Philosophia

Kozmopolîtîzm û Êzdayetî

Alî Gurdilî

Li gor pirraniya ramangir û akademîsyenên felsefeyê yên cîhanê, ramana kozmopolîzmê li civaka Yewnana Kevnare derketiye holê û ji wir jî, li dinyayê berbelav bûye. Têgeha kozmopolitesê cara yekem (Beriya Zayînê)di sedsala 3an de bi ramanên Diogenes dest pê kiriye, ku wê demê li ser pirsa ‘tu ji kija deverê yî?’ gotibû ku ‘ez hemwelatiyê dinyayê me’. Bi vê gotinê, mexseda Diogenes ew e ku dibêje ez ne endamê tu netewe yan sîstemeka siyasî me. Li vir divê pênase û navê çend peyrewên vê tevgera felsefeyî jî (kozmopolîtîzm, kozmopolîtanîzm) werin dayîn ku meriv bikaribe li ser hinek xalan bikeve nîqaş û guftûgoyê. Belê peyva kozmopolîtîzmê, peyveke yewnanî ye û ji hevududana peyvên ‘gerdûn’ (kosmos) û ‘hemwelatî’ (polites) ê pêk hatiye û di wateya ‘welatibûna dinyayê’ yan jî ‘welatîbûna gerdûnê’ de ye. Li gor vê tevgera felsefeyî şexs, endam yan jî aîdî mirovahiyê ne ku mirovahî jî komuniteyeke mezin e. Di vê nêzîwerîyê de di dewsa gurzên (pêwendî) herêmî de, gurzên gerdûnî û ramanên gerdûnî girîng dihên dîtin û pejirandin. Herweha li gor vê ramanê temamiya dinyayê, welat û niştiman e. Ji kesên ku van ramanan dipejirînin re ‘kozmopolît’ yan jî ‘kozmopolîtan’ dihê gotin. Wekî feraseteke ehlaqê jî, di felsefeya yewnan ya Serdema Pêşîn de ji aliyê Kynikparêz, Stoaparêz û Sofîstan ve hatiye parastin.

Mesela Arîstîpposê Sirenaykayî, ku parastkar û piştgirekî vê felsefeyê bûye, wê demê wiha gotiye: ‘Ez nikarim di quncikekî civakê de, xwe êsîr bikim. Lewra, ez biyaniyê hemû devera me.’ Piştre hatiye dîtin ku hinek ramanwerên romayî jî, ramana welatîtiya dinyayê betir berfireh kirine, derxistine pêş û bi fikr û felsefeya xwe hemû cîhanî weke neteweya xwe dîtine. Bi qewlê Epîstetos, ‘peymana me bi hemû dinyayiyan re ye, ku em hemû birayê hev in. Nexwe, peymana me ne tenê bi kesên nas û dost yan jî zengîn û giregiran re ye. Xwe wekî welatiyên cîhanşumûl bibînin û li gor vê yekê tevbigerin.’ Li ser vê mijarê Seneca jî gotiye ku ‘heke hûn bixwazin bijîn, divê hûn ji bo kesên din bijîn.’ Wekî ku gelek ramyaran jî destnîşan kirine, vê felsefeyê yan jî meyla felsefeyî, tesîreke mezin li dînê xiristiyanî û misilmantîyê jî kiriye. Li vir gellek girîng e û divê were gotin ku haya medeniyeta rojavayî bi saya wergerên erebî ji fikr û ramanên kozmopolîtîzmê çêbûye û bi vî hawî ev fikr û raman li medeniyeta rojavayî belav bûne. Mesela gotina Diogenes (B.Z. 412-323) a ku gotiye ‘heke te bizanibûya mala (xanî) min çuqasî berfireh e, dê te bizanibûya ku mala te û hemû malên li dinyayê li gor mala min çuqasî bîçûk in. Dinya mala min e û ezman jî, banê mala min e.’ ku wekî danezana wî ya bingehîn dihê hesibandin (P.Z.) di sedsala 10’an de, ji aliyê el-Sicistanî ve li zimanê erebî hatiye wergerandin. Maneya vê gotinê têgihiştina wateya gerdûna ku Xwedê ew afirandiye, di çavê hemû mirovan de dîtina mirovahiyê û pîrozweriya welatiya cîhanê ye. Bêguman dînê êzdayetiyê ji vê ramana (meyl) felsefeyî, xiristiyanî û misilmantîyê jî kevintir e. Heta meriv dikare bibêje ku yek ji wan kevintirîn dînê yekxwedayî, êzdayetî ye. Lêbelê, ji ber sebebên nepeniya dînê êzdayetiyê, nebûna metnên wê yên nivîskî, tirs û qedexeya nivîsandina metnên dînî, rê li ber zanîna gelek ramanên ronak û hevpar yên cîhanşumûl girtiye û wekî dînekî nepen hatiye dîtin. Armanca bingehîn ya vê gotarê ji xwe ne destnîşankirina kozmopolîtîzma êzdayetiyê ye. Bi tenê destnîşankirina kêmasiyeke mezin a derbarê vê yekê de ye. Ligel vê yekê jî ez ê hewl bidim ku çend ramanên êzdayetiyê yên kozmopolît, destnîşan bikim û li ser têkiliya kozmopolîtîzm û êzdayetiyê rawestim. Wekî dîtineke gelemperî li vir dikare were gotin ku têkiliya dîn û ramana kozmopolîtîzmê ligel hev tune. Lêbelê, ev gotin dê ne rast be. Lewre, dibe ku dînek bi hinek ramanên xwe yên bingehîn, dikare bibe dînekî kozmopolît. Li vir faktora herî girîng, felsefeya giştî ya wî dînî ye.

