1- Xelat û Ceza: Yek ji wan prensîpên bingehîn, yên felsefeya îslamê û mezheba mutezîleyê ye. Li gor vê prensîpê azadîya vînî a mirovî, berpirsiyarîya ji kirinên xwe û hebûna ehlaqê, mîna bawerîyeke ku dibe bingeha edaleta Xwedê, hatiye nirxandin. Li gor vê yekê Xwedê, kesên qencîxwaz yan jî kesên ku qencîyê dikin xelat dike û kesên ku xirabîyê dikin jî, ceza dike û ev yek, ji mêj ve hatiye ragihandin. Loma jî ev yek, delîlekî rastîn a bi vîna xwe ya azad bûna sebebê başî yan jî xirabîyê û delîlekî rastîn a hebûna edaleta Xwedê ye.
2- Parousia: Di felsefeya yewnan de terîma ku wateya wê 1- ‘hebûnî, peydabûn’ e. Di felsefeya Platonî de, di objectekê de, peydabûna (hebûn) form yan jî îdeayekê ye. 2- Di teolojîya xiristiyan a Serdema Navînî de, di wateya vegera duyem ya dinyayê ya Îsa Mesihî de hatiye vegotin. Armanc, dawîlêanîna pergala aktuel e, ku Îsa Pêxemberî yên bergorn didarizîne.
3- Pelagianîzm (pelagianism): Hînwerîya ku dibêje mirov bi ked, xebat û başîya xwe dikarin rizgar bibin, xwe bigihînin tekûzîya ehlaqî û bikemilin. Ev nêrîn, dijberê teolojîya xiristiyan ya ortodoksî ye ku dibêje mirov gunehkar in û ji bo ku bikaribin rizgar bibin, pêdivîya wan bi înayeta Xwedê heye. Ev nêrîn ji alîyê Pelagiusî (354-425) ve hatiye vegotin. Li gor nêrîna wî feraseta klasîk, dibe sebebê bextparêzî û xemnexurîyê û ji bo gihêjtina armanca xwe, çîleparêzîyê pêşniyar kiriye.
4- Per accidens: A ku ji bo xwezaya tiştekî ne mecbûrî ye, hebûna taybetîyên ku ne perçeyekê wî tiştî ne. Terzê hebûna tiştekî, ku ne bêgav e hebe. Wesfê pîsadî a objectekê, ku ne encameke xwezaya wê ye.
5- Peras: Terîma bi zimanê yewnanî ku wateya wê sînor, form û şekil e. Li cem Platon û Phytagorasparêzan hêz, prensîp û qanûna ku şekil dide a ku bêsînor e, şekil dide a ku nediyar (ne zelal, nexuya) e. Presnsîpa ehlaqî a ku tevgerên mirovî, bi awayekî rasyonel verast dike.
6- Peripatetik: Di zimanê yewnanî de wateya vê peyvê, ‘bi rê ve çûn, meşîn’ e û bi zimanê yewnanî, ‘peripatein’ tê gotin. Sêrparêz, razdar. Sîfeta ku ji bo nasandina dersên Arîstotales hatiye gotin. Arîstotales, ji ber ku di bexçeyê lîseyê de dimeşîya û bi şagirdên xwe re dikete devjenîyê, vî navî li felsefeya wî kirine. Felsefeya peripatetik, yek ji wan çar dibistanên bingehîn û mezin e ku yên din jî felsefeya akademîayê, stoaparêzî, û epikûrosparêzî, ne. Li milê din, ji şagirdên Arîstotalesî re jî perîpatetîk hatiye gotin.
7- Perse: Terîmeke bi zimanê latinî ye û wateya wê, taybetîyên (wesf) xwemalî yên tiştekî ye yan jî xwezaya objectekê ye. Heyînê xwedan hebûneke cewherî, cewhera xwedan hilik. Bi wateya xwe ya taybet jî, terzê hebûna Xwedê ku bi awayekî mitleq û serbixwe heye. Rewşa ku tiştek nikare bandorê li Xwedê bike û bi awayekî bênavgîn, zanîna me a Xwedê.
8- Perspektîv (perspective): 1- Ji dûr ve xwiyakirina objectan. 2- Derbarê objectekê de, nêrîn û boçûn, terzê xwiyakirina tişt yan objectekê. Pêşhesêbîyên (önkabul, presupposition) me yên ku di dema pêkanîna analîzekê de rast têne pejirandin. 4- Di estetîkê (aesthetics) de, hest û têgihîya kûrahî û dûrahî ye. tr: perspektif / fr: perspective
9- Pêxember: Peyamberê Xwedê, qasidê Xwedê. Di dînekî de, qasidê ku peyam û fermanên Xwedê, radigihîne mirovan. Resûlê Xwedê. Di bawerîya dînê îslamê de, ji hêla jiyîna madî û mirovbûnê ve, di navbera pêxemberî û mirovan de, ferqek tune. Taybetîya ku pêxemberan ji mirovan cuda dike, bêgunehî û pêbawerîya wan e, rastgotî, xweşbînî û bîrbirîya wan e. Pêxember ew kes in ku ji alîyê Xwedê ve hatine hilbijartin û bi rêya wehîyê (peyxam, revelation), ferman û peyamên Xwedê, radigihînin ebdên wî.
10- Philia: Di felsefeya Antîk Yewnanî de, beravajîya eşqa zayendî ku navê ‘eros’ ê lê kirine û beravajîya eşqa ehlaqî û ruhî ku navê ‘agape’ ê lê kirine; eşqa ku di navbera du hemcinsan de pêk tê ye ku ne eşqekê zayendî ye û têkilîyeke, dostanîyê ye. Terîma ku ji bo hest û hezkirina du mirovan, ji bo sempatîya di navbera wan de xwiya dike, hatiye vegotin.