Arşîva Felsefevan

Arîstoteles û Rasyonalîzm

Çorê Arda

Arîstoteles, berî zayînê hema hema 384’an de li Traqyayê (Thnacia) li bajarê Stageiros’ê ji dêya xwe welidiye. Di 18 saliya xwe de dibe şagirtê Platon, piştî mirina momostê wî, nêzî 7 salan di akademiyê de karê xwe berdewam dike. Paşê dest bi rêwitiyê dike. Berî zayînê 343’an de Îskenderê Mezin (Alexandros) di 13 saliya xwe de dibe şagirtê Arîsto, heta 3 salan li ber destê Arîsto fêr dibe, paşê bavê Skenderê Mezin lawê xwe ji ber destê Arîsto werdigire. Belam, têkiliya di navbera Skenderê Mezin û Arîsto kes baş pê nizane, xunmamiyekê di xwe de vedihewîne, ji ber ku gelek rêwayet-çîrok tên gotin. Hegel di der heqê feraseta Skenderê Mezin wiha ve-dibêje: Skenderê Mezin, felsefe pratîze kiriye ango veguherandiye çalakiyê. Li gorî Arîsto Îskender ji felsefê fam dike û yekî serhişk û tral e (tembel) bûye. Piştî mirina Skenderî gelên Atîna’yê serî radikin li hember Arîsto û hevalên wî, heta Arîsto jî mîna Sokrates bêbawermend(ji hêla olê) dibînin û wî tewanbar dikin. Belam, Arîsto ne wekî Sokrates mêrxas e, ji tewanbariyê direwe. Piştî gelek salên din diçe ser dilovaniya xwe (Berî zayînê 322’an de)

Li gorî Arîsto sê cewher (töz) hene:

  • 1- Bihîzbar (sehbar-duyulur) û ên ku belkî tune bibin
  • 2- Bihîzbar, lê ên ku belkî wenda nabin
  • 3- Nebihîzbar û ên ku belkî wenda nabin

Ên ewilî, ajal û nebat in. Ên duyemîn, bireserên li ezmana ne. Ên sêyemîn, mirov û Xweda ne.

Li ser Xweda Çespandin (Peyitandin): Ji bo Xweda palpiştana (peyitandina) ewilî, sedema ewlî ye. Divê livek-tevgerek-bizavek hebe. Belam, gerek ev liv jî bixwe neyê livandin ango ev livandin xwediyê despêk-abadînê be. Li gorî Arîsto Xwedayê bêliv, dibe sedema livandinê ango bêlivbûn dibe sedema livandina livê, lê her liv-ên din girêdayî livên din, ne bi serê xwe ne. Xweda, bi xwe raman e û raman livan li dar dixin û ya herî baş fikr-raman in. Arîsto jî mîna Spînoza dibêje gerek mirov ji Xweda hez bikin, lê hezkirina Xweda ya li hember mirovan ne pêkan e. Arîsto dibêje ya herî girîng teolojî ye ango mebest e. Di baweriyê de Platon û Arîsto jihev vediqetin, yek ola xwe li ser qorê dîwarê zîndewerzaniyê radiwestîne (ango feraseta Arîsto), yanê biyolojî (Dîrim Bîlîm), lê Platon ola xwe li ser qorê dîwarê matematîkê hildikişîne jor ango lê dike.

CUDAHIYA RUH-HIŞ: Arîsto, di pirtûka xwe’y ‘’Li Ser Ruh’’ wiha ve-dibêje: Di navbera ruh û hiş de cudahiyeke heye. Hiş; ya ku matematîk-felsefê bi me dide fêm kirin ango perçeyekî me’y têgihiştinê ye. Ruh jî ya ku laş dilivîne, motora hestan e. Yek motora têgihiştinê ye, ya din jî motora hestan e. A ku têgihiştina bireseran bihîsbar dike dîsa ruh e. Divê tu girêdana wê’y bi vehesîna û laş tune ye. Hiş, xwedî nirxbilindiyeke û ramanbilindiyeke herî giranbûhaye ango peywireke herî giranbûha ye. Ji ber vê yekê jî dibe ku nemir be.

