Philosophia

‘Derheqê Dewleta Platonî da’

Dema meriv li ser têgeha dewletê dikeve nava lêgerînê berhema herî ewil a ku tê hişê meriv, ‘Dewlet’ a fîlozofê Yûnanistana Antîk Platonî ye. Platon berî zayînê di navbera salên 427 û 347î da jîaye. Di dema xwe da merivekî bi qasî di pêşbazîa olîmpîadê da bibe yekem çalak bûye. Ji ber firehîa navmilên xwe, jê ra gotine ‘milfireh/Platon’. Wekî şagirtê Sokrates tê dîtin, dema Sokrates bi jehrê tê kûştin ji Atînayê dixeyîde û bi qasî duwanzdeh salan li hin welatên wekî Misir, Anatolî, Îtalya û hwd. digere û dû ra dîsa vedigere Atînayê, bi felsefê ra bilî dibe û bi avakirina Akademîa Atînayê tê nasîn. (1) Ev merivê li ser zanîn û felsefê gelek ked xerckirîye bi kîtaba xwe ‘Dewlet’ê xwestîye profîla dewleteke îdeal bide xuyakirin. Kîtaba Platonî ya bi navê Dewletê ji deh beşan an jî bi binavkirana wî ji ‘deh kîtaban’ pêk tê. Di her beşî da qala mijarên cûr bi cûr dike. Ji bo fikrên xwe bi zelalî bide xuyakirin şêweyê dialogê esas girtîye. Dialog di navbera karakterê sereke Sokratesî û hin hevalên wî yên wekî Glaukon, Adeimantos, Palemarkhos û Trasymakhos da derbas dibe. Cihê sohbet û dialogê li nêzî Atînayê mala Kephalos e. Nîqaşên di vê malê da bi damezrandina dewleteke xeyalî ya îdeal (utopîk) bi dawî dibe. Çimkî ew jî dizanin ku dewletek ewqas bêqisûr tenê dikare di xeyalan da pêk were. Lê dîsa jî hêvîa wan ew e ku rojek ev utopya bibe rastîa welatê wan.

Kîtaba Yekem: ‘Adalet; rindî û baqilî ye, bêadaletî jî xerabî û nezanî ye.’

Di beşa yekem da, em dibînin ku Sokrates û hin meriv derheqê adalet û merivê adil (dadmend) da di nava dialogê da ne. Bi rastî meriv nizane gelo gotinên ji devê Sokratesî derdikevin fikrên wî yên resen in, ya Platon bi gorî xeyalên xwe ew  bi wî dane gotin. Ev rewş bi guman be jî meriv dîsa bi saya van dialogan derheqê adalet, dewlet, rêberî, qencî û xerabîan da digihêje gelek agahîan. Di kîtaba yekem da li ser adaletê (rastîyê) lêgerînek heye û di dawîa nîqaşê da ev encam dertê holê: ‘Adalet ew tişt e ku bi kêrî yê bi hêz tê.’ Di civakê da rêberî di destê kê da be yê bi hêz jî ew e û her rêberî jî qanûnên xwe li gorî bi kêrî xwe were, amade dike. Ev rêberî hez dike qiraltî be, hez dike bila demokrasî be, rêgez naguhere. Rêber qanûnên ku bi kêrî xwe were, derdixe û bi bindestan jî dide bawerkirin ku ev qanûn bi kêrî wan jî tê; ger çîna bindest qanûnan nepejirîne jî wan wekî kesên ji adalet û rastîyê dûr ketine dide nasandin û wan bi hin cezan ra rû bir û dihêle.’

‘Adalet; rindî û baqilî ye, bêadaletî jî xerabî û nezanî ye.’

Kesên bi adalet tevdigerin, dibe ku hin caran xisarê bibînin û windahîyên wan çêbibe û yên bêadalet tevdigerin jî dibe ku feydeyên demdemî bi dest bixin; lê di dawîyê da yên serkeftî dîsa jî alîgirên adaletê ne. Kesên dadwer bi merivan ra di nava lihevhatinê da ne û bi dostanî dijîn, bextewer in; lê yên bêadalet tevdigerin jî merivên bêaqûbet in, hêrs û pêvçûnan di navbera merivan da diafirînin û nahêlin meriv bi hevdu ra di nava ahengê da bijîn û bixebitin.

Kîtaba Duyem: ‘Gelo bi rastî avzêya adaletê bêhêzîa merivan e?’

Di vî beşî da nîqaş di navbera Sokratesî û Glaukon da berdewam e. Dîsa raserîa adaletê ya ji bêadaletîyê tê nîqaşkirin. Qala tiştên jixweber qenc û baş yên mîna dilşadî û kêfxweşîyê, tê kirin. Hin tiştên ku encamên qenc bi xwe ra tînin; yên wekî dilpakî, baqilî û tenduristî rê vedike ku adalet pêk were. Di vê kîtabê da Glaukon qala çîroka avzêya adaletê dike:‘Ji ber ku meriv hem nikare bi tena serê xwe neheqîyên li hemberî xwe tê kirin asteng bike û hem jî hêza wî ya her tim li merivên din neheqîyê bike tune ye, rabûne di nava hev da peyman çêkirine, qanûn kifş kirine, bi saya van qanûnan (peymanan) dê ne tûşî neheqîan bibe, ne jî li kesî neheqîan bike, ji ber vê bêhêzîa xwe, xwestîye hin qanûn hebe da ku wî ji xerabîan biparêze û ev jî di pêvajoyê da wekî adalet hatîye binavkirin. Bi gotineke din avzêya adaletê bêhêzîa merivan e. Ger hêza merivan ya herdem neheqîkirinê hebûya dê tu carî ji bo jiholêrakirina neheqîan bi merivên din ra peyman mohr nekira. Çimkî her merivê ku fersenda neheqîkirinê bibîne dê neheqîyê bike.’ Di vê angaşta Glaukonî da birayê wî Adeimmantos jî tevlî nîqaşê dibe û wiha dibêje: ‘Meriv ancax ji ber tirsonekî, extîarîtî an jî kêmasîyeke xwe ya din nikare bêadaletîyê bike, wê wekî tiştek nebaş dibîne. Ger ji bo neheqîkirinê derfetek ji bo van merivan çêbibe dê wê derfetê hetanî dawîyê bikar bînin.’

Li gorî vegotina Sokrates, civak ji bêhêzîa merivan welidîye. Ji ber ku meriv bi tena serê xwe nikare hemû pêdivîyên ku wî li ser lingan dihêle pêk bîne, pêwîstî bi alîkarîa merivên din dîtîye û hêza xwe kirine yek û li jîanê mane. Bi vê pêwîstîa merivan û hatina wan ya cem hevdu ra jî pergala civakê derketîye holê. Her merivek li gor şarezayî û hunera xwe ji bo civakê di karê ku xêr û bêra wî zêdeye da xebitîye: Pêdivîyên sereke yên wekî xwarin,  stargeh, cil û bergan kirîye ku hilberînên ewilîn bi vana ra têkildar be. Bi vî awayî di nava merivan da karbeşî û hemparî çêbûye. Her meriv dê di nava aştî û tenduristîyê da emrê xwe bibihurîne û bimire, piştî mirina wan; zarokên wan jî dê heman jîanê bidomînin. Ji bo vê civaka di nava valahîyê da êdî pirsa divê civak çawa bi hev ra vê jîanê bidomîne dertê holê û ev jî ‘mekanîzmaya dewlet û adaletê’ derdixe pêşberî me. Lê ji ber çavbirçîtîa merivan, ew civaka di destpêkê da tenê ji bo pêdivîyên xwe yên jêneger dixebitî, ji rê averê dibe û civak her diçe ber bi xerabîyê ve diçe: Pêdivîyên nehewce bi xwe ra gelek kar û pîşeyên nû derdixe holê, ax a ku berê têra merivan dikir dê êdî têr neke û ji bo zevî û erdên nû dê bi cîranan ra pevçûn dest pê bike û ev jî bibe egera şerên mezin û bêdawî. Bi mezinbûn û berfırehbûna civakê ra hem ji bo parastina wê, hem jî ji bo ax û erdên nû bi dest bixe, pêwîstîa arteşê jî dertê holê.  Arteş jî dê ji merivên hêç û har, çeleng û bihêz pêk were. Ev merivên hêç û har ne tenê li hember dijmin, her weha dê li hember merivên xwe jî bi xedarî tevbigerin û hevsengîa adaletê her binpê bikin. Encam jî dibe civakeke xerabûyî ya ji bêadaletîan ra rê vekirîye. Û şer wekî tişteke avzêya hemû xerabîan, ji hêrsa daxwaza ji merivên din zêdetir bidestxistina mal û milkan diwelide. Û rizîna civaka xwezayî dest pê dike. Li hemberî vê rizînê pêwîstî bi perwerdehîyek baş a ji bo zarok û ciwanan dertê holê û Sokrates balê dikişîne bi ser vê mijara perwerdehîyê ve. Venêrîna çîrvanokbêjan pêşnîaz dike. Ji çîrvanokan ra divê tixûbek hebe. Çîrokên ku kîn û nefretê belav dike divê were qedexekirin, ji zarokan ra neyê vegotin. Divê gotinên ku zarok ewilîn dibihîsin çîrvanokên xweş yên rîa qencîyê ravî wan dike, be. Çîrokên ku xwedayan wekî sedema xerabîan dide zanîn divê ji zarok û ciwanan dûr be. Çimkî xweda sedema her tiştî nîne, tenê sedema tiştên qenc e.

Kîtaba Sêyem: ‘Divê bi tu awayî teqlîda merivên tirsonek, xerab, dijûnkar, serxweş û dînikan neyê kirin.’

Sokrates qala perwerdehîyek baş dike ku divê di vê perwerdehîyê da rêgeza hurmetê ya ji bo xwedayan, ji bo dê û bavan, hebe. Li bajarekî/welatekî tenê merivên biçûk û karker ne, rewşenbîr û kesên ku xwedî payeyên berz jî ger serî li hakîm û dadgeran bide, ev tê wê maneyê ku li wî bajarî perwerdehîyek pir xerab heye, divê rê li ber vê yekê were girtin. Ev jî ancax ji biçûkatîyê ve bi destpêkirina perwerdehîyeke baş dikare were bi cih anîn. Derew û bertîl divê di dewletê da tune be. Derewkirin tenê ji bo feydeya dewletê dibe ku carinan çêbibe. Perwerdehî divê rîa rindîyê, başîyê ravî merivan bike. Çîrok û bûyerên reşbîn divê ji zarokan ra neyên gotin. Teqlîdkirina hêlên qenc yên merivan ên wekî lehengî, baqilî û zanayîyê dibe ku feydedar be, lê divê bi tu awayî teqlîda merivên tirsonek, xerab, dijûnker, serxweş û dînikan neyê kirin, çimkî teqlîda merivên xerab û nebaş dê civakê jî ber bi xerabûnê ve dehf bide. 

