Sociology

Jane Addams û Navendên Xêrxwazîyê

Alî Gurdilî

Sosyologa (sociologist, civaknas) amerîkayî (1860-1935), ku di dawîya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de, di xebatên Dibistana Chicagoyê (Şîkago) de, karekî baş kiriye. Li ser ramanên Charlotte Perkins Gilman û Emily Greene Balchê ku di warê civaknasîyê de dixebitîyan, tesîra wê heye. Di sala 1889an de li Chicagoyê, avahîya Hull Houseyê ava kiriye ku wekî xanî yan jî navendeke ciwarbûna (îskan) civakî hatiye nasîn. Di vê xebata wê de, Toynbee Hall (sazîya xêrxwazî û alîkarîyê) a li bajarê Londrayê, jê re bûye îlham.

Janeyê dixwest ku li navenda ku wê damezrandîye, jin bikaribin karên baş bigrin ser xwe, xwedan rol bin û tesîra wan jî, zêdetir be. Li gor dîtina wê, jin di navbera daxwazên civak û malbatê de, dudil dibin ku pirî carê li dijî hev in û ku ev yek jî, dibe sebebê pirsgirêkan. Loma jî bawer dikir ku navendên (mal, xanî) xêrxwazî yên civakî, di arîşeyên debarê jinan de dikarin bibin rêya çareserîyê. Wê demê ‘Hull House’ ji bo Zaningeha Chicagoyê bibû navendeke girîng a sosyolojîk û gelek teorîsyênên civakê, marksîst û anarşîstan jî, gelekî bala xwe didane vê navendê. Bawerîya Jane Addamsê ew bû ku digot, li hemberî mêran jin xwedîyê raserîyeke hundirdînîyê (içgörü, insight) ne û femînîsteka kulturî bû. Jane Addamsê peyvdarîya jinan û karkerên koçber (muhacir) dikir û di wê bawerîyê de bû ku civatekê hin baştir a aştîxwaz û hunerwer, encax bi bilindkirina nirxên jinanîyê û bi hevkarîya wan, dikaribû were damezrandin. Di sala 1931an de, dibe xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê. Lêbelê, bawerîya xwe a ji pasifîzmê tu carê wenda nake û dibe paryayekê (a ku ne ji çîneke civakî ye) civakî.

Ali Gurdilî
aligurdili@gmail.com
18..05.2023



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button