Arşîva Felsefevan

Platon û Paradoksa Utopîayê

Çorê Arda

ŞANO: Li gorî feraseta Platon mirovên baş, teqlîdên çîrokên ne baş ango teqlîdên azweriyên nebaş divê ne’y kirin ‘’Yanê li gorî platon divê tu teqlîdên başiyê wernegerîne ên nebaşiyê.’’ Ji ber vê yekê jî, di hemû şanoyan de mirovên nebaş cih digirin, mirovên kirêt, sûcdar, qesas ango çi mirovên nebaş heye dikeve dewsa mirovên qedirbilind, loma jî dibêje ev tiştekî şaş e. Bi gotineke din derhênerên şanoyan, çîn’ên jêr dixe dewsa ên deshilatdar (mirovê qedirbilind), ev jî rûmeta wan binpê dike. Loma jî Platon bi awayekî pesimist li şanoyê dinêre, ev jî nêrîna wî’y di der heqê hunerê derdixîne holê. Divê heke şanoyê bê’y leystin divê ji bilî lehengên baş-paqij gerek tukes nelîze.

MUZÎK: Divê musîka Lidia’yê û İonya’yê xemginiyê di xwe de dihebîne, loma jî gerek bê qedexekirin. Belam, musîka Dorîa’yê û Frigya’yê dibe, ji ber ku yek jê musîka mêrxasiyê û yek jî jê musîka wan nerm e.

TENDURÎSTÎ: Platon divê gerek mirov di şerdê-mercên dijwar de bên perwerdekirin, divê gerek mirov masî-goşt bixwin, wê çaxê hewcedariya wan ew ê ji bijîşkan çênebe. Divê ciwan heta temenekî ji tiştên kirêt-nebaş bên parastin, paşê weke cerribandinê ango mîna ezmûnekê wan di ezmûna nebaşiyê, azweriyê û tirsê de derbas bike, ango wan û van rewşan pêrgî hevdu bike. Dema di ezmûnê de derbas bûn şûnde ewçax ew ê têgihiştî bin. Yanê divê berî ku ciwan şerr bike, divê şerr bibîne.

ABORÎ: Platon di utopîa xwe de, ji bo aboriyê komunîzmê pêşniyarî dike. Belam, ji bo piştgirvan-leşkaran vî tiştî dipejirîne. Divê teqez ev herdu celeb mal-milkên wan ên taybet gerek tune be, gerek vana di cihekî de bixwe-vexwin û bi gotinên devê mamostê xwe, wiha ve-dibêje: Divê ger ez komunîzmê di malbata de li darxînim ew ê gelek xetereyan û şaşiyan bixwe’r bizeyîne. Li gorî vê ferasetê hemû malên zarok, jinan û hevalan hevbeş in ango hevpar in. Divê jin-mêr di heman perwerdeyê de bên perwerdekirin. Li gorî Platon divê jin-mêr: Di Musîkê, werzişê û şerr de… hwd di heman perwerdeyê re derbas bibin-bibîne. Heger jin-mêr di heman perwerdeyê de biborin ew ê him jinê, him jî mêr bikin piştgirvanên baş, paşê dibêje ku jin-mêr binyada wan ew ê bibin yek, ango ji hêla anatomî, ji hêla fikirî, ji hêla tevgeran gelekî nêzî hevdu bibin. Belam, divê hin jin hene ji hêla felsefê, hin jî ji hêla şerrî-piştgirvaniyê de xurt in welew fêm dike. Li gorî Platonî, di zewacê de ferqa heywên însên namîne, ji ber ku di her warî de di utopia xwe komunîzmê dipejirîne. Ango jinek di heman demê a herkesî ye. Bi destûra dewletê zayendî pêk tê ango bê destûra zagonên dewletê kes nikare pevre şa bibin, zayendiyê pêk bîne. Ji ber ku di zagonê dewletê de bê destûrî zayendî nikare pêk were. Li gorî utopia Platon, divê berpirsyarê rêvebirya utopia-dewletê ji hay welidandina zarokan hebe. Heke zarok ji dêya xwe welidî, divê ew zarok ne dêya xwe, ne bavê xwe nas bike. Divê zarokên nexweşik ji çîna jêr bêhesibandin û wan biavîjin cihekî layiqî cihê wan. Bi kurtasî di Utopîa Platonî de ensestî heye, ji ber ku zarok gava tên dinyê ne dêya xwe, ne birayê xwe’y biçûk-mezin, ne bavê xwe dinase-dibîne. Lê zarokên ku temenmezin giş dê-bavê yên zarokên temenbiçûk tên hesibandin. Li gorî Utopîa Platonî, têkiliya zayendiyê di navbera dê-law, bav-keçê de qedexe ye. Lê li gorî feraseta Utopîa ev ne gengaz e. Platon divê tenê rêveberê utopîa’yê-dewletê dikarin derewan bikin, ev ji bo wan taybetiyeke û herkes ne xwediyê vê taybetmendiyê ye. Platon bi awyekî erênî li vê rewşê dinêre.

