Arşîva Felsefevan

Komponêntên Felsefeyê

Mirovê serkeftî fîlozof e, anku felsefevanê karê xwe ye. Felsefe, li ser her tiştî dikare bête kirin. Erka felsefevan ew e ku, matêrî û diyardeyên ku berbiçav in rave, analîz, girêdayî logîkê bike û ji me re nirxa wan bibêje. Dîsan jî çiqasî evan qorzîkên teknîkî weke aliyên serkeftî bêne dîtin, lê ev serkeftin bi xwe, mixabine, nexwedî armanc be, dimîne encama evê xebatê ew e ku dê weke yekalîn bihête dîtin. Ji xwe û ji ber ku ji bere ve jî naskirî ye ku ji ê felsefevan tête xwestin ew e ku mamostetiya derûdora xwe bike û bi miletê xwe re diyalogê biajo, divabe nexwe evî mamosteyî evan qorzîkên teknîkî li gewdê ew kesên derûdora xwe, ku me niha qal kirî bike, mîna kirasekî, û ji wan bixwaze ku tek bi mejî ê xwe bifikirin.

Ji xwe ev e ye xala newekheviyê di nêvbera kesên ku felsefeyê dikine û yên ku felsefeyê dixwînin. Ji ber, heyanî ku em bi zimanê ku em pê difikirin û diaxivin, felsefeyê nekine û berdewam, vê felsefeyê nenivîsin û belav nekine, dê dîmenê vê kiryara me, bi zimanê felsefevanê miletên dîtir pêdiviyê bi wergereka şkestî bibe. Felsefe, gotina dawîn e ji karê herî serkeftî re. Gelek mirovan kêfa wan tê gava ku li ser berhemeke xwe biaxivin, mîna gava ku yê helbestvan felsefeyê li ser helbesta xwe bike, ê mûzîkvan li ser mûzîka xwe, ê nivîskar derbarê nivîsên xwe, td. Ji xwe jî jê serrasttir, tendurusttir û serkeftîtir tuneye, ji her yekek ê van cûreyan ku qultek felsefeya wê bihête vexwarin, ji ber ku çi wilo, çi wekî din be, ev rex û alî hevûdû temam dikin, mîna endamê malekê, ku weke fikir dihête dîtin, wate mal. Jê giringtir hîna ew e, zimanê ku pê tête hûnandin, ku ev mal û ev hûnandin bibine hevserên hevûdû. 

Komponêntên felsefeyê hayxwejêanîn û pêwisttirîn lênerîn, herweha pêdeçûn dixwazine. Felsefe nema A û B ye, lê belê A û Z e. Felsefeya kurdî bi wan zaraveyan diaxive, yên ku Zimanê Kurdî ji wan pêk tê. Berdewam wesan e, ku bi gramera felsefeyê alavêt kognîsyona kurdî jî saz dibe û ev bîrkarî (matematîk) dibe nasnameya xwenasînê di ferhenga mêjiyê kurdî de. Em felsefeyê dixwînin, ji ber ku felsefe tê xwendin. 

Brahîm Şêxo
24.02.2016



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button