Philosophia

Koleyên Azad: Feylesof

Koleyên Azad: Feylesof

Însan weke ajalan bi têrkirinê, bi parastinê nasekine. Dixwaze were hezkirin, dixwaze were berçavan, dixwaze her tiştî fehm bike, derdora xwe bi nav bike. Ev hewla hînbûn û zanebûnê jî helbet bi felsefeyê pêkan e, feylesof dildarê pirsan in, feylesof dîlgirtiyên pirsan in, dîlketineke bi dil e. Felsefe, koletiya fikr û ramana ye, lê ew kole bi dilê xwe dîlketine, koleyên bi dilê xwe şer dikin, koleyên herî şanaz û bextewar in. Feylesof koleyên azad in, cihê ku mirovên azad (!) naçinê feylesofên bi dil diçinê, wek mînak îdeaya Platon, feylesof koleyên wêrek in li hember mirinê jî dev ji rastiya xwe bernadin wek mînak: Sokratê li ber sêdarê jî li ser rastiya xwe maye, feylesof dîn in, dînê biaqilan biaqiltir wek mînak; Nietzsche. Baş e çima pêdiviya me bi felsefeyê heye?

Ji bo azadiyeke wek koletiya feylesofan, pêdîviya me bi felsefeyê heye. Ji bo em qalikê tirsa fikirînê bişkînin, pêdiviya me bi felsefeyê heye. Felsefe berpirsiyarî ye, ji kulîlkeke nû bişkivî bigre heta rêya kadizê, her tiştî evîndarê xwe bardike; lê evîndar ji vî barî narevin bêhtir dixwazin ev bar giran be, ji bo vî barî, ji bo vê berpirsiyariyê, pêdiviya me bi felsefeyê heye. Em bê felsefeyê wekî teyrekî bêbask, wek şêrekî bêqîl in, ji bo bask û qîlan pêdiviya me bi felsefeyê heye.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button