Jorge Luis Borges nivîskarekî ji Buenos Airesa Arjantinê ye. Taybetiyek wî ya mirov xemgîn dike heye: Korbûnî. Mixabin ev mirovê tîrêjê ramanên xwe ji Amerîkaya latînî digihijîne hemû dinyayê, di 55 saliya xwe de bi temamî kor dibe. Ji vê dîrokê şûnde jiyan ji bo wî dibe merhaleyeke êşê ya nû. Lê ew dev ji nivîsîne bernade. Bi alîkariya diya xwe û hin hevalên xwe, ji sî salî zêdetir behremendiya xwe didomîne. Dema di sala 1986an de koça dawî dike û li pey xwe gelek berhemên hêja dihêle. Yek ji van berheman jî “Dîroka Nemerdiyê ya Gerdûnî” ye. Pirtûk di sala 1933/1934an de hatiye weşandin.
Nivîskarê Amerîkaya latînî Borges jiyana xwe ya edebî bi gelemperî di nava teqereqa derbeyên leşkerî de derbas dike. Di sala 1986an de cara duyem dizewice lê felek çerxa xwe digerîne û di heman salê de ji ber nexweşiya pençeşêrê dimire. Jixwe zewaca wî ya ewil jî tenê çend salan domandibû. Borges bi salan berî mirina xwe, di salên nêzîkî 1970an de li dinyayê tê naskirin. Pirtûkên wî bi frensî, îngilizî û almanî ji destê mirovekê digihêjin ber destê yekê din. “Rexnegirê Amerîkî Harold Bloom, di sala 1994an de Borges di lîsteya dirêj ya nivîskaran de – ger ji wan nebûna dê Şaristaniya Rojava ji hêla manewiyatê ve diha zeîf bimaya- bi cih kir.” (r. 31) J.Luis Borges di hêla ceriban, çîrok û helbestan de gelek berhem diyarî mirovan kir. Balkêş e qet roman nenivîsiye. Belkî jî ji ber êşa çavê xwe hêj zêdetir li ser metnên kin xebitiye. Ji ber vê teknîka wî ya edebî “rengdêra “Borgeswarî” êdî di termînolojiya edebî de bi qasî biwêja”Kafkawarî” pir hatiye bikaranîn.“ (r.32)
Belê cihê xemgîniyê ye ku Borges berî li welatê xwe deng vede li welatê wekî Îngilistan, Fransa û Amerîkaya Yekbûyî hate naskirin. Belkî sedema vê yekê tevliheviya welatê wî bû ku tim di nava derbe û dîktatoriyan de mabû. Divê ez jî li xwe mikur werim ku cara ewil e pirtûkek Borges dixwînim. Mirov çi wextê kêmasiyên xwe dagire jî ne dereng e. “Borges ji dehayên herî mezin yê sedsala bîstan yek bû. Ew ji wan nivîskaran yek bû ku di dîrokê de herî zêde pêre hevpeyvîn hatiye çêkirin“ (r. 40)
Ez ê tenê anekdotekê ji pirtûka wî ya navdar ‘Dîroka Nemerdiyê ya Gerdûnî’ derpêşî we bikim: Di çîroka Xelaskarê Xedar Lazarus Morell de karekterê xwe wiha dide qisedan: “Min Pirtûka xwe ya Piroz-Încîl- bi eletexmînî vekir. Gotineke Paulusê Ezîz ber bi çavê min ket; min saetek û bîst deqîqeyî waez da. Zilamê min Crenshaw û hevalên xwe, vê fersendê belesebeb xerc nekirin. Hespên kesên ku ez li hundir guhdarî dikirim, dizîn. Me hesp li qeraxê Çemê Arkansasê firotin. Lê hespekî kumeyt yê di şûna xwe de nedisekinî hebû, min ew ji xwe re hilbijart.(… )” (r. 53) Ma nemerdiya di vê anekdotê de tê vegotin, em her roj bi awayekî din li cîhana ku em tê de dijîn, nabînin?
Nemerdiyên din yên hêj girantir di pirtûkê de bila li hêviya we bimîne… “Heger te wekî mêra şer bikira tu yê wekî kûçikan nehata bidardekirin” (r. 68) Bi baweriya min ev gotin tam li Borgesî tê û wî, bêyî ku li ber dîwarê korbûnê asê bîmîne, wekî mêra şer kir, bi saya pêpelika dê û hevalên wî jê re çêkiribû, karîbû ber bi jor hilkişe û hemû temenê xwe bi dewlemendkirina edebiyata gerdûnî biborîne. Dîwarê li ber wî ne tene korbûna wî bû. Dîktatorê Arjantînê Peron jî gelek astengî jê re derdixist. Li gorî tê gotin dema Peron ji desthilatiyê tê dûrxistin, desthilatiya nû wî di Pirtûkxaneya Netewî ya Arjantînê de peywîrdar dike. Lê ji ber nexweşiya çavên xwe-korbûnê- wiha dibêje: Di heman demê de Xwedê hem 800 hezar pirtûk hem jî tarîtî daye min. Bi hêviya xwendina pirtûkên wî bibe para her Kurdê têkildarî wêjeyê ye.
- Mahmut Ozçelîk
- Çavkani: Jorge Luis Borges, Alçaklığın Evrensel Tarihi, İletişim Yayınları, Birinci Baskı, 2014, İstanbul