Hevpeyvîn

Hevpeyvîn bi Alî Gurdilî ra: Demhat Dêrikî

Civaknas û mamosteyê felsefê Alî Gurdilî li sala 1966 an li navçeya Misircê a girêdayî bajarê Sêrtê li bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê. Civaknasê Kurd mamoste Alî Kurdilî li bajarê îzmîrê, beşa civaknasiyê li zanîngeha Ege dixwîne û diqedîne. Heta niha gelek gotarên  wî yên zanistî û felsefî di kovaran de hatine belavkirin. Ev nêzîkî bîst salane mamosteyê felsefeyê ye li dibistanê. Berhemên wî yên wek pirtûk çapkirî ev in: Dengê Felsefefeyê li sala 2006 an ji weşanên Doz’ê çap bûye. Rewîtiyeke Zanistî li sala 2007an ji weşanên Doz’ê çap bûye. Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac li sala 2015 an  ji weşanên Evrensel’ê, li Stembolê çap bûye. Destpêka Felsefeyê û Antolojîya Feylesofan li sala 2015an ji weşanên Soran çap bûye. Berîya çend mehan, xebata wî a Ferhanga Felsefeyê jî, li bajarê Îzmirê ji aliyê weşanxaneya Naê ve hatiye çapkirin. Di vê hevpeyvînê de me xwest dîtinên mamoste Alî di warê têkiliya felsefê û wêjeyê de bi xwendevanên rojnameya Evro bidin nasîn.

Evro: Kek Alî, wêje û felsefe du beşên ji hev cuda tên dîtîn û her du xwedî dîrokeke kevinin, gelo li gorî te wateyên felsefê û wêjeyê çi ne û em dikarin bêjin her du nêzîkî hevin?

Bersiv: Felsefe ango philosophia, di zimanê grekî da dihête maneya hezkirina ji zanîn û zanyarîyê. Wêje jî, cureyeke hunerî a berhemên nivîskî ye û beşekê berhemên nivîskî ku xwedan spehîtîyeke hunerî ne, pêk dihine. Felsefe û wêje du çalakîyên subjektîv ên cuda ne ku mirov, bi rêya wan hebûnatîya xwe nîşan didin an jî vedibêjin. Felsefe derbarê heyîn, zanîn (knowledge) û nirxan da, dixwaze xwe bigihîne dîtineke tevbar (tumel, universal) û zanîneke tevdeyî a sîstematîk. Honaka tegihî ku bi zimên ra bûye yek, felsefe bi xwe ye. Girêdayî vê xalê dîsa divê were gotin ku çalakîya felsefeyî, di nav tevdehîya kulturê da û bi saya zimanê wê kulturê, jîndar dibe. Ji ber vê yekê jî ziman, hem ji bo felsefeyê û hem jî, ji bo wêjeyê giring e. Herdû jî, hevokan mîna amûrên vegotinê bikar dihînin, lê ne bi heman şêweyî. Ligel vê yekê, wekî du terzên cuda ne ku dixwazin hebûnatîya mirovî, vebêjin. Felsefe derbarê mirov, gerdûn, zanîn û nirxên mirovî da, çalakîyeke şirovekar a tevdeyî ye. Derbarê danasîna felsefeyê da, pênaseyeke naguhêr tunebe jî, meriv dikare bibêje ku felsefe ew raman e ku xwe dispêre lêkolîn, lêpirsîn û helwisteke rexnegirî.

Felsefe bi armanca ronîkirin, zelalkirin û ravekirinê, bi meraqdarên xwe dide zanîn û xizmeta vê armanca, aşkere dike. Loma jî, divê di metnên felsefeyî de vegotineke aşkere, zelal û teqez hebe, da ku bikaribe were têgihiştin. Ji ber vê yekê jî, gelek caran em wê rakêşêrîya hisî (dilzîz) a ku di qada hunerî da heye, di felsefeyê da nabînin. Ligel van cudahîyan jî, hinek berhemên felsefeyî; hemin wekî berhemên hunerî/wêjeyî jî hatine pejirandin. Hinek philosophên Serdema Pêşîn, ramanên xwe di forma şiîran da nivîsîne. Dîsa Platon nepejirandibe jî, gelek berhemên wî hemin berhemên hunerî ne. Li gor gelek ramanwer û wêjekaran jî ligel feylesofîyê, F. Nietzsche û Kierkegaard, şaîr in jî. Loma meriv dibîne ku berhemên wan bêtir olan dane, hatine nasîn û ji aliyê mirovên cuda ve, hatine hezkirin. Wekî wan navên ku min li jorê da, meriv dikare navên kesên wekî Russell, Pascal, Schopenhauer, Camus û Sartre jî, li vir bide.       

