Arşîva Felsefevan

Zimanê Standard yê Nivîsandinê

Shahînê Bekirê Soreklî

   ‘Û Hespê got, ne ku ji ber xwemezindîtinê van gotinan dikime, lê ji bo sûda giştî; û şêr got, ne ku ji bo brînkirina hestên we dê van gotinan ragihînim, lê ji bo berjewendiya hevbeş; û xezalê got, ne ji ber ku xwe ji we bezatir dibînim ez ê van gotinan bihînim ser zimên, lê da ku kelk bigihê me hemiyan; û lawirên di kombûnê de beşdar bi dengekî gotin, ger weha be em ê hemî ji bo heman amancan hev bibexşînin.’ (ShaSor)

Li dû rêzên li jor, ez ê bi rêdana we xwendevanên birêz dest bi nivîsandina gotarekê bikim bi hêviya ku peyvine tê de hestên kesekî brîn nekin û bi omdiya ku kesek beşine ji naveroka gotarê wek zêdegaviyekê nehesibîne. Va çend sal in pirsa standardkirina zimanê kurdî di nav Kurdan de yeke zindî ye. Mixabin hîn jî tevliheviyeke mezin di vî warî de heye û hinek kesên derbarê wê de diaxafin yan dinivîsînin li şûna ku bandoreke erênî bigihînin holê, dibin egera wê yekê ku va pirsa dijwar hîn dijwartir xuya bike. Li milê din, hinek kes û alî standardbûna zimanê kurdî wek tehlûkeyeke têkbirina zaravayan dibînin. Ji aliyekî din ve, hinek kesên ku derbarê zimanan û fêrkirina wan de ne xwediyên zanistiyeke akadêmî ne xwe wek pispor têkile vê pirsê dikin. Çawa ku di demên par de, û li hinek deveran ta nuha jî, pijîşkên nexwende di nav Kurdan de hebûne, ne tiştekî seyr e ku “zimanzanên” nepispor jî di nav wan de hebin û hinek ji wan tew di konfrens û kombûnan de jî wek “zimanzan” rolan bi dest xin. “Zimanzan” li vir ne ew kesa ye ku bi kurdî baş diaxafe, ne jî ew kesa ye ku bi kurdî baş dinivîsîne. Ger weha bûya li welatekî wek Brîtanyayê bi milyonan “zimanzan” dê hebûna. “Zimanzan” li vir xwebêja “linguist” dide, ew kesê ku bi salan “i’lmê” derbarê zimanekî, yan zimanine, de xwendiye û bi şêweyeke zanistî haydare sîstêma karkirina zimanan e. Jê bêtir, li welatên pêşkevtî kesên dibin mamosteyên fêrkirina zimanan her weha di vî beşî de beşdare xwendineke akadêmî dibin. Dizanin babet û metodên fêrkirina zimanan çi ne, dizanin pirtûkên fêrkirina zimanan pêwîst e li gor pêkaniya mêjiyên şagirtan û zihniyeta qonaxa jiyana wan bihên nivîsandin. Mamosteyekî têgihîşt û zîrek dikare bêyî pirtûk jî zimanekî fêrî şagirtên xwe bike. Wek nimûne dikare têkeve sinifê:

– Ev pirtûk e, pirtûk! Erê, ev pirtûk e.

– (Pirtûkê li ser maseyê dihêle û diçe tev zaroyan dibe, destê xwe ber bi pirtûkê dirêj dike: Ew pirtûk e…). Li maseyê vedigeri, li zarokan seyr dike û dipirse:

  • – Ev çi ye?
  • Zarok: – Ew pirtûk e.
  • – Ev çi ye?
  • – Ew pênûs e.
  • – Ev pirtûk e?
  • – Na, ew pênûs e (Dû re: Na, ew ne pirtûk e, ew pênûs e).
  • – Ev pirtûk e?
  • – Erê, ew pirtûk e.
  • – Pirtûk û pênûs li ser erdê ne (…)
  • – Pirtûk li ku ye?
  • – Pirtûk li ser erdê ye?
  • – Lê pênûs?
  • – Pênûs jî li ser erdê ye
  • – Her du li ser erdê ne?
  • – Erê, her du li ser erdê ne.

