Mythosa Admetusî (Admetus of Pheraev)
![](https://philosophiakurdi.de/wp-content/uploads/2023/05/Philosophia-Kurdi-31-780x470.png)
Di mîtolojîya yewnanî de, Admetus (Admetos) qralê bajarê Pheraiyê (di roja me de Elestino) ye û maneya navê wî, ‘ê ku kedî nebûye’, an jî ‘ê ku nehatiye kedîkirin’ e. Di ciwanîya xwe de çûye nêçîra berazên kûvî (calydon, kalydon) û beşdarê sefera Argonautîyan bûye. Ji ber kuştina Kylopan, Apollon wê demê ji bo salekê ji çiyayê Olîmposê hatiye qewirandin û Admetusê qral, wezîfeya şivanîyê daye wî. Admetusê ku dil ketibû Alketîsa keça Peliasî, bi armanca gihêjtina mirazê xwe ji bêgavîyê şêr û berazekî kûvî dide ber erabeya xwe. Ango, erebeya xwe bi wan diajo. Li ser vê yekê xwedayê Apollon alîkariya wî kiriye û Admetus, bi vî hawî gihêjtiye mirazê xwe. Lebelê Admetus şeva dawetê, ji bîra dike ku ji bo xwedawenda Artemîsê qurbanekî serjê bike.
![](https://philosophiakurdi.de/wp-content/uploads/2023/05/Admetus_Alcestis_Chiaramonti_Inv1195-1024x254.jpg)
Li ser vê yekê Artemîsê jî, nava nivînên wî bi maran tijî kiriye. Apollon wî ji vê belayê jî xilas kiriye û qedera wî bi şertekî guherandiye: Qedera wî bi şertê ku di dewsa wî de kesek bi mirina xwe razî bibe, dê qîma xwe pê bianiya ku Admetus bijî. Lêbelê, ne dê û bavê wî û ne jî xulamekî wî, qîma xwe pê neanîne ku bikevine dewsa wî û di dewsa wî de, bimrin. Bi tenê Alkestîsa jina wî a ciwan razî bûye, ku ji bo mêrê xwe xwe feda bike. Piştî ku Alkestîs derbasê Hadesê (binê erdê) dibe, Herakles wê ji wir xilas dike. Euripîdes, di tragedya xwe a bi navê ‘Alkestîs’ê de vê motîfê bikar aniye.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 2.5.2023
- Çavkanî: Ferhenga Mythologyê: Alî Gurdilî – Kitêba Çapnebûyî