Sociology

‘Xwedê neke ez êzidî bim!’

Çend Gotin û Nirxandin Derbarê Têkilîyên Kurdên Êzidî û Kurdên Misilman de  

 Ez bi xweşî, bi awayekî serbest û jidil, dibêjim xwezî ez êzîdî bûma. Ji ber çi? Ji ber ku êzdayetî wekî dîn û kulturekê, mal û milkê bav û kala ye, kevnare, xweşbîn, xwedanfelsefe, xwezaparêz û mirovhez e. Herweha, feraset û felsefeyekê jiyanê ye jî. Loma, ez xwe wekî yekî êzîdî dibînim û bi dilrehetî, dikarim vê gotinê bikim. Girêdayî vê xalê, li gor nêrîna min heke em bi awayekî jidil û dilînî, bikaribin vê gotinê bibêjin; maneya vê yekê ew e ku em hezkar û dildarên dîn û kultura êzdayetîyê ne, welew em ne êzîdî bin jî.

Dost û hevalên hêja, beşdarên qedirbilind. Hûn bi xêr û xweşî hatine vê komcivînê. Rêz û silavên xwe raberî we hêjayan dikim û gelekî spasîya rêvebirîya komeleya ‘Civaka Kurdî – Ewropî’ dikim, ku min vexwandine vê civînê. Min bi sernaveke gelekî provakatîv dest bi axaftinê kir, bibexşînin. Dibe ku wiha be. Lê a rast ev gotina li jorê, têgihiştin û hişmendîya serdest a gelek kurdên misilman e ku di binehişê me de, xwe bi cih kiriye û hinek caran jî, wekî masîya ku bi ser avê dikeve, xwe dide der. Du kurdên li Almanyayê ku yek êzîdî û ê dî jî misilman e, li kempa penaberan dipeyîvîn. Ev kempa ku ez behsê dikim a Soestê ye ku bi qasî sê (3) meha ye ez jî li wira dimînim. Bi armanca hevnasînê, ê êzîdî ku li kempê tercuman e, ji kurdê misilman dipirse, bê ka êzîdî ye an na. Li ser pirsa hevalê me ê êzidî hevalê me ê kurdê misilman di cî da dibêje: ‘Xwedê neke ez êzîdî bim.’ Li ser vê bersivê, hevalê me ê êzidî dengê xwe nake û xatirê xwe jê dixwaze. Qederê, me sehkir ku ê misilman li xwe mikûr hatiye, ji gotina xwe poşman bûye û lêborîna xwe xwestiye. Piştre, bawî wî kurdê misilman pê daye zanîn ku ew jî berê êzîdî bûne. 

Ez jî bi xweşî, bi awayekî serbest û jidil dibêjim, xwezî ez êzîdî bûma. Ji ber çi? Ji ber ku êzdayetî wekî dîn û kulturekê, mal û milkê bav û kala ye, kevnare, xweşbîn, xwedanfelsefe, xwezaparêz û mirovhez e. Herweha, feraset û felsefeyekê jiyanê ye jî. Loma, ez xwe wekî yekî êzîdî dibînim û bi dilrehetî, dikarim vê gotinê bikim. Girêdayî vê xalê, li gor nêrîna min heke em bi awayekî jidil û dilînî, bikaribin vê gotinê bibêjin; maneya vê yekê ew e ku em hezkar û dildarên dîn û kultura êzdayetîyê ne, welew em ne êzîdî bin jî. Dîsa dema ez dibêjim ‘ez êzîdî me’ mexseda min ew e ku dixwazim bibêjim ez merivekî aştîxwaz, qencîxwaz û xweşbîn im û tu ferq û mêlîyetê, naxim navbera dîn û bawerîyan û bi qasî daxwaza xweşhalîya xwe, xweşhalîya tevahîya mirovan dixwazim. Wekî vê yekê, dîn û kultura min ne yekê hegemonîk û zilimkar e. Wisa ye, dema em bi xweşî bibêjin ‘xwezî ez êzidî bûma.’ maneya vê yekê a din jî ew e ku dixwazim derîyê hiş û aqilê xwe, ji reşetarîyên dogmatîkî re bigirim û li gor dengê hiş û aqilê xwe, dixwazim êzdayetîyê binirxînim.  

