Information

Banga ji bo Hejmara Sisîan

Banga ji bo Hejmara Sisîan

Banga ji bo Hejmara Sisîan  

Kovara Philosophiayê, bi armanca têgihiştin û geşkirina ramana felsefî, dê weşana xwe bidomîne. Ji bo gihîjtina vê armancê di kovarê da em ê cih bidine gotarên akademîk, wergera gotarên akademîk, raveyên felsefî, nivîsên derbarê jiyan û felsefa feylesofan de û gelek nivîsên felsefî yên babetcihê. Herweha derbarê beşên felsefê yên wekî ontolojî (ontology), nirxzanî (axiology), estetîk (aesthetics), felsefa dînî (philosophy of religion) û hwd. da, dê cih bide gotarên resen, nivîsên lêkolînî û nivîsên danasîn û nirxandina kitêban. Ji bilî nivîsên li jorê, her cure nivîsên birêkûpêk û resen yên derbarê felsefe û dîroka felsefê de, dê werin weşandin.

Ji bo me a giring ewê qualita guncawtîa (content) metnan û xwegihandina xwendevanên felsefeperwer be. Nivîsên werin divêt xwedî guncawtîyek felsefî bin, ji aliyê zimên ve sade û zelal bin. Nivîs, divê bi programa ‘Word û bi kertên (letters) ‘Times New Roman hatibin nivîstin û çavkanîyên wan jî zelal bin. Nivîsên ku ji bo weşanê hatibin şandin, li nivîskaran nahên vegerandin û biryara weşanê dê redaction bide. Di hejmara 3em da em ê wekî dosyayê, li ser mijara ‘Felsefe û Jiyana Modern’ û ‘Sekularîzm, Post-sekularîzm û Demokrasî’ê hûr bibin. Bi hêvîa rojên xweş û geş, her şad û bextîar bin.   

* Her nivîskar ji nivîsa xwe mesul e. Nivîsên ji kovarê ra hatinin şandin bi criterên kovarê dihêtin sererastkirin.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button