîtin. Li milê din, ji aqilê ku bi tenê serwere zanayiyê ye, qet bala xwe nade armanc û encaman û di demajoyeke mekanîk de, xwe bi çavdêriya fenomenekê sînordar dike re, ‘aqilê teknîkî’ tê gotin. Ligel vê yekê aqlê ku dibêje ez ne nesne (bar, wanek, object) me, li ber xwe dide û hebûna xwe, mîna barbirê (ozne, subject) dinase û heyînên heyî dinase û disenifîne re jî, ‘aqlê ontolojîk’ tê gotin.

Herçuqasî wateya aqil zêde ne guhêrbar be jî, xwiya ye ku carinan wateya wê, li gor war û demê, hatiye guherîn. Mesela di Serdema Pêşîn de aqilê ku ji zêhnê serbixwe bi heyînê dizaniya bû, di Serdema Navîn de, ketiye bin xizmeta dîn û baweriyan. Di Serdema Modern de jî, erka ramana zanistî hilgirtiye ser xwe. Çavkaniya têgeha aqil, têgeha ‘logos’ a yewnanî ye, ku wateya wê jî aqil, zanîna jimartinê û behreya zanînê ye. Li gor vê yekê di Serdema Pêşîn de wateya wê, behreya mirovî ya ku boşî, pirayî û curbicuriya heyî, dike rêz, sererast dike û hewl dide ku têbigihêje wan, e. Lewma jî spekulasyonên felsefî di Serdema Pêşîn de, ji spekulasyonên ku derbarê heyînê de ne, ne cuda ne. Mesela feylesofên beriya Sokrates yên yewnan ku feylesofên naturalîst bûn, hewl dane ku bingeha her tiştî bi aqil rave bikin, lewre weha bawer kirine ku aqil ji bo hemû merivan yek e û bingeha heyînê ye. Ev yek jî, bûye sebeb ku li hevgirî û yekîtiya li pişt piraniyê ye vekolin û xwe bigihînin zanînên hevgirtî. Heçî Platon e dibêje aqil ramana rast e û dijberê ‘doxa’ya xapînok û guhêrbar a ku çavkaniya wê sehek in, e. Li gor nêrîna feylesof aqil, me digihîne îdeayan û heyînên ku rasteqîn in jî, îdea ne. Dîsa li gor nêrîna feylesof aqil du (2) teqlîd e. Ya yekem aqilê ferasetî ye û em bi saya aqilê ferasetî, rasterast û bênavbeynkar, gewher û îdeayan dinasin.  Ya duyem jî aqilê diskûrsîf e, ku berê xwe dide îdeayên matematîkî û bi peyîtandina wan, xwe dide der.

Arîstoteles jî mîna aqlê teorîk û aqlê pratîk, aqil kiriye du (2) beş û weha nasandiye. Li gor nêrîna feylesof aqlê teorîk jî, du beş e: aqlê çalak û aqlê tebitî (aqlê ku ne çalak e). Di Serdema Navîn de jî aqil, di xizmeta dîn û baweriyê de ye û girêdayî wan e. Û meriv encax ji bo aqlê diskûrsîf,  dikare behsa xweseriyekê bike. Di felsefa îslamê de jî aqil, ‘şewqa surûştî’ ye û bi saya wê şewqê, em rastiyê, beyî ku serî li wehiyê bidin dinasin û rastî û çewtiyê jî, ji hev cuda dikin. Di Serdema Modern de jî aqil, di bingeha Modernîzmê de cih girtiye, ji baweriyê serbixwe ye û erka wê, damezrandina ramana zanistî û pergala civakî ye. Di vê serdemê de aqil ne temaşevan e, beravajiya wê hêzeke damezraner û çalak e. Li gor nêrîna Descartes aqil, li cem hemû merivan wekehev e. Malebranche jî gotiye ku divê ji aqil re, rêz were girtin û ev yek, bivênevê ye. Gottfried Leibniz jî gotiye ku ti tişt nikare aqilê serbixwe a ku ji baweriyê cuda ye, têk bibe. Li gor baweriya Hegel jî aqil, forma zanînê a herî bilind e. fr: raison / tr: akıl / os: âkile

