Pirsên Philosophic

Taybetmendiyên Felsefeyê çi ne?

Alî Gurdilî

Felsefe dixwaze ku mirovan, xwezayê û pirsgirêkên mirovî, li gorî pîvanên aqlî û mentiqî şirove bike. Bingeh, aqil û mentîq e. Di dema pêkanîna vê yekê de felsefe ti carê pişta xwe nade dîn, mîtos yan jî desthilateke din. Felsefe vê yekê, bi tenê bi riya aqil pêk tîne û hemû şiroveyên xwe jî dispêre aqil û mentîqê.

1- Felsefe, hunera fikirînê ye: Arîstotales, mirovan wekî heywanên biaqil dihesibîne û dinasîne. Lewra, taybetmendiya herî cihêreng ya mirovan ew e ku ew xwedan aqil in û difikirin. Kesên ku li ser jiyana xwe û mirovên din, li ser gerdûn û xwezayê, li ser wateya jiyanê difikirin, dîsa mirov in. Di pêkanîna wan xebatan de jî, rêberê mirovan dîsa aqil û hêmanên aqlî ne. Fikirîna rast û kûr, berhevdan û komkirina fikirînê, dibe ku wesfê hunerî a tekane a felsefeyê be.

2- Felsefe, xwe dispêre pirsan: Felsefe bi pirsan, bi pirsiyaran xwe nêzîkî yên nenasbar (kesnezan) dike. Ji destpêkê ve felsefeyê bi pirsan û pirskirinê dest bi karê xwe kiriye. Ji bo têgihiştina gerdûn, mirov û cewhera rastîn a mirovî, xweza û gerdûnê, bêrawest pirsên xwe pirsîye û bersivan hilberandiye. Her feylesofekî pirsên xwe yên xweser pirsîye yan jî, wan pirsên ku berê hatine pirsin, carekê din wan parve kiriye. Mîsal: Pirsa ‘Gelo çavkaniya zanînîyan çi ye?’ ji bo hemû feylesofan pirseke hevpar e. Lêbelê, John Lockeyî bi pirsa ‘Gelo zanînîyên me ji zayînê ve hene, yanê na?’ û Kant jî, bi pirsa ‘Bîr (zêhn, hiş) dikare bi çi bizanibe û heta çi radeyê dikare bizanibe?’ xwe nêzîkî wê pirsa felsefeyî kirine. Pirs  ji hev cihêreng bin jî, meriv dikare bibêje ku girîngiya wan herdem berdewam kiriye. Axirî, meriv dikare bibêje ku di felsefeyê de ji bersivan zêdetir, pirs girîng in.

3- Felsefe, ji şer nareve: Felsefe herdem gelek pirsên jibîrbûyî, yan jî pirsên ku pirsîna wan nayê xwestin û têne temirandin, dipirse û wan tîne rojevê. Mirovan, bi xwe re rûbirû dike û wan bi xwe re, tîne hemberî hev. Bi taybetî jî, bersivandina pirsên felsefeya siyaset û ehlaqê, gelekî zehmet in. Mesela ji me were xwestin ku em ji du mirovên nexweş, ku yek ji wan zarokeke biçûk û ê din jî kalek î zana ye û lazim e em bi tenê yekî ji bo dermankirinê hilbijêrin, gelo dê em ê ji wan kîjanî hilbijêrin?  Kîjan hilbijartina me, dê hilbijartinek ehlaqî be? Em kîjanî hilbijêrin hilbijêrin, dê ji me armanca biryara me were pirsîn.

4- Felsefe ji meraq û şaşwaziyê derketiye: Tiştekî berbiçav e ku felsefe, ji meraq û şaşwaziya (ecêba) mirovan derketiye û berfireh bûye. Hê ji destpêkê ve guherîn, bihevketin û carekê din hebûna lihevhatin û pêşveçûnê, bala feylesofan kişandiye. Feylesof li wê guherîn, bihevketin û lihevhatinê, ecêbmayî mane û xwestine ku bi bingeha vê yekê bizanibin û xwe bigihînin prensîbeke bingehîn. Ji bo têgihiştina vê yekê, dest bi lêkolînan kirine û ev helwest, her çuqasî pirs û babet cihêreng bin jî di hemû dewr û dewranan de, berdewam kiriye.

5- Felsefe, şikwer e: Felsefe, ji kîjan çavkaniyê were bila were ferq nake, lê wisa bi hêsanî tu daneyan qebûl nake. Ji kû were bila were, hizkî wekî qanûneke civakî, hizkî bila dogmeyeke dînî, yan jî bila ew zanînîyeke sehekî be, felsefe bi şik xwe nêzîkî wî tiştî dike. Meriv dikare bibêje ku felsefeyê, şikê (guman) bi du şeklan bikar anîye: Ya yekem şikwerîya (kuşkuculuk, scepticism) septîka ye û ya duyem jî, wekî rêbazekî bikaranîna şikê ye, ku ji aliyê fîlozofên wekî Descartes û Xezalî ve ji bo têgihiştin yan jî gihiştina zanînî û tevgera rast, hatiye bikaranîn.

Bi awayekî şikwer xwe nêzîkkirina babetan, wiha dike ku feylesof serî li çavkaniya babetan bide û xwe bigihîne bingeha wan. Bêguman di encama vê fikirîn û lêkolînê de, yan dê çewtiya wê were nîşandan, yan jî wê hîm û spartekên babetê werin piştrastkirin. Nexwe, di helwestekê beravajiya vê yekê de, dibe ku feylesof bi awayekî dogmatîk jî tevbigere, ku dê ev yek jî ne helwesteke felsefeyî û feylesofîk be.

6- Felsefe, refleksîf e: Felsefe, refleksîf e. Ji bilî felsefeyê tu disiplînên din, xwe nakin mijara xwe û li ser xwe venakolin. Ango, meriv nikare fizîka zanista fizîkê, yan jî genetîka jînnasîyê (bîyolojî, biology) bike. Encax, meriv dikare li ser felsefeya felsefeyê bipeyîve. Di nav hemû disiplînan de bi tenê felsefe, xwe dike babeta lêkolînên xwe û li ser xwe vedikole.

Ev yek jî tê wê wateyê ku feylesofek dikare carekê din li babeta xwe vegere û ji nû ve, li babeteka xwe a kevin vebikole. Çawa ku di matematîkê de pirs têne çareserkirin, di felsefeyê de jî li ser mijarê careke din tê fikirîn û vekolandin. Bi vê yekê re jî, tê xwestin ku kêmasî yan jî cihêrengiyên mijarê yên ku heta wê demê ne hatine dîtin, werin zanîn û têgihiştin.

7- Felsefe, ji pêşhukmîyan dûr e: Felsefe, ti cudakariyê naxe nava zanînîyan. Mirovê feylesof, divê ji hemû fikran re bi rûmet be. Divê bi baldarî lê bifikire, biponije, lêbikole û li bêjinga aqil û mentîqê bide û li gor ramanên xwe, wan binîrxîne. Heke li hember ramanên meriv ramaneke cihêreng (dij) hebe, wê demê meriv dikare jê hinek tiştên nû jî fêr bibe.

8- Felsefe, çalakiyek rexnekar e: Felsefe, bi awayekî rexnegirî dest bi babetên xwe dike. Babet çi be bila be, felsefe bi şik xwe nêzîkî mijarê dike û bi vê yekê dixwaze ku hêlên cihêreng û veşartî, yên wê babetê derbixe holê. Helbet ne bêgav e, ku rexne herdem neyînî bin û ji xwe felsefe jî, ti carê derheqê herênayên (dudilî) rast û çewt, mafdar û niheq û derbazî û nederbazî de, ti darazan pêşkêş nake. Berevajiya vê yeke, felsefe di çarçoveyeke mentîqî de li mijaran vedikole û dixwaze ku bizanibe, ka mijar yan pêşniyarî (önerme, proposition), derbazî û hevgirtî ye, yanê na? Herweha ji pêşniyaran dest pê dike û li encamê jî vedikole, ka ew pêşniyar rê li encamek wiha vedikin yan na?

9- Rêberê felsefeye, aqil (reason) e: Bingeha felsefeye, aqil e. Lewra felsefe wekî zanistan (science, bilim), ne xwediyê rêgehên çavdêrî (gözlem, observation) û toklînê (deney, experiment) ye û wan rêgehan (metod, method, rêbaz) bikar naîne. Feylesof dema ku zanînîyeke pêşkêş dike, ne bi rêya çavdêrî û toklînê, lê bi tenê bi rêberiya aqil û prensîpên fikirînê tevdigere. Gotina rastiya aqil, di roja me de vê yekê vedibêje û bi vê rêgehê felsefe, beyî ku serî li mîtos, şexs yan jî gotinan bide, zanînîyan hildiberîne.

10- Felsefe, desthilatiyê qebûl nake: Felsefe, li ser hemû mijaran gotûbêjan vedike. Çî mijarên zanistî, çî mijarên olî bin. Bi çavekî kor, bêrexne û bêlêkolînê, ti fikran napejirîne. Belam ev yek, nayê wê maneyê ku felsefe tu rastiyan qebûl nake. Nexêr! Beriya pejirandinê felsefe dixwaze ku babetê bi hemû hêlan bibîne, lêbikole û bi awayekî tevayî  mijarê raxe holê.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 23.04.2025
  • Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Schaltfläche "Zurück zum Anfang"