DADÎ: Li gorî Platon, divê herkes bi karê xwe mijûl bibe, ango kes pozê xwe di karê kes-ên din’r raneke wê çaxê edelate ew ê bo herkesî hebe. Divê herkes bi karê xwe mijul be, ev ya rast e, ya bi rûmet e û ya ehlaqî ye. Platon dibêje, edalet seraba xwe ji zagonên sirûştê û mirovan werdigire, lê divê hêza herî xurt gerek di destê piştgirtvanan de be, ji ber ku di civakê de yê herî zana-zanyar in.

BAŞÎ welew NEBAŞÎ-EHLAQ: Li gor Thrasymachos ger bawerî hebe ango tu bawermend bî, wê çaxê başî jî di hundirê bawermendiyê de veşartiye yanê başî Xweda bi xwe ye. Wê çaxê başî di Xwedê de veşartiye. Gerek em bi a Xweda bikin, di rêya wî de bimeşin Di navbera Platon û Thrasymachos de cudatî çê dibe. Platon divê ger we dewlet eciband wê çaxê ew dewlet baş e, ger we neeciband wê çaxê nebaş e, yanê li gorî Platon başî-nebaşî di sînorê dewlet-teolojiyê dipêle. Ji ber ku car caran ev herdu têgeh gelek pirsgirêkan derdixîne holê. Loma jî têgeha ecibandin-başiyê guherbare li gor kes-a-n. Ya ku tê eciband dibe ku nebaş be, ya ku divê baş e, dibe ku kes neecibine. Hz Îsa, di roja hefta de divê ne ku mirov serê simbila genim jê bike, ango divê gerek mirov ji dijminê xwe jî nefret neke. Di vê gotina Îsa de başî heye welew tuneye ev tiştekî kirdeyî ye ango ne bireserî ye.

ÎDEAYA PLATON: Di felsefeya Platon de bingehîn rasteqînî, dirûv-xuyabûnî û rûçik e (zahîr). Yê ku ewilî ev cûdahî daniye Parmenides e. Lê di rasteqinîyaPlaton li ser rawestiyaye, bingeha xwe li ser bena felsefeya Pythagorasî hildide jor, ji ber ku di felsefeya Pythagorasî de Teolojî heye. Di çavên Platon de mirov nikare bi vehesînên xwe, xwe bigihêjîne zanyariya heqîqî, ji ber ku zanyariya heqîqî der-vehesînî ye. Tiştên der-vehesînî jî mirov nikare têbigihêje ango mirov nikare fêm bike, ji ber ku razber e. Ango Ploton encamê tîne bi teolojiyê ve girêdide. Heraklîtosî digot ‘’Em him dikarin têkevin çemekî, him em nikarin ango digot hûn du caran nikarin xwe di çemekî de ve-bişon’’ Platon helwesta xwe’y zanyariyê li ser felsefeya Heraklîtos-Parmenidesî dirawestîne.

