Efsaneya Adonîsî
Efsaneyeke Enedolî (dibe ku Mesopotamia be jî) ye û çavkaniya wê, xwe digihîne heta derûdora başûrê Behra Spî. Vegotineke din ya mythosa Kybele-Attisî ye û li ser ax û adaniyê (bereket) ye. Ev mythos, bûye mijara gelek helbest û çîrokan jî. Li gor vê mythosê bi navê (simiyama) Smyma (yan jî Myrrha) keçikekê (thiasê) Theiasê qralê Sûrîyayê (yan jî Kinyrasê qralê Qibrisê) hebûye û xwedawenda Afrodîteyê nifir lê kirine. Li ser nifirên Afrodîteyê, keçik dil dikeve bavê xwe û dixwaze ku pê şa bibe. Dadika (dadı) keçikê, bi fêlbazî wê dixe nav paşila bavê wê û keçik deh şevan bi bavê xwe re radikeve, şeva dawî jî jê ducanî dibe. Şeva dawî bavê keçikê, bi keça xwe dihise û bi şûr, êrîş dibe ser û dixwaze ku wê bikuje. Lêbelê gunehê xwedayan pê tê û ji bo ku bikaribin wê ji destê bavê wê xilas bikin, wê dikin (vediguherînin) dara mûtîkê (mord, mersin ağacı, myrtle). Di ser de deh meh derbas dibin, qalikê darê diqelişe û ji gewdeya darê, pitikek (bebik) spehî derdikeve. Afrodîteya bedew, dibe heyranê delaliya pitikê û ji bo ku wî xweyî bike, dide xwedawenda Persephoneyê. Persephone jî, gelekî ji bebikî hez dike û naxwaze ku carekê din wî bide Afrodîteyê.
Li ser vê yekê xwedawend pev diçin û Zeus, dikeve navbera wan. Li gor biryara Zeusî: Adonîs dê salê çar mehan li cem Persephone, çar mehan li cem Aphrodîteyê bimaya û mehên din yên mayî jî, dê bi dilê xwe bijîya. Lêbelê Adonîs, salê heşt mehan li cem Afrodîteyê maye û ev yek jî, bûye sebebê hesûdiya hinek xwedayên (Ares yan jî Artemis) din. Piştî ku xweda Adonîs dihezidin, berê berazekî kûvî didin ser û Adonîs, giran birîndar dibe. Zahf xwîn jê diçe û ji ber birîna xwe a xedar, dimre. Ji xwîna wî a ku dinuqute ser axê, kulîlkên bi navê anemon (kulîlka çiyê, manisa lalesi) dibişkivin. Afrodîteya ku diçe hewara dildarê xwe, strî di piyê wê de diçin û ji dilopên xwîna wê, gula spî a xwendewendan sor dibe. Adonîs di demsala zivistanê de di bin erdê de dijîya û dema biharê, derdikete ser rûyê erdê. Adonîs wekî sembolê heyînên riwekî (dirextî, nebatî) hatiye dîtin, bi taybetî jî, li Mesopotamîayê jinan wî hebandine. Salê carekê cejna biharê pîroz dikirin, di încane û guldankan de kulîlkan datanîn û bi ava germ, wan av didan. Kulîlkên ku bi ava germ dihatin avdan gelekî zû mezin dibûn, lêbelê wiha jî zû diçilmisiyan. Dibêjin li Mesopotamîayê, navê bexçeyên Adonîs li wan kulîlkan kirine. Jinên sûrî li wan bexçeyan şîn girtine, qêriyane û gotine: ‘O ton Odonin’ (Wax Adonîs!) û li singa xwe dane. Li gor hinek jêderan dihê gotin ku çavkanîya efsaneya Adonîs, çanda Sumer û Hîtîtê ye. Peyva ‘Tammuz’a sumerî, di yewnanî de bûye Adonîs ku di zimanê ibranî de jî, tê wateya ‘efendî’. Herweha, meriv dikare bibêje ku têkilîyek di navbera efsaneya Adonîs û efsaneya Telepinuyê xwedayê bereketê ê hîtîtî de jî heye. Li gor vegotinekê din jî Adonîs, di mîtolojiya yewnanî de kurê Afrodîtê ye.
Li gor hinek çavkaniyan jî, dildarê wê ye. Di mîtolojiyê de, bi qeşengîya xwe navdar e. Derheqê wî de, gelek mythos hene. Yewnanî, wî wekî sembola bihara bikulîlk dipejirînin. Li gor rîwayeteke Adonîs, di dema nêçîra berazên kûvî de miriye. Afrodît, bi mirina wî gelekî xemgîn dibe û ji Zeusî, daxwaza dîtina wî dike. Zeus jî, ji bo beşeke salê izna derketina wî a ser rûyê axê dide. Dema ku Adonîs ji bin axê (erdê, ji warê mirîyan) dertê ser rûyê erdê, wê demê rojên xweş û geş dest pê dikin, kulîlk dibişkivin û bihar dest pê dike. Jiyana wî jî, wekî a kulîlkan sînordar e. Lewre Adonîs, dema digihêje imrê xwe ê herî ciwan û bextewar, wê demê dimire. Li ser mirina wî Afrodît (Aphrodîte) û Perî, şîna wî digrin û hêsiran dibarînin. Ji ber vê çendê jî, piştî rojên biharê yên xweş û geş, rojên bi baran û ewrdar dest pê dikin û payîz tê.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 2.5.2023
- Çavkanî: Ferhenga Mythologyê: Alî Gurdilî – Kitêba Çapnebûyî