Yanî dema ku dînek bang li bawerên xwe dike, ji wan çi dixwaze? Derheqê jiyana komelî de, çi ferman dide? Mirovên ji miletê din çawa heldisengîne? Gelo di fermanên wî dînî de êrîşkarî serwer e yan jî xweşbinî û rûmeta li hemberî hemû miletên cîhanê? Bêguman ji bo me pirsên girîng ev in û divê ku têkiliya êzdayetî û kozmopolîtîzmê jî di vê çerçoveyê de were nirxandin. Nexwe bawermendên olekê li hemû deverên dinyayê belav bibin jî bi dehan zimanan bizanibin jî heke ew hişmendiya ku hemû biyaniyan weke bira dibîne tunebe, ew nikare bibe dînekî kozmopolît. Dîsa dikare were gotin ku ruhê kozmopolîtîzmê, di xweşbînî û toleransê de dijî. Tu dînê ku tê de xweşbînî, xweşdîtin û rûmeta surûşt û jiyana komelî tunebe ew qet nikare bibe kozmopolît. Raman û dînên kozmopolît, ew in ku parastkarê başiya gerdûnî ne û wê başiyê belav dikin. Ango kozmopolîtîzm, derbirîna ramana welatiya kollektîv û gerdûnî ye. Ev raman, ev felsefe û ev têgihiştin jî meriv dikare bibêje ku di dînê êzdayetiyê de heye. Li vir dê were gotin ku dînê êzdayetiyê, dînekî qewmî ye û çawa dikare bibe dînekî kozmopolît? Lêkolînên dawî radigihînin ku li hinek deverên Erebîstanê êzdîyên ku ne kurd in jî hene. Lêbelê ev yek nayê wê maneyê ku êzdayetî ne dînekî kozmopolît e. Gelek dîn hene ku deriyê wan heta taqê ji xelkê re vekirîne, lêbelê ne kozmopolît in. Çimku bawerî, dîn û diyanetên xwe li ser biyaniyan ferz dikin. Kesên ku weke wan bawer nakin jî bi heterodoksiyê dihêne sûcdarkirin. Bêguman, têkiliya dînên wuha bi kozmopolîtîzmê tune û nikare hebe jî. Niha dixwazim ji qewlên êzdayetiyê çend mînakan li vir arasteyî we bikim û em ligel hev li ser maneya wan bi kûrahî bifikirin. Qewleke êzdiyan dibêje: ‘Amîn Amîn Amîn, Tebarek Ellahû idîn, Ellahû eĥsenûl xaliqîn, Xêra bide şera wergerîn’

