Arşîva Felsefevan

Ol û Felsefe

Zeynelabidin Zinar

Bi rastî pêdiviyeke mezin a Zimanê Kurdî bi weşaneke di warê Felsefeyê de hebû. Dema min bihîzt ku Kovara Felsefevanê li ser kaxez jî dest bi weşana xwe dike, kêfa min pir hat. Pêşî ez weşana Kovara Felsefevanê pîroz dikim û serkeftin ji berpirsê wê rêzdar Elî Gurdilî û ji hevkarên wî re dixwazim, bi hêviya domandinê her serkeftî bin… Pêşî em ê li ser OLê, piştre jî FELSEFEyê rawestin û têkiliya wan bi hevûdu re pêşkêşê xwendevanê Kovara Felsefevanê bikin: Berî ku têkevin nava babetê naverokê, dixwazim bêjim ku çi dema behsa FELSEFEyê tê kirin, di serê pêşî de fîlozofên Yunanî tên hişê mirovî. Lê belê ev yek para xwe ji rastiyê kame nekiriye. Lewra piştî ku Skenderê Makedonî piraniya Maguyên Ola Behdînê (Zerdeştî) desteser kirine û ew hinartine girtîgeha servekirî ya li girava Girîdê, ew rêbaza Felsefeya ku wê demê di nêv zanayên Kurd de hebû, debasê nêv zanayên Yunanê bûye, piştre jî ew felsefe hin bi hin li welatên Ewrûpayê belav bûye. (Ji vê babetê re lêkolîneke berfire divê). OL ango DÎN, ji bilî hin olên herêmî xasma yên ku perestinî ji bite û pûtan re dikirin, ji bo rêbaza hin kesên ku bi navê ’Peyamber’ (Pêxember) bi riya WEHYê ji aliyê Xwedayê asîmanî ve hatine vebuhtîkirin, da ku ew erênî û neyêniyên Yezdanî pêşkêşê xelkê bikin, hetanî sala 611an, tevî ola Mihemed Pêxemberî (xxl) a bi navê ÎSLAMê, 313 ne û her peyamberek olekê pêşkêşê mirovên demê kiriye. Lê bi giştî jimara NEBÎyên Xwedê, 124.000 e. Di Qurana pîroz de jî, navê 28 pêxemberan hatiye bilêvkirin. 

Çendî ku Felsefe hin caran olan rexne jî dike, lê belê ev olên asîmanî ku derketin holê bi xwe jî Felsefe ne, yanî her olek xwedanê felsefeyekê ye. Mesela: Felsefeya Ola Îslamê, Felsefeya Ola Nisraniyê, Felsefeya Ola Cihuyan, Felsefeya Ola Behdîniyê, Felsefeya Ola Manî û gwd.Bêguman Ol û Felsefe, têkiliyeke xwe ya pir nêz û xurt bi hevûdu re hene. Peyvika Ola ku di erebî de ye, jê re ‘Dîn’ tê gotin. Lê ev peyv bi koka xwe peyveke Hindoîranî ye. Em bi hêsanê dikarin bêjin ku malê Zimanê Kurdî ye jî.

Têgeha olê, rasterast palpişta xwe daye xwedayekî nepenî ku her kes cihê wî bi navê ’Lamekan’ li jora asîmanê heftan dizane û her tiştên wî nepenî û nihênî ne. Lê belê Felsefe ji vê rewşê cuda ye. Ji ber ku ev peyvika Felsefeyê (φιλοσοφία) di zimanê Grekî de wateya xwe ‘heskirin’ û ‘lêgerîn’ e. Lê wateya wê ya rasteqîne ‘pirs û bersiv’ in. Jixwe diyar e ku jiyan bi pirs û bersivan berdewam dibe, yanena domandina wê zehmet e. Felsefe jî û Ol jî, dixwazin ku xwe di heyînê de li ser bingeha rastiyê bidin rûniştandin; rastiya jiyanê û ya mirovan bipeyitînin. Ji ber hindê ye ku şûfandineke mezin di navbera herdukan de heye. Lê belê dijberiyeke mezin jî di navbera wan de ya li dijê hevûdu ku di hinavê xwe de diparêzin heye, ew jî ev e ku OL hemû hawayên rastiya zanîna xwe bi riya dahatina (Wehy) ji ba Yezdanê asîmanî ve bi riya milyaketan derxistiye holê û pêşkêşê mirovan kiriye.

Lê belê FELSEFEyê jî, hemû hawayên rastiya zanîna xwe bi riya aqil û rêveçûna li gor êqil derxistiye holê û pêşkêşê mirovan kiriye û dike. Yanî ger bi kurtî û zelal bête gotin, Felsefe berhemên mirovan e û Ol jî berhemên Yezdanî ne. Ji vê zêdetir, ji bo Olê bawerî divê, ji bo Felsefeyê jî aqil divê. Li jorê OL hate şirovekirin ku ji ba Yezdanî dahatine, ew aqilê ku Felsefeyê warê xwe li serê avakiriye jî, ew zanîn û têgehiştin e ku di nava mixê ku di nava qoqê serê mirovan de ye. Ji mix re çendî ku ”mejî” jî tê gotin, aya ev mix çi ye û têgeha wî çewan e, divê hinekî wî jî bidim nasandin: Ew kîsikê di nava qoqê mirovan de ku jê re mix/mejû/mejî tê gotin, çendî ku mîna hevîrekî spî tê dîtin, lê belê hemû xirzik in û dema ku mirov nîçek jê di nava serê du tiliyên xwe de dihesikîne, bi hêsanî têne ferqkirin. Em ji wan nîçikên hûr re ‘hicirk’ dibêjin ku bi milyonan hene û her yek ji wan karekî dike. Mixê di nava qoqê mêran de yê normal kêm-zêde li dora 1300/gramî ye û yê jinan jî li dora 1275/gramî ye. Ev zanîna li dinyayê ku di nava 7 milyar û 400 milyon mirov de heye, ger tevek têkeve nava mejiyekî, tenê ji %17 tê vegirtin û ji %83 vala dimîne. Hafîzeya qeydkirina mejî, hewqas xurt û kame ye. Ev baweriya Olî û ev Felsefeya ku li ser aqil hatiye avakirin, çendî ku hin caran dijberiyê jî bi hev re dikin lê hin caran bi hev re lihevbanînê jî dikin. Li jorê çendî ku wateya Felsefeyê ya rasteqîne weke ”pirs û bersiv” hatiye gotin jî, ev ji ber hindê ye ku hertim Felsefe li tiştan bi guman e, hergav jî pirsan dipirse û xwe ji rexneyan nahêvişîne.

