
‘Zerdeşt Çi Ferman Kir/Zerdûşt Ne Buyurdu’ navê pirtûka Salih Şahin e ku bi çapa duyem di 2014an de bi tirkî derçûye. Di pirtûkê de derheqê nivîskar de tu agahî nehatiye parvekirin. Dema mirov li naveroka pirtûkê dinihêre, dibîne ku li ser ola Zerdeştîtiyê lêkolîneke bi hûrgilî hatiye kirin, heye. Min xwest hûn jî ji pirtûkê û naveroka wê haydar bibin û di dawiyê de ev nivîs hate amadekirin. Wexta di demeke pir kin ya berî 1750an de îngilîzekî Avesta ji bajarê Suratê yê Hindistanê anî Fransayê, haya zanyarên wê heyamê pir ji vê yekê tune bû. (r. 7). Avestaya ku anîbûn Fransayê ji metnên li ber destê Zerdeştiyên ku ji qetlîaman xwe xelas kiribûn û revîbûn Hindistanê, pêk dihat. (…) Ji xwe dîroka metnên Avestayê yên herî kevn ên ku bi lêkolînan hetanî îroj hatiye bi dest xistin, piştî salên 1000î ye. (r.10) Di dema Zerdeşt de ‘civak, li hemberî xwedayên takekesî, xwedayên malbatî, xwedayên bajaran û ligel pirîtiya xwedayên gelemper di rewşeke belawelayî de bû’. (r. 18).
Ligel gelek îdîa û gotinan, piraniya lêkoleran qebûl dikin ku Zerdeşt ji Urmiyeyê ye. (r. 22). Ji ber ku tam nayê zanîn çi wextê jiyaye bi gelemperî tê texmînkirin ku BZ. di navbera 1000 û 600î de jiyaye. Ji ber ku zimanê Avestayê bi giranî dişibiya zaravayên Zazakî û Hewramanî ev jî ispata daneyeke zanistî ye ku Zerdeşt Kurd be. (r. 27). Zerdeşt li welatê Medyayê ji malbateke torinî/esîl hatiye dinyayê. Navê Spîtama lê dikin. Spîtama ew nav e ku ji bav û kalên wî têyê. Malbata wî ji pergala olî ya ‘Mag’an bû. (r. 29). Ji rîwayetan yek ew e ku dibêjin dema Zerdeşt diwelide belovajî zarokên ku bi girî tên dinyayê, ew bikenîn tê dinyayê. (r. 30). Dema dibe pazdeh salî ji bavê xwe daxwaz dike ku mal û milkên heyî parve bike, lê ew ji vê parvekirinê tenê kembera bi navê ‘Kamara’ digire. Wekî din tu tiştekî naxwaze û nagire. (r. 31). Bi qasî deh salên xwe, li Çiyayên Sebelan ku îroj wekî Çiyayên Elbruzê tê zanîn digel hemû şert û mercên dijwar ên xwezayê; di nava serma û birçîtiyê de, bi ajalên kûvî re di nav jiyaneke vepirsînî ya bi hêz de, di înziwayê de dimîne. (r. 33). Bi alîkariya şivanên ku carinan jê re xwarin dadanîn nêzîkî daristanê, xwe xwedî dikir. Ber bi dawiya vê pêvajoyê re xweda Ahûra Mazda jê re dixuye û bi her pirsa ku Zerdeşt ji xweda dike re bersiv tê dayîn û bi vî hawî qûral û qaîdeyên doktirîna Zerdestîtiyê pêk tê. Û tê gotin ku dû re Zerdeşt vana bi nivîskî amade dike.
