Bedîûzeman Ebûl’îz Îsmaîlê Rezazê Cizirî
Îsmâil Bin Er-Rezzâz Ebul_Iz El-Cezerî (1136_ 1206 Cizira Botan)

“Farabî, Xezalî, Îbnî Xeldûn, Îbnî Ruşd, Îbnî Sîna, El-Cezerî û Îbnî Heysem bi xebatên xwe yên maqûl ên ku nêrîn û têgihîştinên estetîkî yên têkildarî mîmarî û sepanên dekoratîf nîşan didin, wekî nivîskarên herî girîng ên Îslamê yên Serdema Navîn têne hesibandin. Ji van îfadeyan, cihê El-Cezerî di nav zanyarên Îslamê yên Serdema Navîn de bi hêsanî tê fêmkirin û dikare were gotin ku ev tesbît pir li cihê xwe ye.” *Aleksandrov(1999)
“Ebul-Iz el-Cezerî ji bilî ku zanyar û teknîsyenekî mezin ê bêhempa ye di heman demê de pêşengê herî mezin ê geşepêdana zanistî ya „Mejiyê Elektronîk“, „Teknolojiya Kompîturê“, „Sîstema Otomasyon“ û „Sîbernetîkê“ ye.”¹ Wek tê zanîn sîbernetîk; “Ew zanista pêwendiya hevbeş, kontrol, hevseng û rêwerziya di navbera mirov û makîneyan de ye. Ebul-Iz di Sîbernetîkê de „Rewşa Hevsengiyê“ an jî „Di Elektronîkê de Pergalên Veguheztinê“ re rû bi rû maye û bi serketî sepandiye. Wĩ cûrbecûr makîneyên çêkir û di her makîneyên xwe de rewşek hevsengiyek cihê damezrand. Her çend „bandorên hîdro-mekanîkî“ di hin makîneyan de hate hesibandin, makîneyek din hêza „Hydro-Mekanîkî“ bikar anî û pergalên balkêş û pergalên otomatîkî yên wekî „dawendiya hevbeş“ di navbera float û blokan de saz kir. Ebul-îz Îsmaîl bin Rezzaz el-Cezerî; Ew zanyarek navdar, jêhatî û dahênerek bêhempa ye li ser asta „Zanistiya Kontrolkirina Xweser.*²
Ebul-Iz el-Cezerî ji bilî ku zanyar û teknîsyenekî mezin ê bêhempa ye di heman demê de pêşengê herî mezin ê geşepêdana zanistî ya „Mejiyê Elektronîk“, „Teknolojiya Kompîturê“, „Sîstema Otomasyon“ û „Sîbernetîkê“ ye. Wek tê zanîn sîbernetîk; Ew zanista pêwendiya hevbeş, kontrol, hevseng û rêwerziya di navbera mirov û makîneyan de ye. Ebul-Iz di Sîbernetîkê de „Rewşa Hevsengiyê“ an jî „Di Elektronîkê de Pergalên Veguheztinê“ re rû bi rû maye û bi serketî sepandiye. Wî cûrbecûr makîneyên çêkir û di her makîneyên xwe de rewşek hevsengiyek cihê damezrand. Her çend „bandorên hîdro-mekanîkî“ di hin makîneyan de hate hesibandin, makîneyek din hêza. „Hydro-Mekanîkî“ bikar anî û pergalên balkêş û pergalên otomatîkî yên wekî „dawendiya hevbeş“ di navbera float û blokan de saz kir. Ebul-Îz Îsmaîl bin Rezzaz el-Cezerî; Ew zanyarek navdar, jêhatî û dahênerek bêhempa ye li ser asta „Zanistiya Kontrolkirina Xweser.”³
El-Cezerî û Alîyê wî yê Zanistî
“Çawa ku di warê tibê de Îbnî Sîna tê bîra mirovan, di matematîkê de Xarizmî, di felsefeyê de Farabî tê bîra mirovan, di warê sîbernetîkê de jî yê ku yekem tê bîra mirovan El-Cezerî ye. Sîbernetîk zanisteke ku navê xwe li serdema me daye. Ev zanist, ku koka xwe ji peyva Yewnanî ya kevn „Kubernetes“ an jî ji Latînî „Gobernare“ werdigire, navê xwe di sala 1948’an de ji aliyê Norbert Wiener ve hatiye danîn.”⁴