Ji ber vî hawayî ye ku hertim tiştên nû û guhertinên nûjen derdixîne holê. Ji ber vê yekê ye, hin pirsgirêkên ku di nava Felsefeyê de hene, gelek caran dikevin nêv babetên olî jî. Bêguman Felsefe hertim dixwaze heyînê, mirovan û jiyana wan binase û ka ev kaînat çewa derketiye holê. Ev pirsên hanê ji aliyê olên asîmanî ve jî derdikevin holê ku ev kaînat çewa hatiye afirandin, mirovan çewa dest bi jiyanê kirine û çewa dê li jiyana xwe berdewam bibin. Felsefe çendî ku rêçeke gumanbar e, lê hertim dixwaze ku mirov xwe bigehînin navenda rastiyê. Lê belê Ol ji ber ku mercê xwe yê yekemîn baweriya bi pirtûkên Xwedayê asîmanî ye, di nava xwe de rê nade gumanbariyê. Ji ber hindê ye ku Olan baweriya xwe bi bingeh û bi sînor kirine, ji xwe rê û rêbaz bi navê “zagon” nivîsandine, ji nexşeya xwe dernakevin der û wisa li jiyana xwe berdewam in. Lê belê Felsefe ji ber ku lirêçûneke aqilane berdewam e, hertim guherbariyê di xwe de diafirîne. Felsefe hertim xwe li ser van şaxên li jêrê xistiye nava lêgerînê: Biratî, dadmendtî, wekhevîtî, xweşikatî, zanistî, heyîntî, aqilmendî, zimantî, bextewerî, serfirazî, hunermendtî, aramî û gwd.

Ji van peyvên li jorê, gelek pirsên din jî tên hişê mirovî:

– Aya sînor ji bo zanînê hene?

– Têgehiştina olan çi ye?

– Gelo Xweda hêzeke tirsnak e?

– Gelo siyaset, fizîka nûjen, kêşeya hewa û stêrnasî di nava Felsefeyê de cihên xwe wergirtine?

Bêguman karekî balkêş e ku Felsefe xwe bi xwe, xwe dixe lêpirsînê. Ev e bi hezarê salan e ku Hind û Rojavayî bi Felsefeyê ve dilipikin, lê belê Felsefeya rasteqîne piştî Ronesansê bi zîrektiya Elmaniyan gehaye kamebûna xwe. Herweha ev e dused sal in ku welatên Rojhelatî yên weke Çîn, Qore û Japonî jî giraniya lipikandina xwe dane ser Felsefeyê. Dîsa bêguman e ku Rojhilat, xasma jî Rojhilata Navîn di warê Felsefeyê de tîneke mezin li Felsefeya Rojavayê kiriye. Ji vê jî zêdetir tîna xwe li Cihûyan, li Rûs û li Emerîkaya Latênî jî kirine. Xebata li ser Felsefeyê, ji ber ku sêwirandina rexnekirinê derxistiye holê, tîneke mezin li civatan kiriye. Ji ber hindê ye ku di warê Felsefe û yê konevaniya wê de zanayên pir mezin derketine holê ku wan çarenûsa mirovatiyê dane guhertin, weke Konfuçyûs, Sun Tzu, Machiavelli, Leibniz, John Locke, Rousseau, Adam Smith, Marx, Mill, Gandhi û gwd. Herweha di warê perwerdehiya Felsefeyê de jî kesên weke John Dewey, Rousseau, Piaget û hwd. bingeheke nûjen afirandine. Di warê Olî de jî kesên weke İbnû Xaldûn, İbnû Ruşd, Ebul Izz (Smayil Cizîrî) û gwd. hebûne.

Weke encam weha dikare bê gotin ku Felsefe li gor dewr û deman xwe guhertiye û gelek jî berepêş çûye. Çi welatê ku sînor dananiye pêşiya Felsefeyê, ew bi awayekî azad, serbest û nûjen berepêş çûye û xwe zû gehandiye nêv cîhana medenî ya ku di nava jiyaneke nûjentirîn de ne.  Lê belê Ol xwe neguhertiye û sedemê ku îro 57 welatên Cîhana Îslamî di pêşketina nûjentiyê de gelek li paş mane jî, hebûna sînoran e li pêşiya mejiyê pêşketî yê mirovan. Mirov dikare bêje ku Felsefe maka hemû zanistiyê ye, lê belê Ol jî bingeha her tiştî ye. Ji ber hindê ye ku pir zehmet e berdewamiya jiyana mirovan a bê Felsefe û bê Ol ku bêtê domandin.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button