Philosophia

Çend nêrîn û nirxandin li ser Konferansa ‘Îslamîyet û Zanist’ê a Ernest Renan

Ernest Renan di 29ê Adara sala 1883an da, li Sorbonnê bi navê ‘Îslamiyet û Zanist’ê (L’Islamisme et la science’), konferansekê daye û di konferansê da, zanînên gelek giring û balkêş, raber kiriye. Teksta konferansê, piştî rojekê di rojnameya ‘Journal des Débats’ê da jî hatiye weşandin. Di ser da, 139 sal bûne. Lê meriv dikare bibêje ku mijara konferansê, di roja me da hê jî aktûel e û di rojevê da ye. Lewra, di nirxandinên têkiliya îslamiyet û zanistê da, tesîra vê konferansê hê jî berdewam e û argumanên konferansê, hê jî wekî jêderên girîng têne bikaranîn. Piştî konferansê, di civakên îslamî da gelek theolog, lêkoler, nivîskar û felsefenasan, li dijî ramanên Ernest Renanî ‘Reddiye’yan nivîsandine û bi tundî, li dijî ramanên wî rabûne. Wergera metna konferansê cara pêşîn di sala 1946an da, ji aliyê Ziya Îshanî ve li zimanê tirkî hatiye wergerandin û li Tirkiyê, ji aliyê weşanên ‘Wezareta Perwerdehiya Neteweyî’ ve, hatiye weşandin. Dîsa di sala 1988an da Abdurrahman Kûçûk, kitêba ‘Pareznameya Renan’ a Namik Kemalî ji bo çapê amade kiriye û wekî pêvekê, wergera metna konferansê li kitêbê zêde kiriye.

Di sala 1966an da jî, Ducane Cundioglu bi navê ‘Di Hevgiriya ‘Ernest Renan û Reddiyeyan’ da, Derbarê Gengeşeya Îslam û Zanistê da Têkariyeke Bîbliyografîk’ (Ernest Renan ve ‘Reddiyeler’ Bağlamında İslam-Bilim Tartışmalarına Bibliyografik Bir Katkı) gotarekê nivîsandiye, ku derbarê vê mijarê da, çavkaniyekê girîng e. Hûn dizanin ku gengeşeya têkiliya dîn û zanistê û girêdayî vê xalê, pirsa ‘gelo dîn, rêgiriyê dike li ber pêşketina civakê yanê na? hina jî li ser kar e û pirs û pirsgirêkekê aktûel e. Ev rewş, ji bo gengeşe û dubendiya ‘Îslam û Zanistê’ jî, derbazî ye. Loma, pêşî ezê çend beşên metna konferansê ji metna fransî û a tirkî, raberî we bikim û piştra jî, cih bidim hinek nêrîn û nirxandinên xwe ên takekesî.

RENAN: KÊMASIYA TEQEZIYÊ HEYE

Di destpêka konferansê da, Ernest Renan balê dide ser pênasêya netewe û nîjadan û dibêje ku di seranserê dîrokê da, di mijara pênaseya netewe û nîjadan da, di hevokan da kêmasiya teqeziyê heye. Dîsa dibêje ‘bêyî vegotina tesîra fetihên (zeft) eskerî, dînî, zimanî û guherînên ku di encama moda û tevgerên mezin da rû didin, wekî çawa ku di dîrokê da herdem wekhev (identic) bin; behsa ji komên mirovan ên wekî yewnanî, romayî û ereb, şaş e ku wiha behsa wan dihê kirin. Lê rastî li gor van kategoriyên basîd, kar nake. Mesela em fransî ji hêla zimên ve romayî, ji hêla medeniyetê ve yewnanî û ji hêla dînî ve jî, mûsawî ne. Bûyerên (olgu, fact) gerdûnî û mezin ên mîna medeniyeta romayê, fetiha romayê, fetiha germen, xiristiyanî, îslam, ronesans, philosophie û şoreş, mîna gundorekê, çeşîtdariya seretayî a malbata mirovî dipelçiqînîn û wan dikin mîna girseyekê homogên. Di dawiya vê yekê da, ji bo destpêkê giringiya rastiya (reality) nîjadî namîne. Loma ezê hewl bibim ku bikaribim vê tevlîhêviya di ramanên me da heyî, çareser bikim û dixwazim derbarê vê têkilhêviyê (muğlaklık, ambiguity) da, bipeyîvim: zanista ereb, alfabeya ereb, hunera ereb, zanista îslamî, medeniyeta îslamî. Di vê xalê da, ramanên nezelal (idées vagues) dibin sebebê gelek dadbariyên şaş û di dema cibîcikirinê da jî, dibin sebebê şaşiyên mezin.’