Wiener diyar dike ku sîbernetîk; „sîstemên organîze yên hemûyan (zindî yan jî nezindî), makîne û heywanan, sîstemên ragihandinê û kontrolê“ lêkolîn dike. Sîbernetîk zanista ragihandinê, hevsengiyê û eyarkirinê ye. Di mirov û makîneyan de danûstendina agahiyan, kontrol û rewşa hevsengiyê lêkolîn dike. Ev zanist bi demê re pêş ket û îro bûye sedem ku komputerên ku di jiyana me de bûne parçeyekî neçar derkevin holê. Di derbarê destpêka sîbernetîk û sîstemên otomatîk de; Fransiyan Descartes û Pascal, Almanyan Leibniz, Îngilîzan Bacon pêşniyar dikin. Lê belê El-Cezerî, tam 600 sal berî hevrikên xwe, prensîbên sîbernetîkê yekem car pêşkêşî cîhana zanistê kir.”⁵
Aleksandr (1999) diyar dike ku “Farabî, Xezalî, Îbnî Xeldûn, Îbnî Ruşd, Îbnî Sîna, El-Cezerî û Îbnî Heysem bi xebatên xwe yên maqûl ên ku nêrîn û têgihîştinên estetîkî yên têkildarî mîmarî û sepanên dekoratîf nîşan didin, wekî nivîskarên herî girîng ên Îslamê yên Serdema Navîn têne hesibandin. Ji van îfadeyan, cihê El-Cezerî di nav zanyarên Îslamê yên Serdema Navîn de bi hêsanî tê fêmkirin û dikare were gotin ku ev tesbît pir li cihê xwe ye.”⁶
“Coomaraswamy (1924) destnîşan dike ku ramanwerên mîna Roger Bacon, dibe ku di bin bandora zanyarên matematîk û mekanîkê yên ciwan ên Serdema Navîn ên mîna Villard Honnecourt û belkî jî nivîskarê Kurd El-Cezerî de man bine, lê têkiliyeke rasterast bi endezyarên Ronesansê re ne diyar e. Herwiha zêde dike ku lêkolînên li ser El-Cezerî nîşan didin ku otomatên wî dibe ku bandor li ser otomatên Serdema Navîn a Ewropayê kiribe. Nivîskar herwiha destnîşan dike ku Hill bi zelalî nîşan daye ku zanist û teknolojîya Bîzans û Îslamê bandoreke girîng li ser Ewropaya Serdema Navîn kiriye.”7
Sîbernetîk û Robotîk
“Têgihîştina naskirî ya sîbernetîkê, zanista ragihandina dualî, hevsengî û rêvebirinê di nav mirovan û makîneyan de ye. El-Cezerî, sîstemên eyarkirinê yên di elektronîkê de û rewşa hevsengiyê ya di sîbernetîkê de bi serkeftî di xebatên xwe de sepandiye, ku ev yek ji amûrên wî yên çêkirî diyar dibe. El-Cezerî, ku makîneyên pir cûrbecûr çêkirine, rewşên hevsengiyê yên cuda cuda ava kiriye. Peyva otomatîk, ku tê wateya bi xweber tevgerê, ji bo fonksiyonelkirina makîneyan bi teqlîdkirina kirinên mirov û zindiyên din, xebateke sîstematîk û sepanên li ser bingeha sîbernetîkê ye. Amûrên teqlîda mirovî yên ku bi algorîtmayên diyar tevdigerin wekî robot têne binavkirin.”⁸
“ Robotên ku di nav çerxeke diyarkirî de têne rêvebirin, piştî ku gavên çerxê bi dawî dibin dîsa vedigerin serê yekem û pêvajoya destpêkê didomînin. Peyva „robot“ yekem car ji aliyê nivîskarê Çekoslovak Karel Capek ve, wekî tiştekî ku her cure fonksiyonên hişî û fizîkî pêk tîne, hatiye bikaranîn.”⁹