Em hinekî jî behsa meseleya biratîyê bikin; biratîya kurdên êzidî û kurdên misilman, an jî behsa dîyologa di navbera wan de. Gelek caran kurdên misilman, ji bo kurdên êzîdî (an jî êzîdîyan) dibêjin ‘em birayên hev in, hûn kurdên resen in’ û hwd. Bi van gotinan dixwazin bibêjin, wele ferqa me ji hev tune û em tev yek in. Lê a rast, ferqek pirr mezin heye di navbera wan de û ev gotin, gotineke rûkalkî û banegehî ye û ji rastîyên civakî jî gelekî dûr e. Loma jî pêdivî pê heye ku kurdên misilman, demildest li gor vê gotina xwe tevbigerin, an jî divê nema vê gotinê bikin. Dema meriv bira be, divê meriv li gor qaîdeyên biratîyê tevbigere û ji herkesî bêtir, divê meriv li birayê xwe xwedî derkeve û wî biparêze. Hinek kurd jî dibêjin, wekî êzdîyan zilmê li me jî kirine û loma, qeweta me tunebû ku em bikaribin birayên xwe biparêzin. Di vê xalê de, alîyekî rast heye, lê bi tevahî gotin ne rast e. Divê ji bîr nebe ku êzîdî ji ber dîn û kultura xwe û ji ber dîroka xwe a qedîm, zilm û zordestî li wan bûye û 74 caran, fermana wan rakirine. Beyî guman hinek kurdên misilman ku xwedîyê hişwerîyeke dîrokî û milî bûne, xwestine ku birayên xwe biparêzin. Lê meriv nikare bibêje ku ev yek jî, wekî helwisteke berbelav e û tevahî hatiye dîtin. Hêvî dikim şaş neyêm têgihiştin.

Hinek êzîdî hene ku xwe kurd nabînin, xwe kurd hîs nakin û dibêjin em ne kurd in. Rêza min, ji wan re heye û ta radeyekê, ez wan mafdar jî dibînim. Loma jî berî her tiştî, divê em baş têbigihêjine sebebên vê rewşê, bikaribin empatî bikin û xweşbîn bin. Divê ew bi xwe, bi dilê xwe û bi awayekî serbest, bikaribin wê hîs û hesta aîdîyeta kurdayetîyê di ruhê xwe de bibînin û bikaribin bibêjin ‘em kurd in.’ Wekî din bi gotinan, bi şermezarkirinan em nikarin vê arîşeyê safî bikin û bi vî rengî, çareser jî nabe. Dibe ku li beşên din ên Kurdistanê; wate li başur, rojava û li rojhilata Kurdistanê, tehde û zordestîyeke sîstematîk ji aliyê kurdên misilman ve nehatibe kirin. Lê ev rewş, li bakurê Kurdistanê cuda ye. Li bakurê Kurdistanê, ji aliyê kurdên misilman ve tehde û zordestîyeke berbiçav û domdar, li êzdîyan hatiye kirin û ez bi xwe jî, gelek caran bûme şahîdê hinek tehde û zordestîyan. Ez ne behsa nokerên kurd ên dewleta dagirkar dikim ku gelek caran, tevî neyarên qewmê xwe, êrîşê êzîdîyan kirine û bi wan re, xwestine ku vî dînê qedîm, vê kultura kevnare bi tevahî tune bikin. Erê, neyarên me digotin êzîdî xirab in û melekê xirabîyê dihebînin û diparêzin. Mixabin, gelek kurdên misilman jî bawerîya xwe bi wan dianîn û êrîşî birayên xwe ên êzidî dikirin. Min bi çavê xwe dîtiye, gelek caran dema di ber keseke êzîdî de derbas dibûn, heta gotinên xirab ji wan re negotana, di ber wan de derbas nedibûn. Çend caran li ser meseleya zewacê, an revandina keçekê êzîdî, êrîşê gundê Hemdûna kirine û xwestine ku gund, bi tevahî bişewitînin. Ev yeka ha, nimûneyeke ji wê tehde û zordestîya domdar û sîstematîk a ku li êzîdîyan hatiye kirin. Helbet, ji bîr nabe.

