1- Philosophe: Di zimanê fransî de, wateya wê feylesof e. Ev peyv, ji bo ramanwerên Ronahîdarîya Fransî yên mîna Buffon, Condorcet, Condillac, Diderot, Montesquieu û Volterî, hatiye gotin ku wê demê gelekî navdar bûne. Li Fransayê di sedsala 18an de raman û dîtinên wan cuda bin jî, bawerîya xwe bi raserîya aqil anîne û ji bo vê yekê, li ber xwe dane.
2- Philosophia perennis: Biwêja bi zimanê latinî ya ku ji bo mîrateya hevpar a mirovahîyê hatiye gotin. Ramanên wan cuda û nakok bin jî, tevahîya heqîqetên ku di kitêbên feylesofan de hatine nivîsîn. Tevahîya rastîyên (dane, done) gerdûnî ku ji destpêka felsefeyê (philosophy) heta roja me a îroyîn hatine.
3- Physis: Terîmeke bi zimanê yewnanî ye û di felsefeya yewnanî de, wekî dijberê terîma ‘nomos’ ê ku wateya wê kevnwer (tradition, gelenek), qanûna ku piştre bi destê mirovan hatiye danîn ku bi lihevhatinê (compromise) re têkildar e, terîma ku ji bo xwezayê hatiye gotin e. Terîma Physisê dema li qada hebûnê ya li derveyî mirovî were vegotin wateya objecta xwezayî, pêkhateyên tiştekî fizikî û xwezaya rastîn ya tiştan nîşan dide. Derbarê mirovî de jî xwezaya mirovî, çêbarîyên xwezayî yên mirovî û hêz û qabiliyeta mirovî nîşan dide.
4- Pyronîzm (pyrrhonism): Şikwerîya (scepticism) Serdema Pêşîn ya ku ji aliyê Pyrrhonê ramanwerê navdar ve hatiye damezrandin. Pyronîzm ji nêrînên Demokrîtosî, gormirovîya sofîstan û ji epîstemolojîya Dibistana Kyrene, ketumet bûye. Li gor nêrîna pyronîzmê, aqilê mirovî nikare bi cewhera rastîn ya tiştan (object) bizanibe û têgihiştina wan jî, ne pêkan e. tr: pironizm / fr: pyrrhonisme / al: pyrrhonismus
5- Pistis: Têgiha ku bi zimanê yewnanî, ku wateya wê bawerî ye. Pistis di felsefeya Platonî de, di ‘eikasia’ ê re ku wateya texmînê dide; ‘doxa’ ye ku wateya zanîna fenomenan, qeneet yan jî zennê dide.
6- Platonîk (platonic): Bi zimanê yewnanî, ‘platonikos’ û bi zimanê latinî jî, ‘platonikus’. 1- Eşqa bengîn a ku objecta xwe, mîna heyîneke gihaştî, tekûz û kamil dibîne. Bengînîya ne zayendî, bengînîya ku destê xwe bi temamî ji zayendê şûştîye. 2- A ku derbarê Platonê feylesofê navdar de ye, a ku têkilîya wê bi felsefeya Platonî re heye. tr: platonik / fr: platonique
7- Pleroma: Têgiheke bi zimanê yewnanî ye û wateya wê, nekêm, temam, tam û tijîtî ye. Di gerdûnzanîyên (cosmology) mîstîk û Platonparêzîya Nû de, ji bo nasandina alema ruhî û yan jî, ji bo nasandina alema xwedayî ku ji ti tiştî ne bêpar e (temam e, ne kêm e) hatiye vegotin.
8- Poiesis: Têgiheke bi zimanê yewnanî ye û wateya wê, berhênerî (production) û anîna holê ye. Terzê tevgerînê a ku berê xwe daye hedefeke derveyî. Di felsefeya Arîstotalesî de, dijberê ‘phronesis’ û ‘praxise’yê ye û wateya wê, şeklê tevgera ku armanca wê bi tenê pêkanîna tiştekê ye.
9- Pre: Pêşgira ku di zimanê rojavayî de, wateya pêş, berî û pêşîyê dide. Li gor vê yekê têgiha pre-sokratik (pre-socratic), wateya berîya Sokratesî dide. Bîrewerîya pre-refleksîf, bîrewerîya berîya refleksîyonê, bîrewerîya ku hê venegerîya ye ser xwe, vedibêje. Dîsa pre-teorîk, berîya teorîyê (pêşteorî) vedibêje.
10- Felsefeya Presokratîk (presocratic philosophy): Yekem felsefeya Hellenîk û dewra pêşsokrates, dewra berîsokrates e. Di vê dewrê de, çar dibistanên felsefeyî û feylesofên mîna Thales, Anaksîmanros, Anaksîmens, Pythagoras, Parmanîdes, Zenon, Melissos, Herakleîtos, Ksenophanes, Anaksagoras, Empedokles û Demokrîtosî, cih digrin. Taybetîyên sereke yên vê felsefeyê ev in: 1- Bi red a raveyan mîtolojîk dest pê kiriye û hatiye gotin ku lazim e pêhatî û bûyerên xwezayî, dîsa bi sebebên xwezayî werin ravekirin. 2- Cudahîya xwiyabûn û rastîtîyê (reality, gerçeklik) dane destpêkandin û xwestine ku xwe bigihînin rastîya li pişt xwiyabûnîyan. 3- Felsefeyeke xwezayê, yan jî felsefeyeke heyînê ye. Wate, lêkolîneke li ser a ku bi rastî jî heye ye. 4- Lêkolîn û lêpirsîneke, derbarê arkheyê de ye. tr: presokratik felsefe / fr: philosophie présocratique