Arşîva FelsefevanPhilosophia

Ziman û Hizir: Du Regezên Pêkve Girêdayî

Tengezar Marinî

Ziman û hizir, çawa ev herdû têgeh bi hev re? Bersiva wê Eflaton bi hêsanî daye: {‘Hizir axaftin e, axaftina giyan bi xwe re ye.’ (Sophistes 263e) Di cihekî din de jî dibêje: ‘Ji min re weha diyar dibe, dema ko giyan hizir dike, mina ko diaxive, ew pirsan ji xwe dike û bi xwe bersivê dide, erê an na jî dike.’ (Platon: Theaiteth 190a)}

{Hizir, axaftineke di bêdengiyê bi xwe re ye, bi wî zimanê ko her yek dişê çavdêr be. Mînak li ser vê jî, dema mirov nameyekê dinivîse, bê ko nivîser bi xwe jî peyvekê bîne ser lêvên xwe, bi tinê dest û pênivîsa wî karê xwe li ser kaxezê dikin. Em dikarin- eger em bixwazin- ya peyva nivîsandî ji ya hatî bilêvkirin û ya hatî bilêvkirin ji ya tête hizirkirin cuda bikin, lê ne peyva nivîskî, ya bilêvkirî û ne jî ya hizirkirî dikare bi tena serê xwe bijî.}

     Babetek û mijareke wiha, me ber bi pirsekê ve dibe, ew jî ev e:  Çima em pirsan dikin? Pirs ji bo çi ye? Çi guman li dûv pirsê heye? Gumana me ji çi heye? Ev ne şêweyekî rexnelêgirtinê li hizir û bîrên me, li zimanê me ye? Ev gumanek bingehîn e, ko rêka serbestbûna me ji xeleka desthilatdariya zimanê me yê perwerdehiyê, toreyê, ragihandinê derdixe û nîşanî me dike, me ber bi pêrgîbûnekê ve dibe, da ko em rastiyê bizanbin û pêk bînin, ew rastiya ko pêşbahwerî, pêşduruvkirin, pêşhevînasînên me nayête diyarkirin. Guman, rêya xebatê ye berbi nasîna rastiyê ve û di mercên îroyîn de jî,  guman hene, berferehbûna vehesîna hebûna hişmendiya me, berbi paşeroja mirovahiyê ve, ya di tevaya hizira me de, dibin û eger ev guman berdewam bibe, dê pîşesazîkirin û zîrekiya hişmendiya me bi paşerojê ve girê bide û xwe wek guman di hiş, bîr û hizira me de rû bide. Li vir ev berdewamî û pîşkirina hişmendiya me ya mirovane, cîhan û gerdûna me dike karxaneyek û bi rê ve dibe. Ev têkiliyên di nav sedema rûdana gumanê û gumanê bi xwe de, di hundurê hizirê de wateyê dide mirovahiya me ya rasteqînî, ta bigihê sinorê metirsiyana lixweziyankirinê ko êdî dibe taluke.

Ne bi me ye, ko êdî pirs xwe li hev rêz dikin û zeviyê jiyanê mişt dikin wek: Erê boçûna me, li hember cîhana me di cihê xwe de ye?! Me çend hukmên nerast, ji dema ziman û serpêhatiyên di gel zimên, wergirtine? Em çendî bi zordarî nêzîkî hev bûne? Çi bi darê zorê li ser me ferz bûye û me çend tişt li ser hinên din ferz kirine, ta ko zimanê me ta roja îro di serpêhatiyên xwe yê dema pêşîn de dijîn?! Em bi xwe ne aloziyek in, di hişmendiyê de, bêy ko em pê bizanin? Li berahîkê û li dawiyê; pirs, bi xwe ne teqezkirineke, ji kêmsûdwergirtinê , an jî, rexnelêgirtine li hişê me? Ne diyalogeke giyanî ye, di gel xwe li ser wan kêmasiyên li def me?