Ji rûpelên dîrokî jî xweş xwiya ye, dema dînek dertê holê dixwaze ku dînê berê betal bike û bikeve, dewsa wî dînî. Ev rûdan ii bo dînê mûsawîtî, xiristîyanî û misilmantîyê jî, derbazî ye. Beravajîya dînên navborî, em baş dizanin ku dînê êzdayetîyê tu carê dijminatîya dînên heyî nekiriye û qedr û qîmeteke mezin daye peyayên wan dînan jî. Lêbelê dema dînê îslamê wekî gindora ser banî tevahîya çanda kurdan a berê dabû ber xwe û diperçiqand, haya me jê tunebû ku ew gindor tevahîya çanda me a qedîm jî dide ber xwe û tune dike. Ji ber çi? Ji ber ku dînê îslamê ne tenê wekî dînekî rê û rismên dînî, wekî sîstem û pergaleke civakî jî xwe bi darê zorê da pejirandin. Qederê, bi wê tehde û zordestîyê jî, çanda ereb û zimanê wan hêdî hêdî bû yek ji zimanên sereke ê kurdan. Em baş dizanin ku rol û tesîra ramanên dînî, li ser mirovên rojhilatî gelekî zêde ye û ji ber vê yekê jî, ziman û têgihiştina dînê ku meriv bawerîya xwe pê dihîne, dibin ziman û têgihiştina meriv û piştî demekê, dikevin dewsa ziman û têgihiştina meriv a berê. Di encama vê proseyê de jî, meriv nema dikare xwe çarçoveya ramanî û hizrî a wî dînî rizgar bike û xwebûnîya xwe biparêze. Erê, keraseta ku hatiye serê me ev e mixabin. Li vir, mexseda min ne ew e ku ez rabim dînê îslamê biçûk bikim. Nexêr, rêz digrim. Ez dibêjim, zanînên meriv ên teologîk û kozmogonîk bi çi zimanî bin, meriv di wê çarçoveyê de difikire û xwe, aîdê wê kulturê hîs dike.

GELO, MA DÎN TENÊ KULTUR Û RÊ Û RISMÊN DÎNÎ NE?

Ê baş e. Gelo meriv dikare bibêje ku dînek tenê kulturek e û nikare bibe destikê zilm û zorê? Meriv çawa dikare bibêje ku meseleya dîn, tenê meseleyeke bawerî û hebînê ye û nebûye sazûman û sîstemeke civakê, nebûye dewlet û destdirêjîyê li jiyana kesane û komelî nekirîye? Wekî dînên musawîtî û xiristiyanîyê, dînê îslamê jî bûye rêvebirî, desthilatî, sîte û bûye dewlet jî. Dînê xiristîyanan, hewl dida xwe ku bikaribe bi rêya seferên xaçpêrêz, xwe li dinyayê belav bike û kesên ji dînên cuda, bike xiristîyan. Dînê îslamê jî piştî ku meşrûîyeta xwe a civakî bi dest xist û bû sazûman û dewlet, dest bi şerê dînî, wate dest bi cîhadê kir û xwest ku wekî rastîyên neguhêrbar û herheyî, bi darê zorê û bi kuştin û komkujîyan, xwe li ser bawermendên dînên dî ferz bike û wiha jî kir. Ev rewşa heyî, ji bo dînê xiristîyanan jî wiha bû. Lêbelê, talîya talî piştî encama şerên 30 salan ên mezhebî û tevgerên humanîzm û reformê, dînê xiristîyanan destê xwe ji jiyana rojane şûşt û xwe da alî. Dêr jî, li xwe mikûr hat û vegerîya ser wezîfeya xwe a esasî ku ew jî, âyînên dînî û parastina ruhanî a dînî ye. Di encama tevgerên humanîzm û reformê de, ramana sekulêr li tevahîya cîhana rojavayê belav bû û dewletên rojavayî, destê xwe nema dirêjî dîn û bawerîyên welatîyên xwe kirin. Qederê, dîn û rêvebirî, dîn û sazûmana civakê ji hev cuda bûn û çanda cîhana rojavayê, bû xwedîyê sîstemeke sekûlêr, mirovhez û xweşbîn. Loma min her gotiye, dîn civakan ava dikin. Ev yek rast e. Lê dîn nikarin berê civakên ku ava kirine, ber bi hêleke qenc ve bidin. Çimkî em baş dizanin ku ev yek, ancax bi rêya raman û dîtînên philosophic, encax bi rêya philosophiaê dikare pêk were.  

