Philosophia

Di Ramanên Hegel de Xiristiyanî û Sêmendiya Pîroz

Çavkaniya Sêmendiya Xiristiyanîyê (Bav, Kur û Ruhê Piroz)

Desta ewil, divê ez bibêjim ku çavkaniya sêmendiya (teslis) xiristiyanîyê (Bav, Kur û Ruhê Piroz) ramanên Numeniosê feylesofê yewnanî ye. Numenios feylesofekî neoplatonparêz e û B.Z. di sedsala 2an de jiyaye. Ramanên wî yên derbarê vê mijarê de, bi navê  ‘Hînweriya Rêzepergala Xwedayî (Doctrine of Divine Hierarchy)’ dihê zanîn û bi nêrîna turumê (çêbûna heyînan, peydabûna heyînan) a feylesofên neoplatonparêz re, bûye bingeha dogmeya Sêmendîya Pîroz (Kutsal Üçleme, Teslis) a xiristityanîyê.

Li gor vê hînweriyê, meriv dikare behsa sê xwedayan bike: Xwedayê yekem, xwedayê prensîpê yekem ê hebûnê ye (protos theos). Xwedayê yekêm, hemin xwedayê çalakiya ramanê a xwerû ye jî (nous) û bi tu hawî dest nedaye çêbûna dinyayê yan jî, roleka wî di çêbûna dinyayê de tune. Li vir wiha xwiya dike ku Numeniosî, îdeaya başiyê a Platon û xwedayê ku Arîstotales wî tesewir kiriye, kiriye yek. Xwedayê duyem, ‘Demiurgos’ e ku di kitêba xwe ya ‘Timaeos’ê de, Platon behsa wî dike. Demiurgos para xwe ji xwedayê yekem girtiye û bi vî hawî, bûye xweda û şekil daye madeya ezelî a bêform (geneseos arkhe). Li gor nêrîna Numeniosî xwedayê sêyem jî, ew dinya a ku ji aliyê Demiurgosî ve hatiye afirandin, e.

Di Ramanên Hegel de Xiristiyanî û Sêmendiya Pîroz

Li gor nêrîna Hegel, dînê esas xiristiyanî ye û qîmetê nade dîneke din. Çimkî bala wî, zêdetir li ser dînê xiristiyanîyê ye.  Di berhema xwe ya bi navê ‘Dersên Li Ser Felsefeya Dîn’ (Vorlesungen Über die Philosophie der Religion) de dînê xiristiyanîyê, mîna dînê mitleq dibîne û dibêje ku dîneke ‘wehîyê’ ye, yanî dibêje nazil bûye. Bi gotineke din ev din: ‘dînê heqîqet’, azadî û lihevhatinê’ ye. Li gor baweriya Hegel, di dînê mitleq de têgih (koncept, kavram) û realîte, ruhê bidawî û ruhê bêdawî, yek û eynî ne. Ruhê bêdawî ku mîna têgiheke mitleq hatiye destnîşankirin, mijara ruhê bidawî ye. Têkiliya, di navbera ruhê bidawî û bêdawî de, dînê mitleq bi xwe ye. Di vê xalê de, ruhê bidawî, ji ruhê bêdawî tê hesibandin. Hegel dibêje ku meriv di dînê xiristiyanîyê de xwediyê hêza zanîna Xwedê, zanîna daketina dinyayê a Xwedê û îmkana xwenasîna xwe û a mirovan heye. Ev zanîn ber bi ruhê bêdawî (Xwedê) ve, berzbûna ruhê bidawî (dawîdar, mirov) ye. Di vê xalê de ruhê dawîdar, ji ruhê bêdawî ne cihê ye. Ew, cureyeke dawîlêanîna ruhê bêdawî ye. Ruhê dawîdar, encama cihêtiya ruhê bêdawî (xwedayî) ye. Aqilê mirovî, mîna hişê Xwedê (şiûr) dertê holê.

Bi vî hawî jî, ruhê mirovî dibe ruhê xwedayî. Yanî ruhê dawîdar hildikişe ruhê bêdawî, bi ruhê bêdawî re dibe yek û bi vî hawî, yekîtiya xwe pêk dihînin. Çimkî ruhê mirovî ê dawîdar, ruhê Xweda ye. Lêbelê li milê din, dema ruhê dawîdar ber bi ruhê bêdawî ve hildikişe, ruhê xwedayî dîsa bi xwe dihise û li xwe vedigere. Xwedê di zanîniya mirovî de ku jê ye, bi xwe dizane. Bi vî hawî, bîrewerîya (bilinç, cosciousness) xwerû a Xwedê, vediguhere bîreweriya mirovî ya ku jê (Xwedê) ye. Bîreweriya xwerû bi riya ruhê dawîdar, dibe amûrê danûstandina Xwedê û Mirovan. Di vê xalê de dîn ne îcada mirovî ye, dînê Xwedê ye û nazil bûye.  Dîyalektîka sêqolî a Hegel, ji bo ‘dînê mitleq ê xiristiyanîyê’, gelekî guncan e. Çimkî Hegel bi zanetî, dogmeya xiristiyanîyê a Sêmendiya Pîroz, tevlî felsefeya xwe kiriye.