Bi vî metodê devokî yê rasterast, bo nimûne, mamoste dikare bi hefteyan xwendin û nivîsandinê bi kar nehîne, şagirtên xwe fêrî tiştên wek navên rojan, mehan, jimartinê, slavdanê, … bike û dû re li wan vegere û li ser textereşê binivîsîn e: Pirtûk. Ev pirtûk e, … Mamoste dikare herweha metodên dengî, dengî-wêneyî, yê klasîk û yên din bo xwegîhandina amancan bi kar bihîne. Li milê din, nivîskarê pispor yê pirtûkan bo fêrkirina zimanan dinivîsîne weha dest bi dersa yekem nake, bo nimûne: “Filankesê nemir rêberekî Kurdan e… Têkoşîna ji bo azadiyê pîroz e…” Nivîskarê derbarê nivîsandina dersên fêrkirina zimanan de xwediyê zanistiyê û tecrûbeyê be, nivîskarê ku derbarê qonaxên hişmendiya zarokan de haydar be heye ku weha dest pê bike:

  • – Roj baş Ehmed. Tu çawa yî?
  • – Roj baş Sosin. Ez baş im, lê tu?
  • – Ez jî baş im. Ew çi ye di destê te de, gul e?
  • – Erê, gul e.
  • – Rengê gula te zer e, ne sor e.
  • – Erê, erê, zer e. Dixwazî?

(Têbinî: van gotinên li jor wê wateyê nadin ku kesekî ta nuha metodên wek yên li jor bi kar nehanîne. Mixabin min hemî pirtûkên fêrkirina kurdî nedîtine).

ZIMANÊ STANDARD 2

Rast e me xwendingehên ku em tê de fêrî zimanê xwe bû bin nebûne, lê va yeka wî mafî nade her kesî ku xwe wek “zimanzan” pêşkêş bike û xwe têkile mijarên dijware wek pirsa standkirina zimên bike, ew jî wekî ku di wî warî de “pispor” be. Yê karekî weha bike divêt bi kêmasî di zanîngehekê de zanistiya “linguistics” ya zimanekî xwendibe, bi du-sê zimanan zanibe û derbarê gellek tiştên xwe bi zimanan ve peywendîgir dikin de haydar be. Ne sherm e ku standardkirina Kurmancî hîn negihîshtibe qonaxa dawîn. Rewşa gellek zimanên din jî berê weha bûye, ji wan almanî, înglizî, yewnanî û îtalî. E’reban quran wek hacetê standardkirina erebî bi kar hanîne, Înglizan şêweya axaftina çîna rewşxweş û rewşenbîr ya bajarê London kirine zimanê standard û Almanan incîla bi almanî hatî nivîsandin. Standardkirina zimanê îtalî, bo nimûne, li dû yekkirina herêmên îroj wek Îtalya dihên nasîn û dewletbûna wan di bin alekê de hatiye holê.

Li welatên li jor hatinî binavkirin hîn îroj jî zaravayên herêmî zindî ne. Welatine din hene, ligel ku ji mêj ve serbixwe ne jî, hîn nikaribûne zimanekî nivîskî yê standard bi dest xin. Li Afrîkayê û Asyayê hîn îroj jî dewlet hene ku Înglizî, Fransî, yan zimanekî din wek zimanê nivîsandina standard bi kar dihînin. Standardkirina zimanekî ne jiholêrakirina zaravayan (lehceyan) e, ne jî yekirina wan zaravan e. Mebest bi standardkirinê berbihevhanîna şêweya nivîsandinê ye, da ku hemî endamên gelekî bikaribin heman nivîsê bixwênin. Jiholêrakirina zaravayan (lehceyan) ne pêkan e. Sûriye sal 1946 bûye dewleteke serbixwe, bo nimûne, lê hîn jî di navbera şêweya axaftina xelkê Şamê û şêniyê bajarekî wek Dêr el Zorê de cudabûn heye. Lubnaniyek bêyî wergerandin ji filimeke tûnîsî fêhm nake, lê tûnisiyek û lubnaniyek dikarin rojnameyeke li Qahîreyê hatî çapkirin bixwînin û jê fêhm bikin, çimkî ji bo E’rebî yek zimanê standard ji bo nivîsandinê heye, tevî ku ne daniştvanên hemî bajarên misrî, ne jî E’rebên li her derê wek hev diaxafin. Ji lewre dema behsa standardkirina kurdî dihêt kirin em hêvî bikin ku mebest standardkirina şêweya nivîsandinê be. Va daxwaz û meraqa ne ji bo xatirê keyfê ye, lê ji ber wê egerê ye ku hebûna gelê kurd wek neteweyekê bêyî standardkirina şêweya nivîsê di tehlûkeyê de dimîne. Hevgirtina zihniyeta neteweyî bêyî xwendina berhemên hevbeş ne pêkan e. Ji nuha ve aşkere ye ku zihniyeta siyasî û şêweya ponijandina ramyarî li nik daniştvanên 4 beşên Kurdistanê bi hinek şêweyan ji hev cuda ne. Ev jî ne tiştekî seyr e, çimkî daniştvanên her beşekî, ewên fersenda xwendinê hebûne, di sîstêmeke perwerdeyî ya cuda re derbas bûne û nikaribûne berhemên nivîskî yên beşên din bi dest xin û bixwînin.

