Arşîva Felsefevan

Neanderthalerê Îspanyayî

Metîn Eser

Neanderthalerê Îspanyayî ne bitenê goştxwer bû, lewre neanderthalerî ji fistiqên/fisdeqa çaman, kuvkarik/kuvark û kevzê pirr hez dikir. Dema neanderthalerî nexweş diketin “aspîrîn” an jî “antîbiyotîk” ku ji qalikên darê an ji kuvkarikên bi penîsîlîn pêk dihat, li ber destên neanderthalerî bû. Lêkolîner, analîzên xwe li ser DNAya parçeyên diranê mêrekî ku bi qasî 49.000 sal berê li bakurê Îspanyayê bûye, pêk anîne. Di parçeyên diranê neanderthalerî de hin jêmahiyên xwarinê yên pirr piçûk bermane, û lêkolîner li ser DNAya jêmahiyên pirr piçûk analîzên xwe pêk anîne. Ji analîzeke berê ya ku li ser DNAya diranê neanderthalerî ya ji Ardennena Belçîkayê pêk hatibû, jêmahiyên goştê gergedan û dêseyê(pezê kovî) hatibû bidest xistin. Ji analîzên li ser parçeyên diranê DNAyê tê dîtin ku neanderthalerî ji bo kêmkirina êşa canê xwe pêdivî bi dermanên cihêreng dîtiye. Ji bo êşa dev, diran û çeneya xwe û pê re jî ji bo êşa zikê xwe û dema virîkî dibû, bi xwarina kevzê xwe derman dikir.

Rêveberê lêkolînê Alan Cooper wiha dibêje; “Bêguman û bêşik e ku neanderthalerî ji nebat û taybetmendiyên nebatan yên êşê kêm û nexweşiyê derman dikirin, baş dizanibûn. Lêbelê tiştê balkêş ev e; neanderthalerî antîbiyotîk peyda kiribû, him jî 40.000 sal beriya pêşxistina penîsîlîna me.” Lêkolîner ji xebatên xwe yên berê dizanibûn ku neanderthalerî, xwe bi nebatên cihêreng têr dikirin. Dîsa li Îspanyayê li heman şûn û deverê jêmahiyên beybûn û gulhesilê hatibû dîtin ku neanderthalerî ji bo êşa zikê xwe û îltihaba laşê dixwarin. Her çiqas di DNAyê de şopa goştê ajalan nehatiye dîtin, dîsa jî neanderthalerî Îspanyayî goştxwer bû. Lewre hestiyên neanderthalerî bi awayeke eşkere û zelal destnişan dikir ku neanderthalerî, mirovxwer bû.

Lêkolîner di wê bîr û baweriyê de ne, neanderthalerên li Îspanyayê qe nebe ji 13 kesan pêk dihat û giş ji heman malbatê bûn, ji aliyê mirovxwerên din hatine kuştin û di çalekî de ku çal li El Sidrónê ye, hatine veşartin. Dîsa ji lêkolîneke din ya çar sal berê pêk hatibû, lêkolîner di nav û li dora didanên neanderthalerên Îspanyayî de nebatên cihêreng dîtibûn, û her wiha lêkolîner bi wê xebatê delîleke girîng bidest xistibûn ku neanderthalerî xwarina xwe dipêjandin.

Metîn Eser
Çavkanî: De Volkskrant



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button