Platon rêgeza dewleta xwe wiha tîne zimên: Divê merivê welatê me tenê yek karî/pîşeyî bike û di wî karî da bibe şareza: Divê di dewleta ku em dê wê damezrînin da goşkar goşkar be. Goşkar li gel goşkarîyê nikare kaptanîyê jî bike. Cotkar, cotkar e. Li gel cotkarîyê nikare dadgerîyê jî bike. Leşker, leşker e. Nikare hem leşkerîyê bike û hem jî alûvêrê bike.’ Bi vê vegotinê Sokrates dixwaze ku her meriv tenê bi karê xwe ra bilî be, nekeve cûr bi cûr dilqan û texlîda her kesî neke, tenê dê tiştên bi kêrî zarok û ciwanan tê bike. Li vir em dibînin ku pirhêlîa merivan tê qedexekirin û tenê karek (pîşeyek) jê ra tê terxankirin. Di dewleta Platonî da cihek girîng ji hakîm û dadgeran ra tê terxankirin. Hakîm bi ‘hiş û aqilê’ xwe nexweşîyên bedenî pak dike, lê kesê ku bedena wî êdî xerab bûyî, tedawîa wî ne ji bo wî ne jî ji bo civaka wî sûdewer be, bi mirinê ra rû bi rû tê hiştin. Ev raman karlêka xwe li ser Hîtlerî jî kirîye ku di kîtaba xwe ya bi navê ‘Şerê Min’ da ji bo miletekî bi tendurist û bedew dixwest merivên nexweş û xerab ji civakê were bêjingkirin û arasteyî mirinê bibin. Platonî derheqê muzîkê da jî hin qedexeyan datîne: Cûreyên muzîka ku girîvekirinê, jankêşîyê û xemgînîyê zêde dike, divê neyê pêşkêşkirin. Li hemberî vê rewşa trajîk divê meqamên, merivan bi jîanê ve girê dide, li hember mirin û birînan, şer, êriş û zorê hêvîyê dide merivan, were pejirandin. Li hêla din di dema aştîyê da jî divê meqamên nerm yên bi jîana rojane ra lihevkirî hebe. Çimkî hêvîa Platonî ew e ku cihê muzîk meriv bibîyê hezkirina bedewîyê ye. Li gor Platon merivê xwedîtîyê li bedena xwe bike, hay ji xwarin û vexwarina xwe hebe û bedenparêzîyê (perwerdehîa bedenê) bike û ruhê xwe bi muzîkê dagire, dê bibe xwedî hezkirina zanîn û felsefê û bi vê jî dê civakeke pêşketî pêk bê, bi saya perwerdehîa bi aheng ya ji jîmnastîk û muzikê pêk tê dê ‘merivê hem baqil û hem leheng’ bigihêjin, ger ne wiha be wê çaxê jî merivê ‘tirsonek û çors’ dê bigihêjin.

Platon derheqê desthilatdaran da jî Sokrates dide qisedanê û wesfê rêberê dewletê tîne ziman: Divê kesê ku dewletê îdare bikin ji zaroktîa xwe hetanî ciwanî û kalitîa xwe di her merheleyê da werin şopandin, di ‘ezmûnên tirs û zewqan’ ra werin derbaskirin û her  tiştê wan kirine were zanîn û yên di hemû ezmûn û ceribînên xwe da tenê mifaya xwe û dewletê esas girtine, jê hin bibin notirvan (leşkerê welat), jê hin jî bibin desthilatdar. Kesên dibin desthilatdar divê êdî extîar û xwedî tecrûbeyên jîanê bin û dema bûn desthilatdar jî ji bo bi pey mal û milkê dunyayê nekevin, divê xwedîtîa wan ya li mal û milkan were qedexekirin. Xanî û erd û zevîyên wan divê tune be. Rêberên dewletê li hemberî xebata xwe ya desthilatdarîyê dê pêdivî û xurekên xwe bi dest bixin, bi hemparî jî bixeritînin û hemû mesrefên wan, xurek û xanîyên wan hempar be. Çimkî gava ew jî bibin xwedîyê erd, xanî û dirav, zarok û jinan dê dev ji rêberîa dewletê berdin û di dêvla ku parêzkarîa dewlet û welatîan bikin, wê bi welatîan ra ji bo malê dunyayê bikevin qirika hevdu.

Kîtaba Çarem: Nirxên Dewletê; zanatî, lehengî, dadwerî û pîvanî

Di vî beşî da armanca dewletê tê vegotin ku ji bo hemû welatîan dabînkirina bextewarîyê ye. Ev armanc jî ancax bi saya pêkanîna hin nirxan pêkan e. Di vî beşî da xala herî balkêş kifşkirina nirxên dewletê ye. Ji bo dewletekê ya pêwîst ev nirx in ku Sokrates wan wiha rêz dike: Zanatî, lehengî, adalet û pîvanî. Divê zanatî bi rîa komek biçûk ya ku dewletê bi rê ve dibe, xwe bide der. Ev zanatîa dewletê divê ne ku mîna zanatîa cotkarekî teng be. Ger wisa be dewlet dê tenê bibe cotkarekî baş. Ev zanatîa dewletê divê ji bo parastina berjewendîyên hemû civakê bê bikaranîn û di têkilîyên bi dewletên din ra civakê biparêze. Navê vê zanatîyê jî dibe ‘zanatîa parêzgkar.’ Lehengî jî bi saya perwerdehîa şervanên ku bi muzîk û jîmnastîkê tê bihêzkirin dê pêk were. Leheng dê li gor qanûnan bizanibe ji çi bitirse û ji çi netirse. Lehengî ji bo parastina welat e û divê leheng tirs çîye nizanibe. Pîvan jî tevgerîna endamên civakê ya bi ahengî îfade dike. Rêlibergirtina daxwaz û azwerîyên merivan yên pir zêde ye.