Em werin ser mijara cîhadê, ku xwedêgiravî şerekî pîroz e. Erê dibêjinê, pîroz e. Ew pîrozîya ku di destê hinek miletan de bûye şûrê zilmê, bûye şûrê kuştin û komkujîyan. Ji tarîxa mirovatîyê jî ayan e ku ereb û tirkan, cîhadê ji bo xwe kirine hincet û hêz û bi wî hawî, erîşî cîranên xwe kirine û heta xwestine ku tevahîya cîhana rojavayê jî, vebigirin. Loma karibûne destdirêjîya li ser namûsa xelkê, talan û her cure zilm û zordestîyê, li xwe helal bikin û wekî wezîfeke dînî jî binirxînin. Ew logîc û feraseta talan û cîhadê, hina jî berdewam e û loma bawermendên misilman, gelek caran rêz li bawermendên dînên cuda nagrin û wan wekî ‘kafir’ an jî ‘gavur’an bi nav dikin. Nimûneyên vê rastîyê gelek in û xweş dihên zanîn.

Ê baş e, gelo di dînê êzdayetîyê de çima şerê dînî tune, çima cîhad tune? Çima êzîdîyan tu carê şerên dînî nekirine? Gelo ji bo ku fersendê bi dest nexistine, yan hêza wan tunebû? Helbet, na. Dînek, dema bawerîyên xwe ên dînî, rê û rismên xwe, li ser bawermendên bîyanî bi tu hawî ferz neke, ew dîn nikare bibe dînekî cîhadî û bi tu hawî, şerê dînî jî nake. Loma jî di êzdayetîyê de misyonerî tune, cîhad tune, zilm û zor tune û di dewsa wan de, qencîxwazî, mirovhezî û xweşdîtin heye. Êzîdî, tevahîya mirovahîyê wekî malbateke dibînin û esmanê jorîn jî, banê xaniyê mirovahîyê ye. Loma dema êzîdî hewara xwe dibin Xwedê, berîya xwe qencîya 72 miletan dixwazin û ji Xwedê lava dikin ku berîya wan, Xwedê alîkarê wan be û here hewara wan.

DIVÊ EM QISEKARÊ GOTINA RAST BIN Û DEREWAN LI HEV NEKIN

Visa ye; dema dînek mirovhez, qencîxwaz, xwezaparêz û ji hêla ramanî ve kozmopolît be, nikare dijminatî û rikeberîya dînên din bike, nikare dijminatîya çand, ziman û civakên bîyanî bike. Dibe ku ji ber van sebebên baş, çaksaz û mirovhez, ev dînê me ê qedîm hewqasî di bin tehde û zordestîyan de mabe û hê jî dimîne. Erê, me bi qasî bîyanîyan jî qedr û qîmeta dîne xwe ê qedîm negirtiye û me, vê çanda xwe a qedîm neparastîye. Heke me karibûya biparasta, bawer bin roja îro rewşa me dê ne ev rewş bûya. Loma jî, divê em qisekarê gotina rast bin û derewan nekin. Êdî bes e. Em pê nizanin, me nexwendiye û haya me, ji gelek alîyên nirxbilind ên êzdayetîyê tune. Loma, gelek carn em bi hêsanî vî dîn û vê çanda xwe a qedîm, reş û biçûk dikin û bi çavika dînên serdest, an jî bi çavika modernîzma heyî, rexne li wan digrin. Ne tenê zanînên wan ên dînî, em carinan irf û adetên wan jî rexne dikin û ferzên wan ên dînî jî, reş û biçûk dikin. Û di ser de jî, em dibêjin ‘wele em birayên hev in û ferqa me, tune’. Loma hinek kurd jî, di xwe de wî mafî dibînin ku ji êzîdîyan re dibêjin, ‘çima hûn nabêjin em kurd in?’ Erê wele, xweş bazar e?!! Divê em baş têbigihêjine sebebên ku birayên me ên êzîdî dibêjin ‘em ne kurd in.’ û divê em bikaribin empatîyê bikin. Wekî din, em nikarin arîşeyên xwe ên heyî safî bikin û pergaleke çak a sekulêr biafirînin. Rê û rêgeha vê yekê ayan e: rêzgirî, xweşdîtin, tolerans, xweşbînî û dilsozî divê. Baş e, gelo kurdên misilman çima nikarin bibêjin ez êzîdî me û nabêjin? Sebep çi ye gelo? Pirsa rastîn, a ku divê were pirsîn, ev pirs e.

