Philosophia

Fîlosofî di Sînêmatografîê da

Dr. Casoê Wezîr Serhedî

Fîlosofîa Sînêmatografîê (Fîlosofî di Sînêmatografîê da)

 „… Wow, ev chi fîlm e…“

Sînêma, wek hunera xudan form û janrên xwe, yên vîzûêl yê rengîn xwe bi xwe hebû-neke, hebûneke  dîtinî, ku eva zêdeyî sedsalekî deng dide. Dengek di his û cestên merivan da, ku merivan bê cewazîya reng û êtnîka xwe, hemû deman da bi berhem-danan hestên xwe, yên êtnîkî chi di wêje da, chi di shêwekarî da ye bîhîstin yan dîtin.

Her formeke nîshandanê, anku hebûneke di xweza da, nîshandan û nîshandareke, ya pêdawîstî nas kirine, wek „Dara“ Platon dinirxand, me jî merivên hemî deman ra, her tishtê bala me dikishande ser xwe, ne tenê bala me kishandî ye ser xwe, lê belê her usa jî dibû obyêkteke lênasînê, têderxistinê, nirxandina hebûna wê, nêzîkbûn wê hebûnê ra, xwe pêra guncandin, hewildanên nirxandinê me merivan da hey hêsane shirovekirin ra û hey jî ramanvanên cîhan bi hezaran salan hewl dane wan hebûnan, rûê wan yê nedîtî shirove bikin.

Belê,hema usa, merivan hewl dane gerdûnê nas bikin, mêkanîzma livandina wê, ewa wek zanistê da navkirî „Pêrpêtûûm Mobîlê“ yanê „Livandina bê Rawestîn“ nas bikin û bersîvan wan ra bibînin. Îja piranî ya evan hebûnêd ne shirovekirî kirine qalibên  kosmogonî û têologî û shirove yên taybet dabûne hebûnan, li gor têgîhîshtinên xwe… Ev milmilane di navbera zanist û têologîê hê jî didome.

Mixabin, ku kesên ji cîhanên kêmxwenda ra ji ber dîdaktîka wan ya sist ra, felsefe yan wek tishtekî wek ne „Sêva Devê Hemîyan“ hatîye nirxandin, yan jî wek hebûneke dervaî têgîhîshtina hêsan. Qence ew yeka, ku felsefê, wek hebûneke hemîyan ra pêda-wîst, xwe ewqasî bi awayekî pirrengîn serwaxtker kir, ku mirovahîê ew bi hêsanî li her hemî warên dîtinî da, wek têbînîyeke ne bandorker, ne domînans didît, yan texmîn dikir. Pisht hemî wêne ya shêwekarîê, peykersazîê, berhemên mûzîkê da, arkîtêktûrê û hemî formên din di rojane ya jîyana me da.

Gelek formî da merivan, bi hemdê xwe yan bê hemdî bala xwe dane ser hebûnêd pirsengî, ku di xweza mezin da, bi xweza merivî bi xwe da, di pêvajo ya tênegîhîsh-tinê da maye. Shêwekar û peykersazan hewl dan wan hebûnêd bê bersîv mayî lêbikolin, ew dervaî meriv be yan jî di derûnîya wî da, shirove ya cîhanhebûna meriv hê jî bê dawîhatin maye. Her usa jî felsefe di hewildana lêgerîn û lêpîvana her du kosmosa ne. Û sînêmê jî wek hunera heftan, ew erka nirxandinî hilda ser xwe.

Heta mirina merivan, wek yek forma nas, ya merivên vê planêtê, mirina nêzîkî xwe ra ewqas dilgiran dibin û qîmetê didine hebûna merivan. Em bêjin her char demên salê, wek mêtaforeke jîyanê xudan paradîgma xwe ye. Ew jî wek paradîgma fîlman ku bi sê paran tê strûktûrkirin, zaîn, jîyan û mirin heye, wek fênomêneke „qirara xudê“ tê ni- rxandin. Hemîka ew „Tsîkla Jîngehê“ ye ku kêm xudê va girêdayî ye, lê merivên ji hemî olên cîhan ewê weke xwe û shirove ya perwerda ola xwe ra guncaî dinirxîne.