Di xiristiyanîyê de ku Hegel wekî ‘dînê mitleq’ diwesfîne, sê (3) qad hene:

1- Xwedayê ku di xwe de ye û ji bo xwe (an und für sich) heye. Xweda di vir de beriya afirandina dinyayê ye, ji bo xwe ye, di xwe de ye û li derveyê dinyayê ye.

2- Xulîqandina (afirandin) dinyayê.  

3- Demajoya (prose) lihevhatinê: Di vê qonaxê de, Xwedê ruhê civakê ye. Heke meriv vê yekê bi awayê akîdeya teslis bibêje: a. Hikumraniya Xwedê, b. Hikumraniya Kur, c. Hikumraniya Ruhê Pîroz e.

Li cem Hegel ev cudahî, vebûna rihê mitleq e, jiyana ku di xwezayê de hêşîn dibe ye. Ev ramana (idee) gelemperî di kategorîyên mantiqa Hegelî de ‘Gelemperîtî’, ‘Cudatî’, û ‘Yekîtî’ ye. Axirî, meriv dikare bibêje ku di ramanên Hegel de Xwedê, bi awayekî dîtbar (somut, concrete) û nedîtbar  (soyut, abstract), xwe ragihandiye mirovan û ji ber ku ruhê xwe daye mirovan, xiristiyanî dîne herî zelal (vekirî, aşkere) û bêhempa ye. Çimkî dînê xiristiyan, çareseriya temamiya xaçepirsan daye mirovahiyê û ne dînek razmend e. Bi vê ramana xwe, Hegel sîstema felsefeya xwe û xiristiyanîye, dixwaze ku mîna hev nîşan bide. Çimkî dîyalektîka wî a sêqolî ku ew jî tez, dijtezî, sentez in, bi Sêmendiya Pîroz a xiristiyanîyê re gelekî lihevhatî ye. Çimkî ramana (idee, tez) wî, di xiristiyanîyê de dibe ‘Xwedê’, di qonaxa duyem de xweza (dijtezî) dibe Kur (Hz. Îsa) û qonaxa sêyem de jî Geist (Ruhê Mitleq) jî, dibe Rihê Pîroz (heiliger Geist) ê xiristiyanîyê.

Jean Paul Sartre jî, gelek têgihên mîna ‘Hebûna di Xwe de’, ‘Hebûna Ji bo Xwe’, ‘Bîreweriya di Xwe de’, ‘Bîreweriya (bilinç, cosciousness) ji bo Xwe’ û hwd. yên Felsefeya Hegel ji bo felsefeya xwe bikar aniye. Sartre xwestiye ku diyalektîka îdealîst a Hegel, ji Geistê cuda bike û bîreweriya mirovan, ji bin xizmeta ‘Geist’ê derbixe. Bi vê yekê xwestiye ku mirov xizmeta xwe bikin, xwe bidin der û xwe pêk bîhînin. Mirov, beyî girêdaytîya tiştekî yan tesîra wî, nikare bibe sebebê xwe û nikare hem di xwe de be û rewşa, bîreweriya di xwe de bijî. Yanî, di heman demê de nikare têbigihêje vê yekê. Lêbelê, raman berdewam dike û mirov, dîsa xwe li xeta tiştekê din, dike hebûn û bîrewerî, beyî bandûreke ji derve û jê serbixwe, nikare hebûnatiya xwe pêk bîhîne. Lêbelê heke meriv bikaribe wê tesîra der wekî gewhera xwe, wekî jêma û heyîneke di xwe de bi cîh bike, wê demê ew tesîra der ji holê radibe û dibe mirov bi xwe. Ew kes, dê êdî bikaribe xwe bi xwe, xwe destnîşan bike û dê bikaribe, bibe sebebê xwe.

Alî Gurdilî

aligurdili@gmail.com

22.03.2022

  • Jêder
  • – Hegel’de Bazı Din Felsefesi Problemleri. Zaningeha Selçukê. Teza Doktorayê. Naim Şahin. Pdf.
  • – Copleston Frederick. Felsefe Tarihi, Alman İdealizmi. cilt VII. Çeviri: Aziz Yardımlı İdea yayınevi İstanbul
  • Walter Kaufmann. İnsanı Anlamak. (Goethe, Kant, Hegel) – Çev: Aziz Yardımlı. İdea Yayınları. 1996
  • – Jacques D’Hont Hegel ve Hegelcilik. Çev: Bayram Işık. İletişim Yayınları. İstanbul-1994
  • – David West. Kıta Avrupası Felsefesine Giriş. Çev: Ahmet Cevizci. Paradigma Yayınları İstanbul-1998
  • Selahattin Hilav. 100 soruda Felsefe El Kitabı. Gerçek Yayıncılık. İstanbul-1993
  • – Atilla Tokatlı. Çağdaş Diyalektiğin Kaynağı Hegel. Yazko İstanbul. 1981
  • G. W. F Hegel. Tarihte Akıl.  Çev: Önay Sözer. Kabalcı yayınevi 3. baskı İstanbul 1995.
  • – G. W. F Hegel. Mantık Bilimi. Çev: Aziz Yardımlı. İdea Yayınevi. İstanbul 1994
  • – https://gurdili.blogspot.com/2018/05/hinweriya-rezepergala-xwedayi.html
  • – Hegel Felsefesine Giriş, Kojéve A. Çeviren: Selahattin Hilav. YKY Yayınları, 2000, İstanbul.  

* Di hejmara çaran de, hatiye weşandin.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button