
Zanist navê giştî yên çalakiyên zêhnî ku xwe dispêrin toklîn (experiment, deney) û çavdêriyan û dixwazin ku bi awayekî objektîf, rasteqîniyên nesnel bibînin e. Zanist, ked û hilbera hevpar a mirovahiyê ye û qurmên wê heta şaristaniyên serdestpêk diçe. Şaristaniyên serdestpêk, li keviyên çemên Dîcle, Ferat, Nîl, Îndûs û Ganjê, derketine holê. Li gor daneyên dîrokî xebatên ewilî yên zanistî, Beriya Zayînê di salên 2000an de, li Çîn û Hîndîstanê dest pê kirine. Ji wir jî, piştre xwe berdane Mezra Botan (Mesopotamia) û Misrê. Lêbelê di vê dewrê de, xebatên zanistî û xebatên dînî, di nav hevdu de bûne. Yan jî meriv dikare bibêje ku xebatên zanistî, gelekî di bin bandora bûyera dîn de bûne. Li Mezra Botan, şaristaniya sumeriyan gelekî bi pêş ve çûye. Sumerî di warê pezxweyîkirin û çandiniyê de, gelekî bi pêş ve çûne, xişteya lêkdanê (tabloya carandinê) û hesabên qad (alan) û baresteyê (hacîm) pêkanîne. Ya bazneyê (daîre, çember, tiqalik) dabeşê 360 dereceyan, ya seeteke dabeşê 60 daqîkeyan û ya daqîqeyeke jî dabeşê 60 saniyeyan kirine. Li Misrê jî di warê tipê (tıp) de pêşveçûnên baş hatine dîtin.
Xebatên zanistî yên ku di vê dewrê de, ji layê wan şaristaniyan ve hatine dîtin û bikaranîn, zêdetir ji bo bikaranîna jiyana rojane û ji bo sûdwergirtina mirovan bûn. Ango, di asta zanayiya teknîkî yan jî zanayîya rojane de mane. Çimku armanc ne têgihiştina gelemper ya gerdûnê bûye, yan jî em bibêjin bi tenê ji bo bidestxistina zanayiyê bi xwe bû. Armanc hêsankirina jiyana rojane û berdewamkirina wê bû. Şaşwaziya, li hemberî xweza û gerdûnê û xwestina zanînê a bi tenê ji bo zanînê (ne ku ji bo armancên pratîk yan armancên rojane), ji aliyê pêşiyên yewnaniyan ve dest pê kiriye. Temamîya zanistan di destpêkê de, di nav felsefeyê de (wekî bineşaxên felsefeyê) cîh girtine. Lewma jî Aristoteles felsefeyê, wekî ‚zanista gerdûnî a ku hemû zanistan diguncîne.‘ daye nasandin. Di Serdema Navîn de li Ewropayê, nemaze di navbera sedsala 5 û 10an de xebatên zanistî rawestiya ne, yên ku berê dihatin zanîn jî, hatine jibîrkirin û hemû tişt, wiha hatiye xwestin ku bi dogmeyên dînî werin şirovekirin.
Di dîrokê de, ji vê dewrê re Serdema Tarî tê gotin. Di navbera sedsala 8 û 11an de di cîhanê îslamî de bi saya wergerên yewnanî, sanskritî û suryanî, di warê zanistê de pêşveçûnek hatiye dîtin. Îbnî Sîna di warê tipê de, Harezmî di warê cebirê de, İbn-ul Heysen di warê fizîkê de, Birunî di warê matematîkê û trîgonometriyê de, Fahredîn Razî di warê kîmyayê de û İbn-ul Nefîs jî di warê fizyolojiyê de, xebatên baş pêkanîne. Zanist û çanda îslamê, heta sedsala 14an dewreke ronak û zindî jiya ye, di dawiya vê sedsalê de rawestiya ye û heta em dikarin bibêjin ku bi paş ve jî çûye. Li Ewropayê di destpêka sedsala 12an de, mirovan zêdetir bala xwe dane xebatên zanistî. Di vê sedsalê de, li Ewropayê di xurtbûn û pêşveçûna xebatên zanistî de, bandora wergerên erebî gelekî mezin e. Çimku şaristaniya yewnan û ramanên filozofên girîng, li Ewropayê bi saya wan wergeran hatine nasîn. Di Serdema Nû de ramana dînî hatiye terkandin, ramana zanistî bûye serwer û di zanistên xwezayê de pêşveçûnên mezin pêk hatine. Kopernîk di astronomiyê de, di dewsa sîstema Batlamyusî de, ku erdê wekî navenda hemû tiştî didît; sîstemeke nû xurt kir, ku di vê sîstemê de jî Roj, wekî navenda hemû tiştî tê dîtin.
Ev xebata ku ji layê Kopernîk ve hate destpêkandin, ji aliyê Kepler û Galileoyî ve hatiye pêşvebirin. Wan zanyarên navborî wiha xwestine ku tevgera cisîmên esmanî, bi awayekî matematîkî şirove bikin. Bi saya xebatên Galileo yên derbarê fizîk, tevger û ketina serbest de, wiha kiriye ku bandora fizîka Arîstotelesî ji holê rabe û fizîka nûjen, dest pê bike. Galileo bi wan xebatên xwe re jî, wekî ku tê zanîn pêşengiya Newton kiriye. Newton di warê matematîk, fizîk û astronomiyê de xebatên baş pêkaniye, di rêça Kopernîk, Kepler û Galileo de çûye û hemû tevgerên ku di gerdûnê de hene, bi awayekî matematîkî û bi qanûna axkêşanê, şirove kiriye. Ev pêşveçûna bi lez ya di zanistê de, babeta fikirîna zanistî û rêbazê, aniye rojevê. Di sedsala 17an de Francis Bacon, Rene Descartes û J. S. Mill, dilêrîna rêbazên nû xurt kirine. F. Bacon, di berhema xwe ya bi navê ‚Organana Nû‘ de gotiye ku avahiya xwezayê encax bi rêbaza enduksiyonê dikare were zanîn û bi vî awayî rêbaza enduksiyonê, xurt kiriye. Descartes jî, ji xwe re modela matematîkê dipejirîne û rêbaza deduksiyonê bikar tîne. Di sedsala 18an de bi saya xebatên Lavoisier, zanista kîmyayê a nûjen hatiye damezrandin. Bi saya xebatên, zanyarên Galvanî û Volta jî, elektrîk hatiye vedîtin.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 23.04.2025
- Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