Di kesayeta her merivî da sê hêl hene: Aqil, hêrsbûn û xwestek. Bi saya aqil meriv gemê li xwestekên zêdetir dixe û dixwaze ew bi pîvan tevbigerin. Çawa hêlên qenc û xerab yên merivan hene, wisa jî di karakterên dewletan da jî hêlên qenc û xerab hene û li gor ‘rêgeza pîvanê’ divê hêla qenc ya dewlet û civakê tim serwerîyê li hêla xerab ya dewlet û civakê bike û ahengek aramîyê pêk bîne. Divê dewlet serwerîyê li zewq û azwerîyên xwe yên bêteşe bike û nehêle civak ber bi xerabîan ve here. Dema ku her kes li gorî xulqîyeta xwe karê xwe bike û sparteka xwe bi cih bîne wê çaxê dadwerî jî ji xwe dê pêk were. Kesayet çawa ku karê xwe dike, wisa jî divê mudaxelayî karê kesên din neke. Bi vî hawî adalet, bi xwedîderketina li heyînên xwe û bi pêkanîna karê xwe, dê ji xwe pêk were.

Platon bi gotina Sokratesî civakê dike sê beş: 

  • 1- Tebeqa Hunermendan: (kesên bi karê xwe ra bilî, kesên diravan qezenc dikin, karker),
  • 2 – Tebeqa Şervanan (notirvanên dewletê, leşker),
  • 3- Tebeqa Rêberan.

Li gor Platon di karakterê her merivî da jî ji van sê beşan dîarde hene: Alîyê me yê daxwazkar ku dixwaze her tiştî bi dest bixe; alîyê me yê hêrskar ku li hember bêadaletî û neheqîan serî hildide û alîyê me yê van herdu beşan digire bin baskê xwe û erka rêberîyê werdigire û tevgerîna bi pîvan pêk tîne, aqil. Ev jî tê wê wateyê ku ‘merivê adil’ bi saya ahenga van her sê beşên di hundirê merivî da pêk tê, dertê holê. Li gor Platonî ji bo dewletekê xeteraya herî mezin ya hilweşînê ew e ku hin kes mudaxeleyî karê merivên ne ji tebeqeya xwe ye dike, ye. Ev jî dê bibe sedema rûdana bêadaletîan. Divê ev merivên ji tebeqeyên cûr bi cûr mudexeleyî karên hevdu nekin û tenê karê xwe bikin, bi saya vê ahenga her sê beşên civakê dê ‘dewleta adil’ pêk were. Yan na wê çaxê dê bêadaletî dest pê bike û di dawîyê da jî dê dewlet hilweşe.

Kîtaba Pêncem: ‘Ji bo dewletê qencîa herî mezin; hemparîa jin û zarokan e.’

Di vî beşî da nîqaş li ser pirsgirêkên jin û zarokan heye. Pirsên wekî, piştî welidînê hetanî heyama perwerdehîyê dê zarok çawa werin gihîjtin? Zarok dê çawa werin perwerdekirin? tê kirin. Jin jî divê hem jîmnastikê, hem muzîkê hem jî bikaranîna çekan fêr bibe û siwarîa hespan bielime. Lê dîsa li ser pirsa gelo dê jin karibe karê ku mêr pêk tîne bike? nîqaş xwe dide der. Li ser cîawazîa di afirînê da ya ku di navbera jin û mêrî da rê li ber vedike ku karê li gor afirîna jinê jê ra were dîtin. Di vî beşî da mijara herî balkêş di tebeqeya rêberan da hemparîa jin û zarokan e. Em ji devê Sokratesî van hevokan dibihîsin: ‘Jinên notirvanên me (şervanên me) di navbera hemûyan da dê hempar bin. Qet yek jî tenê bi mêrekî ra dê rûnene. Dê zarok jî hempar be. Bav lawê xwe, law jî wê bavê xwe nizanibe.’

Vê hemparîyê jî ji bo dewleta xwe wekî qencîa herî mezin dibîne. Jin û mêrên herî bijarte, di temenê ku tixûbê wê hatîye kifşkirin da, di bin kontrola dewletê da tên cem hevdu. Xanî û sifreyên wan jî dê hempar bin.  Ji ber ku tu tiştekî taybet yê kesek tune ye, dê bi hevre bijîn. Jin ji bîst salîa xwe hetanî çilî, mêr jî ji bîst û pênc salîa xwe hetanî pêncî û pênc salîa xwe dikarin zarokan çêkin. Ji bo têkilîa cinsî dewlet kontrolê dike, destûra wan dide ku herin cem hevdu û bi nîşan û bi rêûresma dînî ev kirin pêk tê. Ji têkilîyên wan yên cinsî zarokên bijarte dê werin dunyayê. Piştî hatina zarokan a dunyayê jî zarok ji dayikê tê veqetandin û radestî sazîyek taybet a dewletê tê kirin û li cihê wekî ‘wargeha zarokan’ da tê mezinkirin, bi şertê ku tu carî dê û bavê xwe nas neke. Ji vê pê ve yên bê destûr zarokan bînin dê zarokên wan wekî pînc were wesfandin û ji civakê werin dûrxistin. Rêgezên di şeran da jî tê pêşnîazkirin: Divê piştî serkeftina di şerî da mirî neyê şêlandin (tazîkirin). Li ser vê mijarê di navbera Sokrates û Glaukon da dialogek wiha derbas dibe: Li gorî te şêlandina mirîyek çavbirçîtîyek kirêt nîn e?