Di dîroka zanistê ya cîhanê de, yê ku yekem car di warê sîbernetîk û robotîkê de xebat kiriye El-Cezerî ye. Wî ev yek di pirtûka xwe ya bi navê „Kitab-ul-Câmi Beyn-el-İlmî vel-Amelî’en-Nâfî fî Sınâat-il-Hiyel“ (Pirtûka ku Di Çêkirina Makîneyan de Zanîn û Pratîkên Bi Fêde Têde Hene) de eşkere kiriye. Di vê pirtûka awarte de, ku wî bi wêneyan esasên bikaranîna zêdetirî 50 amûran û îmkanên sûdwergirtina wan nîşan daye. Cezerî dibêje: „Her zanista teknîkî ya ku neyê veguheztin pratîkê, di navbera rast û çewt de dimîne.“ Ev pirtûka orîjînal heta roja me negihîştiye, lê ji 15 nusxeyên wê yên naskirî, 10 li muzeyên cuda yên Ewropayê û 5 jî li pirtûkxaneyên Topkapı û Sileymaniyê ne.”¹⁰
Şen (2000) diyar dike ku “El-Cezerî, di destpêkirina xebatên otomasyon, sîbernetîk û robotîkê yên îroyîn de, bê guman zanyar û ramanwerekî pêşeng e ku di tu çandê de hevrikê wî tune ye.”¹¹
Akman (1976) pêşniyar dike ku ji bo El-Cezerî abîdeyek were çêkirin û dibêje: „Ev abîde ne tenê dê kesayetiya El-Cezerî ya ku heta niha hatiye jibîrkirin derxe holê; dê di dîroka zanista sîbernetîkê de jî nîşan bide ku zanyarekî Kurd çiqas bi hêz bûye û vê yekê bi tevahî cîhanê bide nasîn.“ Ji îfadeyên nivîskar bi hêsanî tê fêmkirin ku El-Cezerî yek ji navên herî bi hêz ên sîbernetîkê ye.”¹²
Xebatên Ebul_iz El Cezerî
El Cezerî, bi kurtasî bi navê „Kitab-ul Hiyel“ tê nas kirin pirtûkek ji şeş beşan pêk tê. Beşa yekem bi 10 şeklan li ser çêkirina binkam (saeta avê) û finkanên (saeta avê ya bi qendîlan) wekî saatî musteviye û saatî zamaniye agahî dide. Beşa duyem bi 10 şeklan li ser çêkirina cûrbecûr qap qacagan, beşa sêyem bi 10 şeklan li ser çêkirina îbrîk û tasên ji bo hacamatê û destnimêjê, beşa çarem bi 10 şeklan li ser hewz û fîskiye û otomatên mûzîkê, beşa pêncem bi 5 şeklan li ser amûrên ku avê ji kuyeke ne zêde kûr an jî çemekî diherike bilind dikin, û beşa şeşem û dawî jî bi 5 şeklan li ser çêkirina şekilên cûda yên ku ne wek hev in, agahî dide.¹³
Cezerî, “ji xebatên teorîk zêdetir bi pratîk û bi destan xebatên ceribandinî dikir. Yek ji rêbazên wî yên din ew bû ku berî çêkirina amûran, wî maketên wan ji kaxezê çêdikir û ji rêgezên geometriyê sûd werdigirt. Berî bi sedan salan ji yekem makîneya hesabkirinê, wî di saeta xwe de mekanîzmayeke bi heman sîstemê dixebitî çêkiribû. Cezerî ne tenê sîstemên otomatîk ava kir, lê di heman demê de di navbera sîstemên otomatîk ên dixebitin de hevsengî jî peyda kir.”¹⁴
Cezerî, ku wekî yekemîn makîneyên bi kontrola otomatîk tê hesibandin, ji tezgaha otomatîk a mekanîkzanê Fransî Jacquard bi qasî 600 sal berê, xizmetkareke otomatîk çêkir ku li gorî asta avê di hazneyên cûda de biryar dida kengê avê birijîne û kengê fêkî û vexwarinan pêşkêş bike. Di hin makîneyên xwe de bi bandorên hîdromekanîkî hevsengî û tevgerê çêkir, di hinekan de jî bi karanîna şamandora û palangan bi çerxên diranan re sîstemeke têkiliya dualî ava kir. Piştî sîstemên otomatîk ên bi xweber dixebitin, wî bi hêza avê û bandora zextê sîstemeke hevsengiyê ya ku bi xweber xwe rast dike û eyar dike ava kir, ku ev yek yek ji beşdariyên wî yên herî girîng di warê otomasyonê de ye.