ZIMANÊ STANDARD 3 / STANDARDKIRINA NIVÎSANDINA BI KURMANCÎ

Dikare bihêt gotin ku standarda nivîsandinê ya kurmanciya nûjen di sal 1932 de bi derketina HAWARê re dest pê kir. Hinek kurd navê “Kurdiya Hawarê” li şêweya nivîsandina kurmancî ya îroj dikin. Bala xwe bidin van çend rêzên ku hêja Hemreş Reşo ber dora 40 salan di pêşgotina jinûveçapkirina HAWARê de nivîsandine: “Mîr Celadet roja 25.8.1930 de hate Şamê û roja 15.5.1932 de jî dest bi derxistina HAWAR’ê kir. Bi derketina “HAWAR”ê tîpên latînî jî di nav gelê Kurd de, cara yekan, belav bûn. Mîr Celadet di sala 1918 de dest bi pêkanîna “Elifbaya” kurdî a latînî kiriye û di kovara “Hawar” de, tev Rêzimana Kurdî, pêşde bir. Li nik “Hawar”ê kovara mehî “RONAHΔ jî derdêxist. Mîr Celadet tev kurdî zimanên erebî, farisî ,tirkî, yûnanî, firansî ,elmanî û înglIzî jî dizanîn û bi van zimanana jî gelek gotar û pirtûk derdêxistin.

“Mîr Celadet du birayên xwe li Paris (Sureya û Tewfîq), yek li Istanbul, û yek jî li Elmanya wenda kirin. Berî mirina xwe li gundê Hêcanê, nêzikî Şamê, xwe bi çandina pembo mijûl dikir. Di reşbeleka ku di 22.4.1951 de ji jina xwe re nivîsandibû: ‘Ez dixwazim berî mirina xwe, ku ne dûr e, tiştekî biçûk ji we re bihêlim. Ma ev ne hewce ye? Tiştê ku ez dixwazim, Xwedê bi destê min bigre. “Bawer dikim ku ez bi pêwestiyên (wazîfe) xwe, ji bo gel û welatê xwe, bi awakî çak û bêtir jî rabûm û niha divê ji bo mala xwe jî tiştekî bikim.’

“Mîr Celadet sê mehan piştî vê reşbelekê, di demeke ku gelê wî hîn hewceyî wî bû, roja 15.7.1951 de li gurdê Hêcanê, ji bo avdana pembo, bû goriyê qezayeke bêbext û çû dilovaniya xwedê.”

Bêyî guman e her kurmancê bi zimanê xwe baş dizane û dikare bixwîne dê van rêzên ber dora 40 salan hatinî nivîsandin fêhm bike. Bi gotineke din, pêsh 40 salan jî babetekî ji standarda kurmancî cîhê xwe girtibû. Bi dîtina min, di nav 35 salên derbas bûnî de nivîsa bi kurmancî gellekî ber bi pêş çû û hema-hema xwe gîhand standardbûna tevahî, chiqa haya hinekan jê nebe jî. Di heman demê de kurmanciya nivîskî dewlemendtir, zelaltir û rêk-û-pêktir bû. Ligel ku Kurd kêm behsa keda nivîskar û rewşenbîrên xwe yên zindî dikin û derbarê binavkirina wan de gellekî miqris in jî, nikare bihêt înkarkirin ku hinek kesên îroj hîn zindî roleke mezin di standardkirina kurmanciya nuha heye de leyiztine. Hêvîdar im di siberojê de derfetên weha di dest lêkoleran de hebin ku bikaribin rola nivîskarên 35 salên derbas bûnî di pêşvexistina standarda kurmancî de leyiztinî bibînin û behemên wan bidin ber hev, wekî ku mirov di wêjeya zimanên pêşkevtî de îroj di zanîngehan û di pirtûkan de dibîne.