Di dijminîa bi cesedekî ra alçaxîyeke dêlikî tune ye? Çimkî yê li hember êdî dijmin nîn e, bi xwe firîaye, tenê qalibê wî yê di cengê da maye li meydana şer. Bi vê kirina xwe çi cîawazîa wî dimîne ji cewrikê kûçik ku gava yek kevir davêjîyê, xwedîyê kevir berdide û li pey kevir direve? Li gel vê divê rê bê dayîn ku dijmin termên mirîyên xwe ji meydana şer rakin. Li alîyê din divê bi tu hawî mal, erd û zevîyên dijminan neyê şewitandin, tenê dexlên wê salê ji wan were girtin. Çimkî baş dizanin ku her şer piştî heyamekê bi aştîyek bi dawî dibe. Xwezîa ew hovên ku bajar û bajarokên me didan ber topan, meytên merivên me yên li meydana şer li dû zerîpoş û akrebên zirxî ve didan kaşkirin û meytê jinan di ‘mesaneyê’ da didan ber gulleyan hay ji vê rêgeza şerî ya ku Platonî du hezar û çar sed sal berî niha kifş kirîye hebûna û di qada şerî da hinek bi exlaqî tevbigerîana.

Li gor Platon dewleta herî baş ew dewlete ku dişibe meriveke bi tenduristî dijî. Çawa ku dema tilîa merivekî diêşe beden û serî jî pê ra vê janê hîs dike û ji ber êşa parçeyek laş hemû laşê meriv vê rewşê dijî, wisa jî divê dewlet qenc an xerab dema tiştek hat serê yekî ji welatîyên xwe, divê vê rewşê wekî ku li xwe qewimî be bibîne û bi vê ra an kêfxweş bibe an jî xemgîn bibe. Di vir da erka dewletê ‘parastina her kesî’ ye. Hembêzkirina hemû merivan e. Di dewletek wiha da rind an xerab çi were serê welatîan dewlet mîna ku ew hatibe serê wê dê bihesibîne û bi wê ra an kêfxweş bibe an jî xemgîn bibe. Ji ber ku welatî rêberên xwe wekî xelaskaran an jî parêzkaran dibîne. Di nav ramanên Platon da ya herî balkêş ji bo rêberîa dewletê pêşnîazkirina wî ya fîlozofan e.  Divê ev fîlozofên ku xwedî hêza dewletê û hêza aqilî nin dewletê bi rê ve bibin û ji hemû probleman safî bikin. Li gor wî di xwezayê da xwedê hin meriv ji bo fîlozofî û zilamtîa dewletê, hin meriv jî ji bo tişta ku jê ra hatîye gotin bêyî ku bifikire pêkbîne, afirandine. Ji ber vê yekê divê ji hêz û aqilê fîlozofan sûd were wergirtin.

Kîtaba Şeşem: ‘A ku zanîn û rastîyê diwelidîne ‘qencî’ ye.’

Sokrates, wesfê fîlozofan ku Platonî dixwest dewletê ew bi rê ve bibin, wiha rêz dike:

  • – Divê fîlozof karibe raman û agahîan li hev bicivîne,
  • – Divê fîlozof xwedî meraqê be û bawerîa wî bi zanînê ra hebe,
  • – Divê fîlozof ji “tevahîa heyînan” hez bike,
  • – Divê fîlozof di “dil û dev/gotinê” da guncanîyê û yekbûnê pêk bîne,
  • – Divê di xulqîyeta fîlozofî da hesta hezkirinê hebe,
  • – Divê fîlozof di dilê xwe da rezîlî û alçaxîyê nehewîne,
  • – Divê fîlozof ji bêpîvanî û çavbirçîtîyê dûr be,
  • – Divê fîlozof xwedî hefizeyek bi hêz û tendurist be,
  • – Divê fîlozof meriveke têgihîştî û nazik be,
  • – Divê fîlozof di her şert û mercî da, li her cih û demê têkilîa xwe ya bi rastîyê ra biparêze.

Hezkirin û dildarîa fîlozofan a bi welêt ra divê bêguman be. Di perwerdehîa bedenî û hişî da, bên derbaskirin û di dema talûke û zewqan da helwestên wan were çavdêrîkirin û jê kesên wekî zêr di agir da hatibe ceribandin û li pey ceribandinê jî têrpaqij mabe bibin parêzgerên welat. Lê ev jî rastîyek jîanê ye ku ev xisletên tê rêzkirin di civakê da dê di kêm kesî da bi tevahî hebin. Ev jî bi gor fikra Sokratesî di civakê da di nava hezar kesî da tenê di yekî da tê xuyakirin. Ji ber vê yekê fîlozof di her civakê da kêm in. Û hêza wan a desthilatdarîyê bi dest bixe jî pir kêm e. Hin fîlozofên heyî jî ji hêla desthilatdaran ve bi cûr bi cûr lîstikan tên xapandin û desthilatdar wan dikin bin baskên xwe û ji bo armancên xwe yên kirêt bi kar tînin. Ji bo kar û barê rêvebirina dewletê bi rêk û pêk bimeşe divê herî kêm fîlozof xwedî van xisletan bin. Çimkî kesê ku ne dostê rastîyê, egîdîyê û çavtêrîbûnê be dê tu kar û xebatê bi serkeftî pêk neyîne. Ger ne wiha be wê çaxê ew ên dewletê bi rê ve dibin ne fîlozof in, belkî ‘fîlodoks’ bin. Kesên ku rastî û xewn û xeyalan tevlîhev dikin û tenê bi xuyanga heyîan ra bilî dibin. Dê ev jî dewletê ber bi hilweşînê ve bibe. Platon girîngîa desthilatdarîa fîlozofan wiha tîne zimên:‘Hetanî ku fîlozof rêberîa dewletê bi dest nexin, ne derdên dewletê ne jî derdên welatîan xelas dibe û ew dewleta ku me tesewir dikir jî tu carî pêk nayê.’