Pirs û pirs…

Eger weha em berdewam bikin, dê bi xwe bînin der, ko em serpêhatî û qonaxên xwe dubare dikin û dawiyê li jiyana xwe tînin. Dema Kevin û nû dê têkel bibin, dê bibin mîna ko stêrkên komika sêwiyan li hev bikevin û birijin. Ji van pirsan hemiyan diyar dibe, ka çendî ziman giring e û çend pêdivî ye têkeve nav dan û stendinê, têkeve nav bizavê, bo xwe li derveyî qewar û çarçova xwe bibîne. Ziman weha giring e, ko bûye regezekî sereke ji regezên pêkahtên neteweyekî, weha giring e û kartêkirina zimên li hizir û bîra mirovî heye.

Em bi peyvan, hizir dikin.’

Eflaton di pênasîna bîr û hizrê de weha dibêje: ‘Wateya hizrê, hizra tiştekî bikin, wate tiştekî ji xwe re bibêje. Pênasîna Eflaton, dide xuyakirin, ko diyalogeke hundurîn ya giyan (ruh) ‘bi xwe re ye.’ Hizir xwederbaskirin e, li xwe û bahwerî û zaniyariyên xwe bi guman e. Serederiya di gel hizran, dergehê diyalogeke bêdawî vedike û bi xweşî guhertinên nû dipejirîne û serwext dike. Tişta mirovê normal ji yê xeyalî cuda dike, ew xeyala wî ya bêdawî ye, ji bo vê yekê, tişta heyî, ew ya rast e û bi çavmiç-belkirinekê, peyda bûye. Jiyan serpêhatiyeke zimanî ye, mezinbûn û perwerdebûna mirovî, di hundurê axaftinê de ye, di hundurê ziman bi xwe de ye. Ev diyalog di demên bi xwe de û beriya niha jî ji hêla hin din, dikete nav guftûgoya hundurîn. Wate em bi xwe re guftûgoyên din, serpêhatiyên mirovên din dikin û parve dikin û di pey re wan rêk dixin.

Aristotalis bi ciwanî diyar dike, ‘ku wêneyekî geşdar ji diyalog û serboriyan ber bi têgeh û gelemperiyê ve diçin.’ Di her pesindanê de, Aristotalis derbiriye ko ji gelek liberçavdanîn û jidilhesibandinan serboriyek peyda dibe, serpêhatî gencînekê ji zanînê re peyda dike, xwebahweriyê peyda dike û berdewamiyê dide jiyanê. Lewra jî Aristotalis pirsê dike: Em çawa van zaniyariyan  bi dest xwe ve tînin?! Serpêhatî û tecrubeyên mirovan, roj bi roj pir dibin, pir ji wan diyarokan dubare ne, encama wan wek hev e û wek hev dimînin, ji ber wilo jî pirsek xwe di serê me de dibe û tîne: Ev çi rewş e? Pêdivî ye bi nav bibe? Kengî kesayetiya pirralî rola xwe dilîze? Kengî ziman û heyanî çi wateyê dikare hizir binivîse?

Çendî ziman û hizir ji êk birevin, nêzîkî êk dibin. Mînakek ko em bikaribin nêzîkî wê bikin ev e: -Dema desthilatdarek  bireve, li şûn xwe temaşe bike, hew dibîne ku nêzîkî dijminê xwe dibe.  Weha jî mirov fêrî axaftinê dibe. Di felsefeya Aristotalis de, peyva yekem nîne. Mirov bi ziman û di gel ziman mezin dibe.

Erê eger em werin û pisyarekê ji xwe bikin, em paşeroja xwe parçeparçe nakin?! Di fêrbûna axaftinê de û guft û goyê de, em mezin û perwerde nabin?