Di berdewama axaftina xwe da, Rênan dibêje ‘kesên xwende û perwerdebûyî çiqasî xwendina wan hindik be jî, dikarin bi hêsanî bibînin ku welatên îslamî çiqasî kêm û qels in û çiqasî, lipaşmayî ne. Herweha dîsa dikarin têbigihêjinê bê ka çand û perwerdeya welatên misilman, çiqasî nezayok û neberdar e. Kesên ku Asya û Efrîqayê dinasin, baş dizanin bê bawermendên (mûmîn) îslamê çuqasî bîrteng in û hiş û aqilê wan, çuqasî di cendereya qefasa hesinî da ye. Bi vê yekê, nikarin tu tiştî fêr bibin û deriyê zanîna hiş û aqilê xwe ji zanînê ra digrin, ku meriv bi vê yekê şaş û ecêbmayî dibe. Loma meriv dibîne ku zarokeke 10-12 salî, çawa ku bi her tiştî bizanibe û beyî ku têbigihêjê, bi nezanî û tênegihiştina xwe, xwe şanaz û bextewar hîs dike. Loma, misilmanekî ku baweriya xwe bi taqdîra Xwedê aniye; dikare perwerdeya Ewropayê, zanist û tevahiya nirxên ku ruhê Ewropayê pêk anîne, biçûk bike û jêr bibîne. Ev meyla xurt ku baweriya îslamê ve yekê empoze dike, tevahiya cudahiyên ku jêdera wan nîjad û netewe ne, ji holê radike. Berberî, sûdanî, çerkez, afganî, malayî, misrî û nûbyeyî, piştî ku dibin misilman, ew êdî ne ew in û tenê, misilman in. Tenê Îran, ne wiha ye. Îranê, berhemdariya xwe parastiye. Çimkî, îranê di îslamê da pozisyonekê cuda hilgirtiye û di esasê xwe da, ji misilmantiyê zêdetir şie (şia, şiî) ye.’

Ernest Renan, behsa rabirdûya medeniyeta îslamê jî dike û dibêje ku medeniyeta îslamê, demekê gelekî geş û rewnak bûye, alim û feylesofên wan hebûne û bi sedê salan efendiyê Rojavaya xiristiyan bûye. Renan, pirsekê wiha jî dike: “Rûdanekê li rabirdûyê, çima gelo dê xwe dubare neke? Ev xal, di konferansa min da, dê xala herî esasî be. Bi rastî, gelo meriv dikare behsa zanistekê îslamê bike, an jî gelo meriv dikare di îslamê da behsa zanistekê ku îslamê destûrê dayîyê û xweş dîtiye, bike?”

Di Konferansa ‘Îslamîyet û Zanistê’ da, Ernest Renan çi gotibû?

1- Ji sala 775an heta dawiya qirna 13an, ango bi qasî 500 salan, li welatên misilman, alim hebûn û kesên, gelek bijare bûn. Heta meriv dikare bibêje ku ji hêla çanda entellektuelî ve, ji cîhana xiristiyan bilindtir e. Ligel vê yekê, ji bo meriv bikaribe rê li ber encamên şaş bigire, divê meriv meseleyê baş dahûrîne. Lewra, piştî demekê kurt dê vebiguhere qonaxekê gelekî jêr. Loma, pêdivî pê heye ku dîroka medenîyeta rojhilatê, sed salan were şopandin.  

2- Di qirna pêşîn a îslamê da îslam, ji felsefe û zanistê, zahf dûr e. Di encama têkoşîna dînî da, îslam ji tevahiya faktorên mîna rationalism û çalakiyên zanistî, dûr bûye. Siwariyên ereb, ku îslamê ji bo xwe kirine hinceta talan û vegirtinê, di dema xwe da şervanên herî baş bûn. Lê, bi tu hawî têkiliya wan bi felsefeyê ra tunebû û meriv dikare bibêje ku di nav mirovan da, mirovên ku herî zêde ne felsefî ne, dîsa ew bûn. Bedewiyê ereb, mirovê herî edebî ye. Lê ji medîtosyanê dûr e û ne, mirovekî mîstîk e. Loma dema mijar an arîşeyekî şirova dike, qîma xwe bi xwedayê afirînêr dihîne, ku Xwedê ji bo şirovekirinê jê ra li pey hev pêxemberan şandiye.

3- Di dewra ku îslam di destê nîjada ereb da bû, ango di dewra Çar Xelîfe û Xîlafeta Emewiyan (Umayyad Caliphate) da, tevgereke intelektuelî a ku xwediyê taybetiyekê secular (sekûlêr) e, pêk nehatiye. Kesê ku agir berdaye kitêbxaneya Îskenderiyeyê, ne Omer e. Di dema wî da, hema bibêje ji xwe kitêbxane êdî nemabû. Lê ji bo serkeftinê prensîpa ku ew bûye sebeb, ji bo lêkolînên zanistî û çalakiyên pirtexlîd ên hişî (zihin, mind), bi temamî rûxîner bûye.  