MANTÎQ Û METAFIZÎK: Li cem Platon, hezkirina agahiyê tenê ne bi mentiqê-zanyariyê ye. Hezkirina Platon, hezkirina zanyariyê ye. Di Spînoza de jî hezkirin, hezkirina Xwedê ye, lê hezkirina Spînoza ya li hemberî Xwedê hezkirineke mentiqî ye, ango Spînoza bi awayekî hestwarî-fikrî ji Xwedê hez dike. Belam, Platon felsefeya xwe’y heqîqî li ser bena ‘’Rastiya binanî’’hildikîşîne. Platon vê binanî ya xwe jî li ser têgeha ‘’Jîrbûn-zîrekbûnê’’ disekine. Jîrtiyê jî dike du beşa, yek jê ‘’feraset e (fêm e)’’ ya din jî ‘’aqil e’’. Platon qedra herî mezin dide ‘’êqil’’ ji ber ku diyalektîkê di xwe de dihebîne, lê ‘’feraset-fêm li gorî bikaranîna matematîkê ye. Li gorî êqil hîna di astek jêr de ye, ango Platon êqil li ser ferasetê digire. Platon dibêje ku berê berê jîrîtiya dinyê tê fêm kirin-tê têgihiştin, ev têgihiştin ji dinyê tê veqetandin. Paşê jîritiyê-têgihiştinê dike du celeban. Lê Platon guh nade cûreyên têgihiştinê, ango paşguh dike. Ew guh dide jîritiyê û celebên jîritiyê, yanê pirtir li ser jîritiyê diraweste.

Platon, ji lebatên me herî pir qîmetê dide ‘’Çavî’’ dibêje çav naşibe lebatên din, ji ber ku ji bo ku çavî tiştan bibîne pêdiviya wî bi ronahiyê heye. Dinyaya îde’ayê a ku bireser bi xêra ronahiyê xwe nîşanî me dide yanê xuya dibe bi saya rojê ye em xêra rojê hemû bireseran dibînin loma ev jî dinyaya îde’ayê ye. Çavkaniya ronahiyê roj e. Roj jî rastiyê-başiyê di xwe de dihebîne ango nimandina rojê rastî-başî ye. Paşê ‘’Divê ruh weke çav e.’’ Platon dibêje, ên ku haya wan ji felsefeyê tune bin, dişibin yên ku di şikeftka de dijîn. Ji ber ku di şikeftka de paşiya van de guriya êgir û di pêşiya wan de jî dîwar heye, gava siya wan bi xêra êgir li ser dîwêr teşeyekî distine-digire. Wê çaxê ew dibêjin qey rastî ji vê siyê pêk tê. Lê ji ber azweriyên xwe dema ku derdikeve derveyî şikeftikê dinêre ku rastî ji siyê pêk nayê, ewçax fêm dike ku vehesînên mirov dikare mirov bixapîne. Bixwe dieesin, şiyar dibin, fêm dikin ku heta aniha bi siyê hatiye xapandin. Platon, felsefeya xwe pirtir li ser esasê ‘’Ruh, idea û êqil’’ bi cih kiriye. Li gorî Parmenides tenê îdea’yek heye, lê li gorî Platon gelek idea hene. Mînakin: Îdea’ya xweşikbûnê, başiyê û hwd.

TEORÎYA NEMIRTIYÊ: Dema Sokretes li benda qesasê xwe disekine, qesasê wî jê’r dibêje were ser rêya rastiyê, ji vê şaşiya xwe vegere, heke tu ji vê şaşiya xwe vegerî, tu, zarok ,hevsera xwe û welatê te.. hwd ew ê biçin bihûştê ango hûn ê biçin bihûştê, lê sokratetes edaletê derdixîne pêşiya malbata xwe, ango dibêje’’ Berê edalet paşê malbata min û yên din…’’ Piştî wan gotinên qesês, Sokrates dîsa wiha ve-dibêje: ’’Di guhên min de mîna dengê flûta di guhê yekî razber de deng bide wilo dibêjim qey dengê nihurandinekê dibihîzim’’ piştî vê ve-gotina xwe’y îronîk, xwe amedeyî nemirinê dike, dizane êdî mirin bo wî berpirsyariyeke. Destên wî li ber dost-heval û jina wî vedikin, paşê dest axaftina xwe’y berî ne-mirinê dike, dinêre jina wî’ xemgîne û digirî û gotinê wî dibire, ji bo ku axaftinên wî nêy birîn, Sokrates jina xwe derdixîne derve. Li gorî Sokrates mirin veqetandina ‘’Ruh’’ û ‘’Laş’’ e. Di vir de felsefeya Platon derdikeve pêşiya mirovî, ango rasteqîn-xuyabûnî, îdea-bireser, aqil-vehesîn û ruh-laş(beden) derdikeve holê, platon dibêje ên ewilî(têgehên yekemîn) ji ên duyan çêtir in-baştir in. Loma Platon ne-mirintiyê bi awayekî metafizîkî dibîne-dinêre.