Saeta Avê a Fîlan
Berî neh sedsalan Cezerî, ji bo nîşandana hayranbûna xwe ya li hember cûrbecûriya mirovahiyê û gerdûnîbûna Îslamê ya wê demê ku ji Spanyayê heta Asyaya Navîn belav bibû, Saeta Avê ya Fîlan a pir hûrgilî çêkiribû. “Cezerî di vê sazûmanê de prensîba avê ya Arşîmedes, saeta Hindî û fîlê Hindî, fîgurên Erebî, Zumrud ên Ankaya Misrî, xalîçeya Îranî û ejderên Çînî bi kar anîbû û eserekî bi dîtbarî pir hûrgilî û bi heybet afirandibû. Tê texmîn kirin ku fîgurê fîlê nîşana qraliyet û esaletê, Zumruduanka ji nû ve zayînê, û ejderên Çînî jî hêz û bêşikestinê sembolîze dike.¹⁶ Ev îcad, ji bo serdema xwe serkeftineke mezin bû.
Tê fikirîn ku şexsiyeta li ser qesra vê sazûmanê Selahaddînê Eyûbî ye û Cezerî ev ji bo îfadekirina rêzgirtina xwe ya ji wî re bi kar aniye. “Sazûmana vê saetê bi vî rengî dixebite. Di zikê fîl de tankeke avê heye. Di nav wê de jî kasek heye ku bi demê re di nav avê de dadikeve. Bi vê tevgerê top tê xebitandin û diçe devê şahînekê ku li serê sazûmanê ye. Ji wir jî diçe devê ejderekî ku li gorî giraniyê hesas e. Gava ejder topê berdide, ji nav kasê dengekî avê tê û bi vê dengê tê fêmkirin ku nîv saet derbas bûye. Sazûman li gorî nîv saetê hatiye eyarkirin.”¹⁷
Modeleke nûjen a vê saeta avê ya fîlan ku ji orîjînalê sê qatî mezintir e, li navenda kirrûbirrê ya herî mezin a cîhanê, li Dubaiyê di İbn Battûta Alışveriş Merkezi de ye. Ev model bi bilindahiya 7 metreyan, dirêjahiya 4.5 metreyan, firehiya 1.7 metreyan û giraniya 7.5 tonan, nêzî sê qatan ji orîjînalê mezintir e.
Robota Ebul_iz El Cezerî
Zengî ji sifirê hatî çêkirin, roboteke mêr a otomatîk e ku li ser piyan radiweste, di destê wî yê rastê de îbrîqeke bi destik heye. “Li ser qapaxa vê îbrîqê teyrekî xweşdeng hatiye danîn. Di destê wî yê çepê de jî destmalek, neynik û şivik hatine bicihkirin. Robot, piştî ku avê di destê Beyê Artuklu yê Diyarbekirê de dirijîne, bi destê xwe yê din destmal şivik û neynikê dide bey. Bey dest û rûyê xwe bi destmalê paqij dike û paşê dîsa neynik, destmal û şivikê dide destê çepê yê robotê.”¹⁸
Çêkirin û sîstema xebata robotê wiha ye: „Bi mil, ling û serê wî, zarokeke ji sifirê bi hevband hatiye çêkirin. Li ser piyan radiweste û di destê wî yê rastê yê dirêjkirî de îbrîqekê digire. Li ser qapaxa îbrîqê teyrek heye. Devoka îbrîqê bilind dibe û mîna stûyê teyrekî tawusê ber bi jêr ve xwar dibe. Serê teyrê û devoka îbrîqê ber bi hev ve xwar in. Destê çepê yê zarokê hema hema bi milê jorîn yê çepê ve tê, di lêva destê wî de şivikek, neynikek û destmaleke daleqandî heye.