Evro: Çi pexşan û helbest be, çi çîrok, roman, destan be… heta çi radeyê di bin bandora felsefê de ye?

Bersiv: Li gor asta bikarhanîna metaphorên dîdemwarî (imagination), vegotinên salixwer û çîrokwer, berhemeke felsefeyî nêzî wêjeyê dibe, an jî jê dûr dibe. Lê divê ji bîr nebe ku berîya spehîtîya di zimên da, feylesof li heqîqeta di zimên da digere û ji ber vê yekê jî bi rêya têgihan, dixwaze ku avahîyeke mantiqî, hevgir û sistematîk pêk bihîne; loma, berê xwe dide analîzên têgihî. Carinan jî hatiye dîtin ku hinek feylesofên hebûnparêz ên fransî, bi rêya hunera ceribîn, roman, pexşan, drama û rojnivîskan, ramanên xwe vegotine û wan huneran, ji bo veguhastina serborîyên jiyanî ên hebûnatîya mirovî, wekî rêyeke bingehîn bikar hanîne. Di vê xalê da, mirov ji bo felsefeya hebûnparêz êdî ne têgiheke nedîtbar (abstract) û gerdûnî ye; heyînek dîtbar (concrete) e, ku divê rasterast bi serborîyên xwe ên jiyanî were têgihiştin. Cureyeke wêjeyî dema dibe xwedan çêbarîyeke (nitelik, quality) têgihî û îmkana bingehîkirinekê rosyonal dide xwendevanên xwe; wê demê ji asta analîza derûnî û dilzîzkirinê derbas dibe û di çarçoveya kes û pêhatîyan da, ji hêmanên (unsur, element)  felsefeyê xwe xweyî dike û dibe, xwedîyê felsefeyekê veşartî.

Evro: Wêje bê felsefe dibe?

Bersiv: Beyî guman, meriv nikare bibêje di tevahîya berhemên hunerî û wêjeyî da, felsefe heye. Gelek berhemên wiha hene ku ne wêje ne û ne jî, huner in. Lê meriv dikare bibêje ku hebûna ramanên felsefeyî, asta berhemên wêjeyî bilindtir dike. Ji bo zanîna vê yekê jî, divê meriv li naveroka wan hûr bibe, sembol, methafor û vegotina berhemê a hunerî bide ber dahûrandina têgihî û bi vî hawî, hêmanên philosophic ên di berhemê da heyî, destnîşan bike. Carina jî, felsefe û wêje, xwe digihînin hev û meriv dibêje qey, yek beyî a din nabe. Wekî nimûne meriv dikare behsa ‘Romana Metafizîk’ bike, ku îmkana vegotineke nû dide romannivîsan. Ji bo afirandina romaneke wiha, pêdivî hem bi wêjeyê û hem jî, bi felsefeyê heye. Çimkî, ne wêje û ne jî felsefe, bi serê xwe nikarin berhemeke wiha biafirînin.

Evro: Gelo em dikarin bibêjin Mem û Zîna Ehmedê Xanî, helbestên Cizîrî, helbestên Cegerxwîn…. di hemen demê de felsefe ye û çawa?

Bersiv: Berhemên wêjeyî, berhemên hunerî ne û em ne bêgav in ku tevahîya wan, wekî berhemên philosophic biwesfînin.Bi serê xwe jî, qîmeta wan zahf e û çalakîyên hunerî ne. Rasterast meriv berhemên Ehmedê Xanî, Cizirî û ên Cegerxwîn wekî berhemên philosophic nebîne jî, di wan de ramanên philosophic hene û divê li gor krîterên ku me li jorê behsê kir, werin dahûrandin. Di van mijarana da, divê bêhna me fireh be û em, qet nelezînin. Melayê Cizirî ew kes e ku cara yekem felsefeya Tesewufê bi zimanê kurdî vesaz kiriye. Li ser ‘Mem û Zîn’a Xaniyî, niha gelek xebatên nû pêk dihên, ku kitêba ‘Xanînasî’ yek ji wan xebata ye. Cegerxwîn, di hinek helbestên xwe da li ramana civakeke îdeal gerîyaye û bi hawî jî, felsefe kiriye. Xwendeyên kurdî jî, helbet li gor asta têgihiştina xwe, dê wan berheman bixwînin û binirxînin.  

Evro: Kek Alî, berhemên wêjeyî yên îro çap dibin, heta çi radeyê em dikarin bibêjin felsefîne û cudahiya wan ji berhemên klasîk?