 ZEWAC: Li gorî Platon nezewicandin tiştekî pirr bi qîmet û nirxdar e ango qedirbilindî ye, lê tucarî zewac rexne nekiriye û şermezar nekiriye, lê li hember zewacê ye, lê yê ku dizewicin jî bi awayekî neyînî lê nemêzandiye…

RUH-LAŞ (BEDEN): Sokrates, ne li hember vexwarinê bû, belam li hember ecibandina vexwarinê dirawestiya, vexwarin tiştek e, ecibandin tiştekî din e. Sokrates, dibêje hezkirin ne bi dirûv e ango hezkirin ji alavên ku em li xwe dipêçin-dijdîne-li xwe dikin nayê-nazê tenê kilifêkî xapînok e, hezkirina heqîqî-resen jidilî dizê, ji ruh dizê, yanê hezkirin di hundirê ruh de veşartiye, hezkirin ne di laş-bedenê de ye, di ruhî de ye. Sedema hemû şerr, pevçûn û herban ji bo piçek laşî-bedenê ye. Ji ber vê yekê ‘’Ruh’’ girîng e. Platon dibêje ji ber xwestek-daxwaziyên bedenê, hêsîrbûna bedenê, hezkirina diravan herb diafirin, lê divê dirav bo bedenê hewcedar e. Marx, jî tevlî vê fikra Platon dibe, ango heta radeyekê divê bo laş-bedenê gerek dirav hebe. Pythagoras û Sokrates li ser ruh-laş wiha dibêjin: Pythagoras: ‘’ Gava ku Lîr bişikê awaz dimîne?’’ Sokrates jî dibêje awaz(ezgî) tiştekî tevlîhev e, lê ‘’Ruh’’ tiştekî xav e(Sade ye) di vê gengeşiya li ser awaz û muzîkê de Pythagoras, Sokrates û Platon li ser têgehên ‘’Ruh-Bedenê’’ dirawestin.

 ZAYÎNA DINYÊ – QOSMOSÊ: Timaesî, Stêrknasên ji ekola Pythagorisiyane, divê berî ku mirov bên dinyê, dinya wiha bû; çîroka dinyê wiha vediçirokîne: Tiştê ku qet naguhere bi jirîtiya mirov û aqlê mirov, lê tiştê ku diguhere bi hînbûnê-banînê tên têgihiştin. Ji ber ku dinya tê vehesîn, loma dinya nabe abadîn- yekemînî, ji terefê Xweda ve hatiye afirandin. Divê Xweda dinya ji bê nîzambûnê ango ji bê dîsîplînê, dîsîplînek, nîzambûnek afirandiye, yanê beriya Xweda hertiş tevlîhev û bênîzam bûye, mîna şivanê bê pez bûye. Ji ber vê yekê dinyaya-îdea’ya Platonî, ne dinyayeke nû ye. Dinyaya wî ji hîçbûnekê neafiriye, Platon dinyaya xwe ji tiştên heyî ye afirandiye. Alîkariya wî alavan kiriye ango ji bireseran sûde wergirtiye, bi vî awayî ji xwe’r pergalek afirandiye. Xweda, ruh xistiye laşî û bi vî awayî Xweda mirov kiriye yekî-e bi ruh-jîr-ruhber. Timaeos, dibêje dinya kureyeke û ji çar elemantan pêk tê agir, av, hewa û ax(erd) e, van elementan timî di pîvanekê de ne. Gava Xweda dinya afirand ji hemû elementan sûde wergirt, xweda berê ruh û paşê jî laş afirandiye. Ruh, ya ku nayê hûrhûrîkirin-dabeşkirin. Yên ku bê perçekirin-dabeşkirin, yên damezirandinî ye.