Robotên Hesabker û Nivîskar!
„Amûr ji qeydeyekê pêk tê ku li ser wê qapek hatiye danîn, çar stûn ji binê qapê bilind dibin, li ser stûnan platformek heye û li ser vê platformê jî du katib rûniştine. Yek ji katiban di destê xwe de qelemek digire û serê qelemê li ser kemana daîreyê ya heta 120’î jimartî ye. Katibê din jî di destekê de levheya parçekirî, di destê din de qelemek nêzî rûyê levheyê digire. Her ku xwîn tê girtin û di qapê de tê rijandin, katibê qelemgir digere, levha di destê katibê din de bilind dibe. Ji beşên ku qelemên her du katiban nîşan didin, mîqdara xwîna hatî girtin bi berdewamî tê zanîn.“¹⁹
„Li vir sîstemeke wisa hatiye avakirin ku bi zexteya avê şemandir tê xebatê û bi têla girêdayî wê makare têne gerandin û bi vî awayî tevger çêdibe. Gava av di çemê jêrîn de dest pê dike û di stûna çepê de tijî dibe, şemandira di nav stûnê de bilind dibe. Têla ku li ser şemandirê hatiye girêdan, ji nav stûna çepê ber bi jor ve derdikeve. Li wir, ji binê qeyda ku her du Mirovên Robot lê rûniştine, têla sê makareyan û ‚makara milî ya ku robotan bixebitîne‘ tê derbaskirin, û giraniya di stûna rastê de têlê dikişîne. Bi vî awayî, ‚Herikîna Demê‘ bi xebata ‚Du Mirovên Robot ên ku yek li ser tahtayê dinivîse û yê din çîpên li erdê hesab dike û dikişîne‘ tê nîşandan.
Makîneya destmêjgirtine a Otomatîk
“Ev otomat, Ebul-Îz’in robotê wî yê li ser piyan e, lê di vê rewşê de şêweyekî rûniştî ye. Mîna robotê yekemîn, di destê rastê yê vê robotê de jî îbrîqek heye. Lê vê carê li ser îbrîqê teyr nehatiye danîn. Di destê wî yê çepê de dîsa destmal û şivik hene. Li ber vê robotê ji vê otomatê qapek hatîye hiştin. Li jorê robotê jî depoyeke avê hatiye bicihkirin. Li şûna îbrîqê, vê carê li ser depoya avê teyrekî dengdar hatiye danîn.”²⁰
Çêkirin û sîstema xebata robotê destmêj rakirîna otomatîk wiha ye: „Koşeyek ku di destê wî yê rastê de îbrîqeke ji tûncê, di destê wî yê çepê de şivik û destmal digire, li ser kûrsiyeke sifirî ya çargoşe ya ku kevîyên wê 50 cm û bilindahiya wê 25 cm ye, bi çengalan rûniştî ye. Li qozîyên kûrsiyê çar stûnên ku kelehê hildigirin bilind dibin. Li ser kelehê qubeyeke bi karên hûrgelî heye, li ser vê qubeyê jî teyrek heye.”²¹
Keleh depoyeke avê ye. Av bi rakirina qubeyê tê tijîkirin û ava di kelehê de bi mizgefteke konîkî ya li serê stûnekê tê sîstemê: Dema rêza destmêj tê, xizmetkar sîstemê tînin meclisa ku Sultan lê ye û wê datînin, paşê bêyî ku kes bizanibe zengila veşartî ya li ser kelehê dizivirînin û mizgefta di serê wê de tê vekirin. Di rewşa vekirî de, qulika di navika mizgeftê de bi boriya depoyê re rû bi rû tê, ava ji depoyê di boriya di stûnê de tê. Boriya di stûnê de piştî ku dikeve nav kûrsiyê, xwar dibe. Li binê koşeyê dîsa bilind dibe û di nav laş û milê koşeyê re derbas dibe û di îbrîqê de bi dawî dibe. Ji boriya dawîn, ji ber cudahiya astê, av ber bi îbrîqê ve diherike.“²²
Qeyika Otomatîk û Êşên Robotan
Li ser pruweya vê qeyikê platformeke qub û li vir fîgûra padîşahê rûniştî heye. Li milê rastê yê padîşah teşrîfatçiyê wî, li milê çepê wî çekdarê wî, li pêşiya wî jî xizmetkarekî ku vexwarinan pêşkêş dike û komeke hevalên vexwarinê hene. Li dawiya din a qeyikê, li ser platformekê çar mûzîkjen rûniştine. Herwiha, li pişt van mûzîkjenan dumençiyek û li kêlekên qeyikê jî kelecîyên ku kêran digirin hene. Ev otomat di şahiyeke vexwarinê de tê danîn nav hewzekê, qeyik li ser hewzê diherike. Bi navberên nîv saetê, mûzîkjen amûrên xwe yên mûzîkê lêdixin.