Hemû kar û emelên baş û nebaş (çê û neçê) ku li gerdûnê dihên ditin, ji Xwedê tên. Yanî başî jî xirabî jî yekser bi qudreta Xwedê dibe. Ango, xirabiyeke cismanî ya ku dijberiya Xwedê û mirovan dike tune. Lewma jî başî û xirabî herdem ligel hev in. Li vir ya girîng hilbijartin û nîsbet e.  Dîsa dema ku meriv li jiyana komelî ya êzdayetiyê mêze dike meriv dibîne ku nirxên rastî, dirustî û qencî gelekî girîng in û li pêş in. Di civak û dînê êzdayetiyê de, sê ramanên ehlaqî û felsefî hene, ku meriv dikare wan wuha bihêjmêre:

  • 1- Rastî ye: Ango, divê meriv rastiyê bibêje, rast tevbigere û karê baş bike.
  • 2- Nasîn e: Nasîna Xwedê û mirovan û di hemûyan de jî niyeta qenc e.
  • 3- Fedîkirin e: Fedîkirina ji Xwedê û mirovan. Fedîkirina ji karên çepel.

Li vir dibe ku ev sê ramanên felsefî xwe bigihînin ola Zeredeşt jî. Yanî ramana çêxwaz, gotina çêxwaz û karê çêxwaz. (Çavkanî: Êzdî û Êzdiyetî,  Çiyayê Kurmênc (Efrîn) Mihemed. E. Elî, Dr) 

Di êzdayetiyê de faîz, karê çepel, zina, derewkarî, neheqî, tehdeya li ajalan, çepelkirina surûştê guneh û qedexe ye û li hemberî hemû bawerî û nîjadan rêzgirî heye. Lêbelê 74 caran fermana wan rakirine û xwestine ku ji kokê ve wan xilas bikin. Mixabin talukeya ku li ser êzdiyatiyê heye niha jî didome û berdewam e. Ligel hemû tehde û zordestiyan jî, di êzdayetiyê de herdem tifak û hevkarî li pêş e. Qewlek dibêje: ‘Çûme dîwana wî Padşayî, Min lê dîtin xweş û şayî, Serê hemuyan tifaq û tebayî’

Di dînê êzdayetiyê de, dijminatiya ol û baweriyên din yên cîhanê qet tune û ji xwe çar dînên mezin jî, wekî dînên heq (nazilbûyî) dihêne dîtin û ji pêxemberên wan re rêz dihê girtin. Êzdî, bawerî û ramanên xwe yên dînî li ser bawerên dînên cuda jî ferz nakin û wan xweş dibînin. Heta ji ber vê xweşdîtinê hinekan êzdayetiyê mîna dînekî bijarteker (eklektîk, pinekirî) dîtine. Mesela li ser vê mijarê gorbehiştê Osman Sebrî di sala 1943an de di kovara ‘Ronahiyê’ de li ser dînê êzdiyan wiha dinivîse: ‘Tevî ko derheqê Êzdiyan de heya niha çend kitêbok hatine nivîsandin jî, a rast kesî xwe negihandiye rastiyê, ji ber ko rastî ji ber sebebekê winda bûye. Ew sebeb jî heye îro heznekirina Êzdiyan a ji xwendin û