KOKA DEMÊ: Xweda dît ku ji afirandina dinya wî de liv-jîn heye ango tevger heye, kêfa wê-î hate, ji ber vê sedemê nêta xwe xera kir ku tiştekî-xeyalekê dilive-dileqe biafirîne. Xweda biryar da ku dinyayeke bêdawî-abadîn-ya ewilî biafirîne. Piştî ku ezman pergalkirin da şûnde ezman xiste nîzamekê, ya ku abadîn û ya ewilî xeyal dikir ango ezman jî livandina wê li gorî hejmarekê pergalkirin da, lê a ewilî-abadîn jî li gorî tevgerekê û li gorî tifakekê tevdilive loma jî em ji vê tevger-tifakê jî dibêjin ‘’Dem.’’ Berî vê xeyalê şev-roj tunebûn, êdî tevgerek-livandineke abadîn-ewilî hebûn. Dem-ezman di heman wextê de hebûyî û bo ku mirov arîtmetîka heywên bizanibin roj afirandine. Ger şev-roj nedana pê hevdu ango hevdu neşopanda, hejmar pêk nedihat. Çi çaxa roj, şev, meh-sal derketin holê ewçax zanîna hejmarê derket holê, ev bûyer bû sedema em fêrî demê bibe, ango em bi demê esiyan. Bi gotineke din têgihiştina demê bi mirov re ava bû. Ev jî bi xêra dî-tinê ye. Bi tevahî ji bilî dinyê çar celebên heywên hene: Xwedayan, çûkan(çivîkan), masiyan û heywanên bejî… Xweda pirrtir agir in ango agir, temsilkirina Xwedayan tê pejirandin. Timaeosî, pir li ser dibetî-îhtîmalê rawestiyaye timî yekî şikdar bûye. Timaeosî, dibêje Xweda ji bo her stêrkekê ruhek afirandiye û wiha berdewam dike, van ruhan jî vehesîn, hez, tirs û beeecandinê di xwe de dihebîne. Xweda dibêje min hin ruhin şandin rûzemînê, hinek şandinê hîvê, hinek şandine gerstêrkan û hinek jî min şandine stêrkan, bo ku xweda laşekî bide wan ango damezerandina-afirandina laşê wan min bera xwedayan da…

DINYA ENDAZEYEK E (GEOMETRÎYEK E): Timaeosî, dibêje esil makên-elementên dinyê ne agir, hewa, av û erd(ax) e. Divê dinya ji sêqoziyan-sêqoşeyan pêk tên. Gava Xweda deq-xal afirand ji van herdu sêqoziyan sûde wergirtine ango elementên me ji van hersê sêqoziyan zayî ye.

 DU RUH: Piştî hin gengeşiyan-nîqaşan Tîmaeosî dibêje, di mirovî de du ruh hene, yek jê Xweda ye, yê din jî ji terefî Xwedê hatiye afirandin. Ji van ruhan(tîn) jê yek xwediyê nemirtiyê ye, yê din jî dimire, ango yek abadîn e, yê din ne abadîn e. Ruhê ku ne xwediyê nemirtiyê ye, pirtir li ser xwestek-daxwazên xwe, xwe hildidin. Li gorî Xwedayan vana li gorî Rasyonalîteyê xwe tevnalivînin, pirtir Îrrasyonelîst tevdigerin.

ZANAYÎ (AGAHÎ) Û TÊGIH (ALGI): Di feraseta Platon de, agahî bi vehesînan nayê fêmkirin-têgihiştin. Yên ku bi awayekî Ampirîk li zanînê dinêre, zanayîyê-agahiyê tîne li ser bena vehesînê dirawestîne, ango kevirê zanayîyê li ser neqeba vehesînê lê dike-dihone. Platon dibêje wê çaxê, 2+2=4 e, ev pêşniyazkirin, agahiyeke rasteqîn e. Li gorî Platon a rast ev e, yanê razberî ye, ji ber ku vehesîn tûcarî nikarin agahiyên rasteqîn nîşanî me bidin.

