1- Methexis: Terîma bi zimanê yewnanî ku wateya wê, ‘para xwe girtin’ e. Ev terîm, ji bo ravekirina têkilîya cîhana îdeayan û cîhana madî, hatiye vegotin. Wate di metafizîka dualî ya Platonî de, du cîhan hene: cîhana îdeayan ku bi aqil têne têgihiştin, mayende û naguher in û cîhana madî, ku bi rêya sehekan têne têgihiştin û guhêrbar in. Terîma methexis jî, ji bo ravekirina têkilîya ku di navbera du cîhanan de heye, hatiye vegotin. Ji ber ku têgihiştina vê têkilîyê ne hêsan bûye, Platon gotiye ku heyînên dîtbar (concrete, somut), para xwe ji îdeayan (ji heyînên mayende û naguhêr) digrin.
2- Mitsein: Di felsefeya hebûnparêz de, bi taybetî jî di felsefeya Heideggerî de, terîma bi zimanê almanî ku wateya wê ‘hebûna bi yên din re’ ye. Martin Heideggerî, ji mirovên ku derbarê hebûnê de pirsan dikin re gotiye ‘şivanê heyînê’ ku bi pirsên bi vî rengî, hebûnatîya xwe pêk tînin. Li gor nêrîna Heideggerî hebûnatîyeke rastîn, mirovê egzîstans, têdigihêje du rastîyan: 1- Hebûna mirovî di gerdûnê de 2- Hebûna bi yên din re. Li gor nêrîna feylesof, tiştekî ku em bikaribin jê re bibêjin cîhana der tune. Lê belê xwe bi xwe, xwe di vê dinyayê de dîtina mirovî heye û tiştekî bi navê ‘hebûna li vê dinyayê’ heye. Têgihiştina hebûnatiya mirovî ya li vê dinyayê jî, bi zanînîyê (knowledge, bilgi) pêk nayê. Lê belê, bi çalakî û xebatê, bi karkirinê û bi baldarîyeke şayîşdar pêk tê.
3- Modalîzm (modalism): Helwestparêzî. Hînwerîya ku P.Z. di sedsala 2 û 3.an de, li Rojavaya Xiristiyan derketiye holê. Li gor vê hînwerîyê li cem Xwedê, cewher û kesitî (personality, kişilik) yek in û Kur û Ruhê Pîroz jî xuyabûnên Bav Xwedê, helwest yan jî terzê hebûnatîya wî ne. tr: modalizm / fr: modalisme
4- Modus essendi: Terîma ku di felsefeya Serdema Navînî a xiristiyan de, ji bo terzê hebûnê hatiye vegotin. Li gor vê yekê ramanwerên Serdema Navînî, axlebî behsa du terzê hebûnê kirine, lê carinan jî gotine ku sê terzê hebûnê hene û wan, ji hev cuda kirine. A yekem terzê cewhera ku ji bilî xwe, pêdivî bi tiştekê din naîne ye. A duyem, terzê ku bi serê xwe nikare hebe û encax di cewherê de dikare hebe, ye. Wate, terzê hebûnê a çenddarî (nicelik, quantity) û çêbarîyê (nitelik, quality). A sêyem jî ku piştre li wan herdûyên berê zêde kirine, meyla (dilxwazî) tişteke a ber bi tişteke din ve ye.
5- Mundus intelligibilis: Vegotina bi zimanê latinî ya cîhana îdeayan a Platon û qada numenan, ya Immanuel Kant. ‘Mundus intelligibilis’, qada heqîqî ya rastîtîyê (gerçeklik, reality) ye û encax, bi saya aqil, tê têgihiştin. Dijberê ‘mundus intelligibilis’ê jî ‘mundus sensibilis’ e ku cîhana sehekî ye, cîhana fenomena ye. Wate, ew cîhana madî ye ku ji objectan (nesne, bar) pêk tê û bi saya sehekan, tê têgihiştin.
6- Sofî: Mutasawif. Peyrewên tesewifê, mîstîkên dînê îslamê. Mirovên ku bawerîya tesewifê qebûl kirine û destê xwe, ji kar û barên dinyevî şûştine. Kesên ku bi temamî, ketine ser rêya Xwedê, kesên ku li ser rêya Xwedê dimeşin. Di alema îslamî de, behsa du cure sofîyan tê kirin: Sofîyên sinî (sunne) ku bawerîya xwe bi Qur’an, hedîs û fiqihê tînin û zanîna xwe, dispêrine wan. Li milê din jî, sofîyên ji mezheba şie (şia) hene ku bi navê sofîyên şîî (şiî) têne zanîn.
7- Mucessîme: Di cîhana îslamî de, nêrîn û mezheba ku piştî zayîna kelâmê derketiye holê. Meriv dikare bibêje ku cureyeke anthropomorphismê (mirovteşeyî, insanbiçimcilik) pejirandine û gotine ku Xwedê, di sûretê mirovî de xwe daye der yan jî, wiha derketiye holê. Xwedê, temamîya wesfên xwedayî li cem xwe civandîye û di cîhana xuyabûnîyan de, di sûretê mirovî de derketiye holê, di sûretê mirovî de xwe daye der.
8- Murcîe (murji’ah, murji’as, murjite): Nêrîn û mezheba dînê îslamê a ku giranî û giringîyê zêde nade kirin û tevgerên mirovî û dibêje, ji her alîyan ve bawerî bes e û têrê dike.
9- Mûtekellîm: Kesên axêver, goyende. Di dînê îslamê de, navê ku li kelamparêzan kirine. Kelamparêz ew kes in, ku xwe spasrtine prensîpên bingehîn yên dînê îslamê û di felsefeya îslamî de, rê û rêçeke nû a ku xwe dispêre aqil dîtine.
10- Kabbala, Kabbalah: Bi wateya xwe a giştî, di mîstîsîzma cihû (yahûdî, mûsawî) de, navê disipilineke ezoterîk, xwendegeha ramanî û tevahîya rê û rêzika ye. Bi wateyeke taybet jî, navê hînwerîya ezoterîk a Xwedê û gerdûnê ye. Li gor vê yekê koka sêrparêzîya (gizemcilik, mysticism) mûsawî, xwe dispêre serdemên kevnare, xwedîyê wesfên kiryarî (practice) ye û têkilîya wê, bi kozmogonî (cosmogony) û xwezaya Xwedê re heye. Di Serdema Navînî de jî, di navbera kabbalaya spekulatîf û felsefeyê de, têkilîyeke xurt peyda bûye. Mesela di ramanên Îbnî Cabirî de. Li gor nêrîna kabbalaparêzan, ji hêla cewherî ve Xwedê nayê zanîn, nikare were zanîn. Loma jî, jê re gotine ‘bêdawîtî’ (sonsuzluk, bênayî, eternity).