nivîsandinê re ye. Gava ez bi têxistiyên van kitêbokan qaîliya xwe nînim, ne ew e ko zanîna xwe a di vî warî de bi navê rastiyê berpêşî xwendevanan dikim! Êzdî Kurdine xwerû ne û ola wan a îro ji averûya gelek olan bi hevketiye û hatiye pê. Ji ber vê ye ko dema em bawerî, rê û rêzanên ola Êzdiyan didine ber çavên xwe, bi rehetî tê de şopên olan Zerdeşt, Mûsa û Mihemed tev dibînin. Di nav avanyên han de gelek bi navên peyayên ola Mihened an kesên ko li nik xelkê wê xweyî rûmet in, hatine çêkirin. Xidir, Îlyas, Evdilqadirê Rehmanî, (Geylanî) Bilelê Ebeş, (Bilalê Hebeş) Habûbê Necar, Indirîsê xeyat, Çêl mêran (Ereb in) jî van kesan in. Ev peyayên ko di efsaneyên ola Mihemed de cihekî çak girtine, Êzdiyan wan ju xwe re kirine mal û di mergehê xwe de ji wan re avanî çêkirine. Ji vê xweya ye ko ola Êzdiyan ji ber nexwendinê çiqas gewherê xwe winda kiriye û ketiye bin darê ola Mihemed. Berê reş û Zemzem dîsa du tiştên ko di heca îslaman de şertê hecê ne, Êzdiyan ev jî ji xwe re çêkirine.’ [Osman Sebrî: Ronahî: 19- 20- 21 (1943) Yên vediguhêzîne: Stig Wikander- Weş: Orfeus. Antolojiya Tekstên Kurdî. Çapa nû. Stenbol 1996. R: 101- 112] Li vir divê were gotin ku rêzgirtina êzdiyan yên dînên cihê ne ji ketina bin bandûra wan, lêbelê dibe ku ji ber rêzgiriya wan be, ku hemû dînên xwedayî heq dihesibînin. Li perestgehên wan, hebûna sembolên (gor yan jêmayên taybet) peyayên olên cihê dibe ku yek ji wan sembolên xweşdîtinê be. Ev yek, dikare wekî xwedîlêderketinekî jî were dîtin. Dîsa meriv dikare li vir bibêje ku di dema qirkirina ermenan de, êzdiyan bi qasî 20 hezar ermen ji qirkirina Dewleta Alî Osmanî parastine û xweyîtî li wan kirine. (Çavkanî: Lescot, Roger: enquête sur les yézidis de syrie et du djebel sindjâr, beyrouth 1938, s. 127 f.)

Dîsa qewleke êzdiyan dibêje: ‘… Xwedêo, tu li heftê û du miletan bêyî rehmê. Serê ser belgiya, girtiyê hebsiya. Rêwiyê riya, kesîb, belengaz û êxsîra, Me jî pêra …’

Li ser dînekî bifikirin, ku qenciya 72 miletan dixwaze, hewara wan dike û piştre dibêje, me jî bi wan re bisitirîne. Ev qewl bi serê xwe tenê jî, dikare wekî nîşaneke xurt ya kozmopolîtîzma êzdayetiyê were dîtin. Maneya vê qewlê ev e: Em jî yek ji wan mileta ne û ax û ezmanê me jî yek e. Bila kes nekeve tengasiyê, jar û belengaz nebe. Bêdad bila kes girtî û êsîr nemîne û li cîhanê, bila her qencî û başî hebe. Bawerên êzdî ji ber zilm û zora bawerên dînen din niha li hemû deverên dinyayê bûne koçber. Lêbelê hemû deverên ku lê dijîn mîna mala xwe dibînin û jê re bi hurmet in. Ji xwe ramana bingehîn a kozmopolîtîzmê xweşbînî ye. Hêvî û başiya gerdûnê ye. Ramana welatîya kollektîv û gerdûnî heye. Hasilê, meriv dikare bibêje ku di bawerî û dînê êzdayetiyê de gellek ramanên nirxbilind hene, lêbelê nayên zanîn. Tehde û zordestiya li ser êzdayetîyê wuha kiriye ku deriyê xwe ji derve re girtîye û lewma jî wekî dîneke nenas maye. Raman û felsefeya êzdayetîyê hêja ne û dê bibin yek ji wan haveyna civaka siberojê a gerdûnî. Çimku êzdî beriya xwe mafê jîyanê didine yên ne ji xwe. Axirî meriv dikare bibêje heke  di gerdûnê de dînên kozmopolît hebin, bizanibin ku êzdayetî yek ji wan e û dibe ku çavkaniya vê felsefeya hêja bi xwe jî êzdayetî be.

Jêderên Giş



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button