 RUH, TEŞEYEKE LAŞÎ YE: Arîsto mîna Platon û Xiristiyanan ji nemirtiyê bawer nake, ew tenê bi vî tiştî bawer dike û dibêje ku ‘’Tu tenê dikarî nemirtiya xwe’y Xwedayetî hevpar bike’’, yanê divê tu dikarî xwe di pêş ve bibî û xwe bigihêjîne asta Xwedayetiyê, lê tu’y nebî nemiriyek. Dilpakiya herî baş, mirov xwe bigihêjîne radeya Xwedatiyê, ev tişt jî di destê mirovî de ye ango her tişt di destê mirovî de diqede, heger mirov serkeftina herî mezin bi dest xîne jî, ew ê nebe yekî cuda ango ew ê nebe yekî-e heyînî, bi gotineke din ew ê nebe yekî-e nemir…

 DI FELSEFEYA ARÎSTOYÎ DE PERGALA EHLAQÊ: Li gorî Arîsto edaleta bavekî û deshilatdarekî ji edaleta welatiyekî cudatir e, ji ber ku law û kole milkeke, ji ber vê yekê jî tu kes li hember milkê xwe bêedaletî tevnegare û tiştekî wilo jî ne pêkan e. Gava ku law di rêya neçê de biçe ango di rêya nebaş-şaş tevbigere bavî dikare pê’r bixeyide, lê law nikare bi bavê xwe’r bixeyide, ji ber ku law deyndarê bav e, ev deyndarî ne hêsan e li bavî bê vegerandin ango ne pêkan e. Ev deyn hebûna zarok bi xwe ye. Ji ber vê sedemê jî wekhevî tune ye. Loma jî têkiliyên newekheviyê bi xwe’r dizeyîne. Wê çaxê law dibe hêsîrê (kole) bavî, hêsîr jî dibe ên deshilatdaran, ji ber vê sedemê divê ên di qatin nizm de, divê ji ên qatên bilind de hez bikin. Bi gotineke din ji ber di têkiliyên bavî-lawî de wekhevî pêknayê an jî lidar nakeve, loma jî wekhevî ne pêkan e, pêk nayê.

MIROVÊN RUHBERZÎ: Arîsto dibêje mirovê herî baş divê xwedî xurur be, ango li gorî cih divê xwediyê xururekê be. Dibêje gerek jêhatbûn-jîrbûneke mirov hebe, divê mirovî van têgihan biçûk nebîne, heke yên biçûk hebin jî divê tu wan biçûk bibînî. Bi kurtayî, heqê kê çi be divê tu radestî wan bike, ger biçûk bin divê hûn bêjin hûn biçûk in, xwe kêm nebînin. Mirovên ruhberzî, ji ruhberziyên xiristiyan cudatir e. Mirovên ruhberzî gelek tiştan heq dike, loma jî divê yên herî baş bin, ên herî baş layiqî tiştên herî baş in. Mirovên ruhberzî mirovên esil in, ne hêsan e ku mirov bibe xwediyê ruhê ruhberziyekî-ê. Ne hêsan e mirov esil bin, ji ber ku bi rûmetê-bêrûmetiyê ve girêdayî ne. Mirovên ruhberzîn di nefret-nefrînên û hezkirinên xwe de vekirîne, ne veşartî ne. Bi hemû tiştên xwe eşkere ne. Ji ber ku di çavên ruhberziyan de tu tişt ji bo wî/ê ne mezin e, ji ber vê yekê nabin heyranên tu kesî-ê-an, ne ji pesnê, ne ji pesindariyê hez dikin, ne di der heqê kesî-ê-an diaxive-in, ne di derheqê xwe de diaxive, ango ji paşgotinê-kurtepistê hez nake-in û red dike. Ne ji forsê hez dikin, ne jî pesnê hev vedidin, gavên xwe dipîvin û hêdî hêdî diavîjin, gavên xwe hebo hebo dirêsin, bi zanistî diaxifin û bi dengê kurahiya dilê xwe guhdarî dikin. Ên ku xwe nagihêjîne ruhberziyê vikivala ne, ên ku ruhberziyan jî derbas dikin vikîvala ne. Arîsto ehleqa xwe li ser pira siyasetê diajo û divê ên ruhberzî ên rêveberin ango ên ku dewletê rêve dibe. Lê ku welatî ango kesekî ji rêzê xwe li ruhberzitiyê rakêşîne tiştekî hewante ye, ji ber ku herkes nikarin bibin mirovên ruhberzî, tenê ên rêveber dikarin bibin ruhberzî. Bi kurtasî mantiqeke deshilatdariyê-koletiyê ye, ev mantiq û nêrîna.