Rast e, destên dagirker û nokerên dagirkeran, di vê mijarê de gelek e. Sîxûr û nokerên dewletên dagirkeran ku ew dewlet jî dewletên misilman in, di meseleya tehde û zordestîya li ser dînê êzdayetî de, rolekê mezin hilgirtine. Lê ev mesele, tenê xwiyabûna rûkalkî a meseleyê ye. Binyada meseleyê, kûr û dûr e û mesele, tenê bi çehşîtîya hinek kurdên misilman, şirove jî nabe. Li gor dîtina min, heke me bi xwe êzdayetîyê reş û biçûk nekira, kesî nikaribû vî dîn û vê çanda me a qedîm, li ber çavê reş û bikira. Ev jî rastîya me ye û telîsê derewan a heyî jî, xweş diçirîne. Li gor dîtina min, tevahîya dînên heyî rojekê dê biguherin û nema, wekî xwe bin. Dînên ku xwe neguherînîn, nikarin xwe rabigirin û jîndar bin. Dîn û bawerîyên zordest û asîmîlekar ku zanînên xwe ên dogmatîk li ser tevahîya mirovan ferz dikin, nikarin bibin yek ji wan dînên siberojê. Çimkî civaka siberojê, dê ne ew civakên berê be û dê, xwe bilind bike. Loma gelek dînên cîhanî, reforma xwe pêk anîne û destê xwe, ji jiyana komelî şûştine, wate xwe dane alî. Ligel vê yekê, gelekên wan hê jî xwe negihandine wê asta qencîxwaz û mirovhez a êzdayetîyê. Ji ber asta xwe a bilind, êzdayetî gelek caran di bin tehde û zordestîyan de maye û dijminan, wiha xwestine ku tevahîya bawermendên êzîdî, ji kokê ve hilînin û koka wan, bihelînin. Dema meriv li rabirdûya dînê êzdayetîyê mêze dike, meriv dizane ku di êzdayetî de talan, cîhad, dadgehên engîzîsyonê û destdirêjîya mal û namûsa xelkê, tune bûye û nehatiye dîtin. Kesek jî, nikare beravajîya vê rastîya ayan, derewan bike.