Prosesa ziman û hizirê, di hundurê civakê de, di gel civakê dijî û di gel civakê peyda dibe. Serpêhatî, eger bi peymaneke nepenî di hundurê civakê de peyda bibe û bi rêk û pêk bibe dê baş be? Prosesa hizir û ziman, dibe ‘îdolojî’ weha jî fêrbûna axaftinê di berdewamiya hînbûnê de ye. Guherîna têgeh, hînbûna argumentan, afirandina behweriyan û teqezkirinên me jî di prosesa ziman û hizir de dilivin, buyer û serpêhatiyên berê jî di van prosesan de diçin û tên. Pirs jî ev e: Çi rastiya wê yekê heye, ko jiyana bi serboriyên çûyî qewarekirî û bi cehkirî bin? Pirsa li ser reh û makderên têgehan an jî têkiliyên rasteqîne di navbera taybetî û giştî de yên têgehan, pirseke kevnar e.

Çawa  mirov dişe axaftina xwe têxe çarçoveyekê, ko axaftin û mebest hev bigirin?Ev pirs hemî derdikevin, lê bersiv tim nisbî, rêlatîv in. Jiyan bi xwe jî mîna zimên e. Li vir jî pêdivî ye mirov pirsyarê ji xwe bike, erê jiyan jî hizir e? Jiyan hizir e, ziman wî dinivîsê, lewra jî pêdivî ye, her carekê em derbirînê ji hizrên xwe bikin, ji xwe pisyar bikin, tişta me derbirî, mebesta me bû? Mebesta me di rêka axaftinê re gehîşt?Ta çi pêpelûkê encama têgehiştin û prosesa derbirînê êk girt? Derbirîn û têgehiştin di gel êk digunce?

Ev diyalog ya di navbera têgehîştin (hizir) û axaftin ‘derbirîn’ (ziman), bêdawî ye û dibe sedema  pêşdeçûna me. Di vir de, mebest ne ew e, ko nivîsîn, axaftin û têgehîştin 100 % mîna hev bin. Bi taybetî têgehîştin bi yê din (peyamwergir) ve û pileya wî ya zaniyarî û zanînê ve pabend e. Hizir û ziman duayeke berdewam û bêdawî ye, bi xwe re û li ser asteya yê din, vê civakê û civaka din. Ev xal bi xwe taybetmendiya herî giring e, ko mirovayetiyê mecbûrî guft û goyê, dan û stendin, hevpejirandinê û rêzlihehevgirtinê dike.

Hizir û ziman hilgirê kultûra mirovayetiyê ne.

Nivîskarê Elman Gunter Grass di hevpeyvîneke xwe de  gotiye: ‘pêdivî ye kultûr bibe cenga li dijî, hevnepejirandinê. Kultûr dawiyê hev naînin, hev temam  û dewlemend dikin.’  

{Ziman destpê dike û dan û stendina hundurîn ya ruhî -bê ko çu sinoran li pêş xwe deyne- berdewam dike. Hêza  ko li dijî ziman radiweste û gumanan ji hêza wî dike, îdolojîkirina ziman bi xwe yeç.}

Em dikarin her tiştî derbasî zimên bikin, lê em neşên, di her tiştî de wekû êk têbigihin, çimkî şiyan û heyîna me bi dawî dibe, lê axaftin li ser jiyan û şiyanê  ezelî ye. H.G.Gadamar, berhingariyê di ber xwesteka universaliuma axaftinê û têgehîştinê dike. Li vir em dişên pirseke beramber bikin: Gelo tiştekî li dijî universaliyoma serpêhatiyên zimên heye?! Ev mijar relatîv ‘nisbî’ ye, ji ber wêneyên zimanî wêneyên cîhanî ne. {Em bên li vê teza giring temaşe bikin, dê bibînin ko zaniyarê Amerîkî Naom Comesky, wêne û tezên xwe yên li ser zimên ji Humbold yê Elmanî wergirtine, li ser kar kiriye û aktîv kirine.}

Strukturalîstên emerikî û bi taybetî Naom Chomesky, ezmûneyên li ser zimanî, ji wêne,  nerîn û dîtinên cîhanî, wek babeteke sereke û giring dibînin. Nietzsche, di aforîzmên (pend) xwe de, li ser daxwaz û desthilatê çend têbînî li ber destên feylesofan danîne: Faktor û kirdeyên afirandinê ji hêla xwedê ve hatine danî. Xwedê rêziman çêkiriye. Wate, wî berê me da ye  şêweyê zorbirin.  Serketina li dijî kêşeyan, nîşanî me dide, dako em ji karwanê pêşveçûnê gîro nemînin.’

