Philosophia

Polîtêîa (Komar) Platon

Kurteanalîzeke berhema 'Desthilatdarîya Fîlosofan'

Polîtêîa (Komar) Platon
Kurteanalîzeke berhema ‘Desthilatdarîya Fîlosofan’
Ji berî Antîkê heta niha. Sûc û Size, Bona Hishkurtîya Mirovahîê

“…Bawer im wan gelekan ra, yên babetên nirxandina felsefê ra ne nêzîk bûne, felsefe hebûneke yan kêm nase, yan jî wek matêrîyeke zêdeyî hishê merivên bi rojane ya xwe dijîn, hatîye nirxandin. Ev bûye hokerek, ku felsefe, wekî zanisteke zêde komplêks hatîye nirxandin û piranîya merivan têgîhîshtina wê hîshtîye ser pisporan û zanan, yên ancax ji wan ramanvanî yên tênegîhîshtinî têdigihên. Di rastîya xwe da felsefe û felsefekirina babetan, ne tishtekî dine zêdeyî ramanvanîya qencîê. Hema ev û ne tishtê din. Felsefe di hemû cûrên nirxandina xwe da, xweshbextî ya merivan ra, têgihîshtina xweshbextî, bextewarî, evîn û ashtî ye. Felsefe xudan armanca ronîkirina hishê merivane, vekirina chevan ser bedewîyan, pakîyan û bilindkirina ewlehî ya jîyana hemî merivane. Heger dixwazin, felsefe xût ew ola ser hemî olên cîhanê ye, ku merivan mixabin shirîk jê ra chêkirin. Lê xwezga merivan ser wê “Ola Felsefê” da shirîk, yanê altêrnatîvên xuda yên li gor hishmendî yên piranî yên gel û netewan yên xishîm, ne fîlosofên pirxwenda û zane, xudan “Fêrizî ya Dûrbîn û Kûrbîn” ew altêrna-tîvan chênekiribana. Lê chêtire ez xwe ji babeta armanckirî dûr nekim.

Babeta vê hejmarê da hewl didim, hindik shiroveyên subjêktîv bidime xwendevanên kovarê, belkî ramanvanên ser vê babetê, ne hevraê min bin jî. Dîskûssîona ser vê ba-betê wê min bextewar jî bike. Jixwe ev kovara her usa jî bona gotûbêjan tê weshandin, bona werguhartina bîr û bochûnan û heger yek raê min ne pejirîne, bila were meydana têbînî û pêshwazîyan. Her di pêvajo ya minaqeshan da, xwendevan jî dibe xudan milk û hebûna nirxandina altêrnatîvan. Her usa xwendevanê min, mafê tevbûnê ya Te ye.  Vê carê emê herine babeta xwe ya analîzkirina berhema „Politeia“, ya Platonê bingehedarê dêmokratîê. Berhema wî di warê „Desthilatdarî ya Philosophan“, da bizanin ewî dema xwe da chi got û me di vê dema xwe da chi, yanê chawa ew perwerde nirxandin. Platon di “Politeia”, da berhema xwe ya bi navê “Desthilatdarî ya Fîlosofan” da, Sokratês xwe ra kire hey mamostê xwe, hey jî êtaloneke bingehîn, ya ji dema Antîka Yünan di ramanvanîya xwe da, ser du hebûnêd zêde mirovahî ra girîng rawestîya. Ev hebûna di berhema wî ya (Komar) “Polîtêîa”, ya wek têorî ya “Politîk Fîlosofî” nas, ku netewên europî bi navê dêmokratîê têorîên praktîkî ser ava kirin, wek modêla gel; ya xudan mafê birîyardana hilbijartina desthilatdarane. A li vir, “Dialog Politikos” da, Platon her usa ser cudaî ya (difference) di nava serokkomarê rastî û yê qelp dinirxîne, anku wan ra shirove yên taybet dide. Ew wiha dibêje;

