Malên Serbest û ên Ekonomîk
Ji hemû heyînên xwezayî re ku xwediyê taybetîya pêkanîna pêdivîya mirova ne (hewa, av, ax, kevir, dirext, berbes û hwd.), ‘Mal’ (Goods) dihê gotin. Hemin ên ku bi rêya wan heyînan têne hilberandin jî, mal in. Nimûne: xanî, trimbêl, cil, pêleyîstik, derman, kaxez, qelem û hwd.
1- Malên Serbest (Free Goods): Malên ku ne ji alîyê mirovan ve hatine hilberandin in. Bihayê wan ê ekonomîk tune, rasterast nayên kirîn an jî firotin. Lêbelê meriv dikare bibêje ku hem ji bo mirovan û hem jî ji bo zindîyên din, xwediyê girîngiyeke mezin in. Nimûne: vejena rojê, hewa, behr, ax û hwd.
2- Malên Ekonomîk (Economic Goods): Malên ku bihayekî wan ê pevguhêranê (takas) heye û di dema hilberandinê de, di ber wan de ked û çavkanîyek hatiye bikaranîn.
Malên Ekonomîk du texlîd in:
1- Malên Serfkarîyê (Consumer Goods): Malên ku rasterast pêdivîyên mirovan pêk dihînin in.
Li Gor Dema Bikaranînê du texlîd in:
- A- Malên Serfkarîyê ên Zexim: Malên ku dema bikaranîna wan dirêj e. Sarincok, makîneya cilşûştinê, trextor, trimbêl û hwd.
- B- Malên Serfkarîyê ên ne Zexim: Malên ku di demekê kurt de têne serfkirin. Lê ji bo parastin û berdewamîya jiyana bîyolojîk û sosyo-kulturî, girîng in. Nimûne: nan, şîr, mêwe, zebze, goşt, çay, kaxez, qelem, pîl û hwd.
2- Malên Hilberînê (Malên Berhêneriyê, Production Goods): Malên ku pêdivîyên mirovan nerasterast pêk dihînin û ji wan re ‘Malên Navbeynê’ dihê gotin in. Nimûne: makîne, febrîqe, hesin, pola û hwd.
Têbinîyek: Malekê ekonomîk, dibe ku carinan hem malê serfkarîyê û hem jî, malê hilberînê be. Nimûne: Leymon dema ji bo selateyê were bikaranîn, malê serfkariyê ye. Lê heke ji bo çêkirina lîmonatayê were bikaranîn, wê demê jî malê hilberînê ye.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 08.05.2023