Weha dîsan bi pirsekê berdewam dike: Ev girêdana me ya bi hizirê ve, ji şiyana zimên e, an jî mercek e,  bi zordarî xwe li ser zimanî ferz dike?’Nietzsche li wê pirsa xwe ya dirêj û pirralî, bi tundî rexne li hişmendiya rojava digire, ji bilî wî jî, Nietzsche dixwaze ko bizane: Erê çi wateya wê heye, gava em li dora xwe û li cîhanê temaşe dikin?’ 10

Şiyana me di guherînê de çend e, çaxê nirxên rojavayî yê global û ne mîna yên dema buhurî bin, wekheviya kultûran bête forimkirin, an jî dest bi formekirina çandeyan bibe?! Li gor Nietzsche, zimanê felsefeya rojavayî, dubarekirina zimanê felsefa girîkî ye. Ev zimanê mêtafîzîk û beşên wê (kategorî), ew in yên em ji rêzimanî dizanin, mîna pirêdikatan ‘xeber’ kirde, nav, lêker, lêkerê bigehîn û lêkerê bi bizav.’ 

Di jiyana rojavayî de, ziman kartêkirineke mezin û diyar li hizira mirovî dike, giha ye wê astê ko dema peyvek tête bilêvkirin, di ceh de, mirov (peyamwergir) dikare wê peyvê têxe qewareyê taybet bi wê peyvê, li gor hizir û mijarê ‘sêmantîk’, ya ko di felsefeyeke nepenî de, an jî peymaneke nepenî de, di navbera ziman û hizirê de, cihekî taybet daye wê peyvê. Lewra dema pisyarek dibe, automatîk derbasî kategoriya di hişê mirovî de dibe, û dûv re bizavê dike, ko di gel wê peyvê di wê kategoriyê de têkeve gengaşiyek e taybet û rûhî de. Bîr û mentiq, li gor wê fenomênê, dikevin nava diyalogeke berdewam û hemdemî.

Em rûbirû pirsekê dibin: ‘Ev tore û kultûra bi hezarên salan, ko ji nifşekî bo yê din hatiye veguhestin û gehîştiye me, -di rêya zimên û avahiya wî de, kartêkirinek, an jî guhertinek di hiş, bîr, mentiqê me de nekiriye?Gelo karekî durust e, ko em bên, van hizir û bîr û mentiqan, yên di rêka ziman, zarave û devokan ve, ji hezarên salan gehîştiye vê qûnaxê, têkbibin û derbasî şêweyekî din ji hizir û bîran bikin, dibe ko di cihê nehişmendiya me de jî cihê wî şêweyê hizirê nebe?