Lê ev yeka belkî yek ji wan hebûna ye, ku divê me vegerîne ser nirxandinên felsefê, ku tim wek bingeha „Zendegirtina Zarotî“me ra vekirî ye. Fîlmên bi dehan janrên xwe hatine efirandin…ew ew Zendegirtin yan Metelmaîna Zarotîê, ku piranîya felsefan da wek bingeha lêpîvanê ye, di wê fênomêna „Gelo Ev Chî ye“? Evê gelo ev chîye? jî pareke ji felsefekirinê di bîner da.

Bala merivan ser her tishtî dikishîne xwe. Hemî mirov bi dîtina min felsefevan in. Îlankî zaro yên bê zar, ku pashila zaî yên xwe da, erebokên tê da rûnishtî da, usa her hebûnêd dor xwe dinirxînin, ku qencirîn mînakên bikaranînê ne. Ew merivên nû têne cîhana me, her tishtê dîtî li gor xwe dinirxînin, belkî bê ku wan hebûnêd dîtinî ra bersîvan dibînin, lê yek tishtê bê shike, ew ji xwe dipirsin; gelo ev chîye?  Ev pirsa:

Hilbet ev Pirsa: …Gelo Ev Chî ye?… Efirînera Felsefê ye?

Ev yeka ser serê hemû merivên cîhan hatîye derbazkirin. Gava destpêka sedsala bu-hurî da, dema „Fotografî Livandin,“ biraên Lümyêran trêneke bi lez ser bîner da ajotin, ew rêaksîoneke usa da, wek ew „Dara“ Platon, ku „îdêal pêshîya dîtinê bû“, îdêa tirsa mirinê derbazî hebûna rêal dibû. Ji îdêal heta rêal. Ji bînînî pêshî, hey pey ra jî ya xîalkirinî pêk dihat. Yanê felsefe sax dibû û xwe bi formekê jîndar dikir di hish û ramanvanîya hemî merivên dûrî felsefevanîê.

Bingehêd felsefê, yanê lêramînê, lêkolînê, nirxandinê, ser bingeha lêpirsîn û gero shirovê da ye. Felsefê nekine bela serê xwe, yanê tishtekî dervaî karîna hêza ramîna xwe. Heger we ev yeka jî kir, dîsa jî ne xirabe. Hûn kuda jî ji felsefê nerevin, ew dide dû we. Em di hemî formên xwe da tev we ye û dîyar jî nîne, ji ber ku hiz nake xwe dîyar bike, wekî bawerî ya di xudê da, ku ew li her dera ye û meriv nikare xwe jê birevîne, ew her dera chevdêr û alîkare, felsefe usa ne. Ew bela xwe ji me venake. Em peykersazîê hiz nekin, xwe di formeke hunerê ya din, ya me ra hizkirî, dîyar dibe.

Sînêma, heger hûn raê min, wekî yê dramatûrgî bipirsin; formeke felsefekirina cha-wa passîv, her usa jî ya aktîv e. Moral û êtîk tê da jixwe roleke serekî dilîze. Ew tim bi dîlêmên cîhanî va girêdaî ye, anku sherê Antagonîst Protagonîst ra. Yanê Neqenc bi Qencî ra. Sînêma perwerdedarekî herî întênsîve, ku aktîvtire ji hunerên din. Belkî ne wekî têorîên dervaî êksîstênsîalîzmê va girêdaî ye, lê êksîstênsîalîzma felsefî ra her-halî hev ra ye û di piranîya aspêktan da dramatûrg qencîkirinê dikine prîorîtêtê.