4- Nêzî salên 750an, piştî ku Îran bi temamî tê vegirtin û zarokên xenadaniya abbasiyan, li hemberî Benî Umeyye bi ser dikevin; êdî her tişt diguhere. Piştre, herêma Firat û Dîcleyê, dibe navenda îslamê. Wê demê li wî welatî, gelek şopên farisên sasanî xweş dihatin dîtin ku di din hukumraniya Kisra Anuşîrevanî da, li Rojhilatê bibû medeniyeta herî geş û ronak. Kisra Anuşirevanî, çalakiyên intelektuelî jî li wan taybetîyan zêde kir. Felsefeya ku ji Bîzansê hatibû qewirandin, xwe avêtibû bextê Îranê. Husrevî, ji Hindîstanê kitêban anî û wan, da wergerandin. Nestoriyên (nestûrî) xiristiyan ku di nav gel da girseyekê mihîm bûn, hostayê zanist û felsefeya yewnanî bûn. Tib (bijîşkî) bi temamî di destê wan da bû; pîskoposên (metran) wan, mantiqzan û geometrîzan bûn.

Di destanên farisî da ku rengên xwe ên herêmî ji Dewra Sasaniyan girtine, dihê gotin ku Rustema ji bo avakirina pirekê; wekî endezyar, gazî ‘djathalik’î (katolîkos, nasnavê pîskoposên nestorî) kiriye. Bahoza tirsdar a îslamê, heta sed salan bûye rêgirê geşedaniya Îranê. Lê bi hatina abbasiyan, ronakiya Kisraê dîsa xwe vejand. Kesên ku vê xanedaniyê bi şoreşekê anîne ser text, di bin serdariya farisan da, hêzên farisî bûn. Damezrînerên wan; Ebu Abbas, derûdora Mansur û faris bûn. Meriv dibêje qey ew zilam, sasanî ne û vejiyane. Şêwirmendên xwemalî, seydayê prensan û wezîr, barmekî (barmakids, binemala wezîran, barmecides) bûn. Binemala barmekiyan ji îrana qedîm in, zahf zana bûne û bawerîya xwe, bi dînê xwe ê neteweyî dianîn ku ew jî, zerdeştî ye. Piştre, bêyî ku îmana xwe pê biînin, vegeriyane ser dînê îslamê. Piştî demekê nestorî, hatin cem wan xelîfeyên ku baweriya wan sist bû, li derûdora wan civiyan û bûne diktorê wan. Bi vê yekê jî, bûne xwedan îmtîyaz. Bajarê Herranê ku di dîroka manewiyeta mirovî da, xwedan cihekî taybet û girîng e, pagan ma û bû berdewamkarê ilmê yewnana kevnare. Bajarê Herranê, ji bo ecolekê nû komekê aliman jî peyda kiriye ku ji tevahiya dînên semavî dûr bûn û pisporê, astronomîyê bûn.   

5- Pêşveçûna rastîn a zanistî û felsefeyî, encama vê rihetiya pergalî bû ku xwediyê taybetiyên kevneparêz bû. Diktorên xiristîyan ên aşûrî (siryan, kildanî), berdewamkarên ecolên yewnan ên dawî, di warê felsefeya perîpatetîk, mathematîk û astronomîyê da, hosta bûn. Xelîfeyan, wan wezîfedar kirin ku tevahiya berhemên Arîstoteles, Eukleîdes, Galen û Batlamyusî, wergerînin. Bi kurtasî meriv dikare bibêje ku tevahîya ilmê yewnanî, di vê dewrê da kete destê wan. Hinek zêhnên (hiş, mind) mîna Kindî, li ser hinek arîşeyên neçareserkirî, dest bi spekulasyonê kirin. Ji wan kesan ra, filsofus (feylesof) hate gotin û piştî wê rojê ev peyv; di maneya tiştekî ku xerîbê îslamê ye da hatiye bikarhanîn, ku tiştekî xirab dianî bîra wan. Di nav misilmanan da navê filsofus, bû wekî navekî xeter ku mirovan ber bi mirin û mehrûmiyetê ve dahf dide; wekî zendik (zendîq, bêbawer) û farmaçoun’ê (free-mason, farmason, fermason). Bêyî guman, ev yek aqilparêziyekê herî berfireh bû ku di îslamê da rû dabû. Komekê felsefî ku navê Îhvan-ı Safa (bratîya jidil) li xwe kiribûn, dest bi amedekirina ansîklopediyekê felsefî kirin. Piştî demekê kurt, ramanwerên mîna Farabî û Îbnî Sîna derketin pêş û gelekî, hatin nasîn. Astronomî û cebîr, li Îranê gelekî bi pêş ket. Xebatên li ser kîmyayê, berdewam bûn. Spanya misilman, da dû şopa Rojhilatê û dest bi wan xebatan kir. Mûsawiyan, hevkariyekê çalak kirin.

