Mythology

Mythosa Adrastosê Qralê Argosê

Di mîtolojîya yewnanî deAdrastos, kurê Talosî ye û qralê Argosê ye. Têkilîya vê mythosê, bi sefera ‘Heftên li Dijî Thebai’ê re heye. Adrastos ji ber pevçûneke malbatî, dest ji warê xwe berdide û diçe cem bapîrê xwe Polybosê qralê Sikyonê. Piştî bapîrê xwe, dertê ser text û dibe qral. Piştî demekê, xwe wiha nîşan dide ku Amphiarâosê kujerê bavê xwe efû kiriye. Piştî ku bi Amphiarâos re li hev tê, Eriphyleya xweha (xweşik) xwe didê û vedigere qralgeha Argosê. Di vê navberê de Eteoklesê lawê Oidipus, Polyneikesê birayê xwe ji Thebaiyê diqewirîne. Wate, berdide birayê xwe.

Piştre, Polyneikes û Tydeusê ku ji Kalyonê hatibû qewirandin, xwe diavêjine bexte argosîyan. Adrastos, keçeka xwe dide Polyneikes û a din jî (Deipyle) dide Tydeus û bi wan re, pêşîkêşiya sefera ‘Heftên Li Dijî Thebai’ê dike. Amphiaraosê falbaz û pêşbîn wê demê gotiye ku di şerî de ji bilî Adrastos, hemû pêşewayên din dê bimrin. Pêşbinîya Amphiaraosê falbaz, pêk hatiye û ji bilî Adrastos, hemû pêşewayên din di şerî de mirine. Piştî têkçûna mezin, Adrastos li hespê xwe ê herheyî siwar dibe û direve Argosê. Piştre bi lawên pêşewayan re li dijî Thebai, beşdarê sefera Epikonanan dibe û di şerî de, bi ser dikeve. Lêbelê, di şerî de lawekî wî dimre û ji ber kul û xema lawê xwe, nema dikare li ber xwe bide û dimre.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 2.5.2023
  • Çavkanî: Ferhenga Mythologyê: Alî Gurdilî – Kitêba Çapnebûyî 


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button