Arşîva Felsefevan

Natura Naturata

Alî Gurdilî

1- Kakos: Di zimanê yewnanî de sîfeta ku wateya wê ar, xirab, bêqîmet, belengaz û bêsiûd e. Dijberê vê peyvê, kalos e. Kalos jî wateya spehî, ehlaqdar û xwedan fazîletê dide.

2- Kanon (canon): Tevahîya pîwanwerî (ölçüt, criterion), prensîp û rêzikên bingehîn ku rêgehên mantiqî û zanistî, li gor wan tevdigerin. Di zanistên normwarî (normative) de norma bingehîn, modela ku tê şopandin û rêzika kiryarî. Li milê din, ji tevahîya rêzikên ku sîstemeke kifş pêk tînin re jî, kanonîk tê gotin. tr: kanon / fr: canon / al: kanon     

3- Kategorîk (categoric): 1- A ku ne hîpotetîk e, a ku bêmerc e. 2- A ku sînordanîneke wê tune, a ku istisnayeke wê tune. 3- A ku bêgav (mecbûrî) e, a ku ligel xwe berpirsiyariyeke tîne. A ku ne girêdayî daxwazê ye. tr: kategorik / fr: catégorique / al: kategorisch

4- Natura naturans: Terîma bi zimanê latinî, a ku ji bo Xwedayê afirandêr hatiye gotin. Di felsefeya skolastîk (scholasticism) de beravajîya (dijberê) heyînê ku hatiye afirandin e, beravajîya demajoyên çalak yên xwezayî ku di xwezayê de xwe didin der. Wate, heyînê ku ne hatiye afirandin.

5- Natura naturata: Terîma latinî a ku wekî dijberê heyînê afirandêr (Xwedê), heyînên afirandî yên di xwezayê de ye. Di felsefeya skolastîk de xwezaya ku ji alîyê Xwedê ve hatiye afirandin, temamîya alemê, temamîya qada heyînên xwezayî. Di felsefeya Spinozayî de, navê cewhera tekane. Wate, navê dinya gormirovî (relative) a ku ji Xwedê û yan jî, ji helwestên sîfetên Xwedê pêk hatiye. Li gor vê yekê natura naturata, di sîstemeke pantheîst (Bruno, Spinoza) de, xwedayê ku di xwezayê de tezahur dike ye. Lê belê ne wekî xwedayekî ku ji xwezayê serbixwe ye, wekî xwezayê ye.

6- Natura non facit saltus: Biwêja bi zimanê latinî a ku wateya wê, xweza nikare hilhebe (xwe biperqîne, leap) ye. Ev raman, ji Arîstotalesê yewnanî dest pê kiriye û di dewra modern de, ji alîyê Leibniz û Linneusî ve jî hatiye bikaranîn.

7- Obscurum per obscurius: Biwêja bi zimanê latinî ku wateya wê bi tiştekî tarî, ravekirin e. Cureyeke şaşîyê ye. Ji bo ronîkirina rewşeke tarî, di dewsa bikaranîna tiştekî rohn û zelal de, bikaranîna tarîyeke hin bêtir tarî.

8- Dibistan (school): Ji ‘schole’ a latinî ku wateya wê ‘dema vala’ ye. 1- Sazîya ku armanca wê ya bingehîn, dayîna formasyona perwerdehîyê ye û ji bo perwerdehîya ciwanan, hatiye verastkirin. 2- Terîma ku ji bo dibistan û zaningehên felsefeyî û teolojîk ku piştî Thomasê Aquînoyî, kategorî û prensîpên xwe yên bingehîn, ji Arîstotalesî girtine. 3- Yekîtîya ramanî a feylesofên ku derbarê mijar û arîşeyên felsefeyî de, ramanên wan nêzî hev in, yan jî ramanên wan dişibine hev.  tr: okul / fr: école / al: schule / os: mektep

9- Ordo cognoscendi: Terîma bi zimanê yewnanî ku wateya wê, pergal yan jî dora zanînîyê (knowledge, bilgi) ye. ‘Ordo essendi’ jî, wateya pergala heyînê, yan jî dora heyînê dide û ji ‘ordo cognoscendî’ ê cuda ye. Bi rêya felsefeya Descartesî, em dikarin vê mijarê hinekî din zelaltir bikin: Di ramanên Descartesî de ji hêla dora zanînîyê ve, pêşî xwebûn tê. Lewra bi saya rêgeha şikê, cara pêşî xwe gihandiye zanîna hebûnatîya xwe. Piştre jî hewl daye xwe ku bikaribe bi dorê hebûna Xwedê û cîhana der, yan jî madeyê bipeyîtîne. Ji hêla pergala heyînê ve jî, pêşî Xwedê tê. Lewra, Xwedê ew cewher e ku mîna ruh û bedenê, nehatiye afirandin. Wate, Xwedê xwedîyê hebûneke xweser e û ruh û beden jî, ji alîyê Xwedê ve hatine afirandin. Û loma hebûnatîya wan, girêdayî Xwedê ye û ne xweser in. Ji ber vê yekê jî dora heyînan mîna Xwedê, ruh û madeyê, tê vegotin.

10- Yekîtîya Organîk (organic unity): Yekîtîya tevahî a ku fonksîyonên perçeyên wê, di nav tevahîyê de girêdayî fonksîyonên perçeyên din in û ti perçeyekê wê, ji yê din ne serbixwe ye. Yekîtîya tevahîyekê ku guherîna di perçeyekê wê de, bandorê li fonksîyonên perçeyên din û tevahîyê dike. tr: organik birlik / fr: unité organique



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Schaltfläche "Zurück zum Anfang"