Îbn Bacce, Îbn Tufeyl û Îbn Rûşd, di qirna 12an da asta ramana felsefî gihandin radeyekê gelek bilind, ku ji serdema antîk ve peşketinekê wiha nehatibû dîtin. Rewşa koma felsefî a mezin ji ber ku bi zimanê erebî dinivîsandin û wekî ereban dihatin dîtin, ev bû ku di esasê xwe da, yewnan-sasanî bû. Di vê xalê da, meriv bibêje yewnan bû baştir e. Lewra ûnsûra berdar a esasî, ji Yewnanîstanê hatibû. Di vê dewra hilweşînê da, mirovan çuqasî bi Yewnanîstana Antîk bizanibûna, qedrê wan hewqasî zahf bû. Yewnanîstan, çavkaniya tekane a zanîn û ramîna rast bû. Sebebê serdestiya Suriyê û Bexdayê, têkilî û danûstandina wan a bi kevneşopiya yewnanî ra bû. Li gor Parîsê, meriv hêsantir dikaribû nusxeyekê berhemên Eukleîdes, Batlamyus û Arîstotelesî, li Herran an jî li Bexdayê, peyda bikira. Xwezî wan bizansiyan hesûdiya wan berheman nekirana û karibûna wan biparastana. Xwezî,  piştî qirna 8 û 9an, kesên wekî Bessarion û Laskaris, hebûna. Hingê pêdivî bi vê rêya fetlokî nedima, ku bi vê rêyê di sedsala 12an da zanista yewnanî; ji welatê Sûriyê, Bexda, Kordoba û Toledoyê, xwe gihandiye me. Lê dema şevçiraya manewiyeta mirovî di destê qewmekê da hêdî hêdî ditemire, qewmekê din serî radike û geş dike. Heke ne wisa bûya di destê aşûriyên feqîr, filsoufên mehkûm û bêbaweran da şevçiraya manewiyeta mirovî, dê biketa rewşekê nediyar. Ewropayê, wê havêna kevneşopiya antîk ku ji bo geşkirina dahîtîya xwe pêdivî pê hebû, bi saya wan berhemên zanistî û ji wergera erebî a berhemên felsefî ên yewnanî bi dest xistiye.   

6- Îbn Rûşd, feylesofê ereb ê dawî ye û li Fasê, di nav xîzaniyê da miriye. Di dema mirina wî da, Rojavaya me jî, serê xwe radikir. Abêlard, mizgîniya vejîna ratîonalismekê nû dida me. Ewropayê, dahiyê xwe dîtibû û înkîşafa (evolution) bêhempa a ku armanca wê a dawî serbestiya manewiyata mirovî bû, dest pê kiribû. Li vir, wate Mont Sainte – Geneviveyê ji bo xebat û çalakiyên hişî, sensorium’ek (navenda hîsî) hate afirandin. Tenê, kitêb kêm bûn; ango çavkaniyên xwerû ên cîhana antîk. Cara pêşî meriv dikaribû wan kitêban ji kitêbxaneya Konstantinapolê bixwesta ku çareseriyekê bêtir xwezayî bû. Lewra, ji wan wergerên naver (vasat) baştir bûn. Lê ji ber minaqeşeyên dînî, cîhana yewnanî û a latinî, ji hev sar bibûn û sefera xaçparêzan a trajîk ku di sala 1204an da pêk hatibû, arişeya di navbera wan da bêtir geş kiribû. Ji bilî vê yekê, wê demê pisporên me ên helen tunebûn û ji bo hatina yekî wekî Lefevre d’Etaples û yekî wekî Bude, pêdivî hê bi sêsed salan hebû.    

7- Di rewşa tunebûna felsefeya yewnan a otantîk û heqîqî da ku ew jî li kitêbxaneyên Bizansê bû, bi armanca bidestxistina wergerên xirab ku hatine herîfandin, hinek mirov çûne Spanyayê. Niha ezê behsa Gerbertî nekim. Lewra, ger û geştên wî gumanbar in. Lê di qirna 11an da asta zanînê a Konstantînê Afrîkayî, ji dema xwe û ji a welatê xwe, bilindtir bû. Li Toledoyê di navbera salên 1130 û 1150an da bi piştdariya Raymondê Serpîskopos, komîteyekê tercumanan hate damezrandin û berhemên girîng ên zanista ereb, li zimanê latinî hatin wergerandin. Di destpêka qirna 13an da, Arîstotelesê bi zimanê erebî, xwe gihande Zaningeha Parîsê. Rojava bi kêmasiya xwe a 400-500 salan, şaş û heyirî ma. Heta wê demê jî, ji hêla zanistî ve; Ewropa girêdayî misilmanan bû. Heta nîvê qirna 13an jî, rewş zahf jî ne aşkere bû. Lê bi dîtinekê giştî, meriv dikare bibêje ku piştî sala 1275an, du tevger derketine holê: Li milekî welatên misilman ji hêla entellektuelî ve êdî berepaş diçe, li milê din jî Ewropaya Rojava bi awayekî ji xwe ewle edî dikeve rêya lêkolîna zanistî.

