Arşîva Felsefevan

Hevpeyvîn bi Jan Dost ra

Hevpeyvîn: Alî Gurdilî

‘Helbest pirûskek e û roman jî, agireke zerdeştî ye.’ (Jan Dost)

Jan Dost romannivîs, helbestvan, wergêr û nivîskarekî kurd e. Di 12’ê adarê sala 1965an de, li bajarê Kobaniyê hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobaniyê qedandiye. Ji sala 1985an heta 1988an, li zanîngeha Helebê fakulta zanistê beşê Biyolojiyê xwendiye; lê temam nekiriye. Jan Dost di dehsaliya xwe de dest bi nivîsîna helbestên erebî kiriye û paşê, di panzdeh saliya xwe de qulipiye ser zimanê kurdî. Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî di sala 1993an de, di pêşbirka kurteçîroka kurdî de, li Sûriyê xelata yekem girt û li Tirkiyê jî, li ser sehneyê hate lîstin. Ji bilî wê çîrokê, Jan Dost çend çîrokên din jî nivîsandine, weke Mistek ax ku sala 2007an li Almanyayê bû kurtefilmek. Her weha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û kovarên cihê de weşandine. Jan Dost di malpera Diyarnameyê de di quncika xwe ya bi navê Şevnem de, ji sala 2007an heta sala 2012an, gotaran nivîsiye. Di sala 2000an de çûye Almanyayê, li wir dijî û ji Adara 2009an ve, hemwelatiyê Almanyayê ye. Em ligel Jan Dost; li ser jiyan, zarokatî, berhem, proje û felsefeya wî peyîvin.

Ali Gurdilî: Kekê Jan, di destpêkê de li ser navê xwîner û xebatkarên kovarê, gelekî spasiya te dikim ku te daxwaza me ya vê hevpeyvînê qebûl kir, malî ava.  

Jan Dost: Spas ji te re jî heyran. Spas ji bo wan xwendevanan jî ku dê niha dilê xwe û mejiyê xwe ji me û axaftina me re vekin.

Ali Gurdilî: Heke destûra cenabê te hebe; ez dixwazim ku bi pirseka li ser zarokatiya te, em dest bi vê hevpeyvînê bikin. Qasî ez dizanim; ji ber ku bavê te mela bûye, zarokatiya te li hawirdora mizgeft û medreseyan derbas bûye. Di medreseyê de jî, ligel dersên şerîetê te gelek dersên cihê jî dîtiye. Pergaleke bi vî rengî ya olî; gelo bandûreke çawa li kesayetiya te kir û di işq û nivîsîna te ya bi zimanê kurdî de, rola wan rojên te çi ye? 

Jan Dost: Ew zarotiyeke tijî bû. Bi qasî ku min yan ez bibêjim bavê min, dem da fêrkirina min, wî qasî jî ez dûrî lîstikên zarotiyê ketim. Ez ne mina hemsalên xwe bûm, dema ku wan berêvaran li kolanê dilîst, bavê min ez li ba xwe didame rûniştin û li ber siya dîwarê mala me ya rojavayê dersên feqetiyê dida min. hevalên min li kolanan bûn, diqîriyan, zarotiya xwe bi hemû hûrgiliyan didîtin, ê min jî ez di kolanên hedîs û ayetan re dimeşiyam. Bêguman jiyaneke weha, ku nehişt ez têr zaroktiyê bibînim, hişt ez bimînim ew zarokê ne têrlîstik. Lê ez ne poşman im. Ew ji bo min bi rastî jî bû bingehekî zêde xurt ji bo nivîskariyê. Bavê min dersên min bi kurdî digotin, ev jî aliyekî erênî bû di wê zarotiya min de. Li dibistanan tenê bi erebî ders hebûn, lê min li ber destên bavê xwe yekemîn dersên bi kurdî dîtin. Ez dikarim bibêjim ku ez ji zarotiya xwe de bi kurdî perwerde bûme.

Ali Gurdilî: 35 sal in ku tu li xerîbiyê dijî, li Almanyayê û tevî vê yekê jî, xwiya ye ku rihê kurdayetiyê bi her hawî li cem te dijî û zindî ye. Gelo tu di civaka almanan de, carinan xwe xerîb hîs nakî? Wekî ku tu ne aîdê wê çandê bî?