Lê belê tişta herî balkêş li vir ev e ku “Ebul-Îz, tevî ku şaft û çerxên diranan bikar aniye, dîsa jî „Kelecîyê Otomatîk“ dide kêran bikişîne. Ji depoya ku li binê mûzîkjenên mêr e, ava ku di kepçeyan re diherike çerxa avê dizivirîne. Ev zivirandin ji „Kelecîyê Otomatîk“ ê ku qeyikê bi rê ve dibe re, tevgera kêrkêşandinê çêdike.”²³ Ji aliyê din ve, bi bandora ava li beşa ku mûzîkjenên jin lê ne, ev mûzîkjen defê lêdixin û ev „Qeyika Balkêş“, bi rengekî kêfxweş rêwîtiya xwe berdewam dike
Otomatê ku Biryar Dide kî Vexwarinê Vexwe!
Di vê otomatê de, li ser textekî xemilandî kenîşkek rûniştî heye. Kenîşk bi destê xwe yê çepê qedehekê digire, bi destê xwe yê rastê jî îbrîqeke sifirî bi piştgiriya çokê xwe bi awayekî xwar digire. Li beşa jêrîn a kasrê, li ser pencereyeke mezin, çar mûzîkjenên keç rêz bûne. Rakkaseyek jî li jorê wan radiweste. Gava ev keçên mûzîkjen ney, def, ûd û darbûka lêdixin, rakkas direqise, hespê ku li ser kubeya jorîn li ser kureyekê hatiye danîn jî dizivire. Di vê demê de kenîşk şerbetan tijî dike. Siwarê li ser hespê bi rimê xwe nîşan dide ku vexwarin divê ji yekî re bê dayîn.
„Ev amûr ji textekê pêk tê ku kevîyên wê du qorş û 50 cm dirêj in û qutiya wê çargoşe ye. Li ser textê peykereke kenîşkê ya ku ji sifirê bi xwarkirinê hatiye çêkirin heye. Kenîşk li pêşiya xwe qedeheke ku 300 dirhem şile digire bi destê xwe yê çepê digire, bi destê xwe yê rastê jî îbrîqeke sifirî bi piştgiriya çokê xwe bi awayekî xwar digire.“²⁴
Binê sifirî yê textê li ser lingên ku 4 tilî bilind in radiweste û kevîyên wê bi parmaklîkeke bronzî ya xemilandî hatine dorpêçkirin. Li çar qozîyên wê stûnên sifirî yên vala yên du qorş bilind bilind dibin. Li ser stûnan ‚kasrek‘ a ku çar kevîyên wê bi lehimkirina lewhayên sifirî hatine çêkirin û 2,5 qorş bilind e, heye. Ji bo ku hundirê wê bê paqijkirin û sîstem bê xebitandin, binê van lewhayan di qulên stûnan de têne bicihkirin û têne girêdan.