Ber bi dawîa vî beşî Platon qala ‘îdea qencîyê’ dike: Li gor wî tişta ku rasteqînîyê dide wanekan û hêza zanînê dide hiş/serî îdea qencîyê ye. ‘Zanîn’ û ‘rastî’ du têgehên nêzîkî hev in lê em wan wekî qencîyê bi nav bikin, dibe xeletî. Çimkî cihê qencîyê helbet li ser herduyan, pirr li jor e. Ya ku zanîn û rastîyê diwelidîne ev qencî ye. Mijara zanîna herî bilind ‘qencî’ ye, îdea qencîyê ye. Rastî, adalet û hemû nirxên din ger merivan ber bi qencîyê ve bibe kêrhatî ye. Ger meriv negihêje îdea qencîyê (ramana qencîyê) tiştên din yên fêrbûyî dê hemû bê feyde bin. Û pirsa gelo qencî çi ye pêşgarî merivan dibe: Qencî gelo zewq e, zanayî ye an tiştek din e. Li gor Platonî hin tişt tên dîtin lê nayên têgihîştin (fêhmkirin) lê heçku îdea ne ew tên têgihîştin lê nayên dîtin. Ev raman bi me dide zanîn ku du dunya hene: Dunya ku em dibînin, dunya ku em têdigihîjin. Di dunya ku tê dîtin da her tişt xapînok in, ji ber vê yekê çavê ruh her li jêr e, lê di dunya têgihîştî da ‘rastîa gewherî’ heye, ji ber vê yekê çavê ruh her li jor e. Ev ew bilindahî ye ku qencî lê bicihbûyî. Qencî daxilî vê dunya têgihîştî (ramanî) ye.

Kîtaba Heftem: ‘Şikefta bin erdê’

Di vî beşî da qala perwerdehîyê tê kirin ku çiqas tiştek zor û zehmet e. Cîawazîa dunya tê jîyîn û dunya rasteqîn bi çîroka ‘Şikefta Bin Erdê’ tê ravîkirin. Hin meriv di vê şikeftê da hene û ji zaroktîa xwe ve her di vê şikefta tarî da dest û ling girêdayî bi şiklekî ku nikaribin bilivin, rawestîane. Li pişt wan jî li bilindahîyek ronahîa agirekî diteyîse. Di navbera van mehkûm û agirî da jî rîyek tîk heye. Di dirêjahîa vê rê da jî dîwarekî nizm heye. Li pişt vî dîwarî jî hin meriv di dest wan da hin kûklayên ku di şiklên meriv û heywanan da ne, dibin û tînin. Ji ber ku ev mehkûmanan tenê bi alîkarîa ronîa agir sîyên wan kûklayan dibînin, vê rewşê wekî rastîyê têdigihêjin. Lê dema ji van mehkûman yek ji nav wan tê derxistin û ewilîn ber bi agir ve diçerixe fikrên wî hinek biguhere, bi çavek qemişîn li wanekên ku berê tenê sîyên wan wekî rastî dizanîbû, dinihêre û hişê wî tevlihev dibe, lê herî dawî dema ji rîa tîk a westane xelas dibe û xwe digihîne tîrêjên rojê, wê çaxê pêrgî rastîyek din tê ku cardin çavê wî diqemişe. Û di dawîyê da digihêje wê fikrê ku ew tiştên di şikeftê da wekî rastî dizanîbû hemû çewt in. Ji vê çîrokê pê ve perwerdehî ji bo dewleta Platonî cihek girîng digire: Di her ruhî da hêza hînbûnê û organeke ji bo vî karî xizmetê bike, heye. Û perwerdehî ew huner e ku vê hêza ruhî ber bi qencîyê ve diçerixîne. Ger dewlet bixebite ku welatîyên bijarte bigihîne, divê ji nav welatîan yên herî berxwedar, qehreman û yên bedew hilbijêre û wan di çend merheleyên perwerdehîyê ra derbas bike: Jîmnastîk, muzîk, hunera şer, hesap û arîtmetîk, geomêtrî, stêrnasî, dîalektîk û hwd.

Divê perwerdehî ne bi darê zorê be. Çimkî merivê azad divê tu tiştî wekî koleyekî nealime, ji xwe tiştê bi zorê bikeve hiş dê di hişî da nemîne. Perwerdehî divê ji bo zarokan wekî lîstikê be. Merheleyên perwerdeyê gelek in. Armanca wê jî zivirandina ruh ji tarîtîyê ber bi ronahîyê ve ye, berhêlîkirina ruh ya ber bi cihê ‘heyîa herî bextewer’ lê ye. Ger perwerdehîyek baş nebe rewşa merivê nezan wê wekî rewşa xinzîrê ku di nava herîyê da digevize û jê kêfê werdigire, dê ji nezanîa xwe kêfê werbigire. Ji ber vê yekê divê kesên jîr û zana di bîst salîa xwe da di seridandinê ra derbas bibe, di sî salîa xwe da cardin bi azmûnan bên ceribandin û piştî perwerdehîa gelek salan, di pêncî salîa xwe da êdî bi xurtî dipije, dikare bibe notirvan, parêzkar/rêberê dewletê.

