Ferheng

Hînwerîya Sebebên Armancî

Alî Gurdilî

Nasandina Çend Têgihên Philosophic  

1- Çar Element (four elements): Çar elementên ku feylesofên yewnanî, wan wekî pêkhateyên (arkhe, madeyên resen) bingehîn yên gerdûnî hesibandine ku ew jî ax, hewa, agir û av in. tr: dört element / fr: quatres éléments / os: anâsırı erbaa

2- Nêrîna Dinyayî (world-view): Temamîya nêrîn, raman, nirx û helwistên ferd yan jî komekê, ku derbarê gerdûn, xweza, siberoj, civak, mirovahî û hwd. de ne. Tevahîya, nêrîn û dîtinên me yên felsefeyî, sosyopolîtîk, zanistî û estetîkî ku derbarê dinyaya me û civaka ku em tê de dijîn in. tr: dünya görüşü / fr: vision du monde

3- Heyînê Derbasbûyê (wê de yê) Dinyayê (being beyond the world): Di felsefeya hebûnparêz de, ramana ku dibêje mirov xwedîyê wê fersend, îmkan û berpirsîyarîyê ne û dikarin ji sînorên rastîtîya (reality) demkî û sînordar a hebûnatîya xwe, derbas bibin. Li gor nêrîna hebûnparêzan pêknehatina vê yekê, dibe sebebê sûcdarîya mirovî. tr: dunyanın ötesindeki varhk

4- Xewn (dream): Xeyalên me yên ruhî ku di dema xewê (di xewê de) de pêk tên û bi temamî, li derveyî kontrola bîrewerî (bilinç, cosciousness) û vîna (îrade, will) me ne. tr: düş / fr: réve / al: traum / os: rüya, hayâl

5- Qanûnên Ramanê (laws of thought): Têgiha giştî a ku qanûnên ramanê diguncîne ku ew jî zanavî (wekhevî, jêbûn), bênakokîtî û bêîmkanetîya rewşa sêyem in. tr: düşünce yasaları / fr: lois de l’esprit / al: denkgesetze

6- Derbarê Hebûna Xwedê de Argumenta Teleolojîk (teleological argument for the existence of God): Di felsefeya dînî de, delîlê empirîk ku ji pergal û rêkûpêkîya li gerdûnê dide rê û dixwaze ku vê yekê wekî hebûna xwedayê ku pergal û nîzamê dide gerdûnê, bipeyîtîne. tr: düzen ve amaç kanıtı / fr: théological argument pour l’existence de Dieu

7- Ekberîye: Navê ku li felsefeya Muhyiddin ibn Arabî ê ramanwerê îslamî kirine, navê nêrîna wî a Wahdet-î Vicudê.

8- Ekonomîzm (economism): Nêrîna ku derbarê dîroka civakî û sîyasî de ji bilî faktorên ekonomîk, faktorên mayî piştguh dike û dixwaze temamîya çalakîyên civakî, sîyasî û çandî, bi binhega ekonomîyê rave bike. tr: ekonomizm / fr: économisme

9- Hînwerîya Sebebên Armancî (doctrine of final causes): Hînwerîya ku ji aliyê Arîstotales û Gottfried Leibnîzî ve hatiye parastin. Li gor vê teorîyê bûyer û pêhatîyên li dinyayê, bi sebebeke armancî dikarin werin zanîn. tr: ereksel nedenler teorisi / fr: doctrine des causes finales

10- Eristike (eristic): Argumenta ku nîqaşê (tartışma, devjenî, discussion) bi serê xwe, wekî armancê dibîne. Nîqaşa ku ji bo nîqaşê tê kirin. Li vir armanc, ne xwe gihandina zanîn (bilgi, knowledge) û yan jî encamekê rast û dirist e. tr: eristik / yew: eristike / fr: éristique / al: eristik

  1. Alî Gurdilî
  2. aligurdili@gmail.com
  3. https://kurdishphilosophy.blogspot.com/


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu