Komeke lêkolînerên Ewropayî bi lêkolîna xwe ya li ser tespîtkirina DNAya mirovokiyan, yên weke neanderthaler, gavekî mezin û girîng avêtin. Lêkolîner bi vê lêkolîna xwe bêyî bidestxistina jêmahî û hestiyên mirovokiyan dikarin di kevirên şikeftê de DNAya endamên malbata mirovokiyan tespît bikin. Lêkolîner xebatên xwe li heft şûnên arkeolojîk pêk anîne û ji vê teknîka nû pirr bi hêvî ne û bi vê vedîtina xwe di warê zanistê de pirr deng vedane.
Ji hev veqetandin û cihê kirina jêmahiyên mirovokiyan pirr zehmet e, lêbelê lêkolîner bi vê xebata xwe dikarin pêderxînin ku mirovokiyên di şikeftê de jiyane ji kîjan malbatê ne, di kîjan serdemê de li wir jiyane. Lêkolîner û rêveberê xebatê Matthias Meyerê ji Enstitûya Max Planck ya li Almanyayê ye wiha dibêje; “Em ji berê ve dizanin ku hin beşên telpikê dikarin DNAyê bi xwe ve bizeliqînin, ji ber vê jî me berê xwe da şûnên arkeolojîk yên me dizanibû ku li wir mirovokî jiyabûn.”
Lêkolîner ji heft şûnên cihêreng, ji Belçîka, Îspanya, Xirvatistan û Rûsyayê nimûneyên xwe wergirtine. Lêkolîner ji xebata li ser nimûneyên wergirtî ku nimûneyên wergirtî bi qasî 500.000 sal kevn bûne, DNAya ajalên cihêreng bidestxistine. Di nav DNAyên bidestxistî de DNAya mamûdê bimû û gergedanê bimû ku di vê serdemê de tune ne, hebûye.
- Metîn Eser
- Çavkanî: Science