Gava jîyana me ya modêrn da, ya têknologîyan, êlêktronîka mêdîal da, em meriv dûrî xwendina pirtûkan û guhdarîya mûzîka klassîk kirine, felsefe ji sînêmê va cîhê wan dîdaktîkan digire, yên di berhemên sînêmê da jî, xwe bi awaê fîlmên pirjanrî, ji chevan, anku bînînî, xwe derbazî nava derûnî ya me dibe û wir jî xweshî ya kirên qencan û nexweshîya neqencan me perwerde dike. Milmilana fêrizî û dijberî, yanê jî berevajî ya xwe da syüjêtan nîshan dide.

Belê, sînêmatografî kirin, belkî ji destpêka xwe xudan armancên xwe yên ne hunerî û ramanvanî bû jî, hey pey ra, tev tehm û daxwazên bazirganîkirina berheman da, îdê-alên herdemî, wekî evîn, qencî û perwerda dilovanîê, xwe gîhande êstêtîkan, êstêtîkên hunerî wekî lîtêratûrê, mûzîkê, shêwekârî û peykersazîê, shanogerî û felsefe ya êksîs-tênsîalîzmê. Fîlmî bînerê xwe da ramandin. Ramandin ser girîngî ya hebûnan.

Ew yeka, ku dîdaktîka mêdîal, chi di formên kevin, yên Êuropa Rojhilat, ji Yünan destpêkirî, heta derbazî Êuropa Rojava ya demên navîn, wekî shanogerî ya gelêrî, shanogerî ya mûzîkal, ya dansî, peykersazî û shêwekarî ya ji chevkanîyên mîtologîyan û her usa motîvên têologîyan, chi bo bichûkan û chi bo desthilatdaran, eva chend sedsalin xudan desthilata xwe ye. Belê dîdaktîka lîtêratûrê jî her usa, xudan bandora mezin bû hemî demên avadanîya rewshenbîrî û ramanvanî bû. Jixwe hîngê, ji yünana fîlosof û dramatûrgên wek Êsxîlês, Sofoklês, Homêros û yên din, îdêalên qencîê, rêkûpêkîya cesedê meriv, îdêalên pakî û bedewî ya ruhê meriv, wek pirtikên shûshên rengîn, anku mozaîkê, mirovahîê li her derên cîhan, her yekî wekî etnoantropologî ya kûltûrî, bingehên dîdaktîka îdêalîzmê, hûmanîzmê, ji her berhemê pêkhatî, yanê efirandî da dabîn dikir.  Ew berhemana, chi di warê sîmfonî yan da, chi di warê poêzîê da, dibûne efirandinên opêrê û balêtê, dibûne motîvên berhemên shêwekaran. Bi sedan nivshên hêja, chi li êuropê, chi li kontînêntên din, bi formên felsefa hebûna îdêalên qencîe, hûmanîzmê, merivhizîê, dîsa jî bi efirandinên ser bingehên îdêalên xweshmirovîê bi hezaran chîrok û meselokên, satîrîk û rexnegirî li chevbirchîbûna merivên zordar dikirin.

Em dikarin bêjin; sînêma bi nêta qencî, wek hunereke vîzûal, bi awayewkî bû plagîat. Plagîatekî desthilatdar ser hemû hunerên ji zûda pêsh wî efirî, yên bi hezaran salan serkeftî, heman rola ronakbîrî di civakan û netewên cîhan da bibû xudan desthilatekî belkî chînên bilind, gava ewê dergeha xwe hemîyan ra vekir û ew hemî huner anî di  nava hindurê xwe û bi awayekî berfirehtir jîyan kir.

