Arşîva Felsefevan

Zimanê Kurdî Zimanekî Dewlemend e

Evîn Berçem

  Zimanê kurdî, zimanekî bêhempa ye. Di nav qedexeyiyê de pêşketiye û di nav bindestiyê de li ber xwe daye. Berî çend salan li Zanîngeha Goteborga Swêdê min kursek li ser Rojhilata Navîn xwend. Gava em hatin ser mijara kurdan û ziman/edebiyata kurdî, memosteyê min ê fînlandî weha got: ’Divê berhema Kurdan ya bi navê ‘Mem û Zîn’ û destana wan ya  ‘Memê Alan’ di nav klasîkên edebiyata cîhanê de cihê xwe yê bi kalîte bigire. Ji ber ku di wê dema ku Ehmedê Xanî berhema xwe afirandiye, em li Ewrûpa hîna negihaştibûn berhemeka wilo kalîteyî. Berhema ‘Mem û Zînê’ bi felsefeya ku di naveroka xwe de dihewîne û bi wê felsefeyê  mesajê dide gelê xwe yê bindest û evîneke kûr vedibêje.

Herweha berhemeke serbilindiyê ye ji bo kurda.’ Zimanê kurdî, bi salan ne zimanekî enstîtûalîzekirî bû. Niha li Başûra Kurdistanê, zimanê perwerdehiyê ye û li Bakûra Kurdistanê jî li hinek zanîngehan weke beş cih girtiye, helbet hîna jî rê li ber pêşveçûna kurdî girtiye û hîna jî, ne gihêjtiye wê asta xwe ya hêjatir. Ji xwe heta ku ziman nebe zimanê perwerdehiyê, di pêşketina wî de gelek qelsî hebin û hene jî. Dema ku mirov li dîrokê binêre, zimanê kurdî bi rastî jî di asta/mijarên edebiyat, mûzîk, siyaset û olî de kêm-zêde hatiye bikaranîn. Em keda dengbêjên xwe jibîr nekin. Mesela Evdalê Zeynikê di qesrê de ji bo Sûrmelî Paşa qasîdeyan xwendibû. Dîwanên ku şaîrên me afirandine, bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê, li ber çav in. Mînak, rêzek ji şaîrê giranbûha Îbrahîm Ehmed, ji şiîra Şîrîn Buhar, kûrahiya ramaneke felsefî bi zimanê kurdî nexişandiye:   ‘Ji zirê zincîr, dilê te nelerze, Pêvend bo laş e ne bo ruh û can”…

Gelek şaîr, nivîskar û hûnermendên serdestan berhemên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin, wergerandine zimanê xwe. Ev yek hem dizitiya çanda me, bêhûrmetiya li hember hebûna me û hem jî tîne li ber çavan ku, zimanê me zimanek dewlemend e û di qada zanist, çand, civak û edebiyatê de jî hatiye bikaranîn. Kilama Hesen Zîrek ya ”Niştiman” bûye sirûdek bi zimanê tirkî. Meqamên mûzîka kurdî di mûzîka tirkî ya klasîk de bi navê ‘kurdîlî hîcazkar makami’ û ‘nihawend kurdilî’, cih girtiye. Temamiya îbadeta Kurdên Ezîdî, bi zimanê kurdî ye. Yên ku ola ezîdiyan ji nêzve nasdikin, dizanin ku ola ezîdiyatî ji olê wêdetir felsefeya jiyanê ye. Nêzî jiyanê û herweha renkarnasyonê jî di nav baweriya xwe de dihewîne. Dema ku em li dîroka zimanê kurdî ya salên dawî jî binerin, pêşveçûnek liber çavan e. Berhem, zêdetir tên nivîsandin. Weşanxaneyên kurdî zêdetir dibin. Di sosyal medyayê de jî kurdên me herku diçe bêhtir bi zimanê kurdî dinivîsin/dixwînin. Ciwanên me, zêdetir bala xwe didin zimanê. Her zaravayê zimanê kurdî, bi dewlemendiya xwe mîna zimanek serbixwe ye.

Di zaravayê zazakî de, berhema Ehmed-el Hasî di sala 1989 de bi navê ’Mewlîd un nebiyy-il kureyşiyy’ mînakeke baş e. Lê, mixabin lêkolînên bingehîn û akademîk ji bo zimanê kurdî divên.  Divê enstîtuyên cidî yên netewî hebin. Lêkolînên bingehîn li ser xweza, bingeh û bikaranîna kurdî, hewcedariyeke mezin e. Weke em dibînin, devok bûye problematîkek di nav nivîsandinê de. Romanên hemdemî bi devokên nivîskaran tên nivîsandin. Ji ber ku îroj kurdî jî êdî zimanê perwerdehiyê ye (li Başûra Kurdistanê), ev yek tê wê maneyê ku kurdî zimanekî enstîtiualîze ye. Zimanên enstîtûalîzekirî, zimanên mayende ne û nayên wenda kirin ji rûbarî cihanê. Herçiqas kêmasiyên me yên berbiçav hebin jî, zimanê kurdî zimaneke dewlemend e, zimanê felsefe, ol, zanist û edebiyatê ye. Dîroka dewletek e 20 salî li Başûrê Kurdistanê de heye û zimanê me di zanîngehan, dîplomasiyê, danûstandinê û her cûreyên civakê/dewleta me de bi serfirazî cihê xwe girtiye.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button