Arşîva Felsefevan

Înkara Guherînê (Denial of Change)

Alî Gurdilî

1- Înkara Guherînê (denial of change): Li ser navê yekîtî û westarîya hêmana pêşîn, meyl û helwesta redda guherîn û piranîyê (zehfî). Li gor nêrîna feylesofên dibistana eleayê (Eleatics), hêmana pêşîn heyîn e û heyînê ku yek e, temamîya mekanê dadigire. Ji ber vê yekê jî, tunehî û valahî, tune. Îmkana guherînê tune. Lewrê wê demê divabû hebûn, bibûya tiştekî (heyîn) ku tune û yan jî dê bibûya tunebûn. Ev yek jî, ji ber ku nakok e, nikare were pejirandin. tr: değişimin inkarı / fr: dénégation du changement

2- Texlîdên Guherînê (types of change): Senifandina Arîstotleyê (Arîstotales) feylesofê yewnanî, ku cara yekem meseleya guherînê û senifandina wê, bi şêweyeke berfireh pêk haniye. Li gor senifandina feylesof, texlîdên guherînê ev in: 1- Guherîna çêbarîtî (niteliksel değişme): Guherîna ku di çêbarîyên objectekê (bar, nesne) de pêk tên. 2- Guherîna dem û warî (zaman ve mekan açısından değişme): Guherîna ku di zeman û mekanê nesneyan de pêk tê ye. 3- Guherîna çenddarîtî (niceliksel değişme): Ji hêla hejmarî ve guherîn, cudabûn, kêmbûn, zêdebûn û mezinbûna objecteke. 4- Guherîna cewherî (töz bakımından değişme): Aktuelbûna (xweçalakkirin) tiştekî (nesne, object, bar) ku xwedîyê potansîyela hebûnê ye û veguherîna wê a tiştekî ku heye. Ev jî bi du awayan pêk tê: 1- Zayîn yan jî hebûnbûna tiştekî. 2- Mirin yan jî, tunebûna tiştekî.tr: değişme türleri / fr: genres du changement

3- Hêmana Naguherîyê (principle of immutability): Di felsefeyê de navê prensîba ku dibêje a rastî, a ku bi awayekî real heye, naguher û sabit (westar) e. Loma jî feylesofên endamê Dibistana Eleayê li gor vê hêmanê gotine ku heyînên hene, di rastîya xwe de naliv in û sabit (westar) in. Li gor nêrîna Platon (Plato, Eflatun) jî, naguherî tenê li cem îdeayan, cîhana îdeayan û îdeaya başîyê heye, ku heyînên tekûz (gihaştî, kamil) in. tr: değişmezlik ilkesi / fr: principe de l’immutabilité

4- Şika Derbarê Zanîna Der-Serhatî de: (scepticism concerning non-sensible knowledge): Nêrîn û texlîdekî (çeşîd) şikwerîyê (şüphecilik, scepticism) ye û dibêje lazim e zanîn, xwe bispêre serhatîyê (deneyim, experience) yan jî, lazim e çavkanîya zanînên me, serhatî be. Li gor vê nêrînê, zanînên me yên ku çavkanîya wan ne serhatîyên me ne, ne ewle ne û bêbingeh in. tr: deneyim-dışı bilgiye ilişkin kuşkuculuk

5- Serxwezayî (supernatural): Li gor vê nêrînê, hêz, heyîn, yan jî komeke heyînan, temamîya gerdûnê ji tunehîyê afirandine û ji hêla hêz, nirx û rastîtîyê ve, raserî gerdûnê û wê de yê wê ne. Raserî hêzên çalak yên gerdûnî ne û wan, kontrol dikin. tr: doğaüstü / fr: surnaturel / al: übernatürlich

6- Serxwezayîparêzî (supernaturalism): Nêrîn û bawerîya ku dibêje hêzên raserî xwezayî hene, jê mestir in û raserî alema madî û xwezayî ne. Ew hêz dibe ku Xwedê, heyîneke din û yan jî komeke (qadek) heyînan bin, ku li wê de yê (jêbuhirîyên) gerdûnê ne. Herwiha ew hêz, dikarin hêl û dema pêhatîyên (olay, event) ku li gerdûnê diqewimin, biguherînin jî. tr: doğaüstücülük / fr: surnaturalisme / al: supranaturalismus

7- Zanîna Sererast (direct knowledge): Navê texlîdekî zanînê (bilgi, knowledge) ye û dibêje zanîn, bi objecteke li cîhana der dest pê dike û dîsa, pê diqede. Li gor vê nêrînê meriv ne bi saya (bi rêya) dîdemî (imge, image) yan jî ramanan, lê rasterast bi objektan (nesne, bar, obje) dizane. tr: doğrudan bilgi / fr: connaissance directe

8- Qanûna Tevgera Rast: Pênc tevger yan jî kirinên qedexe, ku Gautama Buddhayê damezranerê Budîzmê, wan raber kiriye. Pênc qedexe, dê mirovan bigihînin jiyaneke xwedan fazîlet û rast, ku ew jî ev in: 1- ‘Nekûje!’ 2- ‘Destdirêjîyê Meke!’ 3- ‘Derewan Meke!’ 4- ‘Araqê Venexwe!’ 5- ‘Ne doxînsist be!’

9- Doxa: Di felsefeya Platon de objectên (bar, obje, nesne) ‘episteme’yê, îdea ne û objectên ‘doxa’yê jî, objectên cîhana sehekî ne, ku bi saya pênc livokên me yên sehekî têne têgihiştin, diguherin û heyînên takekesî ne. Di rûbirûkirina herdûyan de, ‘doxa’ qadeke jêr a zanîn û têgihiştinê nîşan dide. Loma Platon gotiye ku zanîna tiştên ku diguherin (doxa) tune, ew ne zanînî (knowledge) ne û zanînî jî, a tevbara (tümel, universal, giştî) ye.

10- Hînwerîya Çar Sebeban (doctrine of four causes): Nêrîna sedemwerîtî a Arîstotalesê feylesofê yewnanî. Li gor nêrina feylesof zanînî (bilgi, knowlege), zanîna sebeba ye. Di teorîya Arîstotalesî de, çar sebeb ev in: 1- Sebebê madî 2- Sebebê formel 3- Sebebê faîl û 4- Sebebê armancî (teleolojîk) ne. tr: dört neden öğretisi / fr: doctrine des quatres causes



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Lê mêze bike
Schließen
Schaltfläche "Zurück zum Anfang"