Mythology

Mythosa Aiasên (Ajax) Hevnav

Alî Gurdilî

Di ‘Îlyada’ê de, behsa du Aiasan (Ajax) hatiye kirin. ‘Aiasê Biçûk’ kurê Oileusî ye û wekî serekê Lokrisîyan, beşdarê şerê Troyaê bûye. Ê din jî ‘Aiasê Mezin’ e û kurê Telamonî ye. Du kesayetîyên, cuda ne. Lêbelê mil bi mil, şer kirine. Homeros, wiha behsa vê hevkarîya wan dike: ‘Aiasê çeleng î lawê Oileusî, Aiasê lawê Telamonî ti carê bi tenê nahêle. Di zeviyekê de dema du gayên xemirî, hemdilên hev in û cot dikin, binê qiloçê (koç) wan di xwêdanê de dimîne. Dema ji serekî diçin serê din, tenê nîrê sîqalkirî wan ji hev cuda dike. Rewşa du Aiasîyên hevnav jî wiha ye, mil bi mil piştgirîya hev dikirin.’ Herdu egîd, rih û canê artêşa Akhayê bûne. Beşdarî gelek şerên mezin bûne û herdem, bi ser ketine. Sebebê piştgirî û hemdilîya wan, divê di kesayetî û taybetîyên wan ên cuda de were gerîn. Ji bo nasîna wan, divê em yeko yeko behsa wan bikin.  

(1) Aiasê Lawê Oileusî:

Di ‘Îlyada’ê de, derbarê wî de wiha hatiye gotin: ‘Serdarê Lokrisîyan, Aiasê lawê Oileusî ye. Bejnûbala wî, ne mîna ê Aiasê lawê Telamonî ye. Qamkurt e. Zirxekî çak, li xwe kiriye. Zilamekî hûrik û bejinkurt e. Lebelê ji hemû helenî û akhaîyan, çêtir rima xwe çêtir bikar dihîne.’

Aias bi çil (40) keştîyan, hatiye Troyaê û şervanên liqa wî, nedişibîyan şervanên din û di tîravêjiyê de jî, gelekî hoste bûne. (Îlyada XIII) Aias, amade ye ku bi serê xwe jî derkeve pêşberî Hektor û li dijî wî, şer bike. Li tenişta keştîyan, gelekî li ber xwe dide. Alîkariya rizgarkirina Petroklosê, dîlgirtiyê Troyaîan jî kiriye. Lêbelê merivekî serhişk, belakir û çors e. Di dema pêşbirka erebeyan de ku ji bo termê Patroklosî amade kiribûn, bela xwe li Îdomenesî dide. Serekê girîtiyan jî derheqê wî de wiha gotiye: ‘Aiaso, serbelakiro, ehmeqo. Tu nikarî bigihêjî Akhaîyan, ne biaqil î’ (Îlyada XXIII, 483) Akhilleus, dikeve navbera wan û wan li hev tîne. Lêbelê, serhişkî û belakiriya wî, piştre bûne bela serê wî.  

(2) Aiasê lawê Telamonî:

Aiasê lawê Telamonî, bi duwazdeh (12) keştîyan beşdarî şerê Troyaê (Truva, Trojan) bûye û piştî Akhileusî, mîna şervanê herî mêrxas hatiye nasîn. Bejnûbala wî, naşibe ê Aiasê Biçûk. Navê ‘Keleha Akhaîyan’ li Aiasê lawê Telamonî kirine. Di şerê Troyayê de, Priamos dema wî li ser bedenên kelehê dibîne, wiha bang ji Heleneyê dike: ‘Gelo ew kî ye ew Akhaiyê din ew ê esîl î mêrxasê qirase, binêre, bê çawa Argosiyan li dû xwe dihêle?’ Helen jî dibêje ew mêrxas ‘Aiasê Leheng’ e. Di berhema ‘Îlyada’ê de Aiasê lawê Telamon, mêrxasekî navdar e û di gelek efsaneyan de jî, behsa wî dihê kirin.   

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 2.5.2023
  • Çavkanî: Ferhenga Mythologyê: Alî Gurdilî – Kitêba Çapnebûyî


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Lê mêze bike
Close
Back to top button