Termoza Otomatîk
Ev termoza otomatîk a Rehmetî Îsmaîl Ebul-Îz Bin Rezzaz El-Cezerî, ji termozên ku em niha bikar tînin gelek taybetmendiyên jêhatîtir heye. Termozên îroyîn yan ava germ diparêzin, yan ava sar diparêzin, an jî hem ava germ û hem jî ava sar digirin. Lê belê ev termoza otomatîk a Ebul-Îz, hem ava sar, hem ava germ û hem jî ava nerm bi hev re diparêze. Ebul-Îz, bi teknîka ku çêkiriye, bi karanîna destê garson li ser destikê, bi awayê ku dixwaze ava germ, sar û nerm peyda dike. “Dahîyê mezin ê dahêner di destikê termozê de du qulên girêdayî boriya ku diçe beşên avê hiştine. Ev qul bi tilîyan ve têne vekirin û girtin, bi vî awayî ava germ an sar ji van qulan tê rijandin. Gava qula jorîn a li ser destikê tê girtin, ji termozê ava germ dirije; gava qula jêrîn tê girtin, ava sar dirije. Eger tilî ji her du qulan bên rakirin, ava nerm dirije. Gava her du qul bên girtin, ji termozê av nare.”²⁶
Berhemên wî
– Kitāb fi ma-‚rifat al-Hiyal al-handasiyya (bi Erebî: الجامع بين العلم والعمل النافع في صناعة الحيل), di sala 1206’an de ev berhem temam kiriye.
– Kitâb-ül-Câmi Beyn-el-İlmi vel-Amel-in-Nâfî fî Sınâat-il-Hiyel (bi Erebî: بَيْنْ اَلْعِلْمِ وَالْعَمَلِ اَلنَّافِعْ فِي صِناعَةُ الْحِيَلْ), bi navê „Di Çêkirina Makîneyan de Zanîn û Pratîkên Bi Fêde“ tê binavkirin.
Di ser xebatên El Cezerî hatî kirin
literatürde Coomaraswamy (1924), Sarton (1927), Rtefstahl (1929), Stchoukine (1934), Drachmann (1948), Price (1964), Hill (1974a), Hill (1974b), Maddison ve Turner (1976), Temirov ve Tautz (1978), Takadoum (1988). Gunawardena (1996), Schmidt (1899), Sen (2001), Erzen (2007), Moon (2007), Freely (2009), Kucukaksu (2009), Vukobratovic (2009), Kumar (2010) (1951), Konyalı (1969), Akman (1973), Akman (1974), Akman (1976 a). Akman (1976 b), Bir (1977), Ölten (1993), Necipoglu (1995), Sen (2000). Sen (2002), Tekeli ve ark. (2002), Unat (2002), Sahin (2004), Unat (2004), Yaşın (2006), Sezgin (2008), Korkutata ve Toprak (2010), Uzun (2011), Korkutata (2012), Temiz (2012) El-Cezeri (1153-1233), Newton (1643-1727), Galileo (1564-1642), Albert Einstein (1879-1955), Leonardo da Vinci (1452 1519), Ampere (1775-1836) ve Norbert Wiener (1894-1964), Euler (1707 1783), Robert Manning (1816-1897), Albert Strickler (1887-1963), Wilhelm Rudolf Kutter (1818-1888), Henri Bazin (1843-1917), Antoine de Chézy (1718-1798), Cyril Frank Colebrook. (1910-1997), Ludwig Prandtl (1875-1953), Albert Brahms (1692-1758), Henry Darcy (1803-1858) ve Osborne Reynolds (1842-1912) Unat (2004)’a (1852-1918)’dır. Bir (1977)
- Amadekarî û Werger
- Celal Orhan
Çavkanî
- 1_https://tr.wikipedia.org/wiki/Cezer%C3%AE?wprov=sfla1
- 2_Akman, Dr. Toygar, „Sekiz Yüz Yıl Önce Otomatik Makine Yapan Türk Bügini Ebül Iz“, Bilim ve Teknik, s. 77, s. 1-6, 1973.
- 3_Prof. Dr. Atilla, „Cizreli Bilgin Ismail Ebul-Izz’in Mekanik Düzenleri“ R. 137-150, „Hz. Nuh’tan Günümüze Cizre Sempozyumu.“ Cizre Kaymakamlığı. Yay. Haz: Prof. Dr. Mehmet Sait özervarlı, İstanbul, 1999.