5- Arete: Di felsefa yewnanî a kevnare de fazîlet (erdem) û kamilbûna (tekûzbûna) tiştekî ye. Ev têgih di destpêkê de ji bo kamilbûna di her warî (qad, mijar) de ku ji destnîşankirineke exlaqî bêpar in, hatiye gotin. Di zimanê yewnanî de ji bo kes yan tiştên ku ehlê karê xwe ne, bi kêrî karê xwe tên, erka xwe bi cih tînin, pisporê karê xwe ne û zanayê karê xwe ne re ‘aretesi’ hatiye gotin. Ango, ji bo tiştekî tekûz yan jî ji bo merivê dilpak (xwedîerdem, xwedîfazîlet) hatiye gotin. Mesela areteya kêrê ew e ku baş bibire, lewre ji bo vê yekê hatiye çêkirin. Di felsefa yewnan de arete li gor karjeniya (function, işlev) mirovî a ku wezîfeya wan e, hatiye danasîn. Lewma jî, lazim e bersivên çend pirsên li jêrê were dayîn. ‘Gelo bizav, xebat, tevger yan jî karê ku li gor gewherê mirovî ye, çi ye?’, ‘Hebûna mirovî divê çi fonksîyonên ku heyînên din nikarin wan pêk bînin, pêk bîne.’ Bizava li gor gewherê mirovî ne liv, zayîn (çêbûn) yan jî pêhisîn e. Lewre, heywanên din jî dikarin wan pêk bînin. Areteya mirovî bi aqil re têkildar e, ku bi tenê li cem merivan peyda dibe. Aqil û bikaranîna aqil, bi tenê li cem merivan heye û ev wesf, wan ji zindiyên din cihê dike. Nexwe, heke wisa be areteya (dilpakiya, erdema) mirovî, bi awayekî berfireh û çalak, bikaranîna aqil e. Dilpakiya mirovî, zanyarî ye.

6- Argument: Argument (ing: argument) form, şêwe yan jî terzeke peyitandinê (piştrastkirin) ye, ku bi vê yekê ji yek yan ji yekê zêdetir pêşsipar (öncül, premise) yan jî, ji pêşhesêbîyekê (presupposition, önkabul) encamek tê bidestxistin. Armanc, piştrastkirina raman, tez yan jî nêrînekê ye. Argument, ji peyitandinên ilmî cuda ne. Çimkî argumentek dibe ku zeîf yan jî xurt be û hatta dikare derbazî (muteber), yan jî ne derbazî be. Lêbelê, bi tu hawî nikare were gotin, ku argumentek bi temamî rast e yan jî çewt e. latinî: argumentum / fr: argument / al: argument 

1- Argumentum ad baculum: Texlîdeke çewtîyê a giring e û di wateya ‘xebîtina aqil yan jî argumenta ku bi darê zorê dihê parastin’ de ye. Di vê çewtîyê de, hinek meriv beyî ku serî li devjenî û guftegoyê bidin, yan jî beyî raberkirina dijramanên xwe, serî li zordestiyê didin û bi vî hawî, dixwazin ku di devjenîyê (nîqaş, minaqeşe) de, bi ser bikevin. Wate di vê rewşê de sîyaset, nêrîn yan jî ramanek, bi şêweyeke zordest dihê parastin. Ev teqlîdê devjenîyê, bêtir li cem zorbaz û gangsteran (keleş, rêbir), dihê dîtin.

2- Argumentum ad hominem: Têgiheke, latinî ye û wateya wê, nîqaşa bi kesekê re ye. Nîqaş yan jî, rêvebirineke aqilî a çewt e. Di vê cure çewtîyê de merivên ku minaqeşe dikin, beyî ku şaşîya ramanên hev nîşan bidin yan bingehekî ji ramanên hev yên şaş re bibînin; erîşê kesayetî, wesf yan jî nîyeta hev dikin.    

3- Argumentum ad ignorantiam: Bi zimanê latînî, di wateya ‘nîqaşa ku li hemberî kesên nezan tê kirin’ de ye û cureyeke çewt e. Di vê cure çewtîya de, nezanîya kesên di nîqaşê de mîna amûreke dihê bikaranîn û ji kesên nezan re, çîrokên xweş têne gotin. Argumentum ad ignorantiam, bi du şeklan xwe dide der: 1- Ji ber ku kesek nikare çewtîya wê (tunebûna wê) bipeyitîne, wekî ku rast be (yan jî hebe) pejirandina raman, nêrîn yan gotineke. Mînak: Hatta nuha, ji ber ku tunebûna geîstê (tîn, giyan, ruh) nehatiye peyitandin, pejirandina hebûna geîstê. 2- Ji ber ku kesek nikare rastîya wê (yan jî bebûna wê) bipeyîtîne, pejirandina çewtîya (yan jî tunebûna) raman, gotin yan nêrînekê. Hatta a nuha, ji ber ku hebûna geîstê nehatiye piştrastkirin, pejirandina tunebûna geîstê.

4- Argumentum ad judicium: Terz yan awayê rêvebirina aqilî a çewt ku di şûna toklîn (deney, experiment), delîl û lêkolînan de, bi tenê xwe dispêre dîtin, nêrîn û qeneetên giştî yên merivan.   

5- Argumentum ad misercordiam: Têgîheke latînî ye, cureyeke çewt a argumentê ye û wateya wê ‘beyî ku gunehê xwe pê bîne (beyî ku dilê wî pê bişewîte, beyî ku lê were rehmê), rêvebirina aqilî a ku dikeve rê’ ye. Di vê cure argumentê de, di şûna raberkirina delîlên aqlî de, rehma merivên di nîqaşê de wekî amûreke tê bikaranîn.     

6- Argumentum ad personam: Bi zimanê latînî, di wateya ‘nîqaş yan jî rêvebirina aqilî a ku bi rîya meyl û bala merivan tê kirin’ de ye. Di vê cureya çewt de kesên ku minaqeşe dikin, di şûna raberkirina delîl û zanînên rastîn de, serî li meyl û bala hev didin û wan, wekî amûrekî, bikar dihînin.   

7- Argumentum ad populum: Bi zimanê latînî, di wateya ‘rêvebiria aqilî a çewt, ku xwe dispêre gel yan dengê piraniyê’ de ye. Di vê cureya çewt de, di şûna raberkirina delîl û zanînên aqilî de, bang li hestên guhdaran dikin û bi vî hawî, hestan wan merivan îstîsmar dikin. Ev cure çewtî, li gor demagoga ye. Meriv dikare bibêje ku çavkanîya gotina ‘sîyaset yan propagandaya populîst’ ev têgih e.      

8- Argumentum ad verecundiam: Bi zimanê latînî, di wateya ‘rêvebirina aqilî yan jî nîqaşa ku xwe dispêre desthilatdarî yan rêzdarîyê’ de ye û cureyeke çewt, a  ne formel e. Ev cure çewtî, bi du awayan dertê holê: 1- Di şûna raberkirina delîlên aqilî yên saxlem de, xwespartina hebûna irf, adet, kevneşopî yan jî otorîteya sazîyan. 2- Merivên ku minaqeşe dikin; ji bo ku bikaribin raman û nêrîna xwe bidin pejirandin, carinan jî behsa kesên ku berê, wê raman yan nêrînê pejirandine dikin. Wate, wan merivan wekî mînak nîşan didin.

7- Argumenta Hincetên Exlaqî (argument from moral considerations): Di dîroka felsefa exlaqê de feylesofên xwedênenas yên mîna Nietzsche û Sartre, ji bo bikaribin exlaqê û hebûna serbestiya merivan destnîşan bikin, serî li vê argumentê (delîlê, palpişt) dane. Wate, ji fikarên exlaqî dane rê û xwestine ku hebûna Xwedê red bikin. Ji vê helwesta wan re, ‘argumenta hincetên exlaqî’ hatiye gotin. Meriv dikare bibêje ku herdu feylesof jî, di demên gelekî tevlîhev de jiya ne û di felsefeyên xwe de, girîngiyeke mezin dane exlaqê û pirsgirêkên exlaqî. Herdu feylesofan weha bawer kirine ku cewhereke mirovî ya ku ji aliyê Xwedê ve hatiye dayîn, tune û meriv gewherê xwe, bi destê xwe diafirînin. Bi gotineke din, Nietzsche û Sartre gotine ku encax bi nebûna Xwedê, em dikarin behsa serbestiya merivan bikin. Wate hatta ku Xwedê hebe, meriv ne serbest in. Lewma Nietzsche gotiye ku li Ewropayê baweriya Xwedê û exlaqê xiristiyaniyê a klasîk ku xwe spartiye vê baweriyê, têk çûye û hilweşiya ye. Û gotiye ku ev yek, rewşeke pirr tirsîner e û weha pêde çûye: ‘Heyîna herî pîroz û hêzdar di bin derbên xencerên me de, di xwînê da ma. Ev yek, bûyerek e pirr mezin e û meriv nikarin, ji bin bandûra vê buyerê rabin.’ Nietzsche vê rewşê, mîna rewşeke mecbûrî dibîne û li gor baweriya wî, ji bo hebûna hejahî, azadî û exlaqê mirovî, divê heyîneke ku xwediyê hêzeke bêsînor û bêdawî ye (Xwedê), tune be. Lewre yên bêdawî û bidawî, yên tekûz û ne tekûz, yên tam û kêm, nikarin di heman dinyayê de bihewin. Heke bihewin jî, dê yê kêm û bêhêz, bibe kole, dê xwe radestî yê raser (hêzdar, bêdawî, tekûz) bike û dê nikaribe gewher û exlaqê xwe biafirîne.

Lewma jî ji bo ku meriv bikaribin bi serbestî xwe biafirînin û bijîn, divê dest ji Xwedê berdin. Sartre jî, mîna Nietzsche difikire û li gor baweriya Sartre jî hebûna mirovî, beriya gewherê tê. Hebûnatiya merivan û hatina wan ya vê dinyayê heye û meriv gewherê xwe, bi (destê, keda) xwe diafirînin. Heke Xweda yan afirandêrek hebe, nexwe gewherê mirovî jî heye û ev gewher, beriya hebûnê tê. Bi gotineke din heke Xwedê hebe, azadî tune û meriv ji hêz û îmkana afirandina gewherê xwe, bêpar e. Ji bo hebûna, hêz û îmkana afirandina gewherê mirovî, divê Xwedê tune be. tr: ahlaki gerekçeler kanıtı 

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 09.05.2022
  • Çavkanî: Ferhenga Felsefê: Alî Gurdilî – Weşanên Na’ê – Sal: 2021
  • Di hejmara yekem de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button