Mythosa Aedonê
Di mîtolojîya yewnanî deAedon, keça Pandareos û jina Zethosê Thebaîlî ye. Amphionê birayê Zethos, bi Nîobeyê re dizivice û gelek zarokên wan çêdibin. Ligel ku gelekî ji zarokan hez dikin jî, yek zarokekî Aedonê û Zethosî çêdibe û navê wî jî datînin Îtylos. Aedon, jinbira xwe ya ku diya gelek zaroka ye dihezide û dixwaze ku şevekê lawê jinikê yê mezin bikûje. Lêbelê bi xeletî, di dewsa lawê jinbira xwe de, dema ku lawik di xew de ye lawê xwe dikûje û dibe kûjera lawê xwe. Ji vê xeletiya xwe êşeka wiha mezin hîs dike. Lêbelê Zeusê xwedayê xwedayan, wê dibexşîne. Lê tê rehmê û wê vediguherîne bilbilê. Bilbila Aedonê, ji wê rojê ve her dixwîne û dibêje ‘Îltyos! Îltyos! Îltyos!’ û bi xemgînîyeke mezin dilorîne.
Mythosa Duyem a Îltyosê Kurê Aedon (Mythosa Mîletê)
Li gorî vê çîrokê jî Aedon, keça Pandareosê Mîletî û jina, Polytekhnosê hunermend e. Bi mêrê xwe re, li Kolophonê jinayeke bextewar dijî. Ji vê zewacê lawekî wan çêdibe û navê wî datînin Îltyos (Îtylos). Ji vê bextewariyê, har dibin û xwe li qûretiyê girê didin. Di meseleya bextewariyê de, xwe beramberê Zeus û Herayê dibînin û dibêjin em ji wan bextewartir in. Hera wekî cezayekî xwedawenda Erîsa ku xwedawenda şer e, berdide ser û gohên wan. Mêr û jin, dibin dijminên hev û dikevin pêşbirkan. Polytekhnos, seyereyan çêdike û jina wî Aedon jî, hiriyê dihêre. Kê karê xwe zû biqedîne, dê ji yê din re qerwaşeke bîne. Aedon, pêşbirkê bi serfirazî diqedîne û mêrê wê jî, ji bo wê diçe xweha jina xwe, tîne mala xwe. Lê di rê de, destdirêjîyê lê dike. Piştre, wê dixe şûna koleyekê û jê re dibêje ‘heke tu behsa vê meseleyê bikî, ez ê te bikûjim. Tu ji Aedonê re qet nebêje ku ez xweha te me jî.’ Piştre, keçikê weke qerwaşekê dide Aedon. Aedon, rojekê dengê xweha xwe dinase û tê bîra wê ku ev qerwaş, xweha wê ye. Herdu xweh biryara tolhildanê digrin. Îtylos dikûjin, wî dikin şîva êvarê û didine bavê wî Polytekhnos. Dema ku Polytekhnos têdigihêje vê yekê, dîn û har dibe û dixwaze ku herdu xwehan bikûje. Lêbelê Zeus dikeve navbera wan, yekê dike bilbil û ya dinê jî, dike meqesok.
Mythosa Sêyem a Aedonê (Mîtosa Atînayê)
Li gor vê mythosê jî, Prokne û Philomela, du keçên Pandîonê qralê Atînayê ne. Prokne, bi Tereusê qralê Trakyayê re dizewice û bi navê Îtys lawekî wan çêdibe. Lêbelê Tereus, bi Philomela re şa dibe û ji bo ku nikaribe serpêhatiya xwe ji xweha xwe re vebêje, zimanê wê dibire. Herdu xweh piştî biryara tolhildanê, Îtys dikûjin û goştê wî, bi bavê wî didin xwarin. Xwedayên yewnanî jî, Prokneyê dikin bilbil û Philomelayê jî dikin meqesok. Tereusî jî, vediguherînin çîvîka dawudê dunikil.
Arîstophanes, di komedya xwe a bi navê ‘Çivîk’ê de ji devê dawidê dunikil wiha vedibêje: ‘Şiyar bibe, ey bilbila reben şiyar bibe. Bilivîne wî zimanê xwe yê xwedayî. Bibêje wê êşa xwe ya dilbijan. Bilobîne. Tiştê ku hate serê lawê me Îtys, bila ji sitûyê te ê sorik wekî avê biherike. Dengê ku navê lawê me dipitpite, bila ji daristanên şên hilkişe esmên. Apollonê xwedayê qezîzer, bila bibihise êş û olanan. Bila bersiveke bide te. Bila koroyên xwedayan ava bike li esmên û awazên ku ji lêvên te yên zindebar der diçin. Bila tevlî dengê te bibin, di bextewerîyên gewre de.’
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 2.5.2023
- Çavkanî: Ferhenga Mythologyê: Alî Gurdilî – Kitêba Çapnebûyî