Zerdeşt piştî înziwaya deh salan wekî mirovekî kamilbûyî, têgihîştî ji Çiyayên Sebelanê dadikeve tê nava mirovan û di sîh saliya xwe de payeya pêxembertiyê ji xwedayê xwe werdigire. Zerdeşt gava dixwaze ola xwe belav bike/bide nasîn ji malbata wî tu kes vê yekê qebûl nake, tenê kurekî apê wî vê baweriyê dipejirîne. Ji ber vê rewşê Zerdeşt biryara terkkirina ji herêma xwe/ji welatê Medyayê dide û diçe Rojhilatê Îranê, welatê Baktriayê. Qiralê wî welatî Vîştaspa ye. Vîştaspa bi derbasbûna demê re ji ber hin sedeman Zerdeşt davêje zindanê. Lê Zerdeşt bi awayekî xwe ji zindanê xelas dike û bi Vîştaspa re ji nû ve têkiliyê datîne, ew û Vîştaspa di qesr û qonaxên dewletê de bi rojan dikevine nava nîqaşên olî û ramanî, di dawiyê de Vîştaspa ola wî qebûl dike û ev ol hêdî hêdî derfeta pêşdaçûnê dibîne. Vîştaspa, li gorî rêgeza dînê Zerdeştiyê ku dibêje ‘ji bo serkeftina rindiyê divê her tişt were kirin,’ artêşekê amade dike û li hemberî turaniyan şer dike. Ev yekem şer e ku li ser navê ola Zerdeştîtiyê pêk tê. (r. 41). “Di van şerên bi turaniyan re Zerdeşt dema di mabetê de perestinî dikir, mixabin tê kuştin. Lê ev kuştin ne ku di destpêka danasîna ola xwe de, di 77 saliya wî de diqewime. Hinek dibêjin gorra wî Kaba-î Zerdeşt e ku li Nakş-î Rûstemê ye, hinek jî dibêjin piştî li Çiyayên Elbruzê bi Ahûra Mazdayî re axiviye ruhê wî ji bedenê veqetiyaye û bi tîrêja li asîman re bûye yek.” Baweriya Zerdeştî girîngiyeke bêhempa dide cotkariyê, bilîbûna bi cotkariyê re bilind dinirxîne, kesên naxebite û hilnaberîne wekî di xizmeta xwedayê xerabiyan Ehrîman de be, dibîne. (r. 53).
Di vê babetê de wiha dibêje; “Ew kesê ku axê, hem bi destê xwe yê çepê hem bi yê rastê ajotiye, dê rûzemîn wekî bûkek hezkir di nav nivînên xwe de dide dildarê xwe wê bereketê bide. eynî mîna ku bûk zarokê diyarî dike dê rûzemîn jî fêkiyan/hilberê bide wî. (r. 56). Di ola Zerdeştîtiyê de qirêjkirin û zerardayîna axê, avê, hewayê û agirî qedexe ye, ku wekî çar hêmanên çavkaniya jiyanê tên dîtin. Di Zerdeştîtiyê de destûr nedayîna gorkirina miriyan ji vê nêzîktêdayînê der bûye. Li gorî çanda Zerdeştîtiyê mirov an ajal, tu zindî piştî mirinê binax nabin. Çimki wisa bawer dikirin ku gorrê cesedan dê axê qirêj bike. Ji ber vê sedemê, mirî li bilindahiya ku jê re ‘daxma’ dihat gotin dadianîn, piştî ajalên balinde yên dirinde goştê wan dixwarin, ji bo rêzgirtina ji axê re hestiyên wan dihat binaxkirin. (r. 57). Lê ev kevneşopî ji ber pêşveçûnên civakî û aborî êdî li ber tunebûnê ye. Min di gotara xwe ya bi serenavê ‘Derheqê Ol û Baweriya Zerdeştiyan de’ qala hin kevneşopiyên Zerdeştîtiyê kiriye ku di malpera Philosophiayê de hatiye weşandin. Ji bo agahiyên berfirehtir hûn dikarin bixwînin. Civakan ji destpêka serdema Neolîtîkê û pê ve ji bo pêşîlêgirtina tofanên xwezayî, nexweşî û xelayê an jî ji bo zêdekirina bereketê rêûresmên boraqdayînê pêk anîne. (r. 59). Zerdeşt boraqdayîn qedexe kiriye lê mixabin di vî warî de bi ser neketiye, ji ber ku çînên bilind/jor, rehîp li hember vê nûjenîbûnê dibûn asteng.