Di sîstema felesefî ya Hume û Kant, (diyalekt, absolut nasname ye, ji ziman û hizirê tête afirandin, çendî mirov pêkolê bike, ko xwe jê pak bike nikare, ji ber nasname derveyî sîstemê peyda nabe) pirseke giring li hêrê tête arayê, erê qedexekirin û nebikaranîna, zimanekî, zaraveyekî, devokekê, ne kuştin an jî jinavbirina nasnameya xelkên bi wan ziman, zarave an jî devokan dipeyivin? Dîsa em dê vegerin xêzên  xwe yê destpêkê û pirsa xwe careke din dubare bikin: Bo çi em pirsan dikin? Çi  ye, ya xwe li pişt pirsan vedişêre?, Çima pirs li def me peyda dibin? Hebûn an jî çêbûna pirsekê, guman e ji hêza hizirê me? Rengek ji rengê jixwenebehweriyê ye, an jî lêpirsîna li kirîşna’ rastiyê ye? Di qûnaxa teknolojiyayê de, kultûra me ya zimanî di çi radeyê de ye? Zimanê me dikarê li gel vê şaristaniya teknolojî û nîşanên wê, xwe ragire? Hemî diyarok, li dijî ziman in û guman jî ji zimên bi xwe hene, lewra pêdiviye mirov herdem pirsan ji xwe bike, çendî şiyana me heye, ko em jiyana xwe bi rê ve bibin, an jî planan jêre deynin? Dîrok kartêkirinê li zimanê me dike û di rêka zimên re jî li hizira me dike û bi kar tîne. Erê eger em li ber dîrokê ji desthilanînê bikevin, dê jiyan û cîhana me bi destên me neyê roxandin? Pirrbûna gumanan, dergeh li hişmendiya me nagire?

Giring e, çu sinor li ber axaftina li ser babetan nebe, her weha pêdiviye, ko peyv û axaftin û zelal be, ne di tem û mijê de be. Pêdiviye, ziman û hizir nêzîkî hev bibin û axaftin di çarçeveya hevgihandinê de bimîne û eger ne weha be dê bibe diyaloga feylesofan, ‘hêk ji mirîşkê ye, an jî mirîşk ji hêkê ye?’ Martîn Heidiger, wê behweriya ko dibêje: –Zanebûn bermayê mirovayetiyê ye, parve dikir. Herweha ‘destpêka teknolojiyê ji felsefeya yewnanî têt, dema diyalektîk di gel hermenuetîkê de. (= diyalog û têgehîştin û şirovekirin li ser asta zanîna her  beşdarekî peyda bû.) Jurgen Habermas, li dijî bîrdozî û boçûnên Hans georg Gadamer, yê di hêlên ziman, hizir û hişmendiyê de rawestiya û weha di pirtûkeke xwe de nivîsiye: ‘tiştek li derveyî şêweyên serboriyên zimên, ko hatibe texmînkirin, nîne! Ziman xwe bi rêka serpêhatiyên cîhanî bi gelemperî li dar dixe!? Wate, pirraliya xwe di zimên de bi cih dike, ne dijberiyek û berovajiyek e.’

Habermas li dijî şêweya relatîv a Gadamer diparast, derdikeve û dibîne, ko ew şêwe me ber bi xelekeke girtî ve dibe, ko nema dikarin jê derkevin. Mirov in hene, netenê bi zimanê xwe hizir dikin, belê bi zimanekî din, ji ber bîr encamê serpêhatiyên zimên e. Li vir em dikarin wek nimûne, nivîskarên kurd yên ku bi awayekî sistematîk bi zimanekî din perwerde bûne û bi zimanekî din dinivîsin, bidin. Em dikarin pirseke din bikin: Erê, ezmûneyên din, yên rasteqîne, ji bilî şêweyê ziman î nînin? Ev serpêhatiyên desthilatdarî û serboriyên kar bi giştî, ne bersiva pirsa me ye?

J. Hebermas bi xwe jî şirovekirin û têgehîştina gelemper û hermeneutikî yên kar û desthilatê, mîna dîmenên nû ji serpêhatiyan li qelem dide, ko dişên derveyî zimên kartêkirinê li hizir û bîrê bikin. Ev kultûra ko ji nifşekî bo yê din, di qûnaxên dirêj de, tête veguhestin, ne pitir ji formên desthilatê û hunera wê ne, sercoya wê jî azadiya rastî, armanc û rêbazên bi sîstem û pilan in. Rûbirûbûna me bi desthilatê û neazadiyê re, serpêhatî û hizirê me yê siyasî pirrtir û bi hêztir dike, diyar jî dike, ko kar şiyanê pirrtir dike, êdî em mirovahiya xwe û nasnameya xwe di wê rêkê de dibînin. Hebûna me wek mirov, di hundurê desthilat û kar de, serboriyên me, yên konkirêt in, em xwe têde dibînin, xwe dinerixînin û dipîvin. Em bi rêka desthilat û kar, diyaloga ruh ya hundurîn, bi xwe re dikin û mirovahiya xwe pêktînin. Rastiyek heye divê em bibêjin, ko em di cîhaneke zimanî de dilivin, ezmûneyên xwe bi form dikin û digel zimên mezin dibin. Şêweyê perwerdehiya bi zimên, dergehê rexneyan vedike, imkanên nû vedike, zaniyariyên me pirrtir dike, jiyana me bi serpêhatiyan dewlemendtir dike.

