Li gor vegotina Pausaniasî, têkilîya efsaneya Agdistisî (Ancient Greek: Ἄγδιστις) û çanda xwedawenda Kybeleyê bi hev re heye ku li warê Pessinusê derketiye holê. Xwedayê Zeus, şevekê xewneke dibîne û dibîne ku di xewna xwe de, tuxmê (tov) xwe li ser rûyê erdê direşîne. Ji tuxmê Zeus, nêremoyek (er dişi, hünsa) tê dinyayê, ku ew jî Agdistisî ye. Agdistisê ku hem mêr û hem jî jin e, rojekê dikeve destê xwedayan û xweda, xirê wî jê dikin. Ji xirê wî darekê behîvan çêdibe, keça xwedayê Sangariosê xwedayê çemî, ji wê dara behîvê libeke hildike û dixe paşila xwe. Ji wê liba behîvê ducanî dibe û bi navê Attes (li gor hinek çavkaniyan jî Attis), lawekî tîne dinyayê. Diya Attes, wî dibe çiyê û wî li çiyê dihêle. Piştî sal û zemanan, Attes dibe ciwanekî çeleng û dilê Agdistisê ku wê demê bi tenê xwedîyê zayenda jinanîyê bû, dikeve Attes.
Lêbelê Attes, ji Agdistisê direve (peslinusê) Pesslnusê û dixwaze ku bi keça qralê Pesslnusê re bizewice. Şeva dawetê Agdistisê jî, diçe dawetê û dema ku Attes wê dibîne, dîn dibe û ji qehra xwe, xirê xwe jê dike. Attes dimre, lê Agdistis rê nade ku bêhn bikeve laşê Attes û birize. Ev mythos (mîtos) bi awayekî din jî dihê gotin. Li gor vê vegotinê jî dibêjin ku li bajarê Phyrgiayê, bi navê Agdos zinarek hebûye û ew zinar mîna ku xwedawenda Kybele be, hatiye hebandin. Dilê xwedayê Zeus, ketiye xwedawenda Kybeleyê û xwestiye ku xwe li bin kirasê wê bide. Lêbelê piştî ku bi ser nakeve, radibe tuxmê (tovê) xwe li ser zinarê Agdos’ê direşîne û ji wan tuxman, Agdistisî çêdibe. Piştre Dionysosê xwedayê şarabê wî serxweş dike û xirê wî jê dike. Ji xirê Agdistisî darekê behîvan çêdibe û Nanaya keça Sangariosê xwedayê çemî, ji behîvên wê darê libeke dixe paşila xwe, ducanî dibe û Attesî tîne dinyayê. Xwedayê Sangariosî ferman dide ku Nanayê lawê xwe bibe serê çiyê û li wir bihêle. Attes, zarokekî pirr delal bûye û xelkê gelekî keyfa xwe jê re anîne. Dihê gotin ku Attes, bi şîrê bizinan xwedî kirine. Dibêjin dema wî dibînin, hem Kybele û hem jî Agdistisê dil ketine Attesî. Phrygiayê qralê Midasê jî xwestiye ku wî bi keça xwe re, bizewicîne. Piştî ku Agdistis wî dîn dike, Attes xirê xwe jê dike û li bin siya darekê çamê dimre.
Xwedawenda Kybeleyê, wî dibîne û derûdora çamê, bi binefşan dixemilîne. Keça qralê Midasê jî, ji kerban xwe dikuje. Xwedawenda Kybeleyê, keça qralî jî li wir dispêre axê û binefş, li derûdora gora wê jî dibişkivin. Li ser gora wan, darekê behîvan jî şîn dibe. Agdistis, laveyê ji Zuesî dike û jê dixwaze ku bila bêhn nekeve laşê Attisî û nerize. Zeus vê daxwaza Agdistisî bi cîh aniye û destûra derketina porê wî û lepitîna tiliya wî a qilîçê jî daye. Piştî ku sozê ji Zeus digre, Agdistisî (Agdisus) laşê dildarê xwe dibe Pessinusê û dispêre axê. Ji bo bîranîna wî, cejneke pîroz kirine û di perestgehê de, komeke rahîban damezrandine. Di hinek efsaneyan de, efsaneya Agdistis û ya xwedawenda Kybeleyê, tevlîhev dibin. Motîfên wan, bereketa (adanî) axê û vejîna riwekan sembolîze dikin. Efsaneyên ku em behsa wan dikin, meriv dikare bibêje ku xwediyê maneyên alegorîk in. Armanc di çanda Kybeleyê de (li Pessinusê), di dêlindêzên (merasim) rahîban de jêkirina xirên mirovan û destnîşankirina çavkanîya vê kevneşopiyê ye. Derbarê xwedawenda Kybeleyê de jî, meriv dikare bibêje ku Kybele li derûdora Enedolê ji dewra Beriya Dîrokê heta Dewra Romayê, bi navên cuda hatiye nasîn û hebandin.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 2.5.2023
- Çavkanî: Ferhenga Mythologyê: Alî Gurdilî – Kitêba Çapnebûyî