- 4_Akman, Dr. Toygar, „İlk Sibernetik Bilgini Ebul-İz“ Bilim ve Teknik, s. 103, s. 1-4, 1976.
- 5_Özdemir, Kemal, Skylife Dergisi, „Sekiz Yüzyıl Öncesinin Robotları Cezeri’nin Otomatları“, s. 195. s. 46-55, Ekim 1999.
- 6_Temel Britannica, c. 16, s. 204, Hürriyet Yayınları, İstanbul, 1993.
- 7_Türk Ansiklopedisi, Milli Eğitim Basımevi, Ankara, 1943.
- 8_Unat, Yard. Doç. Dr. Yavuz, „Cezeri’nin Yapıtı“ Bilim ve Ütopya, s. 91, Ocak, s 19-20, 2002.
- 9_Unat, Yavuz, „Cezeri Üzerine Türkçe ve Yabancı Kaynaklar“ Bilim ve Ütopya, R 50-51, Aylık Bilim Kültür ve Politika Dergisi, s. 9, 2002.
- 10_Uzun, Abdullah, „Cizreli Eb-Ul-Iz ve Otomatik Mak.“, Esra Yayınları, Konya. Bayrak Matbaası, İstanbul, 1997.
- 11_Yaşın, Abdullah, „Bütün Yönleriyle Cizre“, s. 123-138, Yücel Matbaası, İstanbul, 1983
- 12_Yaşın, Abdullah, „İsmail Ebul-Iz el-Cezeri ve Bilime Katkıları“ „Uluslararası Bilun Düşünce ve Sanatta Cizre Sempozyumu“ 14-15 Nisan 2012.
- 13_Yaşın, Abdullah. „Tarth Kültür ve Cizre“, s. 349-363, Kuloğlu Matbaası, 1. Baskı Ankara 2007, 11. Baskı, Kent Işıkları, s. 427-447, İstanbul 2011.
- 14_ Vikipedi. Ebul_iz El Cezerî hayatı
- 15_Kurdish Notables/Navdarên Kurd
- 16_http://www.cizre.gov.tr/ismail-ebul-iz-el-cezeri
- 17_https://dergipark.org.tr/tr/pub/susbid/issue/17333/181012
- 18_https://islamansiklopedisi.org.tr/cezeri-ismail-b-rezzaz
- 19_Carra de Vaux, „Les mécaniques ou l’êlevateur de Heron d’Alexandrie sur la Version Arabe de Qusta İbn Lûqa“, JA, 9e serie, c. I, s. 386-472, c. II, s. 152-192, 193-269, 420-514, 1983.
- 20_Carra de Vaux, „Notice sur deux Manuscrits Arabes“, JA, 8e series, 18, s. 295 (dip not), 1891.
- 21_Donald R. Hill, „The Book of Ingenios Mechanical Devices (Kitab fi Ma’rifatil Hiyal al-Handasiye) by İbn al-Razzaz al Jazari“, Dordrecht ve Boston, 1974.
- 22_Donald R. Hill, „The Book of Ingenious Devices (Kitab al-Hiyal) by the Banu (sons of) Musa bin Shakir“, Londra, 1979.
- 23_Ebu’l-Iz el-Cezeri (Sibernetik Biliminin Öncüsü, Artuklu Sarayı- XIII. Asır) Kongresi, 14 Mart 1986 Tebliğleri, Erciyes Üniversitesi Gevher Nesibe Tıp Tarihi Enstitüsü Yayını, No: 8, Kayseri, 1993, s. 62.
- 24_Eilhard Wiedemann and F. Hauser, „Über die Uhren in Bereich der Islamischen Kultur“, Nova Acta.
- 25_Eilhard Wiedemann, „Aufsatze zür Arabicshen Wissenschaftsgeschichte“, two vols. olms, Hildesheim/New York, 1970.
- 26_Eilhard Wiedemann, „Ein Instrument, das die Bewegung von Sonne und Mond darstellt nach al-Birûnî“, Der İslam, 4, 1913.