8- Zanista bi navê ereb dema vîrûsa jiyanê dide Rojavaya Latînî, ji holê radibe. Îbn Sîna di dibistanên latînî da dema ku bi qasî Arîstotelesî navdar bû, li mala hemdînên xwe tê jibîrkirin. Nêzî salên 1200an, piştî demekê kurt li holê ti kes feylesofekî ereb jî nabîne û tune. Felsefe, di nav îslamê da herdem hatiye mehkûmkirin. Lê, êdî dê nikaribe felsefeyê di bin tehde û zordestîyan da bihêle. Piştî sala 1200an, nerazîbûnên theolojîk êdî berbiçav û serdest in. Felsefe, li welatên misilman ji holê tê rakirin. Dîrokzan û zanyar, tenê wekî bîranînekê xirab behsa vê yekê dikin. Destnivîsên felsefî, ji holê têne rakirin û êdî, peyda nabin. Astronomî, tenê ji bo dîtina qibleyê xweş dihê dîtin. Piştî demekê kurt, nîjada tirk serweriya îslamê dixe destê xwe û tunebûna ruhê zanistî û felsefî, li her derê belav dibe. Piştî vê qonaxê ji bilî çend îstîsnayên kesên mîna Îbn Haldûn, îslam tu carê dê nebe rastgo û xwedîyê ramanên zelal. Belê, îslam bûye kujerê zanist û felsefeyê.     

9- Ez naxwazim, rola vê zanista bêhempa a ku bi navê ereb hatiye nasîn û di dîroka manewiyeta mirovî da xwedan cihekî girîng e, biçûk bikim. Nexêr, mexseda min ne ew e. Lê ez dibêjim, resenatî û xwemalîtiya wê gelekî hatiye nepixandin. Belê, di navbera qirna 6 (bi hilweşîna medeniyeta antîk ra) û di qirna 12 û 13an (zayîna dehaya Ewropayê) da kevneşopiya manewiyeta mirovî, li cih û warên ku ji aliyê îslamê ve hatine vegirtin, hatiye afirandin. Belê, bi navê dewra ereb tiştek heye. Ev zanist, wekî zanista ereb dihê zanîn. Gelo, bi rastî jî çi tiştên ereb hene? Ziman, tenê ziman heye. Vegirtina misilmanan, zimanê Hîcazê bir heta alîyê din ê dinyayê. Tiştê ku hate serê zimanê latinî, hate serê zimanê erebî jî.

10- Zimanê latînî, li Ewropayê bû sembola vegotina hîs û ramanên wiha ku tu têkiliya wan bi latîniya antîk ra tune. Îbn Rûşd, Îbn Sîna û Battanî, ereb in û mîna wan, Albertê Mezin, Roger Bacon, Frances Bacon û Spînoza jî, latîn in. Çawa ku em nikaribin tevahiya lîteratûra xiristiyan a latînî, tevahiya skolastîkan, tevahiya Ronesansê û zanista ku di qirna 16 û 17an da pêk hatiye, bikin malê bajarê Romayê; wekî vê yekê, em nikarin zanist û felsefeya bi erebî jî bikin malê ereban. Tiştekî wiha, şaşiyekê mezin e. Tiştê herî balkêş jî ew e ku di nav wan feylesofên ku wekî ereb dihên zanîn da, tenê Kindî bi eslê xwe ereb e. Feylesofên mayî jî ji gelê faris, Transoxianayî (Mâverâûnnehirî), spanî, Buharayî, Semerkandî, Kordobayî û Sevillayî ne. Ne xwîn û ne jî, zîhniyeta van feylesofan ereb e û naşibin wan jî. Zimanê erebî bikar dihînîn, lê derûdora wan bi erebî hatiye vegirtin. Wekî vê yekê di Serdema Navînî da, ramanwer jî bi zimanê latînî hatine sînordarkirin. Zimanê erebî, ji bo şiîr û belâgatê, gelekî guncav e. Lê ji bo metafizîkê, qet ne guncav e. Feylesof û alimên ereb jî, axlebî ne nivîskarên serkeftî ne. Belê, ev zanist ne ereb e. Ê baş e, qet nebe gelo misilman e? Gelo îslamê, piştgiriya van lêkolînên ratîonalîst kiriyê, yanê na? Na, bi tu hawî nekiriye. Ev tevgera lêkolînî a bêhempa bi temamî karê faris, xiristiyan, mûsawî, harranî, îsmaîlî û misilmanên ku li dijî dînê xwe serî rakirine, ye. Ji misilmanên kevneparêz, ji bilî lanetê tiştek nehatiye girtin. Xelîfe Me’mun ji bo nasandina felsefeya yewnan, gelekî li ber xwe daye. Lê theologan nifir li wî jî kirine û hatiye lanetkirin. Ji ber navtêdanên melayan, li meydanan kitêbên felsefe û astronomîyê, hatine şewitandin. Navê zindiq (nebawer) li kesên ku wan kar û xebatan geş dikirin kirine, li kolanan lêdanê xwarine, mal û xanîyên wan hatine şewitandin. Desthilatiya wê demê, ji bo bikaribe dilê hêwirzeyan (girse, qelebalix) xweş bike, gelek caran biryara mirina wan daye. A rast ew e ku îslamê wê demê, felsefe û zanistê, desteser (heciz) kiriye û di dawîyê da, wan tune kiriye.

