Mythology

Mythosa Agamemnonê Qralê Mîkenê

Agamemnon, di mîtolojîya yewnanî de qralê Mîkenê û birayê, Menelaosê qralê Spartayê ye. Di mîtolojîyê de, fermandarê artêşa yewnanî ye û beşdarî Şerê Troyayê bûye. Dema artêşên yewnanî ji bo sefera Troyayê li Avlîdê dicivin, ba ranabe û dinya, çîk sayî ye. Ji ber vê yekê jî Agamemnon dixwaze keça xwe a bi navê Îphigniayê, ji bo Artemîsa xwedawenda bayê bike qurban, da ku Artemîsê destûra bayê bide û ba rabe.

Di dema serejêkirina Îphîgenîayê de, Artemîsê gakûvîyekî ji wan re dişeyne û di dewsa Îphigeniayê de, wî gakûvîyî dikin qurban. Piştre, xwedawenda Artemîsê, wê keçikê di perestgeha xwe de dike rahîbe. Piştî vê yekê, Artemîsê destûra bayê dide û ba radibe. Piştî derketina şerê Trovayê, Agamemnon ligel Kasandraya spehî vedigere mala xwe. Kytaîmnestraya jina Agamemnonî, bi dildarê xwe re dibe yek û mêrê xwe dikuje. Piştre Orestsê kurê Agamemnon, dêya xwe û dildarê wê dikuje û heyfa bavê xwe, hildide. 

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 2.5.2023
  • Çavkanî: Ferhenga Mythologyê: Alî Gurdilî – Kitêba Çapnebûyî 


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button