DILPAKÎ: Di ehleqa xiristiyanan de xurur tune ye, yanê ‘’Xurura’’ ku Arîsto diparêze Xiristiyan napejirîne, Xiristiyan bêtir li ser dilnizmiyê-dilnermiyê û dilbaşiyê dirawestin. Pirtir pesnê wan her sê têgihan vedidin. Platon û Arîsto di dilpakiyê de pirtir giringiyê dide dilpakiya hişî.

HEVALTÎ: Arîsto, hevaltiya heqîqî bi mirovên baş re pêkan e. Ji ber ku mirovên baş ji xwe hez dikin û esil in. Lê dibêje berî hevaltî pêk were, berê galegala hevaltiyê pêk tê, paşê jî hilbijartina hevaltiyê pêk tê.

 SÊ CELEBÊN ECIBANDINÊ:  -Ên ku tucarî ‘’ecibandinê’’ napejirînin ango ecibandinê nebaş dibînin. -Hin ‘’ecibandin baş e’’ lê ‘’ ecibandin’’ pirtir ne baş e ango zirar e. -‘’Ecibandin baş e,’’ lê ne a herî baş e. Arîsto, a ewilî red dike û dibêje tiştên ku ew ê êşê di xwe de bizeyîne, ew ne baş e, yanê ji êşê bextewarî naafire û vê fikrê tewş dibîne. Divê ecibandin li gorî şert û mercan tên guherandin yanê bi derveyî mirovî girêdayî ye. Bextewarî bi derveyî mirovî girêdayî ye. Lê di hundirê ‘’ecibandinê’’ de başî-nebaşî heye. Ji bo ku em vê başî-nebaşiyê fêm bikin divê em ‘’êqil’’ bikarbînin ango em aqilê xwe bişixulîne. Dibêje ji ber ku bextewarî bi êqil ava dibe. Bi kurtasî di hemû perspektîfa Arîsto de pîvan heye, pîvana ehlaqa Arîsto bi pîvana metafizîka vî ve girêdayî ye. Têgiha ehlaqa wî de çakbîn-xweşbîn heye, lê bi pîvan e. Timî rasyonalîstgerî tevdilive.

DI NÊRÎNA ARÎSTOYÎ DE RAMYARÎ: Ên ku dewlet damezirandine ên herî xêrxwaz in. Ji ber ku gava zagon tune bin, mirov heywanê herî ne baş in. Li gorî Arîsto, jiyan-dina herî baş dewlet e, ango di jiyanê de pergala jiyan-dinê de dewlet ya herî baş e. Arîsto dibêje, hin kes ji welidandina xwe de mîna hêsîran tên dinyê yanê hin kes ji zikmakî hêsîr-kole diafirin. Hin kes jî ji bo rêveberiyê-rêxistinê afirîne, divê hin kes hêsîr bin, hin kes jî rêveber-rêxistvan bin. Arîsto, herbê mîna rêxistina sêwirandinekê dibîne, yanê herb-şerr ji bo rêxistinê hatiye sêwirandin. Ên ku serê xwe li ber ên hember natewinin, dibe sedemê şerr-pevçûn û herbê, ev tiştekî dadmendî ye. Sedemên herban wilo dest pê dikin, paşê jî ên têk diçin dibin hêsîr, ên serdikevin dibin desthilatdar.