11-  Lê divê li ser vê mijarê em hinekî din hûr bibin: Di dîroka îslamê da, du dewr hene û divê, em wan ji hev cuda bikin. Dewra yekem, ji destpêka îslamê heta qirna 12an berdewam dike. Dewra duyem jî, îslama ji qirna 13an heta roja me a îro ye. Di dewra yekem da, binê îslamê hatiye kolan û bi awayekî protestanî (mutezîle), îslam hinekî din tund bûye. Lê dîsa jî bi qasî dewra duyem ku wê demê îslam ketibû destê nîjadên tatar û berberî, ne fanatîk bû û zahf jî, ne organîze bû. Îslam bi hêza xwe a îmanê, dînekî xas e. Erebên pêşîn ên ku tevlî tevgerê bibûn, baweriya wan zahf jî bi mîsyona pêxember tunebû. Heta dused yan sêsed salan jî, pênebaweriya wan hate veşartin. Piştra jî, dogmatîzma mitleq bû serwer. Belê, azadî nikare sûdekê ji organîzasyoneke sosyal a ku dogme û zordestî lê serwer e, werbigire. Di zemanên modern da, me du texlîdê vê rejîmê dîtine: li milekî dewletên misilman û li milê din jî, dewleta papayî ku bi demkî bibû xwedan hêz. Em dizanin ku tesîra dewleta papayî li ser welatekî biçûk bû. Lê em dikarin bibêjin ku îslamê warên berfireh a erdgilora (yerküre, globe) me dipelçiqand û dibû jêdera, ramanên dijber. Dewleta ku xwe dispêre peyxam (wehî) û dogmeya, ku rêvebirê civakê ye.

12- Lîberalên (azadîxwaz) ku îslamê diparêzin, nenasê îslamê ne. Îslam, yekîtiya cîhana manewî û dinyayî ye, kraltiya dogmeya ye û ji bo mirovahiyê, qeyda herî giran e. Di naverasta Serdema Navînî da, îslamê felsefeyê xweş dîtiye, xweşbîn bûye. Lewra, hêza îslamê têra rêlibergirtina felsefeyê nekir û nikaribû rê li ber bigre. Îslam dema zeîf bû, lîberal bû. Lê dema xurt bû, serî li şîdetê da. Loma, ji ber ku nikaribû rê li ber felsefeyê bigre, em nikarin pesnê îslamê bidin. Îslamê, nikaribû rê li ber felsefe û zanistê bigre û ji ber vê yekê rûmetyarkirina îslamê, şaşiyeke mezin e. Ferqa vê yekê û ji ber keşfa zanista modern, rûmetyarkirina theologan tune. Ew keşf (vedîtin), ligel hebûna theologan pêk hatine. Theologya Rojavayê jî, bi qasî a îslamê îşkencekar bû. Îslamê, ruhê welatên ku vegirt, pelçiqand. Lê theologya Rojavayê, di vî warî da bi ser neket. Li Rojavaya me, îşkenceya theolojîk tenê li welatekî bi ser ketiye ku ew jî Spanya ye. Li Spanyayê, sîstema zordest ruhê zanistî xeniqandiye. Heke Engîzîsyon, Philipê II. û Piusê V. karibûna rê li ber manewîyeta mirovî bigirtana û di vê yekê da, bi ser biketana, tiştê ku li welatên îslamê rû dan, dê li Ewropayê jî xwe bidana der. Loma, ez nikarim spasdarê wan kesan bim ku qeweta wan têra berdewamkirina xirabîyan nekiriye. Nexêr. Dîn, hinek caran dibe sebebê xemrevîna mirovan. Lê, ne rast e ku meriv spasdarê wê/wan be. Lewra, wan xwestiye ku rê li ber bigrin, lê qeweta wan têrê nekiriye. Dema meriv kujerê yekî be, nikare bibe mîratgirê wî. Loma divê em nehêlin ku îşkencekar, ji kesên îşkence li wan bûye sûd werbigirin.