Di prosessa vê fêrbûnê da divê zarok û ciwan bi her hêlê ve were çavdêrîkirin û di pêncî salîyê da êdî yên ji her astengîyê xelas bûyî dê bibe rêberê dewletê. Û ev ên bûne rêber zengînên herî bijarte ne, lê ev zengînî ne zengînîa zêr û zîv e, ev zengînîa aqil û erdemê (dilpakîyê) ye. Bi saya vê zengînîa aqil û erdemê jî dê dewlet bi ‘felsefê’ ra lihevhatinek pêk bîne û fîlozofên dewletê bi rê ve dibin vê desthilatîa xwe wekî spartekekê bibînin. Yên kar û barê dewletê werdigirin divê bi tu awayî li pey şeref û şuhreta derewîn nekevin û tenê ji bo rindî û qencîa gel vê berpirsîarîyê wekî spartekekê bibînin. Bidestxistina desthilatîyê wekî azwerîyekê nebînin, ger wisa be dê di dewletê da tu carî pevçûn û çavnebarî kêm nebe. Bi fêrbûna van unsûr û zanînan ra merivên bijarte yên dê dewletê bi rê ve bibin, bigihêjin heyîna rasteqîn ku wekî ‘îdea qencîyê’ tê zanîn. Bi vê fêrbûna van zanînan ra dê ruh rîa xwe ber bi ‘heyîna herî bextewer’ ve beralî bike û ber bi ‘rastîa gewherî’ ve bilind bibe û ya bibîne jî wê ne tiştek dişibe qencîyê, lê ew ê qencî bi xwe be.

Kîtaba Heştem: ‘Her cûreyê dewletê merivê dişibe xwe jî afirandîye’

Ev beş dîsa bi bîrxistina ku divê ji bo bidestxistina dewleta herî qenc jin û zarok hempar bin berdewam e. Pê ra jî hemparîa perwerdehîyê tê xwestin û bi cûreyê dewletên ne qenc berdewam dike. Di vir da ya balkêş ew e ku Platon dibêje çawa ku pênc cûre dewlet heye her wisa jî pênc cûre meriv heye. Her merivek karakterê dewletekê temsîl dike. Her cûreyê dewletê li gel xwe bi heman karakterî merivê dişibe xwe jî afirandîye:

Tîmokrasî (Dewleta Şerefê): Di vê rêberîyê da meriv li pey şan û şuhretê ye, çavên wî li meqamên bilind e, hêza xwe ji şer û leşkerîyê digire. Meriv di vê rêberîyê da bi pey zêr û zîvan, zengînî û diravberhevkirinê ketîye, ji hişê bi muzîkê hatîye bihêzkirin dûr e.

Olîgarşî: Di vê rêberîyê da zengînî dîarkar e. Dirav û saman berî her tiştî tê. Zengîn ji bo hêj zengîntir bibe dixebite, kesên zengîn welatîan bi rê ve dibin û xizan ji rêberîyê dûr in û şerê zengîn û xizanan li dar e. Kirrîna mal û milk ya jî firotinê dike ku hin pir zengîn bibin, hin jî pir feqîr bikevin. Mubtelatîa şan û şuhretê cihê xwe dide mubtelatîa pere û malê dinê. Û pê ra jî parsekî, dizî, şêlandin û qatîlên dest bi xwîn her derî dorpêç dike.

Demokrasî: Di vê rêberîyê da rêbaza azadîyê heye, di xuyangê da pergala herî bedew e, cudahîyên cûr bi cûr hene, merdî û xweşbînî heye, wekhevî heye. Lê azadîa bê ser û ber dike ku meriv ji nirxên ku civakê li ser pîan digire, ji nirxên exlaqî dûr bikeve û civakê ber bi hilweşîneke xedar ve dehf bide ku navê wê zorbetî ye.

Zorbetî (Zordestî): Ev rêberî ji demokrasîa li ser hîmê piranîyê zêde dertê. Ji ber ku welatîyê fêrî her cûre azadîyê bûye gava pêrgî pêkutî an jî astengîyek herî biçûk jî tê hêrs dibe, serî hildide ev rewş jî demokrasîyê ber bi rêberîa zorbetîyê ve dehf dide. Ji demokrasîyê pergalek koletîyê dertê. Zorbeyê ku dibîne her kes jê ra bûye kole, êdî xwîna wan jî dimije. Zorbe, rojên ewil rûyê xwe yê zalim vedişêre, hêvîan belav dike, wekî merivê herî merd û nerm dixuye, bi dijminê derve ra şer dike, dû ra vedigere her merivê dilsoz, wêrek, baqil û xwedî hêz, ji holê radike. Tam berovajîyê paqijîa ku hakîm dike pêk tîne: Hemû qencan bê bandor dike û xeraban li dora xwe dicivîne. Çiqas diravên di gencîneya dewletê da heye xerc dike û vedigere hebûn û zengînîa gel û xwînê di dev û pozê gel ra tîne.

Kîtaba Nehem: ‘Dewleta herî neşad ‘dewleta zorbetîyê’ ye’