MURABAHA Û CIHÛYAN: Murrabaha, tê wateya tu bi selefî pereyan bide hin kesan. Arîsto, di warê dewletê de ango Utopîa’ya Platonî têra xwe rexne dike. Dibêje Platon gelek heq daye destê dewletê, divê gerek hinek heq bida şexsan jî. Yanê li gorî Platon hemû mirovên xwe gihiştibe asta lawtiyê, ew lawnan dibe ên hemû bavan. Arîsto berovajî vî tiştî difikire, dibêje heger hemû bav, bavên hemû zarokan bin, an jî hemû zarok lawê hemû bavan bin, ev tişt ew ê bibe pirsgirêkên gelekî mezin. Ew ê hêza hezkirinê kêm bike, heta ji ber vî tiştî dibe ku di pêşerojê de togitî-fihûş pêk were, bi kurtasî Arîsto li hember komînîzma Platonî der tê. Komunîzma Platon di dewleta xwe de qal dike an jî a ku afirandiye divê ew ê tevlîheviyê bi xwe’r bizeyîne. Herkes bi karê xwe û bi serê xwe be çêtirîn e. Divê milkê herkesî taybet be, gava milk bibe tiştekî hevpar wê çaxê gengeşî-niqaş û pevçûnê der bide. Heger milk taybet bin, ew ê başiyê û hestên başiyê bixwe’r bizeyîne. Ji ber ku ev milk ew ê ji bo gel bên bikaranîn, ev jî dibe sedema başiyê û hestên başiyê. Arîsto bixwe jî ji wekheviyê bawer nake.

Li gorî Arîsto sê celebên rêveberiyên baş hene: 1- Keyperestî-Monarşîzm 2- Rêveberitiyên esîl-Arîstokratîzm 3- Rêvebertiya helwestî-Polîty. Û sê celebên rêvebertiyên nebaş hene: 1- Tîranî 2- Rêvebertiya dewlemendan-Olîgarşî 3- Rêvebertiya gelan-Demokrasî

Li gorî Arîsto, di navbera rêvebertiya gel û a helwestî de cudahiyek heye, ew jî ehleq e. Belam ji bilî vê cûdahiyê tiştekî din jî heye ew jî ev e: Divê di hundirê rêvebirina helwestî de piçek hêmayên rêvebirina dewlemendiyan heye. Keyperestî, ji rêvebertiya esilan baştir e, ya esîlan jî ji ya helwestiyan baştir e. Gava ya herî baş bihelweşe-xera bibe, wê çaxe ên nebaş ew ê werin ser rêvebertiyê. Wê çaxê rêvebertiya despot-tîranî, ji a dewlemendan, a dewlemendan jî, ew ê ji rêvebertiya gelan bêtir xerabtir be. Li gorî hin rîwayetên hin bajaran divê Arîsto gotiye ez ê dijminê gel bim, heta ku ji destên min bê ez ê zirarê bidim wan. Arîsto di der heqê perwerdeyê jî wiha ve-dibêje: Divê perwerdeyî gerek ne ji bo sûdewergirtinê be, gerek ji bo dilpakiyê bê perwerdekirin.

MANTIQA ARÎSTO: Di gelek warî de bandora Arîsto heye, di gelek warî de feylesofekî mezin tê hesibandin. Çawa Platon di metafizîkê de feylesofekî herî mezin be, Arîsto jî him di mentiqê, him jî di metafizîkê de, feylesofekî herî mezin e. Belam, gava Xiristiyan di sedsala 13’mîn di metafizîkê de serdikeve şûnde, paşê bi Rênesansê re êdî metafizîka Arîsto şûnde dimîne ango bandora xwe wenda dike, lê metiqa wî hê jî didome-didomiya.

Arîsto, giringiyê dide sê xalan: (Di mentiqa arîsto de sê xalên girîng hene.) 1- Xala mezin 2- Xala biçûk 3- Pêderxistin (Yanê di pêşniyariyekê de gihiştina encamekê.) Mînakên ji ji bo xalên jorîn:

  • ‘Hemû mirov dimirin ango tukes ne nemir e.’ -Xala mezin (tevahî)
  • ‘Sokrates, mirov e.’ -Xala biçûk (perçe)
  • ‘Hemû Grekî, ne nemir in.’ -Pêderxistin (gihiştina tevahiyê)

Grekiyan ji feylesofên modern bêtir girîngî dane tumdengelîmê (deduksuyon-tehlil), heta çavkaniya wan li ser deduksuyonê rûdinê. Arîsto, bi qasî Platonî serê xwe bi deduksuyonê re neêşandiye, Arîsto serê xwe bi bi enduksiyonê (îstiqra) re êşandiye, lê wî jî têra xwe serê xwe bi deduksiyonê re êşandiye.