Jan Dost: A rast ez her xwe xerîb û bîyanî dibînim, ne tenê niha û li nava vê civaka almanan; lê berê jî û di nav civaka me kurdan de jî. Biyanîbûn li ba min a giyan e, ruhê min ji derdora xwe qut e. Erê ez ne aide vê çandê me, çandeke çiqas bi rêk û pêk û bi bingeh e û pergala wê zanistî ye jî, lê em li hev nebaniyan, ez heta niha jî nikarim derbasî vê civakê bibim. Nikarim.

Ali Gurdilî: Ez ne xeletbim, beriya 2-3 mehan bû;girêdayî hinek agahdariyên te, li Kurdistana Bakur li dijî te nerazîbûn û bertekek pêk hat. Sebebê vê yekê, bêtir helwesta te ya polîtîk bû yan? Ez vê yekê çima dipirsim? Li welatên pêşketî, nivîskar yan hunermend, zêdetir bi berhemên xwe têne nirxandin, ne bi sekna xwe ya siyasî. Lê li warên mîna welatên me, mixabin ji ber ku siyaset her di navendê de ye; dema nivîskarek helwesta xwe siyasî eşkere dike yan cihê difikire, ew nêrazîbûn, yan awira siyasî xwe berdide berhemên nivîskêr bi xwe jî. Yan ez xelet im gelo?    

Jan Dost: Keko ez tucarî bîr û baweriyên xwe naxim bin cilikan, gava di civaka min de cinayet bibin, ez dengê xwe bilind dikim. Xeletî hene, çima ev kes  naxwazin rastî were gotin! Ma rola rewşenbîrekî çi ye! Tenê pirtûkan ji cemawerê xwe re binivîse! Ez bi xwe, vêya tim dibêjim, xwe mina mirîdekî seydayê Ehmedê Xanî dibînim û weke çawa ku wî rexne li mîr kir ez jî rexneyê dikim. Mixabin civaka me fêrî rexneyê nebûye, perwerdeya wî hew ew e: huş be, dengê xwe li ber kesê ji xwe mestir neke, ew bavê te ye dikare sere te jî jê bike, birayê te yê mezin e û hdw. Civaka me li ser parastina rastiyê perwerde nebûye, loma jî kesên ku destên xwe yan tiliya xwe dirêjî çewtiyan dikin, têne cerisandin û hetikandin.

Ali Gurdilî: Di romanên dîrokî de, xwîner carinan zêdetir bala xwe didin bûyerên dîrokî yên ku di romanê de hatine vegotin û yên resenî rûbirû dikin. Bêguman ev rewş jî, barê nivîskêr zêdetir dike. Mesela romanên te yên Mîrname, Mijabad û Sê Gav û Sê Darek jî romanên dîrokî ne. Dema ku tu dest bi nivîsîna romaneke dîrokî dikî, tu xwe çawa amade dikî û wekî din, zehmetiyên ku dertêne ser riya te çi ne gelo?    

Jan Dost: Raste bar girantir dibe. Em bi zehmetiyan dest pê bikin. Berî her tishtî romana dîrokî behsa demeke gelekî dûrî nivîskêr dike, yanî demek ku nivîskar têde nejiyaye loma jî ew nikare bîne ber çavên xwe rabûn û rûnishtina xelkê, cil û bergên wan, xwarina wan, tevaya hewaya ku wê demê serdest bû nakeve ber çavê nivîskêr. Hûrgilî û detayên di romanekê de ji bo min gelekî girîng in, loma jî ez zehmetiyeke mezin dikşînim heta wan bi dest dixim. Ji bo min pêwist e ku bizanibim ka mesela di serdema Xanî de kîjan helbestkarê osmanî bi nav û deng bû, ji bo Mijabadê pêwist bû ku nas bikim Framnk Sînatra denbêjekî biyanî yî navdar e û stranên wî di radyoyan de belav dibin. Ez xwe diwestînim, heta ji min tê li wan serdeman vedigerim. Îro mesela, 26.02.2015, min ji bo romana ku niha ez wê dinivîsînîm xwe siparte hin jêderan û min nas kir ku Michael Scot ê skotlandî  pirtûkeke Aristo wergerandiye zimanê latînî. Dibe ku di suhbetekê de li ser zimanê karekterekî hema behsa vê pirtîkê bibe. Lê ev hûrgiliyên weha ji bo tevna romaneke dîrokî gelekî girîng in.