Zimanê îroj dihêt bikarhanîn, ger bi şêweyeke durist hatibe nivîsandin, ne tenê bi peyvên xwe dewlemend e, lê her weha zimanekî bedew e û dikare rola xwe wek zimanekî jêhatî di vê qonaxa demî de bileyize. Rast e pêdivî hîn bi peyvine nû heye, lê va kêşeya ne tenê ya kurdî ye, ne jî bikarhanîna peyvên ji înglizî û zimanine din hatinî bo mebestên teknolojî û zanistî ji bo kurdî kêmasiyek e. Di vî warî de ne tenê zimanên wek tirkî û farisî gellek peyvên biyanî bi kar dihînin, lê her weha gellek zimanên din yên cîhana îroj. Ji rindiya xwe bala xwe bidin va hevoka li jêr: “Di kombûneke îroj li Mosko cîh girtî de nûnerên desthelatdariya emerikî û yên ya rûsî guft-û-goyên derbarê kêmkirina hejmara mûşekên dûramance atomîserik de domandin.” Pêshkevtina Kurmanciya nivîskî ye ku ragîhandina nûçeyeke bi naverokeke weha pêkan dike. Ger kurdekî ber sed salan mirî îroj ji gora xwe rabe û peyvên li jor ji kesekî bibihîse, bêguman ew ê derbarê têgihîştina xwebêja tevahiya hevokê de rastî dijwariyê bihêt. Hîn ber dora 40 salan jî gellekan ji me dê nikaribûna hevokeke weha binivîsandana û bêguman hinek kes ê hebin ku nuha jî bi nivîsandina hevokeke wek ya li jor ne razî ne. Lê zimanekî zindî divêt xwe li gor pêdiviyên demê biguhere, yan na ew ê nikaribe bi derbasbûna demê re li ser lingan bimîne. Ji ber ku kurmancî bi şêweyeke rêk-û-pêk di xwendingehan de nehatibûye fêrkirin û ji ber ku Kurd ne xwedan dewlet in rola ku Kurdan, bi pirranî kesan, di nav 70-80 salên derbas bûnî de ji bo pêşvexistina kurmanciya (her weha dimiliya) nivîskî leyiztine roleke layiqe pesindaneke bêyî hempa ye (Soranî, li milê din, qe nebe va bûn bi dehan sal ku di xwendingehan de dihêt fêrkirin).

Kêşeya gellek kesan ew e ku kurmanciya nivîskî bi gavên beza ber bi pêş çûye û wan hay jê nebûye. Ew nagihên wateya gellek peyvan, yan jî şêweya nivîsandina hevokekê ji şêweya axaftina devokî der dibînin. Bi encama vê yekê heye ku ew ji şêweya nivîsandina hinek nivîskaran ne razî bin, çimkî nikarin bi tevahî têbigihên. Hinekên din, ku kesên dilgerm û zimanhej in, derbarê xwendin û nivîsandina bi kurmancî de “nûpêketî” ne û, Mixabin, ew derbarê tevahiya tevna ta nuha hatî ristin de ne haydar in. Standarda nivîsandina bi kurmancî heye û di kar de ye çiqa haya hinek kesan jê nebe û çiqa çend kêmasiyên vê standardê hîn hebin jî. Ger li hinek şûnan şaşî di hinek berhemên nivîskî de hebin ew rasterast wê xwebêjê nade ku tawan ya nebûna standarbûnê ye, lê heye ku wê wateyê bide ku xwediyên berheman şaş nivîsandibin. Bila ji bîr neçe ku heta di îngliziya ku îroj bûye zimanê herî pêşkevtî di cîhanê de, hîn di warê nivîsandinê de standardeke sed ji sedî yekgirtî nîne. Li DYE, bo nimûne, peyva ku li Brîtanya wek “orgonisation” dihêt nivîsndin dibe “organization” û peyva ku li Brîtanya wek “favour” dihêt nivîsandin dibe “favor.”

