Mythology

Aîakos (Aeacus, Aeakus) Kurê Zeusî

Di mîtolojiya yewnanî de, mîna kesê herî rastgo û dîndar hatiye nasîn. Kurê Zeus û Aigina’ya, perîya avê ye. Qralê girava Aiginayê bûye, ku navê diya wî ye. Li gor vegotinan, li giravê nexweşîya webayê belav dibe û hemû welatîyên gravê dimrin û li giravê, kes namîne. Wê demê, li giravê pir mîro hebûne. Aiakos ji Zeusê bavê xwe dixwaze ku mûrîyên (mîrok, mîro) li girave, veguherîne mirovan. Zeusê serekê xwedayan, vê daxwaza wî bi cih dihîne. Ji wan mirovên ku ji morîyan çêbûne re, Myrmidonî’ hatiye gotin. (‘Myrmeks’ bi yewnanî dihê maneya mûrîyê.)

Dibêjin Akhilleusê nevîyê Aiakosî, ji myrmidonîyan artêşeke ava kiriye û wan biriye şerê Troyayê. Xwedayên yewnanîyan, gelekî ji Aiakosî hez kirine. Lewma jî yewnanîyan di hişkesaliyekê de jê xwestine ku ji Xwedayê Zeusî, doza baranê bike. Zeus, vê daxwaza wî jî pêk aniye. Piştre ji Psamatheya horîya avê, kurekî wî çêdibe û navê Phokos (Bi yewnanî: fokmasî, seyê avî) lê dikin. Di pêşbirkên atletîzmê de, Telamon û Peleusê birayên wî, Phokosî dihezidin û wî dikujin. Li ser vê yekê,  Aiakosî jî berdide wan. Wate, wan diqewitîne û sirgûn dike. Bi saya vê duristîya xwe, piştî ku dimre li Hadesê (welatê miriyan, welatê di bin erdê de) dibe dadger. Herçuqasî di destanên Homerosî de behsa dadgerîya wî nehatibe kirin jî, Platon wî mîna dadgerê welatê mirîyan nîşan daye û gotiye ku ew li cem Minosê Asyayî û Rhadamanthysî, ruhên ku ji aliyê Ewropayê tên wan mehkeme dike.     

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 2.5.2023
  • Çavkanî: Ferhenga Mythologyê: Alî Gurdilî – Kitêba Çapnebûyî 


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Lê mêze bike
Close
Back to top button