MIROV, PÎVANA HER TİŞTÎ YE: Pratagorasî wiha vedibêje: ‘’Mirov, pîvana her tiştî ye.’’ Sokrates jî vê gotina xwe li gorî ya Pratagorasî dihûne û wiha ve-dibêje: ‘’ Tiştek ji min re çawa xuya bibe, wilo ye, ji we’r jî çawa xuya bibe ji we’r jî wilo ye.’’ Ango têgiştina herkesî ew ê li gorî dîtîna wî-ê,xwe be. Wê çaxê têgihiştin dibe ku biguhere, her çiqas ya-ê ku li hemberî me eynî tişt be jî, di têgihiştinê de ew ê ji hev cuda be. Di vir de Sokrates dîtina Pratagorasî û a Heraklîtosî li ser qorekî heman benê lê dike. Platon dibêje hûn dikarin ji bo bireserên vehesînî, van tiştan bêjin, lê ji bo bireserên agahiyan naa! Loma jî çewt dibîne. Li gorî Heraklîtosî, bireser-vehesînên mirov timî diguhere, bi vê guhertinê têgihiştina mirov jî timî diguhere ango bi xwe’r diguherîne. Sokrates di derheqê têgihiştinê de wiha digot: Dema ku ez bi hişê xwe bim, şerab bi min şêrîn tê, belam gava ku serxweşbim bi min tehl tê. Ev tê vê wateyê, yê ku diguhere bixwe dibe sedema guhertina têgihiştinê jî, ango têgihiştinê jî bixwe’r diguherîne. Gava Pratagoras dibêje ‘’Mirov pîvana her tiştî ye’’ qala têgihiştin-zanebûnê dike. Dibêje tukes ji tu kesê-n din ne zanatir e-in û têgihiştintir e-in. Ango kes ji keseke-î din ne zanatir e-in an jî tu dad ji dadeke din bêtir ne rasteqîntire-in.

Platon dibêje, her tişt bi hiş(bîr)ê mirov dikare bigihêje agahiyê, ne ku mirov dikare xwe bi vehesînên xwe bigihêjînê agahiyê. Yanê agahî-têgihiştin bi hiş(bîrê) ava dibe, ne ku mirov bi vehesînên xwe, xwe digihijîne agahiyan, ji ber ku bireser di fikr-ramanan de veşartiye ango bireser di hundirê fikrê de raza ne, di hundirê ramanê de şipya sekinine. Têgihiştin tiştekî derûnî-fîzyolojîk e, ji vî tiştî re dibêjim ‘’Dada Têgihiştinê’’ bi xêra vê dada têgihiştinê em xwe digihêjînin ‘’Dada Agahiyê’’ ango bi saya dada têgihiştinê dada agahiyê diafire. Pratagorasî dibêje ku: Heger mirov bifikire, wê çaxê mirov pîvana her tiştî ye. Di têgihiştinê de, her mirov di têgihiştina xwe de bêsînor e-in. Belam, yên Xewnan dibînin, yên Dîn jî têgihiştina wan weke têgihiştina me ye. Tenê carinan di hin xewnên wan de, car caran jî di hin tevgerên wan de û carinan jî di hin girêdan û rewşên wan ên awarte de mirov wan napejirîne wekî din heman tişt e.  Talî hemû feylesofê vê serdemê bingeha xwe li ser lêgerîna xwezayê, lêgerîna Xweda-yan û lêgerîna jiyanê, dinyê, qosmos û hwd… lê carinan xwestine bi êqil, carinan xwestine bi têgihiştinê, carinan xwestine bi vehesînên xwe û car caran jî xwestine xwe bi hiş bigihêjîne heqîqetê, talî hemû têgih pev re girêdayîne, hemû têgih di laşekî de ye ew laş yên mirovî ye.

  • Çorê ARDA
  • 28.07.16
  • Sûdegirtin: Dîroka Felsefeya Rojava, N, Bertrand Russell, weş, Say
  • Çavkanî: www.felsefevan.org


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button