Derbarê Standardkirina Kurmancî de: 4

Ger pisporên derbarê kurmancî de xwedan zanyariya akadêmî bi hev re di kar de bûna û ger biryara wê komê wek standard bihata pejirandin û bicîhkirin gellek kêşeyên ku nuha hene dê ji holê rabûna. Ji ber nebûna vê komê û otorîteya pêwîst, derî ji her kesî re vekirî maye ku xwe li şûna xwe bike otorîte. Bo nimûûne, berpirsê kovarekê, malperekê yan weşanxaneyekê carine ew azadiya daye xwe ku heta peyvên durist jî biguhere û bi şêweyeke şaş bide çapkirin û weşandin. Bo nimûne hevokeke wek “Makîne çel û heyşt salan hat bikarhanîn” heye ku ji aliyê sernivîsarekî weşanekê ve wek “şaş” bihêt hesibandin û bi encamê ew maf bide xwe û vê hevoka durist weha, û şaş, binivîsîne: “Makîne çil û heşt sal hat bi kar anîn.” Carine jî weha bûye ku birêzine hêja, bêguman bi mebesteke çak, pirtûk û gotarên derbarê “gramera” zimanê kurdî de nivîsandine û li şûna ku sûdekê bigihînin holê ziyan li zimên kirine; ziyan lê kirine ji ber ku ne zimanzan in, heta derbarê nivîsandina bi zimanekî wêjeyî de ne xwediyên pêkaniyeke rêkûpêk in. Bi encama berhemên xwe wan hinek xwendevan li hev şaşo-maşo kirine.

Guman tê de niye ku bi kêmasî hinekan ji wan kiryarên weha kirine ji ber ku kesên di warê zimên de bi carekê de tênegihîsht ew wek “zimanzan” dîtine û pesna wan dane. Ez bi xwe carine li kesine rast hatime, hinek ji wan leqeba “Dr” li pêsh navên wan, ku wek zimanzanên zîrek û jêhatî behsa kesine din kirine, kesine ku bi rastî jî ne zimanzanên zîrek û jêhatî ne. Lê ji ber ku pesindarên weha bi tevahî ji xwendina kurmancî dûr in û wan ew navan bihîstine, ew wan dihînin ser zimên da ku xwe di çavên mirovî de wek kesên ku ji zimên û zimanzanan haydar in bidin xuyakirin. Carine din weha bûye ku hinekan bi keyfa xwe nav li tiştên ku berê xwedan nav in kirine, yan xwaztine ku bila illeh navên tishtan sed ji sedî kurdî bin. Bi encamê wan jî xelk li hev şaş kirine û ziyan gîhandine holê. Wek nimûne, di salên 80yan de navên mehan şûna xwe di kurmancî de girtibûn lê dû re hinekan, li şûna ku wan navan bi kar bihînin, dest pê kirin navên nû li mehan bikin. Îroj, ger em Kurdên başûr û rojhilat jî têxin wêneyê, dora deh şêwe navên mehan di zaravayên kurdî de hene û di kurmancî de bi kêmasî sê babet. Li nik min çi guman niye ku bêtir ji sedî 75ê Kurmancan navên mehan ji hev dernaxin (Hinek Soran navên înglizî bo mehan bi kar dihînin, ku ez wek çareyeke ne weqa bed di rewşa îroj de dibînim). Bi encama vê yekê pirraniya caran ez bi xwe hejmaran li şûna navên mehan bi kar dihînim (Nimûne: Di 4ê meha 12emîn de; yan: Di 4/12/2014 de).

Ev hemî li aliyekî, li aliyê din car li dû carê mirov di gotarine de rastî navine dihêt ku xwediyên gotaran ew wek rêber û otorîteya derbarê zimanê kurdî de dane lê di rastiyê de, û ligel rêza min ji hemî kesên bo zimanê kurdî têkoşiyane re, berhemên hinekan ji wan kesên ku xwediyên gotaran wek rêzan û pispor ji me re pêşniyaz kirine tiji şaşiyên rêzimanî ne. Ji ber ku pirraniya xwediyên wan navan kesên bi nav û deng in û nema zindî ne kî biwêribe di nav Kurdan de bibêje ku di berhemên filan kesî de şaşî hene?! Gotineke weha ji erf û toreyên kurdî der e, “pozbilindî” ye û xwediyê wê dê bihêt şermezarkirin. Rast e hinek nivîskarên rêzdar yên demên par heye ku “ji sifrê,” tew li hinek herêman ji binê sifrê, dest pê kiribin; ji lewre xebata wan û berhemên wan wê demê nivîsandinî layiqe rêzgirtin û pesindanê ne. Lê li milê din, pejirandina şaşiyan yan çavgirtina li wan, sûdê nagihînin holê. Bi kurtî: Yek ji egerên dijwarbûna standardkirina kurmancî kurmanc bi xwe ne, bi taybetî kesên nûpêketî û ewên xwe dixin nav “zanyarên zimanzan” bêyî ku xwediyên zanistiyeke akadêmî û tecrûbeyên perwerdieyî yên di warê zimanan de bin.