13- Wekî dîn û baweriyekê, îslam xwediyê gelek wesfên baş e. Lê ji bo aqilê mirovî, îslam tenê bûye zerer û ziyan. Îslamê, ramana azad mehkûm kiriye. Ez nikarim bibêjim ku ji dînên din bêtir tund e, lê di warê mehkûmkirina ramana azad da, ji wan çalaktir e. Deriyê welatên ku vegirtiye, ji çanda aqilane a hişî ra girtiye. Encama zanistê, ne qewirandina a îlahî ye. Zanist, dixwaze a ku îlahî ye dûr bike. Serborî (tecrûbe) a ku raserxwezayî ye xwe bide alî, xwe bide paş û qada xwe, sînordar bike. Lê em dizanin ku metafizîk, temelê îlahîyatê ye. Di meseleya dijminatiya zanistê da, îslam hevgirtî ye. Lê hevgirtiya zêde jî, carinan xeter e. Îslamê, xwe gihand bextê xwe ê herî xirab. Îslamê, zanistê kuşt û bi vê xirabiya xwe, hate nasîn.

14- Zanist, ruhê civakekê ye. Lewra, zanist hikmet e. Dibe sebebê serdestîya eskerî û industrial. Rojekê, dê serbestîya civakî jî biafirîne. Zanist, hêza heyî dixe bin xizmeta aqil. Kesên ku li Asyayê cara yekem artêşên misilmanan civandine, bi hêmanên xwe ên hovîtîyê, gelekî dişibine bahoza Atîlla û Cengîz Xanî. Lê zanist, rê li ber wan digre. Heke bi çekên giran rê li ber Omer û Cengîz Xan bihata girtin, dê nikaribûna ji çola xwe derbiketana. Ji berê ve derbarê çekên agirber da, baş an xirab gelek tişt hatine gotin. Lê dîsa jî di serkeftina medenîyetê da, para wan mezin e. Ez pê qane bûm, ku zanist baş e û xizmeta pêşveçûnê dike.

Gelo, di îslamê da îmkana felsefe û zanistê heye, yanê na?

Xweş xwiya dike ku Ernest Renan, bi tu hawî ji îslamiyetê û ji dînê îslamê bawer nake û dibêje ku ew rêgirên zanist û felsefeyê ne. Herweha, dibêje misilman jî nikarin felsefe bikin û ne xwediyê wê karîndariyê (kabiliyet, ability) ne. Dîsa, Renan dibêje ku em ne deyndarê îslamiyetê ne. Lewra wan felsefe û zanistê, ji Rojavayê girtine, hinekî parastine û dîsa, radestî xwediyê wan kirine. Ango, radestî rojavayiyan kirine. Herweha, dîsa dibêje gelek xebatên felsefî ên ku bi navê îslamî hatine kirin, bi awayekî niheq li ser deftera ereban hatine hesibîn, ku ev yek jî niheqiyek e.

Niha jî, dixwazim cih bidim hinek ramanên xwe ên şexsî û vê nivîsa xwe, bi vî hawî biqedînim. Belê em dizanin ku dîn, ji ber pêdiviya rave û şirovekirina hebûna alem û dinyayê rû daye û bi saya bûyera dîn û ramanên dînî, mirovan hinek arîşe û bûyerên heyî, li gor têgihiştina xwe zelal kirine. Bêyî guman, di pêşketina jiyana mirovahiyê da, rol û tesîra dîn gelekî mezin e û dîsa em dizanin ku xwediyê demaojekê demdirêj e jî. Peresana (evrim, evolution) dînî, ji ramanên mytholojîk dest pê kiriye û xwe gihandiye polîteîzmê û ji qonaxa polîteîzmê jî, dînên roja me ên monoteîst rû dane. Piştre, bi jiyana komelî ra dîn xwe di civakê da birêxistî kiriye û bûye, yek ji wan sazîyên civakî ên sereke. Bi xwegihandina wesfên civakî ra, dîn êdî ji rewşa bawerî û dêlindêzan derketiye û gelek caran, bûye rêvebir û desthilatê civakê jî. Loma li ser navê dîn û îmanê, dadgeh hatine damezrandin û li ser navê dîn, cezayên giran dane gelek mirovan. Beramberî vê yekê, li hemberî dogmeyên dînî û saziya dîn, têkoşîna mirovan jî, her berdewam kiriye. Lewra, angaşt û baweriyên dînî, gelek caran bûne rêgirê pêşketinên felsefî û zanistî û xwestine ku xwe di bin wan kirasan da, bidin zanîn. Roja îro, mirov xwediyê jiyanekê modern in û xwediyê, dîn û baweriyên cuda ne. Di gelek xalan da jî, em dibînin ku rê û rismên dînî, ne guncavê jiyana modern a mirovan in. Laicism, wekî nirxekî modern di gelek civakên pêşkêtî da serwer e û dihê parastin.

