1- In facto: Terîmeke bi zimanê latinî ye ku ji bo tiştê çêbûyî, qediyayî, temambûyî û pêkhatî, hatiye vegotin. Wate tiştê ku bi temamî aktuel bûye, tiştê ku bi temamî pêk hatiye, tiştê ku mîna berhemeke dîtbar (somut, concrete) derketiye meydanê û li cîhana der, xwedan hebûneke rastîn (real) e.
2- In fieri: Terîmeke bi zimanê latinî ye û wateya wê, a ku di demajoya (süreç, process) çêbûnê de ye, ye. Heyînê ku ber bi çêbûna xwe ve ye û dema temam bibe, dê bibe xwe. Heyînê ku berê wî, di îstîkameta çêbûna xwe de ye.
3- In intellectu: Terîmeke bi zimanê latinî ye û wateya wê, raman û têgiha ku di hiş (zihin, mind) de heye û îxtîmal e ku xwe li cîhana rastîn jî pêk bîne, ye. Wate, xwedîyê wê potansîyalê ye û dikare xwe li cîhana rastîn jî, pêk bîne. Lê, berîya wê yekê û di esasê xwe de, ew têgih yan jî raman e ku di hişê mirovî de heye.
4- In se: Terîmeke bi zimanê latinî ye û di Serdema Navînî de, derbarê Xwedê de di wateya ‘di xwe de’ hatiye bikaranîn. Li gor vê yekê Xwedê heyînê herî raser, payîdar û ezelî – ebedî ye.
5- Empiristên Îngîlîz (british empricists): Terîma kevnwer a ku ji bo ramanwerên îngîlîz tê gotin, ku ji hêla zanînîyê (bilgi, knowledge) ve, xwedîyê nêrîneke empirist (ezmûnkar, deneyci, toklînparêz) in û hebûnatîyê jî, bi têgihîyê (algı, perception) ve girê didin. Di vê komê de meriv dikare navê John Locke, Berkeley û David Humeyî bide. Ramanwerên Mill, Ayer û Russellî jî ku piştî wan hatine, nêrîna wan a giştî pejirandine.
6- Xwezaya Mirovî (human nature): Temamîya wesfên mirovî yên ku dema diwelidin bi xwe re tînin. Structura mirovî a ku ne qezenckirî ye û dûajoyî ye. Avahîya hebûna mirovî, a resen. tr: insan doğası / fr: nature humaine
7- Mirovê Kamil: Di ramana tesewufî de mirovê ku gihêjtîye qonaxa herî bilind û kemilî ye. Mirovê ku ji hela giyanî (ruhî, derûnî) ve, gihêjtiye asta kamilbûnê. Mirovê ku destê xwe ji hebûna xwe ya berdemî şûştiye û di Xwedê de, xwe gihandiye abadînîyê (bêdawîtî, bênayî). Di ramana tesewufî de, behsa gelek wesfên mirovê kamil tê kirin. Mesela, tê gotin ku suretê Xwedê ye û Xwedê jî, mîna ruhê wî ye. Li milê din, dîsa tê gotin ku ruhê gerdûnê ye û gerdûn jî, suretê wî ye. Ji ber vê yekê jî di tesewufê de, ji alemê re ‘insan-i kübrâ’ (mirovê mezin) hatiye gotin. Xûy û kurmê mirovê kamil û zanîna wî jî, baş e ku mîna sîfet û navên xwedê ne.
8- Zanistên Îslamî (islamic scienence): Di dînê îslamê de navê zanistên (ilm) dînî ye, ku ew jî tefsîr, hedîs, fiqih û kelam in. Tefsîr, li metnên Qur’anê hûr dibe û dixwaze ku wateyên wê yên nepen raxîne holê. Hedîs, gotin û kirinên pêxemberî vediguhezîne me û fiqih jî, hiqûqa îslamî ye. Kelam jî, hewl dide xwe ku bikaribe bawerîya îslamê li ser bingehên aqlî, qewî û rave bike. tr: islami bilimler / fr: science islamiques
9- Kinesis: Terîma yewnanî a ku yewnanîyan ji bo guherîn û hereketên cihî, demî, çêbarîtî (niteliksel) û bîyolojîk bikar anîne. Girêdayî vê xalê Arîstotales behsa sê kinesisan kiriye, ku ew jî guherîna çêbarîtî (niteliksel değişme), guherîna çenddarîtî (niceliksel değişme) û hereketa cihguhêrtinê ne.
10- Kathenoteîzm (kathenotheism): Di bawerî, nêrîn û dînê pirxwedayî (polîteîzm, polytheism) de, ku gelek xwedayan dihebînin, rewşa ku salê carekê xweda dicivin yan jî kom dibin. Di vê bawerîyê de, her xwedayek nûnertîya hêleke rastîyeke bingehîn û tevlîhev dike.