Bersiv: Beyî guman meriv nikare tevahîya berhemên wêjeyî ên ku îro çap dibin, bide ber nirxandineke gelemperî. Çimkî, zehmet e. Lê di roja me da, ne tenê di berhemên wêjeyî da, di gelek berhemên hunerî da, felsefe heye, dihê bikarhanîn û ast û qaliteya berhemê, bilindtir dike. Bi a min, romannivîsên serkeftî, hemin felsefenas in jî, loma dikarin berhemên serkeftî biafirînin. Em di dewr û dewraneke nû da dijîn, dewr û dewreneke guhêrbar a nûjen e. Her tişt, bi lezginî xwe diguherîne û adapteyê, şert û mercên pergala xwe dibe, da ku bikaribe bijî û zindî be. Ji bo cîhana wêjeyî û ramanî jî, ev rastî heye û ew jî, li gor şert û mercên jiyana mirovî, şekil digrin û di bin tesîra wan şertan de, xwe heyî dikin û dijîn.

Malpera Kovara Philosophia Kurdî

Evro: Eger wêjegerên Kurd rabin û bêjin ti têkiliya berhemên me bi felsefê ve nîne, dê dîtina we çi be?

Bersiv: Beyî guman, di tevahîya berhemên wêjeyî da, xurt an zeîf; avahîyekê tegihî (conceptional, kavramsal) û ramanî heye. Nimûne: Berhemên Tolstoy, Dostoyevskî û Proust, gelekî nêzî felsefeyê ne. Berhemekê wêjeyî dema dibe xwedan çêbarîyeke (nitelik, quality) têgihî û îmkana bingehîkirinekê rosyonal dide xwendevanên xwe; wê demê ji asta analîza derûnî û dilzîzkirinê derbas dibe û di çarçoveya kes û pêhatîyan da, ji hêmanên (unsur, element)  felsefeyê xwe xweyî dike û dibe, xwedîyê felsefeyekê veşartî. Bi vî hawî, nêzî felsefeyê dibe. Wêje û felsefe (philosophia) herçuqasî dûrî hev werin dîtin jî, di rastîya xwe da du hêmanên cuda ên vehûna kulturê ne û li gor asta berhemê, carinan ji hev dûr dibin, carinan nêzî hev dibin û carinan jî, dikevine nav hev.

Ligel vê yekê, meriv dikare bibêje ku wêje, giringiyê zahftir dide biçîma aesthetics û ji bo felsefeyê jî, pêşikîya naverokê heye. Dîsa wekî nimûne, meriv dikare behsa helbesta Lucretiusî (B.M.95-52) a bi navê ‘De Rerum Natura’ bike ku yek ji şahberhema wêjeya cihanî ye, bi zimanê latinî hatiye nivîstîn û bi rêya vê helbestê, Lucretius felsefeya Epikurosparêzîyê veguhastiye çanda romayî. Îcar heke wêjekarên me roja îro rabin gotineke wiha bikin, beyî guman ezê rêzê li wan bigrim. Helbet meriv nikare di tevahîya berhemên wêjeyî da, behsa hebûna ramanên felsefeyî û felsefeyê bike û dibe ku têkilîya gelek berheman, bi wêje û asta wê ra jî tunebe. Rastî ev dîtin ne meseleya min e. Lê bawer nakim, wêjekarek rabe gotineke wiha bike.

Evro: Tu wek civaknas û mamosteyê felsefê, Kurdan di warê felsefê de çawa dibînî?

Bersiv: Zehmet e ku meriv bikaribe tevahîya kurdan, di komekê da binirxîne. Lê dîsa meriv dikare bibêje ku kurd, ji felsefeyê hez dikin û qîmetê didine ramanên felsefeyî. Lê xwendina me a metnên felsefeyî, axlebî bi zimanên biyanî ye. Berhem û metnên felsefeyî, bi zimanê kurdî kêm in, an jî xwendeyên kurdî qîma xwe bi ên heyî naynin. Ev yek jî, têkilîya ziman û felsefeyê, sist dike. Dîsa meriv dikare bibêje ku li hemberî ramanên felsefeyî, kurd rêzgir in û bi şêweyên dogmatîk, tevnagerin. Ev yek jî, dikare bibe sebebê pêşketina û ramîn û çalakîya felsefeyî. Ligel vê yekê, kêmasîyên me zahf in û divê em baş bizanibin ku felsefe, roja îro pêdivîyeke jênegere hem ji bo me û hem ji bo tevahîya cîhanê. Di rêya lêgerîna heqîqet, bextewarî, xwenasîn û serbestîyê da, felsefe dikare rêheveltîya me bike û me jî, bigihîne jiyaneke xweşhal, aram û serbest. 

Evro: Gotina dawî?

Bersiv: Spasîya te, tevahîya xebatkarên Rojnameya Evro û xwendevanên rojnameyê dikim.  

Çavkanî: Rojnameya Evro: Demhat Dêrikî



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu