Arşîva Felsefevan

Romana 'Hiob': 'Romana Zilamekî Asayî'

Sultan Arslan

”Çend rojan piştî vegera xwe Deborah, fikirî ku dema daxistina selika Menuchim jî arîkî hatîye. Ne bi dilşadî wê kurikê biçûk da zarokên xweyên mezin. Deborah got: ”Wî bibin bigerînin! Ku ew biweste rahejin wî. Ez dilê we de me hûn wî nexînin! Zilamê pîroz got ew ê rehet bibe. Hûn wî neêşînin!” Ji niha pê ve demekî dijwar ji bo zarokan dest pê kir.”

Rûpel 22-23 HIOB , ji romana zilamekî asayî.

Serpêhatîya min li gel romana Joseph Roth di demekî berîya niha li xwendina min a enstitûya pedagojîyê de dest pê kiribû. Li gera me ya Pragê gava em çûn cihê ku cihûyan di şerê cihana duhem de hatibûn dîlgirtin ku ji wê derê re digotan ”kampa konsentrationê”, rêbera me ya gerê behsa nivîskarê navdar ê cihûyan jî kiribû. Wê çaxê navê Joseph Roth û romana wî a HIOB jî di nav gotinan de derbas bû. Gava em vegerîyan Danîmarkayê, min romana wî ya bi navê wergera danîmarkî JOB peyda kir. ¨Min romana Jojeph Roth ya ”JOB” bi zimanê danîmarkî, wê demê xwendibû. Hin Rexnevanê danîmarkî dibêjin, danîmarkî di alîyê wergerandina zimanan de gelek jêhatîne, lê mirov çiqasî jêhatî be jî wergerandina romanan nikare seda sed wekî zimanê orjînal be, lê divê naveroka wan ji resenatîyê dûr nekeve û bikaribe tatybetmendîya rewşê nîşan bide.

Îcar romana JOB an jî HIOB bi zimanê kurdî ji aliyê kek Husên Duzen ve ji almanî li kurmancî hatiye wergerandin. Gava ez wergera danîmarkî û kurdî tînim berhev, bi dîtina min wergera Birêz Husên Duzen, jî wergera danîmarkîyan qet ne kêmtire. Wekî birêz Husên Duzen jî çend caran gotîye, divê werger li ser veguhestina atmosfera berhemê be û bi rastî jî atmosfera ku malbatekî Cihû û feqîr ku pêşîya şerê cihana yekem ber bi alîyê Emerîka ve diçin û dibin penaber û çîroka malbata Mendel Singer ê Cihû yan, bi honandina zimanê Kurdî û Wêjeya Kurdî gelek dewlemend kirîye û veguhestina berhemê jî bi zimanêkî xweş anîye li ber xwendewanan. Mendel Singer ku li gundekî mamostetî dike, dikeve ber alozîya jîyanê û tev malbata xwe gelek zehmetîyan dikişîne. Lê Mendel û jina wî Deborah li dema spartina malbatê xwe de li ber xwe didin.

Birêz Husên Duzen, wê zehmetîya jîyanaMendel Singer û Deborah bi zimanekî sivik, harmonîk û herikbar anîye li ber xwîneran û ruhê vê romanê mirov dibê qey Husên Duzen jîyaye û nivîsandîye. Min çend cihê romanê ji zarokên xwe re jî xwend û ewana jî bi kêfxweşî guhdarî kirin û digotin zimanê romanê gelek xweş û fêmbar e. Ez bawer dikim ku her xwendewanekî kurd dê bi kêfxweşî vê romanê bixwîne. Min bi gelek kêfxweşî romana Hiob a romana zilamekî asayî xwend û min ji romana danîmarkî zêdetir zewq jê girt û ez bi navê xwe gelek sipasîya birêz kak Husên Duzen dikim ku vê berhema berketî gihandiye xwinerên kurdî û herwiha pirtûkxaneya kurdî.

  • Sultan Arslan
  • Copenhagen / 23.07.2015

Çavkanî: https://kurdishphilosophy.blogspot.com/



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button