
Li gor mythologya yewnanî (Greek mythology), Agenor kurê Epaphosî ye û nevîyê Io ye. Li gor mythologyê, ji nîjada Zeusî ye. Io piştî ku di kirasê (şekil, suret) çêlekekê de li dinyayê digere, diçe Misirê û li wir, Epaphosê ku ji pişta Zeusî ye tîne dinyayê. Epaphos jî, bi Memphisa keça Neilosê xwedayê Nîlê re dizewice û bi navê Libyayê keçekê wan çêdibe. Piştre navê wê keçikê, dibe navê herêmekê Afrîkayê. Libya, bi xwedayê Poseidonî re şa dibe û cêwiyên, Agenor û Belosî, jê diwelidin.

Belos, diçe Misirê û li wir bi cih dibe. Agenor jî diçe Fenikeyê û li wir bi cih û war dibe. Agenor dibe qralê bajarên Tyr û Sîdonê. Xwedayê Zeus, Europaya keça wî direvîne û Agenor sê kurên xwe (Kadmos, Phoiniks û Kiliks) li pey wan dişeyne, da ku xweha xwe ji destê Zeusî xilas bikin. Agenor ji kurên xwe re gotiye ku heta hûn xweha xwe ji destê Zeusî xilas nekin, qet venegerin mala xwe. Kurên Agenorî nikarin xweha xwe ji destê Zeus xilas bikin û loma jî, venagerin mala xwe. Piştre Kadmos, Phoiniks û Kiliksê kurên Agenorî, li derûdora Behra Spî çend bajaran ava kirine û her yek, li bajarekî jiyaye.
Li gor mythoseke din jî Agenor, kurê Antenor û Theanoyê ye. Di şerê Truvayê de, lehengekî jîr û jêhatî bûye. Di şerî de Elephenor û Kloniosî dikuje û bi navtêdanên Apollon, li dijî Akhilleusî şer dike. Di şerî de, Xwedayê Apollon fam dike ku dê Akhilleus, Agenor bikuje. Li ser vê yekê, wî ji qada şer direvîne û nahêle ku Akhilleus wî bikuje.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 2.5.2023
- Çavkanî: Ferhenga Mythologyê: Alî Gurdilî – Kitêba Çapnebûyî