Cûreyê dewletan bi xwe ra li gor taybetîyên xwe, ji civakê ra an rindî, adalet û bextewarîyê, an jî bêadaletî, xerabî û neşadîyê tîne. Di tesewira dewleta Platonî da em dibînin ku dewleta herî guncan qiralîyet e ku ji civakê ra jîanek ji neheqî, xerabî û azwerîyên têrnebûyî dûr waed dike û merivê girêdayî xwe, di nava qencî û adaletê da bi bextewarîyê xelat dike. Lê dewleta herî neşad û di nava xerabî, xizanî, birçîbûnî û neşadîyê da dijî jî ‘pergala dewleta zorbetîyê’ ye. Çimkî di vir da merivê ji nirxên exlaqê dûr, merivê nikare gemê li azwerîyên di hundirê xwe da harbûyî bixe, dibe sedem ku merivê vê civakê her di nava neheqî, bêadaletî û neşadîyê da bijî. Di vî beşî da jî qala cûreyên xwestekên merivan tê kirin ku jê hinek mecbûrî ne -wekî xwarinê- jê hinek kêyfîne -mîna vexwarinên serxweşkar, şahîyên ji tixûban der- hin jê jî xwestekên xerabûyînê ne – wekî evînên sexte- û bandora wan ya li ser civakê. Ji rê averêbûna merivê ku bi pey xwestekên xwe yên têrbûnê nasnake ketîye, merivê ku di bin bandora xwestekên xwe yên xerabûyî da maye ber bi zorbetîyê ve dihere. Di dawîyê da ne dê, ne bav ne jî welatê ku berê pîroz dihesiband ji bo wî êdî nayê tu wateyê. Her tişt ji bo xwestek û azwerîyên wî yên têrbûnê nasnake tê xerckirin û di dawîyê da şêlandina gel dimîne û ji bo vê jî çi zilma pêwîst be dê li ser gel were kirin. Merivê zorbe êdî ew xerabîyên berê tenê di xewnan da didît, pêkdianî aniha bê navber di dema şîarbûna xwe da pêk tîne. Ji tu tawanbarîyê, ji tu bênamûsîyê xwe nade paş. Dibe cinawirê gelê xwe. Bi pêkhatina rêberîa zorbetîyê dewleta herî bedbext (neşad) derdikeve holê; dewleta koleyan. Li hember komikek biçûk ya di nava kêf û xweşîyê da tevdigere, piranîa gel ya ku di bin nîrê feqîrîyê da dijî, heye. Tirs, birçîtîa bedenî û ruhî, girîvebûn, gotegot û gazindkirin li piranîa civakê serwer e.

Platon li pey taybetîyên zorbetîyê vêca li ser sê cûreyên merivan agahîyên balkêş şanî me dike: 1- Merivê li pey bidestxistina ‘zanetîan’ e: Zanînperwer, hêla me ya li pey bidestxistina rastîyê ye. Ev hêla me ew hêl e ku nirxa hêrî kêm dide dirav û şeref û şuhretê. Meriv dikare wekî hêla me ya hezkirina zanîn û ramanê bi nav bike. 2- Merivê ku li pey bidestxistina şan û şerefê ye: Hezkirê nav û dengdayinê ye. 3- Merivê ku li pey bidestxistina dirav û qezenca zêde ye: Hezkirê peran. Ji van her sê cûreyê merivan jê her yek rîa xwe û armanca xwe ji yên din rasertir û rasttir dibîne û li gor xwe ji jîana xwe memnûn dixuye. Encamên van her sê cûre xebatan jî zewqên cûr bi cûr bi merivî dide tehmijandin. Lê ji vana tenê yek zewqa rasteqîn bi merivî dide jîandin, ew jî xebata li ser zanatîan e: Zewqa zanetîyê. Çimkî tenê hezkirê raman û zanînê dikare rîa herî rast a ramîn û fikirînê nîşanî merivan bide. Û bi vê jî dê bigihêje bextewarî û qencîyê.  Heçku ên din in ew ne rasteqîn in, ne jî zelal in; ew ancax dikarin bibin sîyên zewqa zanayîyê. Lewre ew zewqên demdemî û xapînok in. Ya herî rast bi rêberîa hêla me ya xwedî zanayî û ramanan, têrkirina hêlên me yên din in ku di nava ahengek bi pîvan da bijîn.

Kîtaba Dehem: Hunera Şibandinê

Di vî beşî da qala hunera şibandinê tê kirin. Li gor Platonî karê ku hunermend dike ne karekî heqîqî ye, ew ancax dikare bibe karekî şibandinê. Bi mînakên şair û nîgarkaran vê angaşta xwe dide peyitandin. Numûne, çawa ku nîgarkar nîgarê tiştekî çêdike, bi me wisa tê dîtin ku wî rastîyek xêz kirîye lê di esasê xwe da wî tenê karê şibandina tiştekî kirîye ku ev jî ji rastîyê gelek dûr e. Nîgarkar li vir tenê dikare bibe teşbîhvan. Homeros jî di nav da helbestvan û çîrokbêjên mezin da tê rexnekirin ku hemû tiştên ku kirine ji rastîyê dûr in û bi van kirinên xwe yên sexte û texlîdî jî tu carî negihîjtîye rastîyê. Meriv dikare ji bo wan bibêje teşbîhvan. Çimkî ew bêyî ku derheqê tiştekî esasî da xwedî agahîan bin tişta ‘dişibe wê’ çêdikin û bi vê kirina xwe jî rewşek xapînok diafirînin. Wekî nîgarkarek ku derheqê goşkarîyê da tu tiştî nizane lê bi xêzkirina solên rengîn û xweşik rewşek xapînok diafirîne û dide bawerkirin ku ew derheqê goşkarîyê da bi qasî goşkarekî xwedî agahîan e. Rastî û afirînkarê gerdûnê yekane ye û ew jî xweda bi xwe ye. Ji vê rastîa esasî wêdatir her karê tê kirin tenê kopîa vê rewşê ye, şibandina tiştên tê dîtin e, ne ku rastî bi xwe ye. Ber bi dawîa kîtabê ve qala bêmirinîa ruh tê kirin. Platon wisa difikire ku kesê xerabî dîtîye dê di welatê Hades (dojeh) cezayê xwe bikêşe. Her wiha kesê qencî kirîye û bi adalet bûye jî dê xelata xwe bigire, cihê wî li bilindahîan, li bihuştê li nêzî xwedan e.

Mahmut Ozçelîk

04.07.2022



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button