Pirsên Philosophic

Rêgehên (metod) Felsefeyê çi ne?

Ali Gurdilî

Felsefe, ne xwediyê wan rêgeha ye ku zanistên xwezayî û zanistên civakî wan bikar dihênin. Ango, felsefe di laboratuaran de nikare toklînan (deney, experiment) pêk bîne, yan jî wekî hinek zanistên civakî, testan bikar bihîne. Rêgeha felsefeye, ji dema Arîstotalesî ve şeklên birêvebirina mantîq û aqil e. Lewma Arîstotalesî mantîqê, wekî organon felsefeyê nirxandiye. Di felsefeyê de şeklên bikaranîna (sepandina) mantîqê:

1- Berjorwerî (induction): Rêbazeke felsefeyê ye û di vê rêbazê de, yeko yeko ji pêşniyaran destpêkirin û gelemperîkirin heye. Li ser bûyerekê bi hejmareke pir zêde (n) çavdêrî têne pêkanîn û di dawiyê de pêşniyara herî gelemper tê bidestxistin. Berjorwerî (fr: induction, tr: tümevarım) di roja me ya îroyîn de, ji aliyê gelek zanistan ve bi armanca bidestxistina zanayiyên aqlî, wekî rêbazekî tê bikaranîn. Lê tiştek heye ku divê meriv vê yekê jî bibêje: Encamên ku bi rêya enduksiyonê têne bidest xistin, meriv nikare bibêje ku ew ji %100 encamên misoger (qutebir) in, ixtîmala ku ew encamên dibeyî bin jî heye. Heta ku pêşniyarên pêşîn rast derkevin, tu pirsgirêk dernakevin holê. Lêbelê dema yek pêşniyarek jî çewt be, wê demê encama ku tê bidestxistin jî, dê çewt be.

Çend mînakên vê rêbazê: A- Sifir, lajwerdek (metalek) e û dema ku meriv agir bide binê, diperçive. B- Çînko (tûtye) lajwerdek e û dema ku meriv agir didê binê, diperçive. C- Alemyon,  lajwerdek e û dema ku meriv agir dide binê, diperçive. D- Zêr, lajwerdek e û dema ku meriv agir dide binê, diperçive. E- Hesin, lajwerdek e û dema ku meriv agir dide binê, diperçive. ‘Pêşniyarên li jorê, pêşniyarên pêşîn in. Ango, pêşhatî (pêşane, pêşsipar, premise, öncül) ne.’ Encam: Nexwe, hemû lajwerdekên (metal) ku têne germkirin, diperçivîn. Di mînaka jorîn de ger pêşniyarekê pêşîn çewt be, bêguman dê encam jî çewt derkeve. Lê heke tiştekî wiha pêk neyê, wê demê meriv dikare bibêje ku hemû lajwerdek, dema germ dibin diperçivin.

2- Berjêrwerî (deduction): Rêbazeke mentiqî ya beravajiya berjorweriyê (tümevarım) ye û di felsefeyê de jî tê bikaranîn. Di vê rêbazê de, ji pêşniyarek tevayî (tevbar, tumelî) tê dest pê kirin. Di dawiyê de jî, encamên tîkel (qismî) têne bidestxistin. Bi pirranî ji aliyê Arîstotalesî ve hatiye bikaranîn û dîsa yê ku rêzik û şeklên bikaranîna vê rêbazê destnîşan kiriye, Arîstotelas e. Deduksiyonê heta dawiya Serdema Navîn jî, girîngiya xwe domandiye û hatiye bikaranîn. Cihêrengiya deduksiyonê ya ji enduksiyonê ew e ku, encamên deduksiyonê (fr: dêduction, tr: tümdengelim) misoger in. Encam bi awayekî bêgav, ji aliyê pêşhatiyan (öncül, pêşsipar, premise) ve têne destnîşankirin.

Mînakek bo vê rêgehê:

  • Hemû mirov bi mirin in. (Pêşniyara Tevbar)
  • Sokrates jî mirovek e. (Pêşhatî)
  • Nexwe (ku wisa be), Sokrates jî bi mirin e. (Encam)

Ji mînakan jî tê dîtin ku encam bi awayekî bêgav, ji pêşhatiyan derdikeve. Rewşeka beravajiya vê yekê, ji ber ku wê rê li nakokiyan veke, dê ne derbasdar be.

3- Rêgeha Dahûrîner, Rêgeha Analîtîk (analytical method): Ev rêbaza mentîqî, hema hema meriv dikare bibêje ku ji destpêka felsefeyê ve tê bikaranîn. Di vê rêbazê de, hemû (wateyek tevayî, tumelî, tevbar), ji perçeyên xwe ên ku hemûyê anîne holê, têne veqetandin û bi vî awayî, lê tê vekolandin. Felsefe dema ku dest babeteke dike, we babetê bi hemû aliyan vedikole, lê hûr dibe, yeko yeko wek pêşniyarîyan ji hevdu vediqetîne û tiştê ku dixwaze vebêje, bi vî awayî dibêje. Di felsefeya hemdem de ev rêbaz gelekî tê bikaranîn, nemaze di warê zimannasîyê de tê bikaranîn. Tiştê ku tê xwestin, ji holêrakirina pêşdaraz, têgihiştinên çewt û pejiraninên qelp in. Ango, cewher, naverok, çêbûn, hebûn û têgehên hwd. ji ber ku ji aliyê gelek fîlozofan ve gelek caran hatine vekolandin, ew bi wateyên xwe yên rasteqîn, li holê xwiya nakin. Rêbaza (rêgeh, metod) dahûrîner wiha dike ku, wateya wan ya rasteqîn, çêtir were têgihiştin.

4- Rêgeha Pêkhêner, Rêgeha Sentetîk (synthetic method): Di vê rêbazê de beravajiya rêbaza analîtîk (dahûrîner), wiha tê fikirîn ku yeko yeko ti wateya perçeyan tune û perçe, encax di nav hemûyê (tevahî) de dikarin bibin xwedîwate. Ji ber vê çendê jî, heke em bixwazin pirsgirêkekê bi giştî (bi hemû hêlên wê ve) bibînin, wê demê divê em li temamiya wê mêze bikin.

5- Rêgeha Aksiyomatîk (Axiomatic Method): Ev rêbaz, aîdê mentîqê ye û di felsefeyê de jî tê bikaranîn. Di vê rêbazê de têgehek, wek bingeh tê pejirandin û piştî vê domanê, dest bi hilberandina têgehan tê kirin. Ango, bi vê rêbazê têgeh têne hilberandin. Bi vê yekê wuha tê xwestin ku ji bo cîbicîkirina rewşên taybet, xwe bigihihînin sîstemeka tevayî. Têgehên ku weke bingeh têne qebûlkirin, dibe ku ew têgehên keyfî bin yan jî, têgehên ku bi rêya sehekan hatine bidestxistin bin, ku pêbawer (bawerpêkirî, ewle) têne dîtin. Di sedsala 20an de, ji aliyê Bernard Russel û Alfred North Whiteheadî ve ji bo veguhêrandina matematîkê ku dixwestin matematîkê vebiguhêrînin mentîqê, ev rêbaz hatiye bikaranîn. Di felsefeyê de bikaranîna wê ya herî berbiçav, ji alîyê Benedict Spînoza ve pêk hatiye. Benedict Spînoza, şeklên pêşniyarîyên aksiyomatîkê, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Etîkê’ de ji bo pêkanîna felsefeya xwe ya ehlaqê, bikar aniye. Mînakek ji Rêbaza Spînoza: Cewher ji bo berdewama hebûna xwe, ew heyîn e ku pêdiviya wê bi ti tiştî tune (Danasîn). Encam 1: Cewher, sebebê xwe ye. Encam 2: Cewher, bêdawî ye. Encam 3: Cewher, tekan e û heke dido bûya; dê hevdu bisînor bikirana. (Deran, jêderî, inference, îstîdal)

7Rêgeha Danwelidandinê (meiotic method): Ev rêbaz, ji alîyê Sokratesê fîlozofê navdar ve hatiye bikaranîn. Sokrates wiha bawer dike ku mirov, ji zayîna xwe ve xwediyê zanayiyê ne û ger, ji wan pirsên rast û dirist werin pirsîn, ew xwediyê wê danehevê ne ku dê bersivên rast û dirist bidin (Di vê xalê de meriv dibêje qey Sokrastes baweriya xwe, bi celebek reenkarnasyonê tîne). Sokrates, ji vê yekê gelekî bawer e û li pêşiya komek mirovan, vê yekê diceribîne jî. Koleyekî hildibijêre û li pêşiya hemû mirovan, jê pirsên ku bi sêqoşeyê re têkildar in dipirse. Wiha dike ku sêqoşe tê bîra koleyî. Lê hemû pirsên Sokrates, wekî belê (erê), yan jî wek nexêr (na) têne bersivandin. Ji ber vê çendê jî, ev rêbaz weke rêbazeke bişik (biguman, ne ewleder) hatiye dîtin.

8- Rêgeha Diyalektîk (dialectic method): Diyalektîk, rêyeke fikirînê ye. Bi vê rêyê, yên nakok yan jî dijber, têne cem hevdu û yekîtiyeke diafirînin. Di encama vê yekê de, pêşveçûnek dertê holê. Cara yekem li cem Herakleîtosî hatiye dîtin, di dewra hemdem de jî, ji aliyê Hegel ve hatiye bikaranîn. Di diyalektîkê de du têgehên dijber, tez û antîtezê pêk tînin û ev du dijber, digihêjin sentezê. Sentez jî, piştre carekê din ji hev dabeş dibe û dibe tez û antîtezeke din a nû. Ev demajo, her berdewam dike. Mesela: Reş (tez) û spî (antîtez) bila du têgehên dijber bin. Wê senteza wan, cûn (grî, boz) be.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 23.04.2025
  • Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Schaltfläche "Zurück zum Anfang"