„Serokkomarê rast, yanê yê hêjaî texta xwe, ne bi saî ya milk û hebûna xwe ra spasdare, yanê ew ne spasdarî dewlemendî ya xwe ye, ku desthilatdare. Her usa yê serokkomarê qenc desthilata xwe nade ser zulmkirinê, yan daxwazên xwe yên êgosêntrî, heger wî bandoreke hevkarên birêvebirina komarê (sênat) bi yasadanînên xwe va ne bin bandora desthilatdarîya serokkomarî ye. (Anku Autokratî. Xwedest-hilatî ya bê yasa danînê). Ew taybetî yên kirîyametên serokkomar ra pêguncawe, zêdetir zanînêd wî di warê zanista birêvebirina jîyana mirovane, desthilatdarîya bo qenckirina jîyana merivan, xweshbextîya rojane ya wane. Anku ew divê fêrî wan zanistan be, yên evê harmonîa xweshîê bide hemwelatîyan. Kompêtênsên wî divê wekî yê bizîshkekî (doktorekî) ra heman cûre be, chawa wek doktorek merivan qenc bike, meriv bawerîya xwe kompêtêns (zanîn) dikin û dihêlin bizîshk (hekîm) nexweshîên bedena wan bi dermanan qenc bike, usa. Doktorê ne xudan zanîn, kompêtênsê qenckirinan be, merivê nexwesh, yê di bawerîê zanî-nên wî tîne û lashê xwe bona qenckirinê dispêre wî, di bawerîya qenckirina xwe da ye.“ Li vir, navbireke kurt. Vê nivîsê da, cîhê ku paralêla ramanvanî ya ne serpêhatî û ramana xwe ya lêkolînerî, ya ser parên berhema têorîa rêzonansê, ku ser dixebitim, hewl didim maf bidime mamostê mezin di wan ramanên xwe yên min ra girîngtirîn ra:

“Wek dadwerê pey sê hezar sal pey ra, îznê didime xwe û dibêjim; me sûd jê wernegirt!”

Di vê dema bi bûyerên xwe yên zêde aloz û balkêsh da, dema ku bi rastî jî, zîrekî û ne zordarî serket, dema zordarî û zordar bi hemû derewên xwe hatine eshkerekirin, dema ku derewên gelek cûran, yên di cîhana me ya Orîêntal da, bi sahî ya serê kirên cîhana Oksîdêntal di konfrontasyona jîyana rêal tev jîyaneke barbarî ra hema-hema milmilaneyeke man-nemanê da, pêshbirka nîshandana hêza chekan û efirandina têknologîên sherî da, mixabin cîhê fîlosofî û ramanvanîyeke fêrizî ne ma. Her usa jî, kêm kes man di desthilata komaran û yekgirtî ya komaran, shah û kaîzer û prêzîdêntan da, yên di wê bawerîê da mane, ku heger ew berê xwe bidine bihurîna kevin da, ji wir dersekî wergirin. Felsefe wekî zanist-hebûneke kêrî bikaranînê naê hatîye nirxandin û wek ûtopîyek, yan jî rewsha herî bash da wek êkzotîkekê, wek mûzîkeke sîmfonî orkêstrê tê nirxandin.

„Mirovahî, wek mirîshkekî serjêkirî pê hatîye, ya banz dide û teqla dide xwe, bê ku bizane ku ewê jîyana xwe ji dest daye.“

Ji alîkî va, heyf û mixabin, ku wiha bi me hat, ji alîê din va, me bi xwe, me merivan bi xwe, dada xwe ya bi dawîanînê qol û mohr kir. Mirovanî bi xwe sûcdare di wê rewshê da ku tê da ne. Û me mirovan, yên pêsh û pashketî gelek hebûnêd ne laîqî hebûnan, xwe ra kirin milk û tac, zulimkar û zordarê xwe ra pejirîn, wan ra peyker danîn û pesnê hishmendîya wan kir. Me xudaên derew xwe ra efirandin û pesnên wan dan. Xuda û pêxember xwe ra efirandin û bi navên wan, pirtîkên wan ra efirandî bejnên xwe ber tewandin û xwe wan nivîsên xwe yên hishkurtî, bi mêrxasî wan ra bûne cangorî alhej. Me talanker û zordar ser xwe ra hilbijartin da ew desthilatdarîê li me bikin û bizanin chi pê hat? A ji ber wê watê, em hemî, merivên vê ûnîvêrsê, ku me herimand, laîqî rewsha xwe ya em tê da ne. Her usa di vê dema apokalîpsîsa merivahîê, ku serkeftina têknologîyan delîleke gelek qence bêhishîya me hemîyan. Evê fragmênta ji berhema xwe ya “Rêzonans Têorîê”, chi di romana xwe ya di pêvajo ya xwe ya daxebitandinê da ye, bi awayekî hunerî û felsefî bi fîgûrên efirandî, bi awayekî nermî, ya hunerî, tînime ber xwendevanêd xwe û her usa bêrhema “Heger Fîlosof Xudê bûna” ya bi heman awayî di protsêsa xwe ya nivîsînê da ye. Her usa, di naveroka vê babeta ramanvanîya xwe ya analîzkirina wan fîlosofên berê jîyane, heta yên sedsala me, dikim ku bi awayekî rîtorîkî dadwerî ya bi mafê nifshê belkî yên dawî, analîzeke jîyana merivan, ya zedeî sê hezar salan hewl bidim têbigihêm, gelo me merivan di warê bilindkirina hishmendî, yanê fêrizî ya xwe da chendîn asta ramanvanîya xwe bilind û jîr kirine? Wek ramanvanekî nifsha belkî dawî, yê îznê dide xwe, dadwerî ya encamdar, ya moral û felsefî, li encamdanên bêhishî ya êvolûsyona mirovahîê, ji dema destpêka lêramîna merivê pêshî, heta vê dema me, ya apokalîpsê, yan jî pêsh-apokalîpsê, qîmetdaneke anegorî têgîhîjtina xwe dadwer bim, dibêjim:

„Merivan, li vê planêta Erd, di van char hezar salan da, hishmendî ya rastî wernegirt. Di nava van hezaran salan da, misqalekî hish zêde ne kir. Dewsa ku guhi bidine fîlosofekî wekî Sokrat, Platon û Arîstotêlês û ew Fîlosofana xwe ra bikirana xudê û pêxember û ne li gor hishên xwe yên sist, xuda û pêxembe-rên li gor ramanvanî ya xwe ya kêmhish biefirandina, heta îro ne dibûn ev mirovahî ya li gor nedûrbînî ya xwe, xwe kirine rewsha vê cîhana ber xwekujtinê. Ji ber bêhishî û xishîmî ya xwe, wan ev rê dan autokratên zordar yên rêkûpêkî ya Cîhan, anku balansa xwe za, her usa jî balansa harmonî ya hevjîyana mirovan têk dan.  Me ji wê dema merivê pêshin ramîya, yê milkê hevmirovê xwe bi zor û kujtin kire ya xwe, heta îro rêz da zîrekî ya van kujeran, autokratê têolog xwe ra kire shirîk û heta îro me merivan wek berxên xwe dichêrînin. Autokrat, anku Desthilatze-ftkarî Oldar anî tîma xwe û char hezar salan bi heman derewî ew netewên cîhan zêrandin û gîhandine vê encama xwetunekirinê“.

Eva bi kurtekakila têderxistina min, ya ji Politeia Platonî derketî, ya bi dîtina min wan desthilatdaran tenê ew alî yê têorîê bi kar anîne, hilbet ne berhemeke tame, lê belê her têbînîyeke. Hilbet têzên Platon hene, ku meriv wan ra dikare xudan rayekî din be jî, lê divê neê jibîra kirin, ku ew xweshmêra berî hezaran salan destpêkerê raman-vanîê bû û hilbet gelek hebûnên neshirovekirî disparte hebûna xudê. Her sedan salan pey ra, hebûneke weke Atêizmê cîhana oksîdênt da girt û ez jî wek yekê ji wan, gelek chewtîên merivan di vê demê da kirin û hê jî ser ya xwe ne raê xwe tînime ser ziman. Nirxandina xwe derheqa paralêlkirina ramanvanî ya Platon bi ramanvanîya min ra. Gotinêd wî di warê nedûrbînî ya hebûna dêmokratîê wek formeke hilbijartina desthilatdaran wan bi xwe ra jî ne yê pejirandinê bû, lê wî, desthilatdarî oldar anî alîkarîya xwe û wan herduyan hemî doktrînên xwe bi shirîkantîya ya para sisîyan ra heta îro planên xwe dijî rêkûpêkî ya rastî û balansa cîhan têkdan. “Her Sê Aktêran”. Ew sê jî ev in:

  1. (Netewe: Gel. Civak.)
  2. (Desthilatdar: Zordar. Autokrat.)
  3. (Oldar: Kardînal. Patrîarx. Shêx. Melle.)

Ev her sê, sûcdar in, di “Chewtchûna Balans” a Cîhan, anku têkchûna “Durstîya Cîhan” da.   Belê, her meriv, em hemî, yên bi navê Homo Sapiens nase, em meriv û ne sirusht, ne jî ajal.  Platon dema xwe da digot ku merivê ji gel nikare bibe hilbijar-vanekî dirust ji ber ne hebûna kvalîtêtên zanyarî. Ewê yekê her tenê merivên xudan zanînêd kûr û berfireh, anku întêllêktûalî û ya diha rast, fîlosofên ji zarotîê perwerda pêdawîst werbigirin û xudan hemî zanînêd fîlosofan ra pêdawîst xudan mafê dest-hilatdarîê bin. Belê, di berhema xwe ya “Desthilatdarîa Fîlosofan” da Platon dibêje, ku her ew, fîlosof dibê desthilatdar bin, (yanê; King, Kaizêr, Shah, Siltan, Prêzîdênt, h.w.d.) yanê jî ewêd jornavkirî, kaizêr divê fîlosof be.

