Dibe pirsek an bêhtir ji pirsekê werin hizra me, Gelo Felsefe çiye? Erkên felsefê çi ne? Û metodên bi kar tîne çi ne? Û pirsek bi hêz xwe li dor mêjiyê me digerîne û dibêje: – Ma me çi pêdivî bi felsefê heye? – Erê Felsefe pêdivî ye? Dibe li vir nikarim û naxwazim û belkî nizani bim jî bersiva van pirsan hemiyan bidim. Berahîka hinek bersivan bidim, dikarim bibêjim ku çend tîpên û shêweyên felsefê hen: 1. Şêweyek noqî kûrahiya jiyanê dibe, 2. Tîpa din li asîman, li stêran dinihêre. 3. Li her tiştî dinihêre, ku wan di hundurê xwe tenê de bibîne. Dema beriya Socrates, felsefê sê vegirtin bi xwe ve digirtin: Pirsê bingehîn yên hebûn û heyîna mirovan: Existenz Abstraksiyoneke zêde ji hizkirina me (Rêkê ji Mythos berev bi Logos ve diçin), Nûbûna ramanê: – Ku hestên me şirove dikin – Ew karîna bo hizirkirina berdewam – Hizirkirina ku hişmendiya me çalak dike.
Felsefe xwe wek me li jor nivîsî xwe bi pirsa sereke ya hebûn û heyînê ve ve mijûl dike, lewra jî 5 mijarên wê yê sereke hene: Sînorên mirovahiyê bo bidestxistina zaniyariyan (delîveyê naskirinê û struktûrên wê, wate Hizirdanên beriya niha hatî ji wek: Platon, Aristoteles, Descartes, Pascal, Hume, Kant), Ezda (Sedemên hebûnê; li vir: Aristoteles, Augustinus, Thomas von Aquin, Pascal, Kierkegaard), Cihê mirovî di vê jiyanê de (Pêşketinên giştî, Hebûna mirovî ya fîzîkî û derûnî, hebûna Kultûra wî weke sedemeke heyînê, ku bi watetir dibe bi sedema ragehandin û pirbûna zaniyariyan û karê berdewam li ser dan û afirindeyan, Naverokê xurû yê mirovî, Îdologî, perwerde, taqekesî, Ethîk û hebûn, Desthilat û siyaset, Organên civakî (Platon, Aristoteles, Machiavelli, Hobbes, Locke, Montesquieu). Lê ez ê bi çend hevokên Karl Raimund Popper dest bi kurte nivîsa xwe bikim: ‘Îro roj giring e, em lêbuhurînê bixwazin, em yê bi şêweyekî ji şêweyan xwe bi fîlosofiyê re mijûl kiriye. Dibe em hinek ji wan markisîstan an jî wek wan diyar dibin wek rewşeke awarte bibînin, ew fîlosofên pispor yên girêdana bi rastiyê re winda kirine.’ (…)
Li gor baweriya min susreta herî kambax ya fîlosofiyê ew e, dema li derdora me suruşt kambax dibe, fîlosof hîn li ser gengeşê dikin, carnan bi zanebûn û carnan bê zanebûn- Gel ev cîhan heye (…) di bin mercinan de, ku pêviye em lêbuhurînê bixwazin, eger mirov fîlosof be (…). Lêbuhurîna min çi ye? Ev e. Her yek ji me felsefa wî heye, ger em zani bin an na, û ew gelekî nebaş e. Lê kartêkirina wê li ser serderiya me û jiyana me, zorbeyî caran pir xerab e. Ji ber wê jî pêkol giring e, felsefa xwe di rêya rexneyê re serrast bikin. Ev tenê lêbuhurîna min e ji bo wê ye, ku hîn felsefe heye.“
- Felsefe bi wateya xwe Hezkirina ji cindîtiyê ye, ji penda ye.
- Felsefe li geryanê ye, ku bizane, kî û çi baş û nebaş e.
- Yeksaneyî çi ye?
- Û armanca ji jiyanê?.
Felsefe ew pirsa dihingive sinorê hizra mirov. Rast e, tu pênasîn ya felsefê tune ye, lê hin pirs hene, ku bersivên wan nêzîk dibin, ka Felsefe çi ye? Yek ji wan Fîlosofan (C.F. Von Weizsäcker) wisa Felsefê dide nasîn: ‘Felsefe, ew zanist e, ya mirov nikare li ser biaxive, bêyî ku li ser kar neke.’
Erkên felsefê dikarin di sê xalan de diyar bibin, ku ew bi xwe erkê felsefê ne: 1. Felsefe alîkariya me dike, ku em pêrgî wan mijar û pirsgirêkên, ku em rojane, bi têgehan, argumentan û hizreke rexneyî her weha bi heyîneke cidî bibin. 2. Felsefe hijmareke nesinordar ji hizirvanan û pîvanên herî durust tîne, ku dibin rêgiriyê ji hizkirinê, bersivên hêsan û nûjen re 3. Li dawiyê felsefe, wê nêrîna me û jiyana me azad dike ji bo berjewendiyên me yên belengaz. (Wate, felsefe xizmeta wê tişta xizmet jê re nevêt dike). Rêbazên Felsefê: Rêbazên felsefê di nav pêkolên giyanî de. Pêkolên giyanî, dikarin wateya şopandina dibistanên hizrî, kevneşopên hizrî û dibistanên hizrî bidin.
- Tengezar Marînî
- 01.10.2019
- Jêder: https://kurdishphilosophy.blogspot.com/