Ali Gurdilî: Di romana xwe ya Mîrnameyê de, bi awayekî edebî te cih daye nakokiyên navbera desthilatdar û rewşenbîran û hinek jî, te xwestiye ku balê bikşînî ser pîvanên ehlaqî yên rewşenbiriyê. Di dewra ku Ehmedê Xanî lê jiyaye û di dewra me de jî, di civaka kurdan de ev pirsgirêk herdem hebûye. Li gor bîr û baweriya cenabê te, pîvanên ehlaqî yên rewşenbiriyê çi ne gelo? Yanî ez ji bo roja me dipirsim?  

Jan Dost: Pîvan dikarin werin guhertin, ji civakekê heta yeke din, ji serdemekê heta yeke din dikarin ew pîvan werin guhertin. Lê di her zeman û mekanî de pîvaneke sabit heye, ew jî nabe ku rewşenbîrek çavên xwe ji zulma desthilatdaran re bigre. Mixabin li ba me kurdan, me desthilatdarî wek desthilatdariya neyaran û biyaniyan fam kiriye, em heta niha li partiyên xwe, li desthilatdarên navxweyî bi wî çavî nanihêrin. Li ba min ferq nake eger zalim kurd be yan turk be, ala di destê kujer de alaya rengîn be yan jî ya sor î bi hîv û stêrka spî be. Zulm, zulm e û neteweya wê nine.

Ali Gurdilî: Di sempozyuma Ehmedê Xanî de, tu dibêjî ku ‘Mem û Zîn’, berhemeke îslamî ye; Ehmedê Xanî jî mirovekî pragmatîst bû û xwestiye ku dînê îslamê bike kurdî. Gelo bi çi rengî mirov dikare ji berhemekê edebî re bibêje ku ew ‘berhemekê îslamî ye?’ û di warê kurdîkirina dînê îslamê de, mirov dikare bibêje ku Ehmedê Xanî bi ser ketiye, yan? Gelo heke imrê wî têrê bikira, wekî din çi projeyên wî hebûne?

Jan Dost: Ji têgeha islamî daxwaza min aliyê wê ê şaristanî bû, anku islam bi rûyê xwe ê şaristanî, wek wêje, wek chand, ne wek ol. Islam du besh in, ol û çand. Çanda islamî, ew a ku bi sedê salan û bi gelek zimanan li herêmeke fereh hate damezrandin û berfereh bû, di Mem û Zînê de; evîna xwedayî, Mîrac, afirandina gerdûnê, û gelek sembolên chanda islamî derbas dibin. Ji bo wê yekê em diakrin nave islamî, bi Mem û Zînê ve kin. Mixabin projeya Ehmedê Xanî û kurdîkirina islamê neçû serî. Yan jî em bibêjin  sînorê serkeftina wê gelekî hindik bû, ew jî ji berku MÎR guh li projeya wî nekir, mîrekî cahil ku ev proje fam nedikir û giringiya wê nizanibû. Ez bawer dikim ku di bala wî de wergera Quranê jî hebû, a hedîsan jî û a pirtûkên fiqih û şerîetê jî. Lê mixabin em nikarin vê yekê, weke rastiyekê bilêv bikin.