Derbarê ZIMANÊ STANDARD de: 5

Hinek kes xwe bi germî dixin nav pirsa standardkirina zimanê kurdî, bêyî ku heta bi tevahî ji standarbûna zimanan fêhm bikin. Bo nimûne, hinek wisa tê digihên ku ji bo xatirê standardkirinê divêt tenê yek peyv ji bo ragîhandina wateyekê (ma’neyekê) bihêt bikarhanîn. Lê dîtineke weha ne her dem di şûna xwe de ye û dikare zimên hejar û rût bike. Hebûna peyvên heman wateyê didin (synonym/ مرادف) şana dewlemendiya zimanan e û wêjeya wan rengîntir dike. Wek mînak di kurmancî de bikarhanîna peyvên wek wisa, weha, wanî, werg û wilo bo heman mebestê durist e, her weha peyvên wek baş, rind, qenc, çak û çê bo xwebêjeke kêm-zêde wek hev, ligel ku her yek ji wan xwediya wateyeke taybet e, wek “good, nice, fine, excellent” di înglizî de. Lê di pirsa rêzimanî de, bo gramerê, bikarhanîna heman şêweya nivîsandinê grîng e. Bi gotineke din, ne durist e kesek binivîsîne: “Ez mamosteme,” chimkî di Kurmancî de lêkera bûnê bi serê xwe dihêt nivîsandin: Ez mamoste me. Li dawiya vî beşê gotarê têbiniyeke derbarê pirseke ku xwe eleqedare rastnivîsandina peyvan dike. Hêviya gellek Kurdan ew bû ku zêdebûna hejmara dezgehên kurdî yên televizyonê û pêşkevtina beza ya teknolojiya elektronî dê ji bo pêşvexistina nivîsandina kurdî gellekî sûdmend bin. Rast jî ta nuha hinek kelk di vî warî de hatiye bidestxistin.

Mixabin tirsa li holê nuha ew e ku va sûda em li bendê bûn ne bêyî ziyan be. Dezgehên kurdî yên televizyonê her yek li gor dîtina karmendên xwe tîpên latînî bi kar dihîne. Ne li nik wan hevkarî û koordinasyoneke di warê nivîsandina peyvan de heye, ne jî, weha diyar e, ew şêweya nivîsandina peyvan ya ku ta nuha di berhemên nivîskaran yan kovaran de hatibû bikarhanîn ji xwe re dikin çavkanî. Bi encamê ew hinek peyvan bi şêweyên cuda dinivîsînin û temaşevanan li hev şaş dikin. Hîn bi ser de Soranên tîpên latînî di Fêsbûkê de bi kar dihînin, bo nimûne, li shûna tîpên latînî yên Kurmancî bi kar dihîne bi kar bihînin, sîstêmeke nû ji xwe re peyda kirine û her yek bi keyfa xwe wan tîpan bi kar dihîne, carine wekî ku tîpên E’rebî bo nivîsandina peyveke soranî dinivîsînin. Nimûne: “Blam esta ntwanm” (lê nuha nikarim) li shûma “belam êsta netwanim.” Lê em bi carekê ve reshbîn jî nebin. Yê rewşa Kurdan ya berê û ya nuha di vî warî de bide pêsh çavan ê bibîne ku kesên nivîsandina bi kurdî gîhandinî radeya îroj wek wan kesên tî ne ku dikaribûn avê ji zinêr derînin. Ji vir û şûn ve, tevî hemî kêmasiyên li holê jî, rewş dikare tenê ber bi pêş biçe, em hêvîdar in. Lê pirsa gelo di nav Kurmancan de çend xwedî li vê pêşkevtinê derkevin û çend wê di jiyana rojane de bi kar bihînin pirseke bi serê xwe ye.

  • Shahînê Bekirê Soreklî
  • 01.08.2015
  • Ji Malpera Felsefevan hatiye wergirtin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Lê mêze bike
Kapalı
Başa dön tuşu