Di vî warî da pêshvechûna têologîê, ku xudan îdêalên m oralbilind, bi awayekî (êffêktîv) serkeftî, bi îdêologîa „Tirsa Xudê“ hewil didan kirên merivan, yên ne chê bi hêzên têologî yên li gor felsefa olî, wek moraleke civakî di nava gelan da dabîn bikirana. Ew dîdaktîka, hilbet jî di hemî olan da xudan desthilata xwe ya heyî ye, di vê demê jî, lê belê ew ne felsefe ya xudan morala obyêktîvîzma felsefî ye, yên li gor felsefa nûjen ya wek êksîstênsîalîzm binavkirîye. Her usa em digihêne kakilê babeta xwe ya wek armanceke bona nasîna du dîdaktîkên xwe gîhandine dema me û her usa xwe di hish û ramanvanî ya me da cîh girtine.

Sînêmê bê ku îzna xwe bixwaze, xwe kire hunereke domînans ya berbichev. Bînerî ra ne pêwîste pirtûkên fîlosofan bixûne, ji ber ku felsefê bi awaê dramatûrgî bi xwe der-geha hishê wî kuta. Belê bi hemî tehmetîskên her meriv ra xwesh tê, ewê hunerê bi awayekî zordarî jî „Devgîlka Serî“ di bîner da vekir û tê da xwe bi cîh kir. Hilbet ma-nîpûlasyoneke sûbyêktîv di vî pêkhatî da heye. Wekî bîner pishta Antagonîst bigire, lê dîsa jî bînerê herî hishpassîv jî bi wê felsefewergirtinê ra kêfxweshe.

Ev her du dîdaktîkên xwe bi awayekî dîssîdêntî, wek Têîzm û Atêîzmê di berhemên hemû rengî, xwe gîhandine ramanên merivan, di vê konfrontasyona van her du hebûnan ra, ku sedsala me ya bîst û yekê da jî aktûêl in, modêrnîzm û kevneshopî, dî-daktîka her du hebûnan, yanê hêza felsefa xudêhebûnî, bi hemî berhemên dogmatîz-ma xwe va, bi taybetî ji destpêka sedsala bîstûyekê da, dema têîzm ji ber felsefa xwe ya neserkeftî hêzên xwe unda dike, hunerên mêdîal wek Fîlm, domînansa xwe pêshda tîne û gelek hebûnan ron dike, têizmê û atêîzmê bi awayekî kêm konfrontatîv tîne ber chevêd bîneran û bi felsefeyeke obyêktîvî bihane yên hûmanîzma gishtî dada hebûnan dike. Dadwer jî dibe meriv û biryardar jî her ewe.

Yanê babet li vir nîne, ku ew dramatûrg, yanê fîlmdramatûrg rê yên herî êffêktîv nebînin, ku felsefê, bi hemî shax û gulîên xwe di serê bînerê xwe da nenikînin. Bi awayên „Tehmetîskên vîzûal,“ ew jina bedew be, yan neqencekî zalim, bîner, ew bixwaze yan na, nechare û spasdare wê felsefa pêshnîyarkirî ra, belkî bi kêmtir awaî, lê dîsa jî hebûnên wê nas bike.

Meriv,bi awaê arbîtraja qîmetdana hebûnan di forma vîzûal ya herî êffêktîv da dibe hey dadwer û hey birîyardarê wan her du hebûnên konfrontatîv. Sînêma bi berhemên xwe yên pirjanrî evê yekê wek perwerdeyeke civakan pêktîne. Xût sînêma, û ne berhe-mêd mêdîyaî yên formên din, dikare bi awayekî dramatûrgîâ vîzûal, di têknîka aktêrî, ya dramatîk, shirove ya bahaneyan dide. Her destê sînêmê digihîje hemî ast û chînên civakan di malên wan da, bi awayekî xudan birîyar, yên bandora obyêktîvîzmê, bibe birîyardarê her usa jî form û morala jîyana xwe û bandordarê ser civaka dorberê xwe.

