Pirsên Philosophic

Aqil (Reason) çi ye?

Alî Gurdilî

Fonksiyon û kapasiteya (behreya) zêhnî a mirovî. Bi saya vê fonksiyonê, mirov ji jiyandarên din cuda dibin. Bi saya aqil mirov nesneyan ji hev cihê dikin, têdigihêjine girêdanî û têkiliyên wan û li ser wan difikirin. Feraseta ku dibe sebebê têgihiştina rastiyên eşkere, nesneyên nedîtbar (razber, abstract), cewhera heyînan û heyînên tevbar (universal, tümel). Behre yan jî hêza ku ji pêşhatiyan (premise, pêşsipar) dide rê û xwe digihîne encaman.  Hêza çêkirina têgehan, behreya fikirîna rast û darizandinê, behreya zanînê ya ku ji sehek, bawerî, vahî, feraset (intuition, sezgi) û ezmûnê cuda ye. Mirov di nav wateyên têgiha aqil de, mîna ‘heywanê biaqil’ hatiye pênasekirin.

Li gor vê yekê aqil, ji dûajoyên (içgüdü, instinct) mirovî cuda ye û wekî behreya mirovî ya hilbijartin, nirxandin û xwegihandina encameke nû, tê dîtin. Li milê din, ji aqilê ku bi tenê serwere zanayiyê ye, qet bala xwe nade armanc û encaman û di demajoyeke mekanîk de, xwe bi çavdêriya fenomenekê sînordar dike re, ‘aqilê teknîkî’ tê gotin. Ligel vê yekê aqlê ku dibêje ez ne nesne (bar, wanek, object) me, li ber xwe dide û hebûna xwe, mîna barbirê (ozne, subject) dinase û heyînên heyî dinase û disenifîne re jî, ‘aqlê ontolojîk’ tê gotin. Herçuqasî wateya aqil zêde ne guhêrbar be jî, xwiya ye ku carinan wateya wê, li gor war û demê, hatiye guherîn. Mesela di Serdema Pêşîn de aqilê ku ji zêhnê serbixwe bi heyînê dizaniya bû, di Serdema Navîn de, ketiye bin xizmeta dîn û baweriyan.

Di Serdema Modern de jî, erka ramana zanistî hilgirtiye ser xwe. Çavkaniya têgeha aqil, têgeha ‘logos’ a yewnanî ye, ku wateya wê jî aqil, zanîna jimartinê û behreya zanînê ye. Li gor vê yekê di Serdema Pêşîn de wateya wê, behreya mirovî ya ku boşî, pirayî û curbicuriya heyî, dike rêz, sererast dike û hewl dide ku têbigihêje wan, e. Lewma jî spekulasyonên felsefî di Serdema Pêşîn de, ji spekulasyonên ku derbarê heyînê de ne, ne cuda ne. Mesela feylesofên beriya Sokrates yên yewnan ku feylesofên naturalîst bûn, hewl dane ku bingeha her tiştî bi aqil rave bikin, lewre wiha bawer kirine ku aqil ji bo hemû mirovan yek e û bingeha heyînê ye. Ev yek jî, bûye sebeb ku li hevgirî û yekîtiya li pişt piraniyê ye vekolin û xwe bigihînin zanînên hevgirtî. Heçî Platon e dibêje aqil ramana rast e û dijberê ‘doxa’ya xapînok û guhêrbar a ku çavkaniya wê sehek in, e. Li gor nêrîna feylesof aqil, me digihîne îdeayan û heyînên ku rasteqîn in jî, îdea ne. Dîsa li gor nêrîna feylesof aqil du (2) texlîd e. Ya yekem aqilê ferasetî ye û em bi saya aqilê ferasetî, rasterast û bênavbeynkar, cewher û îdeayan dinasin.  Ya duyem jî aqilê diskûrsîf e, ku berê xwe dide îdeayên matematîkî û bi peyîtandina wan, xwe dide der.

Arîstotales jî mîna aqlê teorîk û aqlê pratîk, aqil kiriye du (2) beş û wiha nasandiye. Li gor nêrîna feylesof aqlê teorîk jî, du beş e: aqlê çalak û aqlê tebitî (aqlê ku ne çalak e). Di Serdema Navîn de jî aqil, di xizmeta dîn û baweriyê de ye û girêdayî wan e. Û meriv encax ji bo aqlê diskûrsîf,  dikare behsa xweseriyekê bike. Di felsefeya îslamê de jî aqil, ‘şewqa xwezayî’ ye û bi saya wê şewqê, em rastiyê, beyî ku serî li wehiyê bidin dinasin û rastî û çewtiyê jî, ji hev cuda dikin. Di Serdema Modern de jî aqil, di bingeha Modernîzmê de cih girtiye, ji baweriyê serbixwe ye û erka wê, damezrandina ramana zanistî û pergala civakî ye.

Di vê serdemê de aqil ne temaşevan e, beravajiya wê hêzeke damezraner û çalak e. Li gor nêrîna Descartes aqil, li cem hemû mirovan wekehev e. Malebranche jî gotiye ku divê ji aqil re, rêz were girtin û ev yek, bivênevê ye. Gottfried Leibniz jî gotiye ku ti tişt nikare aqilê serbixwe a ku ji baweriyê cuda ye, têk bibe. Li gor baweriya Hegel jî aqil, forma zanînê a herî bilind e. fr: raison / tr: akıl / os: âkile

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 23.04.2025
  • Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Schaltfläche "Zurück zum Anfang"