Di Zerdeştîtiyê de kûçik, dîk, ga û conega wekî ajalên pîroz hatine dîtin. Mîsal dîk wekî qasidê mizgîniya hilatina rojê, ronahiyê; wekî qasidê mizgîniya qenciyê pîroz hatiye dîtin. Dîk bi banga sibehê re mizgîniya ronahiya rojê dida mirovan, ew şiyar dikirin da ku di zûtirîn demê de dest bi karûbarên xwe yên rojane bikin. (r. 66). “Di geşbûna hîmê Zerdeştîtiyê de bandoreke mezin ya xwedawendên civakên Aryen ên kevn ên wekî Mîtra/xwedawenda rojê, Îndra/xwedawenda bager û brûskê û Varuna/xwedawenda bayê, heye.” Zerdeşt di bin bandora ol û baweriyên berî serdema xwe de maye, ji wan hin beş biwatedarkirinên jinûve, adapteyî ola xwe, kiriye. Mînaka herî berbiçav xwedawend Mîtra ye. Xwedawend Mîtra ya ku civakên Aryenî yên berî serdema Zerdeşt baweriya xwe pê dianîn, nûnertiya rojê dikir. Piştî demekê ew ‘roj’ ku sembola ronahî, tirêj û qenciyê bû, wekî taybetiyên Ahûra Mazdayî derbasî ola Zerdeştîtiyê bûye. Heyamên ku roj nêzîkî dinyayê bû wekî heyamên Ahûra Mazdayî, heyamên ku roj ji dinyayê dûr bû û dinya kêm germ dibû jî wekî heyamên Ehrîman dihat watedarkirin. (r. 81). Ji ber vê sedemê wisa bawer dikirin ku cihên sar û zivistana wê xedar ya bakurê welatê Medyayê, welatê Ehrîman e. Têkildarî vê baweriyê hatina ‘talûkeyekê’ an jî hatina ‘îblîsî’ herdem ji hêla bakur dipan. (…). Başûr jî wekî ‘welatê rojê’ qebûl dikirin. Xasma nîvrojê ji başûr ve belavbûna tîrêjên rojê wekî nişana vê yekê dihesibandin û bi hêviya ku bi Ahûra Mazdayî re bên cem hevdu berê xwe ber bi başûr ve diçerixandin. (r. 82). Ya ku ola Zerdeştîtiyê ji olên din cihê dike ew e ku xwedayê Zerdeşt Ahûra Mazda, ‘pirskirinê’ hînî mirovan dike. Hema hema di hemû belgeyên Zerdeştîtiyê de, di diyalogên di navbera Zerdeşt û Ahûra Mazda de Zerdeşt yê dipirse ye, Ahûra Mazda jî yê bêtirs bersivê didê ye, hetanî hin caran yê bi kitekit bersivê dide ye. (…).