Ali Gurdilî: Di axaftina xwe ya di heman sempozyumê de, dîsa tu dibêjî ku ‘ji dînê/ola islamê kurdan  feyde negirtine, ev yek ne sucê îslamê ye, sucê me ye.’ û di rojnameya ‘Zaman’ ê de jî tu dibêjî, ‘heke hûn dînê îslamê ji kurdan cuda bikin yan ji wan bistînin, çawa ku we rihê wan ji wan sitandibe, ye.’ û te pêşketina Dewleta Osmanî û Tirkiyeyê jî, wekî du mînakan daye. Tu wiha difikirî, ku rihê kurdayetiyê bi dînê îslamê dest pê kiriye gelo? Ew awir, ne niheqiyek e li civaka kurdan a beriya dînê îslamê? Wekî din jî, heke tu wiha difikirî ku dînê îslamê sebebê pêşveçûnê ye, baş e tu wan welatên îslamî yên ku li paş mane çawa û bi çi şirove dikî?      

Jan Dost: Na. ez nafikirim ku rihê kurdayetiyê bi islamê destpêkiriye. Ji xwe fikreke weha neheqiyeke mezin e, lê mebesta min ku islam cihekî giring di mejiyê kurdan de girtiye, aliyê kurdan ê rûhî islam e, hela tu dab û adetan li aliyekî deyne. Êzdayetî jî aliyek ji aliyên kurdan ê rûhî ye, lê islam bêtir. Ev rastiyek e. Pêşveçûna ku islamê da civakan jî ne hindik e, dîsa mebesta min islama çand û kulturê ye; ne ol e. Erê niha rewşa Pakistanê nebaş e, a Afganistanê weha, lê gelo haya me ji wêjeya wan û şaristaniya wan piştî islamê heye?!! Gelo haya me jê heye ku li Afganistanê du imperatoriyên mezin, samanî û geznewî, rabûn û berhemên şaristaniyên gelekî hêja li pê xwe hiştin! Milletan, hemûyan fêda xwe ji islamê kirin.

Ali Gurdilî: Bi dehan salan cenabê te li ser berhemên Xanî lêkolînan kir û bi gelek zimanan şiroveya wan nivîsand.Ji kerema xwe,li ser tesewufa Ehmedê Xanî û eşqa wî ya îlahî, mirov dikare çi bibêje? 

Jan Dost: Ehmedê xanî yek ji mutesewifên şerqê yên mezin e, bextê wî yê reş ku kurd e. Ew ji dibistana irfanê tê. Lê wî jî mina Hellac û sofiyên civakperwer, du kaniyên tesewifê anîne ba hev, kaniya irfanî, yanî Xwedê û hezkirina Xwedê û naskirina Xwedê û nêzîkbûna ji Xwedê heta dereceya fenayê anku windabûna di zatê Xwedê de û kaniya xelqê, yan ku mirovayetiyê. Mutesewifên vê ekolê digotin ku derdê me rihetiya xelkê ye, bi wateyeke din ew ji bo mirovayetiyê têkoşer bûn. Loma jî Hellac hate kuştin, ew ne ji ber kufra xwe a zahirî hate kuştin, lê ji ber ku ew nêzîkî derdê xelkê bû û li dijî desthilatê bû hate çarmîx kirin. Meerrû, ku ew jî yek ji mezinên wêjeya erebî ye, dibêje Hellac dixwest dewletan biqulipîne. Xanî jî wiha dixwest ku dewleta zulmê were ruxandin û li şûna wê dewleta edaletê a kurdî were avakirin. Tesewwufa Xanî ne pasîv bû, ew  heta tu bibêjî bes aktîv bû. Soreşek bû.

Ali Gurdilî: Di malpera xwe ya facebookê de tu dibêjî ku ‘wêjeya soranîziman gavin gelekî gewre avêtine ber bi pêş ve. Vaye romana Koşk Franz Kafka jî bû soranî, dostê min ê romanûs Eta Nehayî ew wergerandiye, gelo em kurmanc çi dikin!’ Asta wêjeya kurmancî ya niha, gelo ne bi dilê te yeyan werger kêm in? Yan çima tu wiha difikirî, mebesta gotina te çi ye?  