LI CEM ARÎSTO METAFIZÎK: Di felsefeya Grekiyan de roj-hîv Xweda ne, ji ber vê yekê jî kîjan feylesofan be ferq nake armanca Grekiyan feylesofan fêrî Xwedatiya roj-hîvê bikin. Dema Anaxagoras, digote vana ne zindî ne, di heman demên de Anaxagoras bê bawermen ango ji hêla olî ve hate tewanbarkirin û berî wî bi dadgehê vekirin. Li gorî Arîsto xwezaya tiştekî bi teolojiyê ve girêdayî be, hin tişt bi xêra xwezayê ye, hin tişt jî ji hin sedemên din çê dibin an jî diheyîne. Divê heywan, gîha û hin bireserên hêsan ‘’element’’ bi xêra xwezayê tên heyînandin. Li gorî Arîsto tiştekî-e ji hundirîn ve bizê, bilive û tevbigere, ango ji hundirîn bê û bi encam bibe ev tişt xwezayî ye.

DEM-WEXT: Arîsto dibêje dem ji rabirdûyê-dahûtiyê afiriye-dameziriye. Ji ber vê sedemê rabirdû tune ye û dahûtû jî hîna çênebûyî-nehebûyî ye. Loma jî, Arîsto dema statîk napejirîne. Arîsto dibêje dem, wext, saet, roj û meh in. Dem hejmartin e. Livandin, tevger hebûye û ew ê hebe. Bê livandin dem nabe, ango ne pêkan e. Ji xêndî Platon herkes dibêje dem nehatiye afirandin û di vê baweriyê de ne. Belam, di vê derê de şopîngerên Arîsto ên Xiristiyan ji wî vediqetin ji ber ku divê di încîlê de qosmos-gerdûn ango dinya destpêkeke wê heye. Heke destpêk hebe ewçax dem ne ya bê ewilînî (ilksiz) û abadînî (sonsuz) ye.

LI SER EZMANAN: Qosmos, ango rûzemîn ji çar elementan pêk tê; agir, av, ax û hewa ne. Ji hêla hêmaya 5’an ev çar elementan derketinin holê. Yanê xêra elementa 5’an di rûzemînê de livandina xwezayê rastandinî (doğrusal) lê elementa 5’an ne rasteraste ew bi aweyekî gergerokî (donel) ango tam groverî (kuresel) ye. Heremên jor ji heremên jêr bêtir Xwedayî ne. Stêrk û gerstêrk ne ji agir in, ji elementa 5’an ne. Her çar hêmayên rûzemînê ne bê despêk-bêdawî ye, ji hevdu welidîne. Agir ji ber ku berê wî berjor ve ye, ji ber vê yekê teqez hêmayeke Ronahiyê ye. Ax, teqez giran e, hewa, kirdewarî û sivik e û av jî bi awayekî kirdewarî giran e. Galileo, gava ku dîte derb li hewa zîz dibe, parabolekê pêk tîne vê dîtina wî hemû şopîngerê û hevbeşên wî di şoqê de dimînin. Arîsto matmayî dimîne. Coppernicus, Kepler û Galilleo gotin erd ne navîna gerdûnê ye û li dora xwe rojê carekê û li dora rojê jî salê carekê dizîvire-digere. Ev fikr serê Încîlê û Arîsto gelekî mijûl kire, qebûlkirina vê fikrê gelekî serê wan êşan-mijûl kire, heta ev fikra bi Încîlê bê qebûl kirin tiştekî pirûpir dijwar bû. Livandina gergerokê (donel) Arîsto wekî tiştekî ‘’Xwezayî’’ dibîne. Lê li gorî zagonên Newtonî divê di navendê dehêzek hebe. Bi kurtasî stêrk û cismên li ezmanan ne bêdestpêke, ne bêdawî ne, yanê demek dirêj jiyana wan heye. Belam, ne bê dawî ne. Talî diteqin û dicemidin, Paşê ji holê radibin. Li dinyaya em têde dijîn ango ya rasteqîn-xuyayî de tu tişt ne statîk e, yanê timî guherandin û hilweşandin hene.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button