Di diyaloga ko peyda dibe di navbera ‘EZ, TU, EW, EM, HUN’ de, merc û sinorên avahiyên civakê li dar dikevin, bê ko di bin perdan de, berjewendiyên aborî yên desthilatê bêne jibîrkirin. Ev gengaşiya ku dibe, diyalogeke zimanî ye, funksiyona mirovî bi hêz dike, hêza daddanê û nirxandinê zêdetir dike û ziman, hizir berbi xwe ve tîne, pêkve dikevin nav liv û tevgerê. Ev hostetiya siruştî, ya di nav zimanî de heye, hişmendî û hizir daniye ser rêka bizavê û herdû pêkve bi hêz dibin. Piaget dibêje: şêweyên din ji zimên, mîna îmajê, liv û nîşanên, ko me berbi xwe ve dikêşin û kartêkirinê di hizira peyamwergir û  beramber de diket.’ H. Plessner dibêje: ‘girî û ken jî, ziman in.’ 

Plessner, balê dikişîne, li ser herdû şêwezimanan û bahwer dike ko ev di rêkeke zanistî de hatine avakirin, ji ber ken û girî pêdivî bi atmosifêreke taybet in û pêdivî li hizirpêkirinê ne. Gengeşiya li ser van babetan tiyoriyan diafirîne, şiyanê û asoyên din dide wan simbol û nîşanên zimanî, yên ko êdî dibin barê xwêner bo şirovekirinê. Dan û stendina wan têgehîştin û şirovekirinên cuda, diyaloga giyanî bi xwe re bi hêz dike. Ziman bi xwe bi civakê re, di peymaneke nepenî de ye, wate di hundurê civakê de mezin dibe. Ziman bi peyvan ve girêdayî ye (bîr), lê di eynî çaxî de jî, ziman wek ziman li qelem dikeve, ji ber ko regezekî çalak û serbixwe ye, ji hemî buyer û diyarokên ragehandinê cuda ye.

H.G.Gadamar nav li vê xwecudabûnê dike: ‘nivîsîn û nivîsandin.’ Gadamar ji şagirtên xwe re digot, dema hun peyvekê bibînin ser zarê xwe, guhê xwe tûj bikin, ne tenê peyva li guhê we xweş be, ko hun wan bavêjin koşeyekê,  ya baş bi rastiyê bigirin, ko berê we bide hizirê. Gadamar şirovekirina peyvekê (hizir) , wek wergerandinê bi nav dike û dibêje: ‘xwendin wergerandin e, wergerandin jî wergerandin e, … erê eger em bi rastî bipirsin: çi wateya wê ye, ko em werdigerênin?.. wate em tiştekî mirî werdigerênin, bo bête xwendin û têgehîştin, an jî têgehîştineke nû ye di zimanî de.’ Di axaftinê de, peyvek ya din dikişîne, û di rêya wê de, hizir mezin û fereh dibe. Gelek caran tête famkirin, ko ziman parçeyek ji peyvan û hevokan e, ji têgeh, nêrîn û dîtina ye. Ya rast ziman peyveke, şiyanên me berbi bidawînehatina berdewamiya axaftinê û bihevreaxaftinê û azadiya xwegotinê û yêdingotinê vedike. Ziman, organê sereke yê canê Evra Heqîqetê’ hişê me ye.