Jan Dost: Ast baş e, nivîskarên kurmanciyê yên baş jî hene. Lê ez bala xwe didimê, ku pêşketin giran e. Wergerandin nikare bibe karekî takekesane, wergerandin prosesa milletan e, saziyên mezin divê li pey hebin, fînanse hebin, weşanxane xwe bidin ber mesrefên wergêran û tevgereke wergerandinê geş bikin. Berî demekê romana Perik a Selîm Berekat ku min ji erebî wergerandibû ji weşanxaneya Ayrinti derket, ez bi xwe ecêb mame ku weşanxaneyeke tirkan bi vî karî radibe! Karê wergerandina kurdî a berhemên nivîskarên kurdî, ku bi zimanên biyanî dinivîsin. Gelo ne seyr e! Erê, mesrefa ku li wan caw û plakatên sloganan diçe, bila li wergerê here, ez garantiyê didim ku dê di pênc salan de wêjeya kurdî û zimanê kurdî, gavin efsaneyî pêşde herin.

Ali Gurdilî: Di nav projeyên cenabê te de, bi zimanê kurdî; nivîsandina romaneke utopîk heye yan na? Tu qet li ser nivîsandina civakeke îdeal nefikiriyî gelo? 

Jan Dost: Qet fikreke weha bi min re derbas nebûye. Civakên ideal nînin. Fîlosofan ji kevin de çarçove ji bo civakên weha danîne, Farabî, Platon… Lê ew her mina xewnan e,  ez bi xwe kesekî reşbîn im û dibêjim ku mirov nayê guhertin, qalikê wî ji ser rabike, hov derdikeve, tenê şêweyê hovîtiya wî tê guherandin.

Ali Gurdilî: Di hiş û aqilê xwe de, tu Kurdistaneke çawa xeyal dikî? Heke rojekê Kurdistan serbixwe bibe, tu dixwazî ku ew dewlet û welateke çawa be? 

Jan Dost: Kurdistaneke ku nirxê mirov tê de bilind be, rûmeta wî hebe û ne koleyê dewletê û serokê dewletê be.

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re, tu dikarî bibêjî ku ji bo te girîngiya felsefeyê çi ye? Yanî wekî nivîskar û romannivîsekî dipirsim?

Jan Dost: Her mirovek felsefeyeke wî a jiyanê heye. A min bi xwe ew e ku rastî nayê kedîkirin, bextewerî nayê nasandin û jiyan xewn e. Mirovayetî hîn di pêvajoya xwe ya destpêkê de ye.  Em nikarin behsa serkeftinên mirovan bikin, eger şer û xwînrêjî berdewam be. Ji qonaxa hovîtiyê mirov derbasî qonaxeke din î hovîtiyê bûye. Felsefe, fikr, ol, pêximberî; dikin nakin ku vî afrîdeyê ku nave wî mirov e kedî bikin, nabe.

Ali Gurdilî: Gelo jiyan ji bo cenabê te çi ye? Tiştê cenabê te tebextewar dikin yan jî, xemgîn dikin çi ne?

Jan Dost: jiyan zeviyeke mirov bi lez têre derbas dibe, tiştekî nisbî ye. Mirov bi du peyvan nikare çarçovekê jê re deyne. Tishtê min zêde xemgîn dike, sitemkariye. Kuştina mirova ye. Tiştê min şad dike, biçûk in, dikare mesela silava dostekî kevn be, yan jî dîtina stêrka şivanan di êvareke buharê de be.

Ali Gurdilî: Kekê Jan, zor zor spas bo vê hevpeyvînê. Li ser navê kovarê, ez gelekî spasiya cenabê te dikim û serkeftina te dixwazim. Malî ava.

Jêder

1- https://www.facebook.com/jan.dost.7921?fref=nf

2- https://www.youtube.com/watch?v=71u2f2d8u2E&appsktop

3- https://www.youtube.com/watch?v=wGzvmAKthSY

4- https://www.youtube.com/watch?v=mgIsI1YkyEE

5- https://www.youtube.com/watch?v=4mgUSTCkxJM

6- https://www.youtube.com/watch?v=KD0GCcSutBY

7- http://ku.wikipedia.org/wiki/Jan_Dost 

8- http://www.zaman.com.tr/gundem_kurt-yazar-jan-dost

* Ev hevpeyvîn di hejmara duyem a Kovara Felsefevan de jî hatiye weşandin.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Lê mêze bike
Kapalı
Başa dön tuşu