Di vê Dûêtê da, wek serkar, chi di cîhana îslamî, chi yê xrîstîanî û her usa hemî olên din da, dûêteke zordar û oldar da, perwerde ya para sisîyan, ne rêlêvante, ji ber binkontrolkirina wan ji alîê her du yên din, bin tirsa hebûna xudê û hêrsa wî, her usa jî hêrsa yê bin xudê î da xudan desthilata ji xudê ye, ji alîê din va tê sizekirin. Tirs. Tirsa xudê û yasa ya ji autokratî evên sisîyan, dichûne shrên zeftkarî û talanan, her karê xwînrijandinê di nava merivan da bin dua ya oldar bin serkarî ya desthilatdar hatîye pêkhatin. Heta îro. Chendîn gênîal bû Platon, gava dizanî, ku dethilatdarê zordar, yê bi xwe, ji eslê ne fîlosofan derketî tenê bedbextîê didine chi sirushtê, chi merivahîê, her da ew berjewendîên xwe yên hishê prîmîtîv mîyaser bikin chalak bûn. Va encam jî ber chevane. Belê em nifsha sedsala bist û yekê da hewldanên heman “Trîo” dibînin. Zordar tev Oldar Têkoshîna Manîpoûlasyona Netewe da heman sênarîo ya hezaran salan da bi zordarî serkeftî pêktîne û hê jî serkeftî ye. Serkeftî ye, ku Fîlosof, wek “Êkzotîkûm” û Ne wek Ûnîvêrsûm, yanê wek Ûnîkûm” tê dîtin.

“Nebûna vê hebûnê jî – ev Apokalîpsa em tê da”

Hilbet, di îdêalîzma xwe da, heger cîhan ser peyamên Platon jîyan bikirana, modêla jîyana wê chawa bimeshîya, li gor têbînî-nirxandina min, ew yeka dimîne hey babete-ke, li ku jî em her dikarin shpêkûlasyonekê pê bikin; Wê chi bûya, heger “Pakîya Cîhan” ra Fîlosof berpirs bûna? Belê, ji dema mîtologîên efirandî jî ku di nava her netewî da berî Pêshsokratîkêran, li gor têgîhîshtin û nirxandina kataklîzmên sirushtî, shirove yên li gor nezanîna xwe di-dan, ew hebûna bûne rojnivîsdar chi desthilatdar û chi oldar ra.

Derheqa têorîa min ya Rêzonansê da:

„Berî her yekî, divê bê gotin ez bi hebûna kûr û firehbûna ramanvanî ya xwe da, li vê ûnîvêrsûma li ramanvanîya vê cîhana mezin û ewqasî konfrontatîv da xudan chi peyamî me? Her usa jî ji xwe bipirsim, gelo ez di vê temamîya dema dirêj da, têgihîshterê chendîn hebûnan me, chendîn min ew bi awayekî felsefî, du alî, ji hemî aspêktên xwe yên analîzeke obyêktîv û krîtîkî û her usa jî danîna bihane yên xwe encamên berbichev dan? Li gor têbînî û dilnîyabûna xwe, analîzeke bi hewildanên obyêktîv bidime kêmî kêm ramanvanîya zêdeî 3000 salan, ya jîyana mirovahîê, kirên merivan û hebûna rewsha merivan, ku ber bêhishbûna xwe, anku nefêrizîya xwe, xwe anîne rewsha îroîn, ya dawîanîna xwe.

Wek fragmêntek ji berhema min, ya bi navê „Têorîa Rêzonanse, “ ya ku di dîsa demeke dirêj pêvajo ya xwe ya lêkolîn û dagirtinan da dimîne, hewl didim, bi awayekî pêshgotina kurt, lê gelek jî bi têgîhîjtinî ron bikim, ka chawa û chima mirovahîê xwe kirîye vê rewsha dramatîk, ya katastrofal, yanê jî ya apokalîpsî. Belê apokalîpsî, ji ber ku her tisht ji vê rastîê berbichev dibe û meriv divê her ji vê yekê serwext be. Ser hindik hebûnêd, bê ku kêm yan zêde bikim, Ûnîvêrsa me ya gishtî, anku mirovahî ya vê planêta erd, di nava van pênc yan zêdetir hezar salan da, gishtî nava xwe da hildigire, rê ya nerast da herikîye û ew yeka nikare bisekine, ji hokereke gelek ron; mirovahî hew dikare xwe ber xwekujtinê rizgar bike, ji ber ku ew chareserîê nabîne. Chareserîya xwe ra sûdmend. Dixwazim bi vê yekê her bêjim, ku Platon berî sê hezar salan, ev yeka pêshda dîtibû, yanê jî em rasttir bêjin, ewî rastîya herî zor, lê yek chareserî di desthilata fîlosofan da didît, yan na?” …

“Ez dizanim, ku tishtekî nizanim” …

  • Dr. Casoê Wezîr Serhedî
  • 12.01.2025

 



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Schaltfläche "Zurück zum Anfang"