Arşîva Felsefevan

Pênaseya Şuûrê li Cem Descartes

Orhan Agirî

Naverokine kevnare yên gellek têgehan, xasme yên têgehên bi konsepta zêhnî re peywendîgir in; îroj li ber ronahiya zanista nûjen, guherînên gewre dijîn ji hêla pênase û wateyan ve. Hewl û xebatên ku  tenê xwe li ser têgihîştina zanayiyên aktuel, dem-deverî ava kiribin, dê ne têrê bikin ji bo venasîna bingeha zanista îroyîn bêyî fehmkirina pişt-plana wê ya entellektuel. Lewma divê heta derfet hebe, bi şîrove û hizirînên li ser, bi werger û vekolînan ve ev paşxaneya entellektuel were naskirin daku nasyariyek gihîştî û tekûz bibe palpişteke qehîm ji bo pêşveçûnên ramyarî. Ev gotara kurt ji ber vê mebestê hatiye nivîsandin. Descartes xwastiye (hîmê) venasîn-zanayiyê bi hawakî qutîbir binase û li ser binateyek tekûz ji nû ve ava bike. Piştî xebatên dûr û dirêj,  derbarê têgihîştina ‘rastî’yê de ramana xwe waha dihîne zimên: «‘kirdeyê ku difikire’ wek ‘xwerû ponij’ dikare bibe cihê jêrabûnê ji bo hewla têgihîştina hebûnê».Vê jî weha formule dike: Cogito, ergo sum (je pense, donc je suis/ez dihizirim, vêga ez he me)

Dibêje: Heke ez şopa hemû tiştên cîsmî ji zêhna xwe bibim û sehekên xwe bi tevayî dadim, disa jî dikarim cîhana xwe ya hindurîn vebikolim, lewra gava ez şik, bedena min jî têde, bi hebûna objeyên ayidê cîhana derve dibim jî dizanim ku ez di vê pêvajoya şikpêbirinê de jî difikirim. Lêbelê, nedizanim kîjan xapînekek pir hêzdar û xasûk a dike ku bi hemû hêz û pîşesaziya xwe ve min bixapîne (biçewitîne), heye. Ti guman têde niye ez he me. Heta dixwaze bila min bixapîne, lê ti carê nikare bike, ku ez tine bibim, hingê ku ez bifikirim bibim tiştek: qet nebe weke xwerû ponijek. Çi dibe bila bibe gava ‘ez dihizirim’ ez bi taybetmendiya ramanê ve dibim ewê/ewa he ye; çimku ez dikarim vê hebûnê bifikirim û bi hizra hizirîna vê hebûnê ve bibim ya/yê heyî. Ev cogito (kojîto) ye wek yekemîn misogeriya berxwedêr li pêşberî şika metodîk. Descartes mirovî di nav dualîti (dualîzmekî) de dinirxîne: dîmena zêhnî û dîmena bedenî. Li gor wî, mirov ji du gewheran (substansan) pêk hatiye. Û dide pey venasîna xwezaya van herdu  gewheran. Beden an jî dîmena daringîî hey dikare bi şûnek, bi lewn, bi teşe û bi tiştên girgîn ve were holê. Tişta cîsmî-bereweşîn dikare bihêt kerrî û parvekirin.

Lê zêhn, ji ber ku ji kalîte û ji taybetmendîyên cîsmî tu parekê hilnedaye,  ew heyîn e dikare bê term, war û cîsm hebe; û erka xwe bi hawakî ku ji dîmenên madî azad e, pêk dihîne. Saziya hebûnek xweser e zêhn û ji aliyê xwezaya xwe ve nahêt kerrî-parvekirin. Di hemû pêvajoya şikkirinê de em pê dihesin ‘ez’ek ku difikire, he ye. Descartes dibêje: gava ‘ez’ li ser ‘çibûn’a xwe diponijim, dikarim têbigihîjim ku ji bo ‘heyîbûn’ê ne hewciyê ti tiştek madî me. Gewhera ku meyan (hilik) û xwezaya wê hizirîn e û ji bo heyîbûnê hewceyê ti darinde û formek madî niye, ew, ev ‘ez’ e.  Descartes, behreya zanayiyê ya ku bi sêwirandinek zêhnî ve li xwe vedigere û yek ji îdeyên li cem xwe vediguherîne objeyekê; wek têgihan (entelekt) pênase dike. Li vir divê bihêt dîyarkirin ku Descartes hevwateyiyek gelemper daye têgehên wek: têgihîştin, zanayî, têgihan (mudrîke), ponij û şuûr (têgijê). Descartes hewl daye ku bingehek gewherî (substansîyel) bide şuûrê. Dibêje: tecrubeya ku hiş xwebixwe wek kirdeyê di wateya gewherê de, anku, wek rasteqîniyek bingehîn a metafîzîkî, pêk dihîne  di nav hemû bûyerên zêhnî de mîna amûr (melzemeya) wê, cih digire. Li gorî wî, ‘xwe têgihîştin’ bi şuûrê re girêdayî ye. Hiş kirdeyê gewherî (substansîyel) e: lewra bi hawayekî bixweber ji lay şuûrê ve digihî je nav wan hemû îdeyên ku jiyana wî ya zêhnî saz dikin.