DIYALOGA DI NAVVBERA KURDÊN ÊZIDÎ Û MISILMAN DE                                       

Gelo, em çawa dikarin dîyalogeke baş a rastîn, di navbera kurdên êzidî û ên misilman de, ava bikin? An jî, dîyalogeke baş û rastîn, çawa dikare pêk were? Li gor dîtina min; berîya her tiştî divê meriv dînê ku bawerîya xwe pê dihîne nas bike û bikaribe, şaşîyên dînê xwe bibêje. Divê meriv bikaribe, behsa tehde û zordestîyên ku li ser navê dînê meriv pêk hatine jî bike. Heke em wan şaşîyan nebêjin, tespît nekin û nepejirînin; em nikarin bi birayên xwe re dîyalogên rast pêk bihînin û bibin sebebê, başî û xweşhalîya hev. Dema em rabin dîn û bawerîyên xwe, wekî zanînên herheyî û zanistî, raberî birayên xwe bikin û zilmê li wan bikin, em ê çawa bikaribin behsa biratî, azadî û wekhevîyê bikin? Em ê çawa bikaribin jidil, ji hev hez bikin û xwedan tolerans bin? Dîyaloga ku em behsa wê dikin, encax li ser bingeha azadî, wekhevî, biratî û hezkirinê, dikare pêk were. Heke ne wisa be, mixabin dê biratîya me jî biratîyeke qelp be. Nimûne: Li bakurê Kurdistanê di 40-50 salên dawî de, hema bibêjin tevahîya gundên êzîdîyan ji ber tehde û zordestîyan, vala bûne û piranîya êzidîyan jî, baz dane welatên ewropî. Di encama vê proseyê de, gelek erd, xanî, bostan, mal û milkên êzdîyan jî, ketine destê kurdên misilmanan û kurdên misilman jî, roja îro dibêjin ew mal û milkên me ne. Bila were bîra we, berîya demekê gelek êzdîyên bajarên der û dora Bişêrîyê û Batmanê, nikaribûn biçûna ser erdên xwe ên çandinîyê û lê xwedî, derkevin. Gelo, me ev ne zilm e, ne dizî û zordestî ye? Çawa em ê van rastîyan nebînin û nebêjin? Çawa em ê ligel hewqas zordestîyan jî, rabin bi serê hev sond bixwîn? Heta em li xwe mikûr neyên, lêborîna xwe nexwazin û rêz li çanda qedîm a êzdayetîyê negrin, em nikarin behsa destpêka dîyologeke rastîn a ku em dixwazin di navbera kurdên êzîdî û ên misilman de pêk were, bikin. Rûspîyên kurdan, lêkolêr, civaknas û rewşenbîrên me, demildest divê li ser van meseleyan rawestin, lêbikolin û rastîya, arîşeyên heyî derbixîn holê. Bi alîkarîya komîsyonan, tevahîya mal û milkên êzdîyan, divê li wan werin vegerandin û lêborîn, were xwestin. Li tevahîya cîhanê û li her alîyê Kurdistanê, divê êzdayetî bi serbestî bikaribe xwe organîze bike û bijî. Bi qasî mabedên misilman û xiristîyanan, divê mabedên êzîdîyan jî hebin û li tevahîya Kurdistanê, divê dînê êzdayetîyê were nasandin û zanîn. Wekî din, em nikarin wê çavika reş a ku me daye ber çavê xwe bidin alî û bi birayên xwe ên êzîdî re, aşt û dilsoz bin. Heke em nikaribinn van rastîyan bibînin, mixabin dê dîyologa di navbera me de jî, dîyologeke qelp û rûkalkî be.

Baş e, divê em çi bikin? Emê xwedan wujdan bin û rastîyê bibêjin. Emê li ber ronahîya hiş û aqilê xwe, li gor krîterên etîka cîhanê, bi serbestî rastîyan bibêjin û biparêzin. Emê hewl bidin ku dînê êzdayetîyê ku dînekî qedîm e, binasin û bi kozmogonîya wê, bizanibin. Emê hemhestyar bin li hemberî birayên xwe û bi dilsozî, mafê gotinê û xweparastinê bidin wan. Birayên me, xwe çawa bibînin û xwe çawa bidin nasandin, emê wan wiha bipejirînin û li hemberî wan, rêzgir bin. Heke em wisa nekin, bawer bikin em nikarin ji hev re bibêjin em birayê hev in û em, ji hev hez dikin. Loma, ez niha bi serbestî û bi dilekî xweş, dibêjim ‘xwezî, ez êzîdî bûma.’ û hew. Wekî gotina dawî; dibêjim hêvîdar im ku birayên me ên êzîdî li tu devera dinyayê li tehde û zordestîyan rast neyên û bikaribin bi serbestî bi nasnameya xwe a dînî bijîn û biparêzin.

Têbinî: Di 12 sibatê (12.02.2023) de, di bin rêvebirîya komeleya Kurdish – European Societyê (KES: Civaka Kurdî – Ewropî) li Almanyayê, li bajarê Kölnê civînek pêk hat û ez jî, ji bo civînê hatibûm vexwendin û beşdarî civîne bûm. Mijara civînê ‘Kurdên Misilman û Kurdên Êzidî li Almanya, Sedemên Krîzê û Çareserîyên Gengaz û li ber dest’ (Ezid’innen und Muslim’innen in Deutschland: Konfliktursachen und Lösungsansatze) bû. Ev nivîs, axaftina min a li civînê ye. Civîn, di bin çavdêrîya çend sazî û şarederîyên almanî de pêk hat. 

Çavkanî: https://www.gazeteduvar.com.tr/             



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button