Li gor dîtina min, arişeya ku di navbera zanist û îslamiyetê da heye, arîşeya dînên din ên cîhanî ye jî. Sebeb jî ew e ku dîn, gelek caran xwe dixe şûna zanist û felsefeyê û dixwaze ku rol û wezîfeya wan jî, bigre ser xwe. Loma, gelek caran wan biçûk dike û dixwaze ku bawermend, nema guh bidin wan çalakiyan. Nimûne: gelek caran dihê gotin ku tevahiya vedîtinên zanistî di kitêbên pîroz da hatine nivîsandin û divê, kes serê xwe bi zanist û vedîtinên zanistî, neêşîne. Lê wiha nebû û nabe jî. Lewra, mirov êdî bi destekarî ji dogme û bawerîyekê, bawer nakin û wan, li bêjinga aqil û mantiqê didin. Bi saya ratîonalîsma sedsala 19an, dîn êdî wekî meseleyekê wujdanî hatiye nirxandin û saziyên dînî jî, destê xwe ji kar û barên civakê şûştine û vekişiyane ser karê xwe ên esasî. Ev prose, hin jî berdewam e. Piştî gelek guherînên tesîrdar, bawerî an jî pênebawerî; di roja me da bûye tercîhekê şexsî. Ramana Xwedê an xwedayî jî, para xwe ji vê guherînê digre. Nimûne: Ramana Xwedê, di felsefeya Platon da Demiurgos (Xwedayê Avahîsaz) bû, di felsefeya Arîstotelesî da ‘proton kinoun akineton’e û di felsefeya gelek feylesofên cuda da jî, xwediyê maneyên cuda ye. Di baweriyên neteweyan da jî, rewş mîna vê yekê ye û peresana dînî, her berdewam e.

Bêyî guman dîn, qada bawerî û îmanê ye û heta ku destê xwe dirêjî qada felsefe û zanistê neke, dibe ku nebin rikberên hev. Felsefe û zanist, çalakiyên ratîonalîst in û li gor prensîpên xwe, rêbazan bikar dihînin. Dîn jî, perçeyeke çandî a jiyana mirovî ye, têkiliya wê bêtir bi wujdanê ra heye û xwediyê gelek wesfên kêrhatî ye. Roja îro zanist, felsefe, huner, sînema, şano, wêje û gelek çalakiyên din ên mirovî, pêdiviyên mirovan bi cih dihînin û loma jî, cih li dîn teng dibe. Bi îxtîmelekê pirr mezin, di siberojê da jî dê dîn hebin û dînên siberojê dê li ser esasê qencîxwazî, xweşdîtin, empatî û toleransê, kar bikin. Her tişt, diguhere û tiştê ku li gor demê xwe neguherîne, nikare hebûna xwe berdewam bike û bibe perçeyekê siberojê. Ev rastî, ji bo saziya dîn jî derbazî ye. Yan dê li gor ruhê demê biguherin, an jî dê bi zanînên xwe ên dogmatîk ra ji holê rabin.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 17.05.2023

Çavkanî:
1- ‘L’Islamisme et la science’ – Ernest RENAN: CONFÉRENCE
Faite à la Sorbonne, le 29 mars 1883
https://fr.wikisource.org/wiki/L’Islamisme_et_la_science
2– ‘İslam ve Bilim’ – ERNEST RENAN – 29 Mart 1883’te Sorbonne’da verilen bir konferans. Türkçe çevirisi Zehra Bilgin tarafından Sally Ragep’in İngilizce çevirisi kullanılarak yapılmıştır.
file:///C:/Users/exper/Pictures/Renan/ISLAM_VE_BILIM_ERNEST_RENAN.pdf – Ragep’in çevirisi için
https://www.mcgill.ca/islamicstudies/files/islamicstudies/renan_islamism_cversion.pd

3- ‘Ernest Renan ve ‘Reddiyeler’ Bağlamında İslam-Bilim Tartışmalarına Bibliyografik Bir Katkı – Dücane Cündioğlu. ErnestRenanvereddiyelerbağlamndaislam-bilimtarttışmalarına bibliyografikbirkatkı[#273202]-254310.pdf
4- https://kurdishphilosophy.blogspot.com/2018/11/zanist-science.html

Çavkanî: https://www.gazeteduvar.com.tr/



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button