Di esasê xwe de Zerdeşt bi vê şêweyê xwestiye ku mirovahiyê ber bi felsefeya diyalektîk ve beralî bike û pê re jî wan ronî bike. (r. 137). Ya duyem ku ola Zerdeştîtiyê ji olên din vediqetîne têkildarî ‘afirandinê’ ye. Sifet û wesfên xwedayên din ku ‘afirînerê her tiştî’ ne, ji bo Ahûra Mazda ne derbasdar e. Xwedayê sereke Ahûra Mazda afirînerê her tiştî nîne. Ew tenê afirînerê beşekê-qenciyê- ye. Di ola Zerdeştiyê de di afirandinê de du kirû hene û evana ji hev azad in. Wisa tê bawerkirin ku di gerdûnê de ‘ruhê qenc û ruhê xerab’ ji dem û dewranên bêdawî ve hebûne.(r.137). Ahûra Mazda yê ku nûnerê ruhê qenc/Spenta Mainyu ye, bi afirînekên qenc re bilî bûye û heyînên qenc afirandiye. Ligel vê Ehrîmanê ku nûnertiya ruhê xerab/Angora Mainyu dike misêwa bi xerabiyan re bilî bûye û heyînên xerab afirandiye. Yanê wekî du hêzên ji hev azad lê dijberê hev ‘afirandin’ pêk anîne.(r. 138). Wekî tê fêhmkirin Ahûra Mazda tekane afirîner nîne ku hem qenciyê hem jî xerabiyê biafirîne. (…). Halbûkî di olên din de tekane afirînerê qenciyê jî yê xerabiyê jî yek xweda Elohim, Yehova û Allah e. (r. 138). Wisa tê texmînkirin ku wekî xweda teşegirtina Ahûra Mazda BZ. nêzîkî salên 1500î dest pê dike. (…). Di encama xebatên hûr û kûr ên demdirêj ên rehîbetiya Magiyan de, li welatê Medyayê diyarbûna/derketina holê ya xweda Ahûra Mazda, wekî merheleyeke girîng a veguherana ber bi yek xwedatiyê ve tê dîtin. (r. 142). Mirov dikare wekî ‘efendiyê jiyanê’ wateya Ahûra Mazdayî wergerîne. Ahûra di nava Aryenan de wekî ‘efendî’, ‘xwedî’ wateya xwe heye, koka peyva Mazda jî pevgirêdayî peyva Kurdî ‘mezin’ê tê dîtin û wekî Ahûra Mazda= ‘efendiyê mezin’ wateya xwe heye. (r. 143). Şeş ferîşteyên mezin ên Ahûra Mazda hene. Ji wan re Amesa Spentanan tê gotin.r.(145). Sê yê ewil nêr, sê yê din jî mê ne. Ev in; Aşa; Safîtî, rastî û paqijiyê dihewîne, ev paqijî ne tenê paqijiya daringî ye, di heman demê de paqijiya manewî/ruhî ye. “Aşa wekî koka peyvê ji kiryara ‘şuştinê’ ya Kurdî tê û wateya paqijbûn an paqijiyê dide.(r. 146). “Aşa wekî merhele pir nêzîkî Ahûra Mazda ye, yanî piştî Ahûra Mazda di pileya duyem de dixuye.” Vahu Menah; Wekî ‘aqilê qenc’ wateya xwe heye. Yê ku mirovan dibe cem Aşa ev ferîşte ye. Girîngiya ‘zanîn û hînbûnê’ dihewîne. Di heman demê de nûnertiya ‘hêza hezkirinê ya xwedê’ dike. (r. 150).
Ligel vê yekê ew ferîşteyê ‘parêzkarê ajalan’ e. Peywira ku ferîşte Cebrail di îslamiyetê de pêk tîne, di ola Ahûra Mazda de Vahu Menah bi cîh tîne. Kişatrîa Vaîrya; Di ola Zerdeştîtiyê de rêgeza Ahûra Mazda ya ku ji ramana baş, gotina baş û kiryara baş pêk tê, bi hêza vî ferîşteyî çêdibe. Armaîtî; Boşahiya hilberan û bereketa ku bexteweriyê dabîn dike, bi hêza vê ferîşteyê pek tê.(r. 155). Hauruatat; Berpirsiyara tenduristiyê, dem û jiyana li vê dinyayê ye. Bi avê sembolize bûye. Ameretat; Berpirsiyara ji jiyana ebedî ya li dinyaya din e. Bi nebatan sembolize bûye. “Wekî di hejmara ferîşteyên eslî de jî xuya dibe ola Zerdeştîtiyê bi bergeheke wekhevîtiyê ya di navbera jin û mêrî de li gerdûnê, li civakan û li mirovî nihêriye.” “Di Zerdeştitiye de wekî di olên din yên yek xwedayî de heye, baweriya bi çarenivîsê/qederê tuneye. Vîna mirov ya azad heye ku rêya xwe bi xwe kifş dike.” Û gellek hûrgiliyên din ên derheqê ola Zerdeştîtiyê de li hêviya xwendina we ye…
Çavkanî: Salih Şahin, Zerdüşt Ne Buyurdu, Aram Yayınları, 2. Baskı, Mayıs 2014, İstanbul.