Bi vî hawayî,  ji ber ku hiş wek ‘tişta difikire ye’ pê re şuûr peyda dibe. Çimku şuûrdar bûn ew e ku em bizanibin em difikirin, bi gotinek din, gava em di nav hizirînê de ne, kirdeyê zêhnî ye ku difikire. Ji vê derê  diseride ew derfeta ku pê ji kirdeyê dihizire re qadek zêhnî vedibe û  bi warê tecrubeyek şuûrî re yeketîyek peyda dibe. Ev jî wê wateyê dide ku li cem her îdeyê, ya ku wek xwezaya xwe ya formel raserast hilgira şuûrê ye, hevpariya tiştan heye, naveroka wan her çi jî be. Li gorî Descartes îde teşe (forma) her ramanê ye, ewa ku em bi ‘têgihîştina bixweber’ a li cem wê ve digihîjin şuûra hebûna ramanê. Şuûr ev ‘têgihîştina bixweber’ bixwe ye wek tecrubeyek (azmayîşek) formel û tevgişt a di nav têgihîştina her hizrê de lepandî ye. Hiş, ji ber ku bixwe tevahiya ramanê ye, bi gelemperî,  ji xwezaya formel a van îdeyan haydar e. Bi vê qasê hişê ku dihizire, dibe xwediyê îdeyan bi pêkhanîna peywendiyek şuûrî ve ligel ramanên xwe. «Ev xwezaya îdeyî ya ramanan a ku ‘ez’ têdigêhijimê, di rastiya xwe de xwezaya gewherî (substansîyel) a hişê min e, anku bi ‘ez’ê re peydabûna ‘şuûra bixweber’ a îdeyekê, şuûra ‘tecrubeya bixweber’ a xwezaya hişî ye.

Bixweberiya ku şuûr hilgira wê ye, têkiliya bixweber a bi xwe/ezê re bi hawakî qutîbir wek gewhera ku ji ‘xwe-ragirtin’a wê re dibe alîkar, kifş dike. Şuûra ‘xwebûn’ê  her tim şuûra ‘ez’ê ye weke raman, naverokek xwe ya epîstemîk a ku gewhera wê ya zêhnî pênase dike, heye. Bi qaydeyekî dikare were gotin ku ji bo Descartes dîmena mirov a madî, yan jî beden, wek yekûna hemû hêmanên madî, ew nêveng e ku şuûr pê xwe diderbirîne.  Şuûra kartezyen, wek têgihîştina bixweber a gewherîtiya zêhnî ya di nav têgihîştina îdeyan de lepandî: ew şuûr e ku hemû zanayiyan wek çalakiyek zêhnî dihêwirîne di xwe de  di wateya zanayiya xwezaya xwe ya aqlî de. Li vir dîyar dibe ka ji bo çi  Descartes şuûr û zanayiyê di heman wateyê de bikar haniye. Lewra şuûr venasîn û zanayiya  hebûna xwe ye wek kirdeyek gewherî (substansîyel). Ew ‘hebûn’a ku ‘rasteqîniya pêşîn’e û ji bo rasteqîniyên din jî mercên epîstemîk û ontolojîk diafirîne. Bila ev gotar biqede bi van rêgezan ve, ku Descartes ew ji bo metoda lêkolîn û têgihîştina rastiyan pêşniyaz kirine: Rêgeza yekemîn, divê ti tişta ku  derbarê rasteqîniya wê de zanayiyek qethî tine ye, ti carê wek rastî nehêt pejirandin.

Ya duyemîn, pêwîst e heta mimkun be li parçe û hûrliban werin parvekirin ew dijwarî-pirsgirêkên ku dê werin vekolandin, daku baştir bihên şîrove û çareserkirin. Ya sêyemîn, divê raman bî wî hawayî warin dîzaynkirin ku ji obje-mijarên têgihîştina wan herî hêsan destpêbikin û ber bi zanayiya yên herî têkel ve hilbikişin. Ya çaremîn, lazim e em jimartinên bê kêmasî û kontrolên gelemper bikin ku pê ewle bibin me ti tişt li derve nehîştiye.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button