Encam:

Ziman: şêweyekî ragehandinê ye, ko mirov bikaribin dan û stendinê di gel hev bikin û di êkûdu têbigehin. Her zimanek dengên taybet bi xwe hene, ew deng peyvên guncayî diafirînin û xeleka ferquenza her devokekê, ji devoka din di hundurê zimanekî de jî cuda ye. Li gor lêkolînên li ser deng û lerza wan hatiye kirin, ferquenzên zimên di navbera 300 Hz- 4 kHz de ye.  Dirêjahiya phonên zimên bi giştî di navber 10 ms û 50 ms de ne. Karekterê her zimanekî di dirêjiya phonan û sivikahiya lerzê de ye û ev in yên zimanekî ji yê din cuda dike. Ragehandin erkek ji erkên zimên e, di rêka nivîsîna simbolan û bikaranîna dengan de, wateyên xwe diafirîne, herweha di rêka simbol û dengan de watedar dibe. Ziman, bi armanca ragehandinê sîstema nîşanan e. Ji bilî ko zimanên siruştî hene, niha zimanên hunerî  jî mîna, programê zimanan di EDV û alîkariya zimanan ya cîhanî, herweha zimanê teba û cinaweran jî wek ziman têne hesibandin.

Hizir, zimanê hişweriyê ye.

Em bi peyvên xwe hizir dikin, wek em bi çavên xwe dibînin. Ne niha û ne jî di paşerojê de, ev rastî nayête windakirinin, ko hizir û ziman ji hev cuda nabin û yek di hundurê yê din de xwe bi gewde dike.

Hizir prosesekî berhemdar e.

Hizir ne axaftin e û axaftin jî ne hizir e. Hizir modeleke hişweriyê ye, wêneyan diafirîne an jî wan di gel hev pêwendidar dike. ‘Hizir ramana zimanekî cindîtiyane ye, axaftina bêdeng û lal e, axaftina hundurîn ya her mirovekê ye.’ Di felsefeya Girekan û ya dema navîn de, hizir zimanê axaftina siruştiya bêdeng a zimanê pîtan bû. Di dawiyê de dibêjim:  ziman û hizir peyv e, lewra jî ziman hizirê dinivîse. Ziman regezê wêneya ne, yê Hizran e, neynika rastiya civakê ye.

  • Jêder
  • 1. Dörner, D. (im Druck). Sprache und Denken. In J. Funke (Ed.), Denken und Problemlösen (Enzyklopädie der Psychologie, Themenbereich C: Theorie und Forschung, Serie II: Kognition, Band 8). Göttingen: Hogrefe
  • 2. Friedrich Max Müller (1823-1900), Philosophie als Sprachkritik im 19. J.hundert. Hrsg. Sigfried J. Schmidt, Stuttgart-Bad Cannstatt 1971
  • 3. An Post. B 19 100 a 3ff.
  • 4. Hans Georg Gadamar, Sprache und Denken 1970
  • 5. Nietzsche, Willen und Macht
  • 6. H.G.Gadamar, Dialektik und Hermenuetik. s. 203
  • 7. J. Habermas. Der Universalitätsanspruch der Hermeneutik, 2 Band Tubingen. 1970
  • 8. J. Habermas, Die Universalität des hermeneutischen Problêms,
  • 9. Jerry Fodor. language of thought
  • 10. Giani Vattino, ji H.G.Gadamer, ‘Wahrheit und Methode’ di gotara G. V, bo bîranîna derbasbûna sedsal li ser zêbûna Gadamer ‘Di cîhanê bigihin’  ji ‘Sein, das verstanden werden kann, ist Sprache’  Homage an Hans-Georg Gadamer, edition suhrkamp 2183, erste Auflage 2001.
  • Çavkanî: Kovara Felsefevan. Hejmar 03. Sal: 2015 


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button