Philosophia

Apeîrona Anaximander

Apeîron, arkheya (madeya resen, madeya pêşîn) Anaksimandrosî (Anaximander) ye. Herçuqasî ji hêla peyvnasîyê (etîmolojîk) ve, were maneya ‘a ku bêsînor e’ jî, di heman demê de, tê maneya ‘a ku nikare were destnîşankirin’. Lewra ji aliyê Anaksimandrosîve sebebê bikaranîna peyva apeîronê, nepejirandina arkheya Thalesî bû, ku Anaksimandros avê wekî arkheyeke kêm didît û wiha bawer dikir ku av, têra çêbûna hemû tiştan nake. Li gor ramanên Anaksimandros ji bo pêkhatina edaletê, divabû di navbera ax, agir, hewa û avê de, herdem dengeyek hebûya û ku ev dengê dibû sebebê hebûn yan jî tunebûna wan.

Heke arkhe yek elementek tenê bûya; wekî avê yan jî hewayê, wê demê dê wê elementê dengeya ku di navbera wan de heye xira bikira û dê rewşa dijber a ku di navbera wan de heye, ji holê rabûya. Herweha, ne pêkan e ku arkhe yek elementek tenê be jî. Li gor ramana Anaksimandrosarkhe, bi awayekî berbiçav (dîtbar, concrete, somut) nikare were destnîşankirin û divê ew tişt be, ku li dinyayê peyda nebe jî. Di dawiyê de meriv dikare bibêje ku li gor bîr û baweriya wî; apeîron (fr: apeiron, tr: apeiron) bêsînor, naxwiya, bêşekil e û ne xwedan taybetîyekê ye. 



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button