Sînêma her usa derfeta sexkirin û (rêkonstrûksîon) vîzûalîzasyona hemî têkst û nivîs-êd herî balkêsh yên dîrokî jîndar û nûjen bike, xudêyan û pêxemberan bi awayekî saxkirinî û chêtir ji hemî shêwekarîyan û peykersazîyan, hemû hebûî yên jîyana buhurî sax bike. Bi vî awayî, ew ne tenê xudan fûnksîona felsefî, lê belê her usa ya ronakbîrî ye. Ew bi pirfûnksîonalîa xwe da xwe digihîne gelek formên ramanvanîya ast bilind. Wekî fîlmên derheqa fîlosofan, kayzêr û siltanan sheran û netewan.

Bi evê yekê, armanca vê babetê her ewe, ku nirxandina fragmênt û êlêmêntên hemû felsefên cîhanê,yên heyî, bi awayekî nirxandina autorê sênarîo, derhêner be, yan  prodûsênt, êlêmêntên felsefan bo armancên xwe yên belavkirina firotînî, bi êffêktîvî, bi sermaîke zêde serkeftî xwe daye hizkirin, bi hemî modêrnîzasyona xwe va, sînêma roja îro bi taybet ya fîksîonî, (Hunerî. Hûnandî.) ya zêde hizkirî, ku bandora xwe zêde qenc dide ser hest û ramanvanî yên nivsha nû. Li vir ew Hollywood be, yan Bolly-wood, sînêma azîya, afrîka, erebî, yan europî, hemî, bêshik hemî,di warê perwerdeki-rina merivan bi îdêalên hûmanîzmê, pozîtîvîzmê, tolêransê û hurmeta merivan ra, hest û qîmeta bihane yên wek, jîyan, taybetî ya merivan, sêkûlarîzmê û qîmetdana raê merivî bê girtin, chendîn jî ramancuda û konfrontatîv nebe ew.

Her sînêma bi karina xwe ew merivê herî hishmendî-passîv (aqilmendîkêm) aktîv bike, ewên ne bala xwe didine lîtêratûra cîhan, peykersazî û shêwekarî ra dilsar in, ber wan berhemên mirovahî efirandîye, yên ber jî bisekinin qîmet nadinê, heta kesên usa ra jî, forma vîzûêl ya sînêmê wî kesî dike bin bandora xwe û wî bê nirxandina felsefî nahêle. Bi awayekî fîksîon, (hûnandî) anku leystikvanî, ya bi dilqdaran dikare bandora xwe ya êffêktîv, ya saxkirinî di derûnî ya bînerê herî kêmfantazî da gulvedanan pêkbîne.

Belê, evê yekê dike sînêma û hunerên cîhana vîrtûal. Moraleke qenc dide ew yeka ku cîhan chendîn jî bi polîtîkvanî ya zordaran ne herimîye, dîsa jî di vê cîhana, ku kêm pirtûk tê xwendin, hunerek heye, ku belkî ne zêde bona berjewendîên felsefê bi xwe „hereketa xwe dike bereket“, ew dîsa jî di berjewendîya ramanvanîê bi xwe ne. Îja, ew yeka chima usane, li vir jî bersîv hema-hema yeke: mirovahî bi hemdê xwe, yan bê hemdê xwe, bi îdêalên xwe dijîn.Îja ew yekana ew ji kesan bên xwestin, neyên xwestin, ew hebûnên felsefa obyêktîvîzmê ne, ku bi awayekî dîdaktîkî, wekî xwarinekî bi hemî fîlmî va girêdaî ye, her wekî mêkanîzmeke bijonkirina raman û cesedê meriv da heyî. Hemî merivî da, yê bê hemdê xwe bi îdêalên qencîê ra ne û bi rûê fîlman, bi awaê egîtan xwe li alîê qenc digire. A bi vî awaî, bi awayekî kurt, sînêma xudan desthilata bandora xwe ya felsefî ye.

  • Dr. Casoê Wezîr Serhedî
  • 17.03.2025


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Schaltfläche "Zurück zum Anfang"